řetkirdinewey qisey tebî’îwin

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  341 views
tebî’îwin ełên em erz û ferş û hem semawate
tebî’et xałqêtî em qise bo ême îspate
nefîy zatî xuda ḧetta le ker pirsî řeza nabê
le îspatî wicûdî řojî řoşin qet weha nabê
tebî’î mam tebî’î to ezanî sin’etî dinya
le hîç katê kirawe sin’etê bê ałet û westa
tebî’et xoy heye înkarî bûnî nakirê esła
lebo teḧrîkî ew yek fa’îlî gewrey heye lewla
le însana tebî’et xełqe ta wextî ḧeyatî ew
le kwê baqî demênê ger be serya hat nemanî ew
bebê bûnî wesa’ît asman her ḧewtî westawe
beser mułkî hemû dinya îḧatey çerxî xoy dawe
zewîş her wa wekû goyî leser ’eynî buxarêke
lemane ’eqił û mentîq mat û ḧeyrane çe karêke
zemîn û asman û hewr û ba û çerx û dewranî
şu’a’î mang û řoj û seb’ey seyyare sûřanî
tirîşqey hewr û girme û sayeqe û sermay zistanî
seday ře’d û berq û terze û hem tawe baranî
le xendey gułşen û fesłî behar û neẍmey bilbil
le ḧusnî baẍewe binwaře çend zîbaye řûy guł
le germî fesłî hawîn û le gořanî tebî’etda
gełařêzanî payîz dête mabeynî le tînetda
egerçî her yekê esbabî bo danawe bo îşî
welî yek pencey qudret le îspata eka pêşî
kewa bû her xudaye xalîqî tebi’ û tebayî’ bê
herewher ew ustadî neqiş û karxaney her beday’ bê
tebî’et hem sebeb mexlûqe bê destełatî ew
hemû kewn û mekan muḧtacî lutif û hem xełatî ew
qerarî mentîq û qanûn û ’eqłî ême her waye
le her karê le dunya û le ’uqba her xudaye xwaye
tebî’î ey tebî’î to le beḧrî cehlewe ẍerqî
ke řêgey ḧeq dyare qet nebû carê bikey ferqî
qisey to ger bidem nîsbet be «ker», řazî nîye wełłah
ezanê fa’îlî mutłeq kesî tir nabê «ala alilhArabic»