hêzî hîwa le wicûdî beşer

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  461 views
umêd sîfatî însanî jîre
karî pyawî jîr her be tedbîre
pyawî xîredmend umêdeware
şadî ebînî lem řozgare
na’umêd nabî katî tengane
«bi’d ’isir yisirArabic» qewlî yezdane
le řeşayî hewr ebînî carî
baranî sipî wek duř ebarî
hîwat behêz bê le tenganeda
şitêk her heye lem hembaneda
řû le xwa bike menwaře her sû
çunkî fermûye «wila tîٲswaArabic»
payanî şewî zor tarîk û řeş
ebête seḧer řûnak û hem geş
umêdewarî me’nay jyane
bê umêdbûnîş me’nay nemane
umêd mu’nesî katî ẍemxiwarî
umêd şîfaye bo derdedarî
umêd eşî’ey nûrî xudaye
bo tarîkî dił şu’ley çiraye
bo diłî sardit germî bexşî şewq
bo tałî zarit şîrîn bexşî zewq