qesîdey řabîte û bîrkirdinewe le mirdin û ḧeşir û mîzan

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  688 views
îmşew le coşî pîr û nexoşî
dił satê neybû qerar û xoşî
nîşaney mergim ser û řîş sipî
le coşî xeyał diłim datepî
řabîtey mirdin kewte xeyałim
lew kate coşam peşoka ḧałim
ne zexîrem bû ne destimayey
ne beden bergî, ne serim sayey
řût û bênewa, muflîs û bêkes
her etom kesî ey feryadřes
koçî dwayîme katî wefatim
çaweřêy řeḧim û lutif û wefatim
le katî mirdin nekîr û munkîr
hatne ser serim pêyan dam xeber
kê enasî to? toşet çî pêye?
cêge û merce’î îltîcat kêye?
gutim em cêge astaney şaye
hezar swałkerî wek minî tyaye
eme dergahî şahî şahane
bo hemû kese em sifre û nane
mîwanî ẍerîb kerem seray şam
muḧtacî řîrey sifrey řicay şam
toşe bo dergay kerîman birdin
bo geda ’eybe karî wa kirdin
terazûy xêre le saray meḧşer
sûk û bê maye, muflîs bû yekser
le ḧakmî mutłeq xîtab hate gwêm
mujdey ’ezabî ebed dira pêm
seday «ٲxistiwaArabic» zor çak hate gwêm
le tirs û heybet nemzanî le kwêm
gutî şefî’it îmřoke kêye?
umêdit çîye be lutfî kêye?
gutim şefî’im şermezarîme
le coşî xecłet girye û zarîme
kewtewe yadim umêdêkî wa
le agirî dozex necatim bida
umêd û hîwam, lutfî toye bes
toy xizim û kesî hejar û bêkes
to şa û min geda, hatûme dergat
minî mat û lat hatûmete lat
bo geda û swałker kê eka biřwa
le dergey şahan bebê beş biřwa
deryay merḧemet mewcî da yekcar
daypoşî yekser her goşe û kenar
le sîfatî kerîm kerem peyda bû
sarayî meḧşer, piř le sema bû
agirî dozex be emrî celîl
bû be gułistan wek agirî xelîl
«xadîmPen name» muḧtace sexay kerîman
bo geda û muflîs hem bo hetîwan