qesîdey xełqî beşer û eḧkamatî îdareyan bo dinya û axîret

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 9 minutes  524 views
ewwełî defter be nawî xalîqî kewn û mekan
’alîmî siřî dû ’alem řazîqî însan û can
bê sebeb, bê wasîte, bê kołeke û hem bê ḧemał
řaxerî ferşî zemîn û řagrî no asman
sanî’î bê ałet û esbabe bo her sin’etî
lamî’î nûrî îmane bo qilûbî ’arîfan
lefzî kaf û nûnî kirde wasîte meylî ke bû
bo hemû mexlûqî ’alem hem zemîn û asman
emrî ḧeq bê ḧerf û bê sewte lebo tefhîmî ’am
çunkî meşhûre le katêka ke fermûy «kinArabic» «fikanArabic»
meylî wa bû «kinit kinzaً mixifyaًArabic» bê aşkar
cîlweyî řûy xoy le xak û awî adem kird ’eyan
heykelî adem le miştê xak û awa kird be quř
cewherî řoḧî be berda kird buwe tesbîḧxiwan
zeřeyî zuřřyetî dana le piştî adema
ta wekû yek yek byanhênête meydanî ’eyan
gewherêkî şewçiraẍî xiste naw perdey sedef
têkełî deryay ke kird yek qetrey awî nîsanMissing
qetreyekî tir exate sulb û erḧamî beşer
ta ebête şîrîn û leyla û meḧbûbî cîhan
ta le řûy leyla û şîrîn mewc eda cîlwey řuxî
sed wekû ferhadPerson û mecnûnPerson dêne řîzî ’aşîqan
yek be yek ’alem le seḧrayî ’edem dêne wicûd
’eqłî danê bo îdare û elbîse û sukna û nan
meylî wa bû xoy binasin bo îta’ey emrî ew
întîxabî kird le her qewmê řesûlêkî lewan
îxtîlafî elsîte û elwan le her qewmê ke bû
bû be pêẍember le her qewmê yekêkî hawzuban
her yekê bo emrî teblîẍatî emir û nehî xoy
weḧî û îrsahat û îlham û kîtabî da bewan
kewtine teblîẍatî ’alem her yekê bo qewmî xoy
be’zê ’asî bûn û be’zê bûn mutî’î emrî wan
bo mutî’an we’deyî ḧûř û qisûrî cennete
dozex û mar û ’ezabe bo girohî ’asyan
çunkî cuz’î îxtyarî dawete qîsmî beşer
řêy şeř û xêrî le eḧkama bewan dawe nîşan
yek be cuz’î xoyewe mesrûre yek mes’ûle pêy
meḧkemey ’edlî xudaye meḧkemey pêẍemberan
her leser em şikił û em tertîbe dinya hate pêş
ta geyşte ’ehdî mûsa bo ḧukmiřanî cîhan
her le tîflî mu’cîzey dayê le agir ḧîfzî kird
ta necatî da le dest fîr’ewn û hem fîr’ewnyan
hîcretî kird û ke řoyî bû be damanî şu’eyb
řûy le seḧra kird le katêka ke xoy bibwe şwan
ta geyşte agirêkî dûr le wadî eymena
mewc eda cîlwey minewwer bo hemû kewn û mekan
hate pêş û gwêy le «faxil’Arabic» bû le tirsa řaçenî
nuktey tewḧîdî gwê lê bû le agir der zeman
pêy ke gut «aynî ٲna alilh la tixifArabic» aqbil linaArabic
kewte secde lefzî şukir û ḧemdî hate ser zuban
xel’et û tacî řîsalet pêy ’eta kird zatî ḧeq
hem yedî beyza û ’esa bû mu’cîzî sîḧrî beyan
emrî pê kira zû geřawe ta bika îrşadî qewm
ta bika teblîẍî emrî ḧeq be qewmî qîbtyan
bo îdarey qewmekey tewratî bo nazil kira
ta be eḧkamatî ew ḧakim bê bo ser qewmekan
’alemîş mes’ulî emir û nehî em eḧkame bûn
ta be dewrî ḧezretî ’îsa geyî dewr û zeman
xełqî kird ’îsa muceřřed her le meryem bê puder
bo dîfa’ û def’î şubhe nutqî dayê der zeman
dewreyan lêda le meryem to le kwê em ḧałe çî
dayk û bawkî to nezanî qet kezanî bin ewan
ḧezretî meryem îşarey kirde ’îsa bo cwab
xoy be emrî ḧeq sikûtî kewte ser zar û zuban
pêy gutin ’îsa ke min ’ebdî xudam û hem řesûł
bê puder xełqim le daykim tê bigen ey xizmekan
xwa kîtabim bo enêrî pêy ekem îrşadî qewm
ḧeq minî hênawete naw meslekî pêẍemberan
her wekû mûsa ewîş încîlî bo nazîl ebû
ta ḧeq û batîl be eḧkamatî ew boy bê ’eyan
nasîxe încîl û tewratîş buwe mensûxî ew
nesxe nusxey cumle eḧkamatî bo ehlî cîhan
meḧkemey ’îsa û eḧkamatî încîl hate pêş
dewrî mûsa têpeřî dewranî ’îsa bû ’eyan
bo şifayî «ekmehu epres» nifûsî kewte kar
mu’cîzey eḧyay mewta bû lebo sîdqî beyan
’alemî dunya îdarey her leser em ḧukme bû
ta geyşte dewrî eḧmed xatemî pêẍemberan
ta lenaw perdey sedef em gewhere penhan bû xoy
zułmetî kufir û zelalet bû ke poşîbûy cîhan
hate der çî bête der cîlwey cemalî aftab
řewşenî da şerq û ẍerb û beḧir û erz û asman
ta legeł bonî beharî řengî îmkan neqiş ebû
gerdî řêgey coşî da asarî e’yan bû ’eyan
bo şerafet ḧesretî bo asman exward zewî
êste bem mewlûde fexrî zore bo ser asman
şahîdî bezmî xeyałî lay ke da perdey nîqab
çawî ḧeyran şeş cîhet bo arezû ebuwe beyan
bo hewayî sayeyî destî keramatî û ’eta
qetreyî eşkî wekû baran eřişt hewrî nîsan
lem ḧizûrî meẍyebî perde bo esrarî zat
lem zihûrî cîsme peyda bû celay nûrî cîhan
basî nawî ew bû esmay qîdem kewte ḧirûf
basî lêwey bo kira ayatî qur’an bû ’eyan
lem cemale sûretî ’îlmî ezel neqşî ebest
lem kemale me’neyî teḧqîqî însan bû beyan
qetreye awê bû xwa kirdî be deryay muḧît
mişte xakê bû buwe yek şu’ley nûrî cîhan
ḧeq lewa bû be aşkar û ew le ḧeq bû aşkar
qeyd û mutłeq bûn be lutfî ḧeq legeł yek hem ’înan
yek wereq bu gułşenî xuřem le dersî řengî ew
yek wereq bu gułşenî xuřem le dersî řengî ew
bo tewafî astanî ke’beyî ’ulyayî ew
canî pakî ewlya perwane sa dewranyan
ta le cêgey neqşî pa neqşî cebîn bû lem dere
mişte xakêkî nemawe cê sicûdî za’îran
her kesê bew aşna bû, aşna bew bû xuda
kesbî nûrî ew le nûrî ḧeq tecellaye ’eyan
ta qyamet ger binûsim, qet tewaw nabê ebed
xarîqî ’adat û e’cazî eger bikirê beyan
pirtewî cîlwey cemalî aftabî me’rîfet
řewşenî da zułmetî kifrî hemû kewn û mekan
we’deyî wesłî legeł ḧeq hemřehî bû cîbre’îl
bo ’irûcî ’alemî bała eçû bo lamekan
bo şewî «ٲsirî bi’îdihArabic» de’wetî xasane bû
..........Missing
ta le cêgey «lin tiranîArabic» bû ... ebîst
daxlî bezmî ḧizûrî xasî ḧeq bû bêguman
her çî esrarî ḧeqîqet bû le beynî dostî
pê ’eta kird û xełatî kird be tac û hem nîşan
mu’cîzî xesmanî bo bû de’weyî pêẍemberî
ahûy weḧşî be tesdîqî guşadey kird zuban
bo şikayet wiştirîş bo meḧkemey ’edlî ehat
seng řêze piř le miştî ew buwe tesbîḧxiwan
gah carî bû le pencey çeşmey awî ḧeyat
gah eykird mu’cîzey «şiq alqimirArabic» bo dujminan
agirî fars kujawe awî sawa win ke bû
yekke tazî ’erseyî meydanî ḧeq hate cîhan
yekke û tenha sware ẍerb û şerqî daye pêş
boy mesexxer bû hemû dinya be emrî «kin fikinArabic»
xel’etî qur’anî bo hêna ke katê cibre’îl
ta be eḧkamî bika ḧukmî leser ehlî cîhan
nesxî dînî ’îsa û mûsa be dînî pakî bû
nesxî incîlîş be eḧkamatî qur’an bû ’eyan
ḧafîzî eḧkamî qur’an bû xuda ta řojî ḧeşir
takû teḧrîfî neken hergîz be teḧrîr û beyan
ger hemû dinya mîdadit bê lebo teḧrîrî ew
ya qełem bê herçî mewcûde le ’alem neystan
kaẍezî kewn û mekanit bê lebo tefsîrî ew
’uşrî mî’şarî tewaw nabê le e’caz û beyan
dem be dem cîlwey nesîmî lutfî ḧeq boy carîye
takû bîparêzê ewraqî, le afatî cîhan
ḧerf û elfazî ḧelawet bexşî zewqî tałîye
me’tyatî qûtî bo erwaḧî her saḧêb diłan
gułşenêkî me’nîye cîlwey hezaran new’î guł
mewc eda daym lebo bezmî ḧizûrî bilbilan
her kesêkî bonî kird lem gułşene yek guł bese
çunkî musteẍnî le bonî her gułêkin ’arîfan
her nîgeh ḧusnî edeb bo seyrî gułşen bêne kar
ta îcazet da lebo, gułçinîn to, baẍewan
beḧrî bê payan û qûłe ḧerf û lefzî bê kenar
piř le daney gewherî me’na le esdafî nîhan
her kesê ẍewwasî em deryaye bê piř damenî
gewher û yaqût û le’le bê şik û şubhe û guman
efseḧ û ebleẍtirînî her kîtabê munzele
emleḧ û şîrîntirînî her kelamêk û beyan
şem’e bo zułmatî kifir û nûre bo xaney zełał
berqe bo sûtanî e’da, agire bo ’asyan
merheme bo zamî qelb û hem dewa bo derdî dił
her heme bo ’uşret û ’eyş û sirûrî eḧmeqan
şafîye bo her kesêkî ger diłî bîmarî bê
kafîye bo her muhîmmatîk û esrarî cîhan
nare bo canî ḧesûd û munkîrî eḧkamî xoy
nûre bo dehlêzî xełwetxaney her salîkan
hadîye bo her kesê ’amîl be eḧkamatî bê
hem muzîlle bo hemû gerdinkeşan û salîkan
řojî eḧkamatî awa nabê ta řojî ḧîsab
baqîye em meḧkemey ’edle lebo ehlî cîhan
ta qyamet ger bikem wesfî tewaw nabê ebed
xadîmPen namem bo ew kesey bîkate ewradî zuban