pexşan

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 3 minutes  577 views

lazme bo benî adem miḧafeze û řî’ayet û dyanet û mebde’î îslamî û ḧiqûqî beşer û edeb le mafewqî xoy bika. ḧeq waye însan xwêndewartir bê, řî’ayet zyatir bika «mi’ alٲsifArabic» lem ’esre her çend xwêndewarî zyatre, řî’ayetî emane zor kemtir ekirê, biçûk lecyatî edeb îstihza û gałte be gewre eka, hetta ewlad nîsbet be bawkî her waye. eger ełên le seda sî û çwar 34% ewladî baş řêk ekewê, eme şazih we şaz qa’îdeyî têk naçê, le zemanî se’adetî ḧezretî «miḧimdPerson (s)» heta êsta çend hezar ’ulemay nawdar xizmetî em dînî îslameyan kirduwe, her wam dîwe û zanîwe ke her ecnebî ye’nî gawir û cûleke teqlîdî dînî îslamyan kirduwe «mi’ alٲsifArabic» îslamzadekanî ême zor be başî teqlîdî gawrekan eken û beyanî nezanîn û cehaletî xoy eka û lelayê tirewe şêx bih nawî îrşadî dyanetewe ’alem řût ekatewe ew ’îlmey ke ew îddi’ay pê eka, nakewête ser kaẍez û bê ḧerf û sedaye. her kesê bem ’îlme, ’alîm bû le ’alemî dunya menzewî ebê û teme’ le małî kes naka, dunya lih nezerya wekû tepałeyek qîmetî namênê û daym be dił û be zuban meşẍułî zîkirî xudaye, em zîkire boy ebê qûtî řuḧ û dûbare ’alîmekan bo teme’ hezar fitwa be qîl eden, her çend [qîl] yiş şer’e beła bo zerûretêkî zor gewre nebê ca’îz nîye bo teme’ eme bo mes’eley nîkaḧêke yaxud îşî fîtney pê bikujêtewe, mîn cumle mes’eley nîkaḧî kiçêkî ḧevde sałî le pîrêkî ḧefta sałî mare eken, eme xwa hełnagrê, jinîş legeł pyaw le ḧiqûqî jyanî beşerî ferqî nîye, eger kuřêkî ḧevde sałî bîkujin be pîrêjnêkî ḧefta sałî řazî ebê? zor tesadufî em nîkaḧe naḧeqem kirduwe ke kirdûyane, ca em jine cwane lay ew pîre bê ’eqłe, wekû esîr waye, eger zor be namûs nebê legeł kuřêkî cwan, dest têkeł eka heta netîcey namûsî xoyî û qewm û pîrekeş eba, ca lewaneye bîşîkujin, zor curmî tya peyda ebê, em core řûdawane le ladêkanda zorh û le şarekanîşda îşî qoř heye, kiçêk û kuřêk ḧez le yektir eken, enêrne daxwazî kiçeke, bawik û bapîrî kiçeke ełên ew kuře řefîqî ême nîye, ême dewłemendîn ew feqîre, ca ew kiçey eden be dewłemendêk ke hîç ḧezî lê naka, daym le małewe her be şeř û nařêkî řa’ebwêrin...