hemû şitê eçêtewe fena, baqî her xudaye

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  483 views
pîrî hat û zewq û wez’î newcewanî têpeřî
ten le zu’fa bo teḧemûl bargiranî têpeřî
qabîlî dûbare dîtin qed nîye dewrî zeman
awřê nadatewe her kes nîhanî têpeřî
lezzetî ’eyş û sirûrî em cîhaney bê wefa
mał û cah û suḧbetî yaran be anê têpeřî
xwa bequrbanî ewem ka her wekû min bed nebê
her wekû merdan be řengî erẍewanî têpeřî
her kesê çakey hebê nawî be řeḧmet baqîye
ew le katî mirdina gerçî nîşanî têpeřî
karwanî ehlî dunya mołetî dû řoje bes
her çî hat û muddetê řoyî zemanî têpeřî
wek musafîrxaneye dunya ewey řûy tê deka
çend řojêke ke nobey nan û xwanî têpeřî
gułşenîş xuřřem bû çend řojê le fesłî newbehar
wa ewîş îmřo be qehrî bay xezanî têpeřî
wez’î em ’esreş lenaw yaran miḧebbet kem buwe
nîkxiwahî û dostîy û mîhrebanî têpeřî
cumle mewcûdatî ’alem ẍeyrî zatî pakî ḧeq
karwanî ewwełî ger hat û satî têpeřî
dił mebestin ey řefîqan bem cîhaney bê beqa
xadîmPen nameyiş baqî nemawe bote fanî têpeřî