basî zewałî dunya û nî’metekanî

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  472 views
xameyî qudret enûsê munşî’î kewn û mekan
her kesê zawe be ḧetmî her ebê bimrê cwan
ta be çep çepgerd esûřê ḧałî dunya wa ebê
řoj û şew her řoj û şew dunbalî yêkin bê guman
her seḧer derga û dukanî tacîrî ekirêtewe
em ebête mişterî ewyane xoy xawen dukan
mişterî xwahanî çî bê her ewey qîsmet ebê
xoy ebê ’eqłî hebê bo kaley sûd û zyan
aşî dunya her le karaye lejêr destî qeder
aş betałî bo çîye destî qezaye aşewan
daneyî teř muddeyekî pê ewê ta wişk ebê
paşî wişkî talîbî hařîne ta ekirê be nan
yek le qesrî xoy be tar û ’ûdewe mestî şerab
yek le kołan ferşî erze pêxefêtî asman
em be seyyare eka seyr û sefer bo sełtenet
ew be kołî giranewe eřwa pyade bo jyan
em hemû dem bîst te’amî dête ser kasey te’am
ew be nan û doye cejnî da’îma jînî be jan
em le layê gencî bê řencî be asan dest ekewt
ew be řenc û ezyetî peyda eka yek tîke nan
karwanî ehlî dunya yek le řêye yek le cê
bo fena eřwa muḧeqqeq her kesê hate cîhan
ehlî ḧîkmet ’acîzin lem ḧîkmete çî tê degen
ger filatûn xoy le xum nê, nabê em siřře ’eyan
enbya sergeşte û ḧeyranî em ḧałen hemû
ewlya bew daẍewe çûn melayk hîç nezan
ew kesey dunya û mexlûqî hemû hêna wicûd
xoy ezanê întîzamî kar û ewza’î zeman
gerçî yek muḧtace, yek musteẍnî, yek şa, yek geda
qabîlî qîsmetye her kes, ’adîle xoy ḧukmizan