kurtey jyanî şa’îr

amadekar: řesûł řeş eḧmedî
From the Book:
Diyarî Mehabad
By:
ڕەسووڵ ڕەش ئەحمەدی
 11 minutes  676 views

pirsyar: mamostay beřêz maweyekî zore xerîkî kokirdineweyî şê’rekanîn wa başe bo şarezayî xwêneranî beřêz ewey le barey xotda webîrit dê be kurtî bomanî biłêy.

wełam: wełłahî řesûł gyan, ewendey le bîrim bê jyanim her çareřeşî û bedbextî buwe. binûse: xem, çawledestî, hejarî keneftî, çareřeşî, mał bekołî, bełam bepêçewaney hemû ewane, hîwadarî bo dwařojêkî řûnak.

nêwim ẍefûr kuřî derwêş ’ebdułła, le sałî 1346y koçî - mangî beramber be 1306y hetawî le şarî seqiz le dayk bûm. dway sał û nîwêk bawkim małî çuwe bo bane û lewê xerîkî kespî debaẍçêtî buwe. a lew kateda bo çerim kiřîn hatuwe bo mehabad. seferî ew demî be karwan û zoryan pêçuwe, řêgawbanîş wek êsta nebuwe. lew maweyeda ke babim de seferêda buwe, azarî xirwêke wate awłe le bane peyda buwe, minîş leber ewey kes nebuwe bimkutê, tûşî ew azare bûm. her çonê buwe ew hewałeyan be bawkim dawe, ew zeman ḧekîmêkî ’irûsan le mehabadê buwe gwaye dermanêkî buwe geyandibaye her çawêk, le kwêr bûn řizgar debû, misqałî ew dermane be lîreyek û lîreş ew kat bîst û heşt qiřan buwe. bawkîşim be pele misqałêk lew dermane dekřê û be karwan da deynêrêtewe, bełam ew pyawey dermanekey minî pê bû, le seqzî gîrugiriftêkî bo dête pêş û no řojan lewê matił debê. daxî daxanim wextayekî degate kelî xan ke min bînayîm le dest dawe, ew çawaney hîway dwařojî min bûn û behoy ew çawanewe demtiwanî jyanêkî başim baye, jyanêk dûr le keneftî û laremlî û çawledestî. wekû ew xełke emnîş be kasbî û řencî şan demtiwanî bijîm û minet le kes hełnegirim, bełam bedaxewe bepêçewaney wîstî min, legeł jyanêkî piř ax û dax û teng û çełeme û xozge û birya û destitengî û laremlî û memnûnî em û ew memnûnî em û ew zor şitî tir řûbeřû bûm.

katê ew dermane geyştewe bane, zor kes le hawtemenekanî min bew azare giriftar bibûn firyayan kewt, zorîşyan çawêkyan ledest dabû, çawêkyan bo mabû.

bo xom webîrim naye, boyan degêřamewe dway ledest danî çawekanim, yanî ew çaw ledest çûne şwênêkî xirapî le ser mêşk û řûḧim dana bû, ta maweyek řû beşêtî çûbûm, şewane heł’esam řamdekirde derêy şarî, zor car le çaław û qułke dekewtim yan le ban řa dekewtime xwarê. naçar şewane bawkim ya daykim be piştên le xoyan debestim, ew car eger hełsitabam, wexeber dehatin. gwaye mawey dû sał emin awa bûm. be kurtî le temenî ḧewt sałîda bawkim namye ber quř’an xwêndin û lay pyawêk be nawî mîrza ḧeme kerîmî mexrunî ke ewîş kuřêkî wek minî bû, dû - sêyekî dî le lay ew pyawe demanxiwêd. zor řojî wa hebû pêkewe desman degirt û dehatîn bêynewe małê, hemûman yan le banî řa dekewtîne xwarê yan le çałê dekewtîn, dena şitêman beser her dehat. naçar le çûn û hatneweda yekêkyan bo terxan kirdibûyn deybirdîne lay mamosta û le paşan deyhênaynewe.

bawkim ta biłêy xoşî dewîstim, zor caran pêm dekut pêm xoşe legeł ḧafzanî tir bimnêrye suleymanî, lewê dexwênim. le cwabmida hemû carê deykut: şitî wa nabê, bê to hełnakem.

be daxewe ew xoşewîstîyey bawkim be qazancî min tewaw nebû. çunkî bawkim neyhêşt her le minałyewe tał û swêrî biçêjim û baştir le meydanî îmtîḧanî jyan derçim. hestim be řojřeşî û bûn û nebûnî nedekird, beyanî ke nanyan bo dadenam, demkut: nayxom ta pêm nełên bo nehar çîman heye? neharîş debû bizanim bo şam çîman debê. bawkim minî wa bar hênabû, pêm wabu jyan hetahetaye awa emênê.

ta sałî hezar û sêsed û bîstî hetawî nîwey qur’anim be başî xwênd. her lew kateda dewr û dukanî řezaşa têkçû, ḧemeřeşîdxan hêrşî hêna bo bane. dewr bû be dewrî ’eşîre û begzade, herkes beyanî zû le xew hestabaye, ew řoje ḧukmet bedest ew debû.

bawkim û şerîkekey lê biřan le bane koç biken, małyan bar kird û le bane řoyştin. ḧacî babay şerîkî bawkim le bokan gîrsawe û bawkîşim çûnkî dû biray tirî le sabłaẍ bûn, ewîş hat û le sabłaẍ (mehabad) nîştecê bû.

le sabłaẍîş bawkim birdimê mizgewtî ḧacî eḧmedî û serlenwê le lay melayekî ḧafiz ke ew kat lew mizgewtîda bangî eda benêwî mamosta mela ḧemedî ḧacî bayzî, leber xwêndinî namewe, ew nîwey le baneş xwênd bûm, serlenwê dûpatim kirdewe. be kurtî le mawey heşt sałanda qur’anim tewaw kird.

le sałî 1330řa zortir xomda be şê’ir leberkirdin û řewankirdinî şî’rî şa’îranî kurd û fars. keyfim le hîçî dî nebû, bełam bawkim naçarî dekirdim ke her debê bixiwênî, tefsîrî qur’an û şeř’ û ’îlim û... minîş hîç wazim le xwêndin nebû. her çonêk bû hêndêkim xwênd. le lay mela ḧusênî mecdî, hêndêkim ’erûz û qafye û le lay ḧacî mela xalîdî weḧîdî derbendî, hêndêkim şer’ û le lay qazî miḧemmedî xizrî le şinoye, hêndêk şeř’ û ’eqaydim xwênd.

zortirî mawey jînim legeł feqêyan řabward û le hatuçoy ḧucrekan û le hamûşoyanda zor şityan lê fêr bûm. wirde wirde xomda be şê’ir kutin û zor car şê’rekanim le babet şoxî û hecu û ewanewe buwe. dway maweyek her le lay feqêyan, gułistan û dîbaçey yosif û zułeyxam xwêndin. her lew katîşda ke zor xom dabû beser şê’ir kutnida, pêm xoş bû şê’rî şa’îran texmîs kem, bełam çonyetî jyanim, şwênêkî qułyan leser şê’rekanim danabû, be çeşnê ke zorbey şê’rekanim tarîf û zemî xełkî bû. zor caran pêyan dekutim ew şê’rane ko bikemewe başe, ba bexořayî neçin. demkut şê’rî min paye û mayeyekî wayan nîye bekarî dwařoj bên û byannûsmewe.

le sałî 1335 le şêwey tarîf û zemî xełkî lamda û hêndêkim şitî taze kutin, wek kîjî sabłaẍî û xeyałî xaw û beharî farsî. yekemîn şî’rî farsî, saqî nameyek bû hî şêx ’ebdułłay tałebanî ke texmîsim kird. bedaxewe nusxey ewm le lay feqêyan lê win bû.

le sałî 56 û 57y mîladî, êzgeyekî kurdî le qahîra dest bekar bû; řojane nîw se’at bernamey biław dekirdewe. zor hogrî ew bernameye bûm û hemû carê be bîstinî ew bernameye hest û mêşkim debûjanewe.

le sałî 58y mîladî ke şořşî çardey temûzî ’êraq destî pê kird, be tewawî hestî min le barey şî’rewe gořa.

le sałî 50řa behoy têkoşanî birayekî xoşewîst fêrî xetî biřayl bûm, wirde wirde destim be xwêndin kird ta wekû geyşte ewey le taqîkarî şeşemî seretayîda beşdarîm kird. mebestî min, zortir fêrbûnî xetî nabînayan bû. ew xete le 120 sał lemewberewe le feřanse îxtiřa’ buwe û le sałî 1342y hetawî hatote êran û le dway hemû dewłetekanî dî bekar hênrawe. ca lemewdiwa herçî demkut, bew xete demnûsyewe yan leser şirît tomarim dekird.

sałî 1344y hetawîda lêbřam pendî pêşînyan kokemewe û byanhonmewe û le ser ew lêbřane zorim zeḧmet kêşa. demnarde dêhat pendyan bo ko dekirdimewe, emnîş dem hondinewe, feqêyekanîş boyan denusîmewe. bełam daxî giranim çetekanî sawak řojêkî hêrşyan hêna bo małekem ew pendane û hêndêk le dîwanî şa’îranî dîm le małê bû legeł xoyan bird, zorim hewł da wegîrim kewnewe, bom neguncaw zeḧmet bexesaçûm. hawarim bo îmam cum’ey ew kat bird ta bełkû hewłim bo bidaw şî’ir û kitêbekanim bo wergirêtewe. le wełam da kutî: «taze lêyan geřê û wedûyan mekewe eger be qisey minîş dekey waz le şî’rî kurdî bêne.» ew qise naxoştirîn qiseyek bû ta ew kat bîstibûm, wek xwê be birînanim dakirabê, bo maweyekî nahumêd û kas bibûm. le axrî sałî 1356y hetawî lêbřam herçonêkî bê, webîr xomyan bênmewe. dway bîrkirdineweyekî zor, ewendey êsta lew dîwaneda hen, webîr xom hênawetewe û kom kirdûnewe. beřastî leser ew şê’rane kwêrewerî zorim kêşawe. ew kat ke be hîmmet toy diłsoz nûsîbûmnewe, lêm bibûne beła û her řojey le qojbinêkîda le tirsî sawakî demşardinewe, tenanet sałêk nardimne serdeşt, takû řapeřînî gewrey êran destî pê kird, wirde wirde hênamnewe lay xom û ewendey twanîm, be şirît le îxtyarî xełkim nan.

paş bîst sał jyan le şarî sabłaẍ, behoy gîr û giriftî jyan, bawkim naçar bû berew bane bigeřêtewe. bawkim berew bane geřawe û minîş tenya lêre mamewe, perdey tałî jyanim lêreda tarîk û lêłtir bû, naxafił lêm qewma û le bawkim hełbiřam. be daxewe le wiłatî memananda însanî kwêr, meḧkûme be swał kirdin jyanî berête ser. bełam emin dû mang be sîẍar û biłîtî bexti’azmayî firoştin řam bward. bełam daxî giranim, ewî heşim bû be destimewe nema, çunkî îwa hebû biłîtî konê dedamê û be taze lêyî degořîmewe.

hîç çarim nemabû, legeł taqmêkî dî le ḧafzan çûme derewe bo geřan. carî ewełim bû, zorim leber giran bû dest pankemewe û daway xêr û îḧsan bikem. her leber ewey ewaney le gełim bûn boyan dawa dekirdim.

naxoştirîn dewranî jyanim destî pê kird, her şewey le dêyek û le mizgewte konêk demaynewe, be xiraptirîn cacim û lêfey kon û pîs denûstîn, ta ḧewtûman lê têwerdesûřawe leber çiłk û řişk û espêyan oqreman lê debřa, derdî çawsaẍîş seřeřay hemû derdan bû, legełman lêk nedekewtin, ewey peydaman dekird debû legełman nîwe kirdiban. ewendey peydaş kirabû be keyfî xoyan bû. ewey le mawey bîst şew yan mangêk geřan û sûřaneweda deman hênawe, ḧewtûyek jyanî êmey dabîn nedekird, debû serlenwê biřoynewe derê.

hergîz le bîrim naçê carêkî le ḧafzekan hełbiřa bûm û bê çawsaẍ be maşênî le şinoye řa hatmewe neẍedey, be tenya le naw bazařî neẍededa dexulamewe, êwareyekî direng û katî dûkan daxsitin bû, serim lê şêwa bû, nemdezanî řû le kwê kem. lepiř tûşî aşnayekî lemêjînem bûm. ew kat ře’îsî dadgay neẍede bû lenêw feqêyan legełî aşna bibûm. zor begermî çakuçonî legeł kirdim û zorî pê seyr bû minî lew ḧałeda dî. pirsî: be tenê hatûye êre û çi dekey? areqey şermim le řûy nîşt. nem’ezanî çî cwab demewe. biłêm le swał kirdinê bûm? na, na, hergîz! çunkê řojêk ew, minî be corêkî dî dîbû. cwabim dawe: serêkî şinoyem da, nextêkim kar hebû. bełam dem û çawî sûtaw û řengî řeş hełgeřaw û çiłkinî berg û leş û gonay têkqupawim zor çak nîşanî eda le kwê bûm û le çî geřawim. têgeyşit eger zyatirim lê bikołêtewe be xomda deşkêmewe. destî girtim û birdimêwe mîwanxaneyek û pêy kut: em mamostaye ew şew mîwanî mine û debê nan û cêwbanî xoşî bê, xercekeşî le bałay min, beyanîş maşênî bo bigre û bînêrewe sabłaẍê. katê geyştimewe małê ewende be xomda şikabûmewe, dû řojan nanim pênexura, qesîdeyekî dûr û dirêjim le meř çilonayetî jyanim honyewe û bo ew dostem nard. lem qesîdeyeda çonyetî jyanî xom bo řûn kirdibowe û sipasî xom derbiřîbû lew hemû řêzey ewê şewê lêmî girt.

beřastî herçî lebarey dêwezmey jyanmewe biłêm her keme, tenya diłxoşîm beweye nûsrawekanim degene destî xełk û be awatî dêrînem degem.