pêşekîy řesuł řeş eḧmedî

From the Book:
Diyarî Mehabad
By:
ڕەسوول ڕەش ئەحمەدی
 4 minutes  751 views

benêwî xway mezin ke yarmetî dam em berheme cwane ko bikemewe.

kend û kiłoy řêgay jyan ewende zore ke însan her çend le mezray çoł û çetûn û samnak û bê deretanî çermeserî řehende bûbê, hêşta hest bewe deka çwarçêweyekî połayîn řeg û leş û endamyan lenêw xo girtuwe û eşkence û azarî eden. jyan ew qonaẍe bêbeqaye le nêwan dû nebûnî nadyara meydanêkî pan û berîne bo hełsengandin û taqîkirdinewey însan ta bełkû bitwanê berhełistî nezanî û diłřeqî řast bibêtewew piř bedemî bo řizgarî însan ledest însan hawar bika û qełay zordaran têk biřuxênê û dunyay birayetî û xoşewîstî bedî bênê.

çi xoşe ew katey însan bo wey bijî û xwên le řeg û endamî leşî da be zebrî xoşewîstî berey ademîzad pil bida û asewarî gurge be řwalet bestezmanekan nemênê û însane azadekan bitwanin le siruşt û destikirdî xudawendî bo pêşkewtin û xizmet be yektir kełk wergirin. yekem car nîye mela ẍefûrî (ḧafiz) enasim û naşmewê bew qisane edîbêk be ’ezîzanî edeb perwer binasênim, çunkî ewey řastîye qełemêk ke le pênawî birs û tirsa le řê hetłe nebûbê řêy hełeřoyî nagrêteber û zor be asanî cêy xoy ekatewe û hewł eda le derdekan bidwê, ew derdaney sałehay sał legełman bûn û xawen bîr û biřwayekan nasîwyanin bo lenaw birdinî ew êş û zamaney jyan têkoşawin û tenanet eger têgîrawîyekyan le jyanîda bedî hatuwe hewłyan dawe be şêwey pend û meteł bo berey dway xoyan bîhêłnewe ta ew girê puçke yan hełeye řojgarêkî serlenwê dûpate nebêtewe û dersî lê wergirin, bełam kwa ewřo waye?

xem û derdî jyan ew kat be řastî û dirustî dête ser kaẍez û qełem etwanê lapeřekan be dirkandinî ew derdane binexşênê ke nûser yan şa’îr wek hemû xełkî layengir le naw derda jyabê xoy le xełk û derdekanyan bêgane nezanê. ca kê le mela ẍefûr zortir xemî jyanî be estowe buwe û dunyay řûnakî însanekanî wa be tarîkî dîwe?

kutnî derdekanîş ew kat etwanê baş û becê bê ke xwêner le bîstin û şareza bûn be seryanda kałey çareserî hełbestê û hestê û dermanêk bo em hemû kemukořîyaney řêgay însanî dîl be dest jyanewe bidozêtewe, bo min ke hemû kat awatim ewe buwe bizey xoşî bixeme ser lêwe bebar û gona matem girtokanî însanî lê qewmaw û henasesard.

cêy şanazîye twanîm be hatuço û teqelay bê wiçan beser zor gîrugiriftanda zał bûm û berhemekanî mela ẍefûr ke le dirêjey temenîda sewzayî behar û geşe û tiruskey estêrekanî be çawî dił dîwe ko kemewe û bew çeşne bergirî le lenawçûn û feramoş bûnî em heste xawêne bikem.

be pêwîstî dezanim sipas bikem le mamostay hejaran, hejarî payeberz lewey çend şew û řoj le ḧałêkda nexoş bû le małe hejaranekey maweman girt û şê’rekanî mela ẍefûrî be terazûy şî’irnasan le barî terz û manawe hełsengand û biřway xoy lew pêyeda derbiřî.

ca êsta be yekewe gwê bo beserhat û nasînî em şa’îre dił be xeme řadegrîn, bew awatey ke awatî hemû însane başekan bête dî û bitwanîn ewto ke şyawî pile û payey ew şa’îreye řêzî lê bigrîn û nehêłîn lewey zyatir be destengî û hejarî jyan berête ser.