sitayş bo yezdanî mezin

From the Book:
Diyarî Mehabad
By:
Mala ghafour Dabaghi (1927-1990)
 5 minutes  871 views
ḧemd bo xway berz û bê hawta
xalqî mexlûq bêbak û tenya
řagrî zewî û ḧewt asmane
berî le wehim û şik û gumane
be qudretî xoy le yek qetre aw
cwantirîn beşer dênête berçaw
řozî ew dexon gelî gyanleber
her bedes ewe qazanc û zerer
herçî ew bîda nabřêtewe
herçî ew bîba nagerêtewe
be yekê eda małî zor û genc
be yekê eda muşeqqet û řenc
yek bexêw eka be naz û nî’met
yekê dexate jêr barî zeḧmet
yekê têr deka le goşt û piław
yekê kwêr deka bo çořê şorbaw
yekê geřanî be kadîlake
yekê be pêyan mandû û hîlake
yekê xawenî pêjo û peykane
yekê laremil; le qûn derkane
yek be destî piř bo mał dêtewe
yekê bebê şêw ser denêtewe
yekê bê ḧedid û ḧîsabe małî
yek bexêw debê be nanî swałî
yekê debate nêw apartuman
yekê deřzênê le kuncî zîndan
yekê areqey nayete nêwçaw
yekê debirjê leber sûretaw
yekê xawenî serwet û małe
yekê ta mirdin řût û řecałe
be yekêk eda dînar be xełwar
yekê seg û nan deka qerizdar
yekê nan le dem seg deřfênê
yek hezar hezar puł dedořênê
yekê subḧaney hengiwîn û řone
yekê sê jemey şîrêjî kone
yekê řadexa feřş le ber pê
yek le ser ḧesîr gyanî derdeçê
yek qend û çayî zortire le ka
yekê be kîlo qend qerz deka
yekê bedenî wek girê dare
yekê dwazde mang leşî bêmare
yekê mindałî zor û bê xêre
yekê ta demrê her wecaẍ kwêre
yekê le baxeł nask û nazdare
yek hawrê legeł wirçî nêw ẍare
yekê perîřû dête baweşî
yek dêłedêwêk bote hawbeşî
yekê dekate gewrey xas û ’am
yekê denwênî le tûnî ḧemam
be yekê eda ’eqłî eflatûn
yekê dekate warîsî mecnûn
yekê dekate qutbî řebbanî
yekê dekujê be bê îmanî
yekê zanaye jyanî tałe
yek gewc û nezan be małuḧałe
yekê danîştûy koşk û telare
yek be ermenî û cûş qerizdare
yek pûł û parey be sûd degeřê
yek serî mangê řengî depeřê
yekê neharî qel û mirîşke
yekê doy tirş ya nanî wîşke
yek hemû sałê deçê bo ḧecê
yekê berbîngî degrê pûrxecê
yek pûłî zore jinî dedenê
yek mawey jînî denwê be tenê
yekê řoj û şew mest û serxoşe
yek le swêy goşt û çewrî nexoşe
yekê mekîne bergî deşorê
yek le destengî jinî detorê
yekê ḧîsabî řed bû le mîlyard
yekê şik naba le mał pûtê ard
yekê şîktirîn cil leberyaye
yek le tendûr xey bosoy lênaye
yek koşk û seray lê becêmawe
yek şaredarî le qebrî nawe
yek girantirîn parçey dadřî
yek tûrekey swał estoy dabřî
yek bedest û dił, yekê çirûke
yek êsk giran, yek řezasûke
yek konepoşe, yek xofroşe
yekê bo weten diłî lecoşe
yek xwênî deřjê le řêy nîştiman
yek jêr pê denê mafî kurdizman
yek mawey temen jya be başî
yekê nêwbangî řoyî be caşî
yekê bextewer; yek řojî řeşe
yek şade; yekê tûşî qerqeşe
yek bê desełat edate ber şeq
yek be řêgada deřwa leser şeq
yekê dem leser xałî gonaye
yek wexte bo maç kwêrayî daye
yekê dest le mil yarî çawbaze
yek çawî xêl bû leber derwaze
yek nanî wişk nanête demî
yekê aw be zor naçête demî
yekê be merdî dejî hemîşe
yekê namerdî kirdiwe be pîşe
yekê nałey dê le bê ’ewladî
yekê załey dê le des ’ewladî
yek leber kuřan deḧesêtewe
yek be des kuřan deçewsêtewe
yek beser dayk û bab dekêşê bał
yekê dayk û bab derdeka le mał
yek parçey nayab deka be bergî
yek leber řûtî dexwazê mergî
yekê jyanî besûd û kełke
yekê ta dejî serbarî xełke
yekê xawenî serwet û małe
yekê minałî řût û řecałe
yek małî piře le neft û gazoł
yek hełdelerzê le ber sermawsoł
yek wîlay heye le qeraẍ derya
yekê xanûy kon řûxa beserya
yek sûřanewey be toyotaye
yek mandû û mirdû hetahetaye
yekê řûxoş û be gifit û lifte
yekê miřumoç, řûtał û tifte
yekê ḧez dekey dayîm bîdwênî
yekê le kekire tałtire xwênî
be yekêk eda çend deste xanû
yek dademênî bo kirê xanû
yek mestî badey ’îşq û ewîne
yekê gîrodey bendî êwîne
yekê xoy be kuşt deda bo pare
yek małî deřmê be hoy xumpare
yek gerekyetî jînî serbestî
yekê ḧez deka bijî be pestî
yek ’eyş deka le bałexane
yekê derdeken le xane û lane
yekê bekeyf û berzedemaxe
yek mawey temen be ax û daxe
yekê hawdemî guł û nesrîne
yekê dił bekuł, çaw be esrîne
yek law dekujê be sîley çawan
yek pyaw dekujê bê sûç û tawan
yekê be berzî řoyîwe nawî
yek çû be berya bergî bednawî
yek lenaw xełka be qedir û řêze
yek leber çawan naḧez û dêze
yek qurban qurban ekewne şonî
yek małî biřmê pêy nałên çonî
xoy le hemû kes baştir ezanê
merd eçête lay namerd bo nanê
xwa neka hergîz bêjin: xwaye!
bo wat kirduwe û leberçî waye?