bonaw

From the Book:
Destûrî Zimanî Kurdî
By:
Taufiq Wahby (1891-1984)
 36 minutes  611 views

243

bonaw kelîmeyêke ke lebatî nawê ke le pêşa witrabê yan le bîra bê be kełk ehênrê. dûbare kirdinewey nawêk, ezanîn ke şitêkî cwan nîye; emca be yaryey bekełkihênanî bonawewe lem naşîrînîye řizgar ebîn; weku,

lebatî biłêyn:

min kaẍezeke exwênmewe we kaẍezeke tê egem we kaẍezeke edřênim.

ełêyn:

min kaẍezeke exwênmewe we têy egem we eydiřênim.

lemaneda «y»y kelîmey «têy egem» û «eydiřênim» bonawin, çunke lebatî nawî «kaẍezeke» be kełk hênrawin.

244

ew nawaney bonaw cêyan egirin pêyan ełên «şar».

245

her bonawê ebê le kes û jimareda §274 hawřêy şarekey bê.

sinfekanî bonaw

246

bonaw ḧewt sinfî heye:

1- bonawî kesî

2- bonawî nîşanî

3- bonawî lêkder

4- bonawî mubhem

5- bonawî pirsî

6- bonawî xoyî

7- bonawî miłkî

bonawî kesî

247

bonawî kesî bo cwêkirdinewey sê keseke be kar ehênrê.

248

sê keseke tak û gelyan heye we emanen:

kesî yekem: eweye ke qise eka; weku,

min eřom, ême eřoyn.

kesî duwem: eweye ke qisey bo ekirê; weku,

to eřoy, êwe eřon.

kesî sêyem: eweye ke qisey lê ekirê; weku,

ew eřwa, ewan eřon.

sinfekanî bonawî kesî

249

bonawî kesî dû sinfî heye:

1- bonawî kesîy serbexo

2- bonawî kesîy pêwenûsaw

bonawî kesîy serbexo

250

bonawî kesîy serbexo emanen:

takgel
kesî yekemminême
kesî duwemtoêwe
kesî sêyemew, ewe, ewêewan

251

bonawî «ew» bo kes, bonawî «ewe» bo şit, bonawî «ewê» bo cê be kełk ehênrê; weku,

nexeyr, e emřo nayêt. ḧeyfê, ewe espêkî çak bû. ełên ewê zor xoşe.

lem cumlaneda «ew, ewe, ewê» bonawî kesîy serbexon.

wezîfey bonawî kesîy serbexo

252

bonawî kesîy serbexo pênc wezîfey §135 heye:

1- baslêkirawî §137; weku,

ew nan exwa.

2- tewawkerî serbexo §137; weku,

ême êwe enasîn.

3- tewawkerî beyarye §139; weku,

min eme le to esênim.

4- tewawkerî basî natewaw §142; weku,

kwêxake minim.

5- tewawkerî naw §143; weku,

řankekey ew.

le wêney yekema «ew» baslêkirawe, le duwema «êwe» tewawkerî serbexoye, le sêyema tewawkerî beyaryeye, le çwarema «min» tewawkerî basî natewaw, le pêncema «ew» tewawkerî nawî «řankeke»ye.

bonawî kesîy pêwenûsaw

253

bonawî kesîy pêwenûsaw emanen:

kesîtak (ledway ḧerekewe)tak (ledway dengewe)gel (ledway ḧerekewe)gel (ledway dengewe)
yekemmyimyin, manyin, man
duwemy, ty, y, en, tanyin, tan
sêyema, yê, yn, yanyin, yan

«m» û «t» û «n» hendê car ledway dengîşewe yên; leber demmanewe eyanbînîn.

wezîfey bonawî kesîy pêwenûsaw

254

bonawî kesîy pêwenûsaw çwar wezîfey heye §173:

1- baslêkirawî

2- tewawkerî serbexo

3- tewawkerî beyarye

4- tewawkerî naw

wezîfey baslêkirawî §135

255

le kurdîya bonawî kesîy pêwenûsaw lebatî bonawî kesîy serbexo wezîfey baslêkirawî ebînê bekełkihênanî bonawî kesîy serbexo legeł emaneda bo te’kîde; weku,

min berd eşkênim. êwe mastawtan xwardewe. ême eřoyn.

lem sê cumleyeda eger baslêkirawî «min», «êwe», «ême» hełbigîrên hîç zererê be me’nakanyan naga. çunke «yim»y dway «eşkênim» û «tan»y dway «mastaw» û «yin» dway «eřoyn» karî baslêkirawî cumlekan ebînin.

256

bełam bo lêk cwêkirdinewey kesî duwem û sêyemî gel le hendê dema ke le basî fî’la nîşan edrên, ebê bonawî kesîy serbexoş be kełk bihênrê, çunke bonawe pêwenûsawekanyan le yek eçin; weku,

kesî duwem:

enûn, nûstûn, exon, bixon

kesî sêyem:

enûn, nûstûn, exon, bixon

êsta eger biłêyn «enûn» me’lûm nabê, «êwe enûn» yan «ewan enûn». leber eme lem çeşne demaneda eger bo têgeyştin gumanê bibê bonawe kesîye serbexokan be kełk ehênrê.

257

eger ledway bonawî kesî «a», «ê» edatî tewawîy «e» bibê ḧerfêkî «t» exrête paşyanewe we ew deme ebne «at», «êt»; weku,

êwarê mamim egate cê. doktor dermaneke ekate pyałekewe. pişîleke ekewête bîrekewe. çêştikereke pyaz ecnête mencełekewe.

258

eger bwîstirê bo te’kîd edatêkî «yin»yiş exrête dway em «at» û «êt»ey serewe; weku,

eřwa - eřwatin egrê - egrêtin

259

eger ledway bonawî kesî duwemî «y» edatî tewawîy «e» yan ḧerfî «a» bibê etwanrê ḧerfêkî «t» bixrête dway em bonawanewe; weku,

to emřo egeyte sûrdaş (egeye sûrdaş). to minałeke ebeyte pîremegrûn? (ebeye pîremegrûn?). to eçîte serçinar (eçîye serçinar). to şagirdeke enêrîte ewê (enêrîye ewê).

260

bê bûnî edatî «e» û ḧerfî «a»ş etwanrê ledway «y» kesî duweme «t»yê we ledway «a» û «ê»y kesî sêyemewe «t»yê yan «tin»ê zyad bikirê; weku,

egey - egeyt enêrî - enêrît eçê - eçêt - eçêtin exwa - exwat - exwatin

261

eger ledway «y»yewe we ḧerekeyê bêtin «t»yê exrête dway «y»yekewe bełam bepêy §29 «y»yeke fiřê edrê; weku,

to birdî - to birdite małewe. to birdit û řoyît.

eger ledway em ḧerfeş nebê etwanrê le «y»yeke «t»yê zyad bikirê; weku,

to nardî - to nardit

262

le fî’lî lazim û meḧhûla kesî sêyemî takî deme řabirduwekan bonawî pêwenûsawî baslêkirawyan nîye; weku,

nûst. enûst. binûstaye.

263

ebînrê ke bonawe pêwenûsawekan bo heryekê le kesekan çend çeşnêkyan heye, emane bepêy ḧerfî dwayî kelîmekey pêşyanewe[cedwelekey §252 bibîne] sinfî fî’lekan û demekan danrawin, wa lem cedweley xwareweda pîşan dirawin:

cedwelî bonawe pêwenûsawekan ke ebne baslêkiraw

keshemû fî’lêk le demekatî êstadalazim û mechûl le deme řabirduwekanamute’eddî le deme řabirduwekana
ledway ḧerekeweledway dengeweledway ḧerekeweledway dengeweledway ḧerekeweledway dengewe
yekemî takmyimmyimmyim
duwemî taky (yit)y (yit)yî (yît), ey (yit), ty (yit)ty (yit)
sêyemî taka (at, atin), ê (êt, êtin)a (at, atin), ê (êt, êtin)..yy
yekemî gelyinyinyînyinyinyînmanman
duwemî gelnyinnyintantan
sêyemî gelnyinnyinyanyan

264

ewa le řastewe bo çep, le serewe bo xwarewe be tertîbî fî’il û dem û kes û jimare wêne enwênîn:

min eřom. min eçim. to egey (egeyt). to eçî (eçît). to bikewe. ew eřwa (eřwat, eřwatin) ew eçê ( eçêt, eçêtin) min çeqîm (min nûstim) to çûy (çûyt). to nûstî (nûstît). to çeqît. min exom. min enûsim to ekey (ekeyt). to ebřî (ebřît). to bigre. ew exwa (exwat, exwatin) ew ebřê (ebřêt, ebřêtin) min hênam. min kirdim. min dom xwardin. min derzim xond. to hênat. tu kirdî (kirditkîrdît, kîrdîtٜ). to dot xward. ew cûy. ew birdî. ew binêştî cû. ême enûyn. ême eçîn ême çeqîn êwe enûn. êwe eçin êwe çeqîn. êwe nûstin ewan enûn. ewan eçin. ewan eçne małewe. ewan çeqîn. ewan nûstin ême exoyn. ême ekřîn. êwe exon. êwe ekiřn. ewan exon. ewan ekiřn ême cûman. ême nardiman. ême binêştiman cû. êwe cûtan. êwe narditan. êwe pyawtan nard. ewan eyancû. ewan nardyan. ewan masîyan exward.

265

le kurdîya em bonawe pêwenûsawane le bonawe serbexokan zyatir wezîfey tewawkerî serbexoyan pê ebînrê. bekełkihênanî bonawî serbexo lem wezîfeyeda bo te’kîd ebê yan bo nehêştinî guman le têgeyîştina; weku,

nardyanim. minyan nard. nardimanin.

le cumley yekema «m» we le cumley duwema «min» tewawkerî serbexoy fî’lî «nardyan»yin. her dû cumleke le me’nada ferqyan nîye. bełam le cumley duwema bekełkihênanî bonawî «min» lebatî «m» bo te’kîde. ema le me’nay cumley sêyema guman heye; me’lûm nîye, «êweman nard» yan «ewanman nard». leber ewe lecêy wada lebatî bonawî pêwenûsaw bonawî serbexo be kar ehênrê.

266

bonawe pêwenûsawekanî «y, y, e»y kesî duwem û «a, ê»y kesî sêyem nabne tewawkerî serbexo.

267

bepêy qa’yey §258 etwanrê lebatî «y»y kesî duwem «yit» be kełk bihênrê; weku,

emnardye małewe. em nardîte małewe. bimnardyaye. bimnardîtaye.

268

şikłî bonawe pêwenûsawekan ke ebne tewawkerî serbexo bepêy ḧerfî dwayî kelîmey pêşyanewe demekan dinrawin. lem cedweley xwareweda cêy bekełkihênanyan pîşandirawe:

cedwelî bonawe pêwenûsawekan ke ebne tewawkerî serbexo

kesle demekatî êstadale deme řaburduwekana
yekemî takmm (1)
duwemî taktt (2), y (yit)
sêyemî taky (§31).
yekemî gelmanyin
duwemî geltann
sêyemî gelyann

(1) em «m»e ledway dengîyewe ebwaye «yim» bwaye. bełam çunke le deme řaburduwekana hemîşe ledwayewe ḧerekeyê heye «y»yeke fiřê dirawe.

(2) em «t»yeş esłekey «y» buwe, we çunke le deme řaburduwekana hemîşe ledwayewe ḧerekeyê yêt weku le §261da nûsrawe buwe be «t».

269

ebînrê ke şikłî kesî duwem û sêyemî gelî deme řaburduwekan le yek eçin. leber ewe eger le lêkkirdineweyana gumanê bibê lebatîyan bonawî kesî serbexo bekełk ehênrê (cumley sêyemî §262 bibîne.)

270

bonawî pêwenûsawî sêyemî tak le deme řaburduwekana bo tewawkerî serbexo be kełk nahênrê, eger le têgeyîştina guman bibê bonawî «ew» be kełk ehênrê; weku,

min nardim. min ewm nard.

le cumley yekema natwanrê bonawî kesî pêwenûsawî «y» be kełk bihênrê.

271

emane wênen bo cedwelî §267 le řastewe bo çep, le serewe bo xwarewe be tertîbî dem û kes û jimare:

emnûsît. bimnûsît etnûsim. bitnûsim eynûsîm. bînûsim hênamî. bitkirdimaye. nûsîtim. emhênay (emhênayt). xwarditim. bimxiwardîtaye. emannûsin. bimannûsin etannûsîn. bitannûsîn eyannûsim. byannûsim. etandayn. etanbirdîn bimandanaye. etanhênan. etanbirdin

wezîfey tewawkerî beyarye §139

272

le kurdya bonawî pêwenûsaw le bonawe serbexokan zyatir karî tewawkerî beyarîye ebînin. bekełkihênanî bonawî serbexo lem wizîfeyeda bo te’kîd ebê yan bo nehêştinî guman le têgeyştina; weku

pyawtan legeł enêrim. legeł êwe pyaw enêrim. pyawim legeł nardin.

le cumley yekema «legełtan» we le cumley duwema «legeł êwe» tewawkerî beyaryey fî’lî «enêrim»n. bełam le cumley duwema bekełkihênanî bonawî «êwe» lebatî «tan» bo te’ekîde. ema le me’nay cumley sêyeme guman heye; me’lûm nîye, «legeł êwe pyawim nard» yan «legeł ewan pyawim nard» leber ewe lecêy wada lebatî bonawî pêwenûsaw bonawî serbexo be kar ehênrê.

273

bo nawe pêwenûsawekanî «y, e»y kesî duwem û «a,ê»y kesî sêyem nabne tewawkerî beyarîye.

274

bepêy qa’yey §258 û §261 etwanrê lebatî «y»y kesî dûm «yit» we lebatî «y» «t» yan «yit» be kełk bihênrê; weku,

bom nardye małewe. - bom nardîte małewe. leserî ekemewe. - lesertekemewe. pyawî legeł enêrim. - pyawit legeł enêrim.

275

şikłî bonawe pêwenûsawekan ke ebne tewawkerî beyarîye bepêy ḧerfî dwayî kelîmekey pêşyanewe û sinfî fî’lekan û demekan danrawin, wa lem cedweley xwareweda pîşan dirawin.

cedwelî bonawe pêwenûsawekan ke ebne tewawkerî beyarîye

keshemû demekanî lazim û êstay mute’eddîřabirduwekanî mute’eddî
ledway ḧerekeweledway dengeweledway ḧerekeweledway dengewe
yekemî takmyimmyim
duwemî takty (yit)y (yit)y (yit)
sêyemî takyy..
yekemî gelmanmanyinyinyîn
duwemî geltantannyin
sêyemî gelyanyannyin

276

ebînrê ke şikłî kesî dûm û sêyemî gelî deme řaburduwekan le yek eçen. leber ewe, eger le lêkirdineweyana gumanê bibê lebatîyan bonawî kesî serbexo be kełk ehênrê: [cumley sêyemî §272 bibîne.]

277

bonawî pêwenusawî sêyemî tak le deme řaburduwekanî mute’eddya bo tewawkerî beyarîye be kełk nahênrê, eger le têgeyştina guman bibê bonawî «ew» be kełk ehênrê; weku,

bom nard. bo ewm nard.

le cumley yekema natwanrê bonawî pêwenûsawî «y» be kełk bihênrê.

278

emane wênen bo cedwelî §275 le řastewe bo çep, le serewe bo xwarewe, be tertîbî fî’il û dem û kes û jimare:

emem bo yê. emem bo hat. pyawim legeł bihataye. emet bo yê. emet bo hat. pyawit legeł bihataye. emey bo yê. emey bo hat. pyawî legeł bihataye. emem bo bikřê. emet bo bikřê. pyawî legeł nêrra. bom ecûy. legełim ecûy. bot ekiřim. legełî biçim. legełit dexom. boy ekiřim. legełî eçim. bot dam. bot girtim. bom hênay. bom girtî. bom girtit. bom hêna. bom girt. ememan legeł yê. pyawman legeł yê. pyawman legeł hat. waman legeł eken. nanman legeł exon. emetan legeł yê. pyawtan legeł yê. pyawtan legeł hat. watan legeł ekeyn. nantan legeł exoyn. emeyan legeł yê. pyawyan legeł yê. pyawyan legeł hat. wayan legeł ekem. nantan legeł exom. eweyan legeł hênayn. emeyan legeł kirdîn. eweman legeł hênan. eweman legeł kirdin. ewetan legeł hênan. ewetan legeł kirdin.

wezîfey tewawkerî naw

279

em bonawe kurtane zor car lebatî bonawî serbexo bo tewawkerî naw be kełk ehênrên. bekełkihênanî bonawî serbexo lem wezîfeyeda bo te’kîde; weku,

mangakem mird. mangakey min mird.

le cumley yekema «m» û le cumley duwema «min» tewawkerî nawî «mangake»n. her dû cumleke le me’nada ferqyan nîye; le cumley dûma bekełhênanî bonawî serbexoy «min» bo te’kîde.

280

eger ew bonawey nawekey tewaw kirduwe cêy baslêkirawêkî girtibê ke le cumlekeda bêjrabê ebê hemîşe bonawî pêwenûsaw bê; weku,

min mangakem mird jineke mangakey mird

natwanî biłêy:

min mangay min mird. jineke mangakey ew mird.

281

bonawî kesî pêwenûsaw bebê edatî tewawî me’nay naw tewaw eken.

282

bonawî kesî pêwenusawî «y, e»y kesî duwem û «a,ê»y kesî sêyem nabne tewawkerî naw.

kesnaweke legeł lazim û mechûl le herçî wezîfeyêka bê we bo mute’eddîy baslêkiraw bê.naweke bo mute’eddîy tewawker bê
êstařaburdû
ledway ḧerekeweledway dengeweledway ḧerekeweledway dengeweledway hemû ḧerfêkewe (ledway nawewe yên)ledway ḧerekewe (her bo serbexo, ledway fî’lewe yên)ledway dengewe
yekemî takmyimmyimmyim
duwemî takty (yit)ty (yit)ty (yit)
sêyemî takyyyyy.
yekemî gelmanmanmanmanmanyinyinyîn
duwemî geltantantantantannyin
sêyemî gelyanyanyanyanyannyin

283

le cedwelekey sereweda ebînrê ke ew bonawe pêwenûsawe gelaney ebne tewawkerî ew nawane ke tewawkerî serbexon le deme řaburduwekana exrêne dway nawekanewe yan dway fî’lekewe we bepêy em cêgayanewe şikłyan heye. le bekełkihênanî ew şikłaney ekewne dway nawewe le têgeyştina guman nabê, bełam le şikłekanî dway fî’la le meyanî kesî dûm û sêyema guman heye; weku,

kaẍezekemanî bird. kaẍezeket birdîn. kaẍezeketanim bird. kaẍezekem birdin. kaẍezekeyanim bird. kaẍezekem birdin.

du cumlekey xwarewey lay çep le yek eçin bełam dû cumlekey lay řastî xwarewe ’eynî me’nay emanyan heye, ke çî le yek naçin.

284

bekełkihênanî bonawe pêwenûsawekanî gelî dway fî’il bo tewawkerî nawî tewawkerî beyarye cayîz nîye. bo eme her ewaney ekewne dway nawewe ke «man, tan, yan»n be kar ehênrên.

285

ewa le řastewe bo çep le serewe bo xwarewe be tertîbî fî’il û dem we kes û jimare û wezîfewe wêne enuwênîn.

kakem eřwa. bawkim řoyî. mamostam exwa. kaket eřwa. bawkî řoyî. mamostat xwardî. kakey eřwa. kakî řoyî. mamostay serî êşê. kakem ebey. kotirim egrê. kotirim bigrî. kaket ebem. kotirit egirim. bawkî bang ekem. kakey ebem. kotrî egirim. nawî binusim. kaket hênam. kotirmî girt. kotrî girtim. kaketim hêna. kotirtim girt. kotirim girtît. kakeym hêna. kotirim girt. kakeman ebeyt. kotirman egrê. kaketan ebeyn. kotryan egrîn. kakeyan ebeyn. kotryan egrîn. kakemantan bird. kotirmantan girt. (kaketan hênayn.) kaketanman bird. kotirtanman girt. (kotirman girtin.) kakeyantan bird. kotryantan girt. (kotirtan hênan.) legeł mamosta eço. legeł bawkim çûm. legeł kaket biçim. legeł bawkî hanîm. legeł kakem exwênim. legeł bawkim exwênim. legeł kaket exwênim. legeł bawkit exwênim. legeł kaket bixiwênim. legeł bawkî bixiwênim. legeł kakey bixiwênim. legeł bawkî bixiwênim. legeł kaketan exwênîn. legeł bawkyan exwênîn. legeł kakemî xwênd. legeł bawkitim xwênd. legeł kakeym xwênd. legeł bawkimanî xwênd. legeł kaketanman xwênd. legeł bawkitanman xwênd. legeł kakeyanim xwênd. legeł bawkyanim xwênd.

bonawî nîşanî

286

bonawî nîşanî ewanen ke îşaretî nawêk eken ke lepêşa řaburdibê û cêgaşî egirnewe, eşê naweke bêjrabê yan le bîra bê. bonawî nîşanî emanen:

bo însanbo şitbo cê
bo nizîkî takem, emeem, emeemê, êre
bo dûrî takew, eweeweewê
bo nizîkî geleman, emaneemaneêrane
bo dûrî gelewan, ewaneewaneewêyane

wezîfekanî bo nawî nîşanî

287

bonawî nîşanî le wezîfekanî naw pêncyan ebînê.

288

wezîfey baslêkirawî; weku,

em tirêye tirşe, ewe zor şîrîne. êre naxoşe, ewê xoşew kakim û bawkim ehatin; bawkim hat û ew nehat. ḧemaẍa çuwe mektebeke mudîreke bibînê; ke çî heta ew çû em řoyîbû.

«ewe»y cumley çepî yekem û «êre» û «ewê»y cumley řast û çepî duwem û «ew»y cumley çepî sêyem we «ew» û «em»y cumlekanî çepî çwarem bonawî nîşanîn we baslêkirawin.

289

wezîfey tewawkerî serbexo; weku,

em kałeke zirke; ewe bixo. min nageřêmewe; êre egirim be kirê. çûm ke xate û perîzad bibînim; emanim dî û ewyanim nedî.

«ewe»y cumley çepî yekem û «êre»y cumley çepî duwem we «em» û «ew»y cumlekanî çepî sêyem bonawî nîşanîn we tewawkerî serbexon.

290

wezîfey tewawkerî beyarye; weku,

em kałekane zirkin; lewane (le ewane) bixo. min naçme çemçemał; lêrane (le êrane) da’enîşim. ew minałane neyan xonduwe; leman (le eman) bipirse.

lem cumlaneda «lewane», «lêrane» û «leman» bonawî nîşanîn we tewawkerî beyaryen.

291

wezîfey tewawkerî basî natewaw; weku,

kabrake emeye. deftereke eweye. cêy min ewêyaneye.

292

wezîfey tewawkerî naw; weku,

kuřî em le kuřî ew zîrektire. kilkî eme le kilkî ewe dirêjtire. sêwî ewê le sêwî emê çaktire.

lêkkiranewey bo nawî kesî û nîşanî «ew», «ewe», «ewê»

293

yekê lem bonawane eger şarekey le pêşewe řaburdubê û xoşî le baslêkirawîya bitwanrê hełbigîrê we le tewawkerîya bitwanrê bonawî kesî pêwenûsawî «y»y le cê dabnirê bonawî kesîye, eger şarekey le bîra bê yan le pêşewe řaburdubê û netwanrê hełbigîrê bonawî nîşanîye; wekû,

minałekem dî, ew zor zîreke. minałeke ebînim we ew enasmewe. minałeke ebem we pareke bo ew edem. minałeke bang ekem we goçanekey ew eşkên.

lem cumlaneda eger bonawî «ew» cêy «minałeke»yan girtibê û bitwanrê hełbigîrên we le tewawkerîya lebatîyan bonawî kesîy «y» dabnirê bonawî kesîn; wekû,

minałekem dî zor zîreke. minałeke ebînim û eynasmewe minałeke ebem û parekey bo edem. minałeke bang ekem û goçanekey eşkênim.

we eger be hełgirtinyan meqsed bigořrê ye’nî cêy minałekeyan negirtibêtewe û cêy nawêkî keyan ke le bîra bê girtibêtewe bonawî nîşanîn.

eşê şareke le pêşa řaburdubê ke çî bonaweke natwanrê hełbigîrê: ewsaş nîşanîye; weku,

pyawêkim legeł minałêka dî; minałekem nasîyewe û ewm ewm nenasîyewe.

le cumley «ewm nenasîyewe»da «ew» cêy «pyawêk» egrê, ke çî natwanrê hełbigîrê; leber ewe bonawî nîşanîye.

294

em bonawane eger tewawkerî basî natewaw bin hemîşe nîşanîn.

bonawî lêkder

295

bonawî lêkder ew bonawanen ke cêgay nawêk egirnewe ke lepêşa řaburdibê we dû cumleş pêkewe enûsênin.

296

bonawî lêkder emanen: «ke, y»; weku,

min le xanuweke ke par êwe kiřîtan danîştûm. ew pyawey bêreda řaburd nasyawim bû. emane ew minałanen ke dwênê le îmtiḧan deçûn.

le cumley yekema duwem «ke» bonawî lêkdere; cunke cêy nawî «xanuweke» egrêtewe we cumley «min le xawwekeda danîştûm»y cumley «êwe par kiřîtan»ewe nûsanduwe.

le cumley duwema «y»y dway «ew pyawe» bonawî lêkdere; çunke cêy «ew pyawe» egrêtewe we cumley «ew pyawe bêreda řaburd»y cumley «ew pyawe nasyawim bû»ewe nûsandiwe.

le cumley sêyem «ke»y dway «ew minałanen» bonawî lêkdere; çunke cêy «ew minałane» egrêtewe we cumley «emane ew minałanen»y cumley «ew minałane dwênê le îmtîḧan derçûn»ewe nûsanduwe.

297

şarî bonawî lêkder gelê car ebê edatêkî te’rîf ya sifetêkî nîşanî yan mobhemî leteka bê; weku,

pareyê ke to hete beşî eme naka. pyaweke ke kitêbî exond mamostam bû. ew pyawey karker bê řeḧetî ebînê. hendê minał ke lêren nafamin. minałekanîş ke neyan’etwanî îmtîḧan biden hatbûn.

cêgay bonawî lêkder

298

herdû bonaweke le kara ferqyan nîye. bełam bonawî «y» cêy nawê egrêtewe ke ḧerfî te’rîfî me’yen yan sifetî nîşanî leteka bê we řastewxo lepaş şarekeyewe bê; weku,

baxekey to dîbût hî mine. ew baxey to dîbût hî mine.

299

bonawî «ke» hem lepaş nawekewe -edatî te’rîf, sifetî nîşanî û mubhemî leteka bê û nebê- hem le meyanî dû cumlekeda etwanrê be kełk bihênrê; weku,

sułfateke tałe bo lerzutaye kam yeke. selaḧeddîn ke dinyay girt le kurdî alî baban bû (şêx řeza) to ke nexoşî natwanî biřoy. ew pyawe řeḧetî ebînê ke karker bê. min le xanuwekeda danîştûm ke êwe par kiřîbûtan.

temaşay wênekanî §297yiş bike,

300

eger lepaş şarekewe bonawêkî kesî pêwenûsaw bibê «ke» be kełk ehênrê; weku,

kam minałî kakit zîreke? -ew minałey ke êsta lêre bû zîreke.

le cumlekey lay çepa bonawî «y» bonawî kesî pêwenûsawe we cêy nawî «kakit» egrêtewe we tewawkerî nawî «minał»e.

wêney tir:

ew minałem ke emřo dît zor tê ekoşê. ew minałeyan ke tê nakoşê kem zaniste.

řêkkewtinî bonawî lêkder legeł şarekeya

301

bonawî lêkder her çende xoy geł nakirêtewe bełam le jimare û le kesa hemîşe weku şarekey ejmêrrê; weku,

ew minałey hate êre nawî daraye. ew minałaney hatne êre zîrekin. êwe ke hîç nazanin meyêne pêşewe.

le cumley yekema bonawî «y» baslêkirawî fî’lî «hat»e, be tak ejmêrrê; çunke şarekey ke «ew minałane»ye take, leber ewe fî’lekey take.

le cumley duwema bonawî «y» baslêkirawî fî’lî «hatin»e, be gel ejmêrrê; çunke şarekey ke «ew minałane»ye gele, leber ewe fî’lekey gele.

le cumley sêyeme bonawî «ke» baslêkirawî fî’lî «nazanin»e, be gel ejmêrrê; çunke şarekey ke «êwe»ye gele, leber ewe fî’lekey gele.

bonawî mubhem

302

bonawî mubhem ewanen ke cêy kesê yan şitêk betaybetî nagirnewe, emane şaryan dyar nabê; weku,

yekê le derga eda.

lêreda «yekê» cêy kesê egrêtewe, welê ew kese be me’yenî dyar nîye ke kêye. leber eme bonawî mubheme.

303

emane bonawî mubhemin:

bonawî mubhemî řût: kes, kam, pyaw, çî, hîç, kabra, yek, fiłan, kê, hemû, hîn, zor, kem.

bonawî mubhemî lêkdiraw: kesê, hînê, hîçkes, hîneke, herkesê, kabrayê, heçkesê, kabrake, hemûkesê, her kabrayê, yektir, hendê, pyawê, gelê, nextê, fiłane kes.

wezîfekanî bonawî mubhem

304

bonawî mubhem pênc wezîfey heye.

305

wezîfey baslêkirawî: weku,

kes bêreda řaneburd.

306

wezîfey tewawkerî serbexo; weku,

aya to hîn enasî?

307

wezîfey tewawkerî beyarîye; weku,

min be kabram wit.

308

emane etwanin bibne tewawkerî basî natewaw: «yekê, kabra, fiłane kes, hîn, fiłan.»; weku,

xule yekêke lewan. eme kabraye.

309

wezîfey tewawkerî naw; weku,

ême yaryey kesman nawê.

310

hendê car baslêkirawî fî’lêkî kesî sêyemî gel heł’egîrê bonawe pêwenûsawekey be bonawêkî mobhem î’tibar ekirê; weku,

ełên erz xiře.

311

lem bonawane ewaney ke cedwelî sifetî mubhema bînrawin, eger le wezîfey baslêkirawî tewawkerî serbexo, beyarîyewe le tewawkerî nawa betenya be kełk bihênrên, bonawin we eger nawê yan bonawê tewaw biken sifetin. «hîn»yiş, eger nawê yan bonawê tewaw bika, sifete; weku,

hemû hatin. hemû minałekan hatin. hîn hat. min minałî hînim nawê.

le cumlekanî lay řasta «hemû», «hîn» bonawî mubhemin, lewaney lay çepa sifetî mubhemin. legeł emeşa mumkîne lêreda «hîn» bonaw bê, eger meqsed lew «minałe»e bê ke hî «hîn» bê.

bonawî pirsî

312

bonawî pirsî ew bonawanen ke pirs eken leber em xasîyeteyan pêyan ełên ke bonawêkin ke le şwên şarekeyan egeřên; weku,

kê hat?

313

bonawî pirsî emanen:

bo însanbo şitbo cê
kê?çî?kwê?
çend?çend?
kam?kame (kam)?

wezîfekanî bonawî pirsî

314

bonawî pirsî pênc wezîfey heye.

315

wezîfey baslêkirawî; weku,

kê hat?

316

wezîfey tewawkerî serbexo; weku,

çendit dewê?

317

wezîfey tewawkerî beyarye; weku,

be çît girt?

318

emane etwanin bibne tewawkerî basî natewaw: «kê? kwê?»; weku,

eme kêye? êre kwêye?

319

wezîfey tewawkerî naw; weku,

tirêy kwê xoşe?

«çend?» nabête tewawkerî naw.

320

«çend?» «kam?» «çî?» eger tewawkerî naw yan hîy basî natewaw nebin bonawin we eger nawê tewaw biken yan tewawkerî basî natewaw bin sifetin; weku,

çendyan hatin?: çend minał hat? kamyan hat?: minałeke kame? çî leber ekey?: em kewaye çîye?

lem cumlaneda «çend? kam? çî?»y lay řast bonawî pirsîn, ewaney lay çep sifetî pirsîn.

321

«çî?» eger nawêkî tewaw kirdibê bepêy meqsedewe bonawîş ebê û sifetîş.

bonawî xoyî

322

bonawî xoyî bonawêkî lêkdirawe we bo te’kîdî kesekan yan bo hî naw bekełk ehênrên. emane le kelîmey «xo» û le bonawî pêwenûsawî «m, t, y, man, tan, yan» durust bûn; emanen:

kestakgel
yekemxomxoman
duwemxotxotan
sêyemxoyxoyan

wezîfekanî bonawî xoyî

323

bo nawî xoyî pênc wezîfey heye.

324

wezîfey baslêkirawî weku,

min xom eçim. min xom eyxom.

325

wezîfey tewawkerî serbexo weku,

min xom esûtênim. min xoy enêrim.

326

wezîfey tewawkerî beyarye: weku,

min le xom edem. min le xoy edem.

327

wezîfey tewawkerî basî natewaw; weku,

eme xomim. ewe xotî.

328

wezîfey tewawkerî naw; weku,

xwamrad pyawî xoy enêrête êre.

329

ew bonawane bonawî te’kîdîşyan pê ełên.

bonawî kesî miłkî

330

bonawî kesî miłkî ew bonawanen ke cêy nawê be pêdanî fikirêkî miłkayetîyewe egirin, emaneş bonawî lêkdirawin we le kelîmey «hî» û bonawêkî serbexo yan xoyî durust ebin we emanen:

kestakgel
yekemhî min, hî xomhî ême, hî xoman
duwemhî to, hî xothî êwe, hî xotan
sêyemhî ew, hî xoyhî ewan, hî xoyan

331

lebatî bonawî serbexoy kesî sêyem etwanrê naw yan bonawêkî nîşanî, mubhem weya pirsî be kełk bihênrê; weku,

hî xanû hî minałekan hî emane hî hendêkyan hî kê?

wezîfekanî bonawî miłkî

332

bonawî miłkî pênc wezîfey heye.

333

wezîfey baslêkirawî; weku,

hî min xwêndî.

334

wezîfey tewawkerî serbexo; weku,

hî xoyanim bang kird.

335

wezîfey tewawkerî beyarye; weku,

le hî minałekan egêřmewe.

336

wezîfey tewawkerî basî natewaw; weku,

em minałe hî ewe.

337

wezîfey tewawkerî naw; weku,

hî kê hat?