naw
101
naw kelîmeyêke ke bo nawlênanî kesê yan şitêk be kełk ehênrê.
sinfekanî naw
102
naw dû sinfî heye:
1- nawî taybetî
2- nawî hemû
103
nawî taybetî nawî kesê yan şitêkî taybetîye; weku,
ḧeme
goyje
hełebce
ḧacî qadir
serşeqam
be hemû pyawê nabêjrê «ḧeme», be hemû şaxê nabêjrê «goyje», be hemû şarê nabêjrê «hełebce», be hemû kesê nabêjrê «ḧacî qadir» we be hemû geřekê nabêjrê «serşeqam».
104
nawî hemû eweye ke be hemû ew kes û şitane ke cinsyan yeke ebêjrê, weku:
pyaw
xanû
baredar
be hemû pyawêk ebêjrê «pyaw», be hemû şêrêk ebêjrê «şêr», be hemû xanûyêk ebêjrê «xanû» we be hemû baredarêk ebêjrê «baredar».
naw etwanrê leser hendê sinfî keş cwê bikirêtewe
105
nawî me’newî, nawî xasîyetêk yan bîrêkî hemûyî beyan eka; weku,
tirs
ta
lerz
zerdî
azayî
106
nawî mesder nawî karê yan ḧałêke; weku,
helûkên
fêłbazî
kirêkarî
řeşî
zerdî
hatin
nûsîn
bûn
107
nawî komeł be nawêk ełên ke herçende şikłekey tak bê, bełam komełêkî kes yan şit ehênête bîr; weku,
leşkireke geyîşte cê.
řaneke geřanewe naw dê.
lêreda «leşkir» gelê supayî, «řan» gelê meř û bizin yênête bîr.
cinsî naw
108
me’nay nawî gyandar dû cinsî heye: cinsî nêr, cinsî mê; weku,
eskender
pyaw
bawik
esp
le cinsî nêrin.
xunçe
pûr
xuşk
mayîn
makew
le cinsî mên.
109
le kurdîya naw bepêy me’nayewe bêcge le §114 û §115 ḧałî bangikirawî tûşî hîç mu’ameleyêkî taybetî nabê û nêr û mêyî me’nay naw te’sîr leser parçekanî tirî qise naka . bełam le gelê zimanekanî tira cins te’sîr leser naw, bonaw, sifet, fî’il we zerf eka.
edatî te’rîf
110
edatî te’rîf eweye ke exrête dway nawewe bo cwêkirdinewey me’nay nawêk lenaw hawçeşnî xoya; weku, eger biłêyn:
pyaw řîşî heye.
nawî pyaw te’îrfinekiraw ebê, çunke le me’nakey hemû pyawî dinya yête bîr, bełam eger biłên:
pyaweke řîşî heye.
nawî «pyaw» te’rîfkiraw ebê, çunke le me’nakey hemû pyawî dinya nayête bîr; her ew pyawe yête bîr ke laman me’lûme. we eger biłêyn:
pyawê řîşî hebû.
dîsanewe nawî «pyaw» te’rîfkiraw ebê, çunke le me’nakey hemû pyawî dinya nayête bîr, bełam em te’rîfe be corêkî name’yene. we wa ebînrê ke naw be dû çeşin te’rîf ekirê û leber ewe dû çeşin edatî te’rîf heye.
1- edatî te’rîfî me’yen
2- edatî te’rîfî name’yen
111
edatî te’rîfî me’yen «eke»ye we weku lejêrewe pîşan dirawe exrête dway nawewe.
112
eger ḧerfî dway naweke dengî bê yan ḧerekey «wu, y» bê řastewxo edatî «eke» be kełk ehênrê; weku,
berd: berdeke
bax: baxeke
kahû: kahuweke
masî: masîyeke
113
eger ḧerfî dway naweke ḧereke bê;
1- ḧerekey «e» bê yekê le «e»kan heł’egîrê; weku,
kunde: kundeke
hîze: hîzeke
2- ḧerekey «a, ê, o» bê:
a- naweke yek hîca bê
«y»yêk exrête pêş «eke»we; weku,
ga: gayeke
dê: dêyeke
do: doyeke
bi- naweke dû hîcayî bê:
«e»y «eke» fiřê edrê; weku,
kabra: kabrake
hermê: hermêke
peřo: peřoke
3- ḧerekey «wê, ü» bê, «y»yêk exrête pêş «eke»we, weku,
gwê: gwêyeke
dezü: dezüyeke
114
hendê car betenya ḧerfêkî «e» bo nêr û ḧerfêkî «ê» bo mê weku ḧerfêkî te’rîfî me’yen be kełk ehênrê; weku,
kuře tasayewe; kuřeke tasayewe.
pûrê hatewe; pûreke hatewe.
emane zor kem be kełk ehênrên, bełam le dway ew sifetanewe ke weku naw be kełk ehênrên zortir ebînrên; weku,
sewze
sewzê
çil gez řîşe
çawbexumarê
edatî te’rîfî name’yen
115
edatî te’rîfî name’yen «ê» yan «êk»e, û be çeşnê ke lejêrewe pîşandirawe exrête dway nawewe.
116
eger ḧerfî dway naweke ḧereke bê «y»yêk exrête meyanî naweke û edatî te’rîfî name’yenewe, weku:
bira: birayê, birayêk
kunde: kundeyê, kundeyêk
hermê: hermêyê, hermêyêk
peřo: peřoyê, peřoyêk
gerû: gerûyê, gerûyêk
gwê: gwêyê, gwêyêk
dezü: dezüyê, dezüyêk
117
eger ḧerfî dway naweke «y» bê «y»yêkî key lê zyad nakirê; weku,
masîmasîy: masîyêmasîyê, masîyêkmasîyêk
118
eger ḧerfî dway naweke dengî bê her «ê» yan «êk» be kełk ehênrê; weku,
pyaw: pyawê, pyawêk
mirîşk: mirîşkê, mirîşkêk
119
eger ledway naweke yekê le bonawe pêwenûsawekanî «m, t, y, man, tan, yan» gerek bê, her edatî «êk» be kełk ehênrê û bepêy ḧerfî dwayî naweke be wêney dû madekey pêşewe mu’ameley legeł ekirê; weku,
pyawêkim
kundeyêkî
peřoyêkman
meřêktan
120
eger le dway naweke edatî tewawîy «y» yan edatî yekxerî «û» bibê weku ٪119 mu’ameley legeł ekirê; weku,
pyawêkî çak
biznêk û meřê
hermêyêkî genîw
jimarey naw
121
jimare xasîyetêkî nawe ke takî û gelî pîşan eda.
122
le kurdîya naw dû jimarey heye:
1- jimarey tak
2- jimarey gel
123
jimarey tak her tenya kesê yan şitêk pîşan eda; weku,
pyaweke, pişîleke
pyawêk, pişîleyê
124
jimarey gel le yekê pitir kes yan şit pîşan eda; weku,
pyawekan, pişîlekan
em pyawane, em pişîlane
125
ew nawaney jimareyan take pêyan ełên nawî tak û ew nawaney jimareyan gele pêyan ełên nawî gel.
gelkirdinewey naw
126
caran le şêwey silêmanîşa weku êsta ke le gelê şêwekanî tira ebînrê naw řastewxo edatî gelî exraye dwawe û gel ekirayewe. bełam êsta le şêwey silêmanîya bo gelkirdinewey nawê ebê edatî te’rîfî me’yenî legeł bê yan sifetî îşaretî «em ... e» yan «ew ... e», weku eger biłên-
baxewaneke dar ebřêtewe.
le nawî «dar» darêk û gelê darîş yête bîr, çunke le §110da witubûman ke nawêkî bê ḧerfî te’rîf delalet le cinsî xoy eka. lêreda «dar» xoy û çendî me’lûm nîye. leber ewe bo gelî pêwîst nîye biłên:
baxewaneke daran ebřêtewe.
127
le kurdîya edatî gel «an»e we weku le xwarewe nûsrawe exrête dway nawewe.
128
eger naweke edatî te’rîfî me’yenî leser bê edatî gel exrête dway emewe; weku,
kewşeke: kewşekan
129
eger naweke sifetî îşaretî legeła bê le pêşa gel ekirêtewe û inca sifete îşaretîyekey exrête pał; weku,
em kewşe: em kewşane
em kenduwe: em kenduwane
130
eger ḧerfî dway naweke dengî bê řastewxo «an» be kełk ehênrê. weku:
em pyawe: em pyawane
em berde: em berdane
131
eger ḧerfî dway naweke ḧereke bê:
1- ḧerekey «wu, y» bê; dîsanewe řastewxo «an» bekełk ehênrê; weku,
em kenduwe: em kenduwane
em tancîye: em tancîyane
2- ḧerekey «e» bê em ḧerekeye fiřê edrê; weku,
kewşeke: kewşekan
kunde: em kundane
3- eger ḧerekekanî tir bin, «y»yêk exrête dwayanewe; weku,
bira: em birayane
hermê: em hermêyane
peřo: em peřoyane
eskiwê: em eskiwêyane
132
nawê sifetî jimare û sifetî mubhem û sifetî pirsî leser bê, gel nakirêtewe; weku,
çwar pyaw
hendê minał
çend kareker?