tewawkirdin

From the Book:
Destûrî Zimanî Kurdî
By:
Taufiq Wahby (1891-1984)
 10 minutes  614 views

kelîmey tewawkiraw

72

bekełkihênanî hendê le parçekanî qise bepêy pêwîstewe le cumleda bo me’yenkirdin û biřînewey sinûrî me’nay hendêkî tiryan pêy ełên tewawkirdin.

73

ew parçaney me’nay parçekanî tiryan tewaw kirduwe pêyan ełên tewawker û ew parçananey mi’nayan tewaw kirawe pêyan ełên tewawkiraw.

74

weku le §51da witubûyan esasî cumle baslêkiraw û base; ye’nî naw û fî’le, kelîmekanî tir bo tewawkirdinî me’nay emane eçne cumlewe.

tewawkiranî naw û bonaw

75

tewawkerî naw yan bonaw emanen:

naw, sifet, bonaw; weku,

dergay bax. dergay sewz. em dergaye.

le wêney yekema tewawkerî nawî «derga» nawe, le hî duwema tewawkerekey sifete, le sêyema dîsanewe sifete. wezîfey hersêkyan te’îynkirdin û biřînewey sinûrî me’nay dergakeye, çunke her bimanutaye «derga» me’nakey zor natewaw û zor biław ebû, hemû dergay dinyaman be ’eqła ehat. bełam be hênanî emane le «dergay bax» le «dergay sewz» û le «em dergaye» pitir hîç new’e dergayêkman be bîra nayêt. le wênekanî

dergay êwe. ewey min ... da.

bonawî «êwe» tewakerî «derga»ye û bonawî «min» tewakerî bonawî «ewe»ye.

76

tewawkerekanî naw yan bonaw be yaryey edatî tewawîy «y» yan yekê le lêkdirawekanîyewe ke weku: «y ser, y naw ...hitid.»n karî xoyan ebînin; weku,

gułî sûr. gułî naw bax. ewey ser mêzeke.

bełam hendê le sifetekan bebê edatî «y» naw tewaw eken, emane le cêgey xoyana basyan ekeyn.

77

tewawkerî basî natewaw §67 tewawkerî baslêkirawekeşyetî. leber eme basî natewaw basî lêkderîşî pê ełên; weku,

pawaneke zêře. pîroz nexoş bû.

lem dû cumleyeda herçende nawî «zêř» û sifetî «nexoş» tewawkerî basî natewawin, tewawkerî baslêkirawekanîşyanin; be yaryey fî’lî «e, bû»ewe baslêkirawekanyan tewaw kirduwe.

tewawkiranî fî’il

78

tewawkerî fî’il naw, bonaw, zerf ebê; weku,

to kaẍezêkit nard. to kaẍezêkit be posteda nard. minałeke le heywan nust. em minałe zor nust.

le wêney yekema nawî «kaẍez» fî’lî «nardit»y tewaw kirduwe, çunke em naweman newtaye neman’ezanî çî nêrrawe. em çeşne tewawkerane pêyan ełên tewawkerî serbexo, leber eme ke bê edatî tewawî karî xoyan ebînin.

le wêney duwema bêcge le tewawkerî «kaẍezêk» nawî «poste»ş heye ke emîş tewawkerî fî’lî «nardit»e. çunke be hatnî eme dyar buwe ke fî’lî «nardit» be çi wasteyêka kirawe. bełam em tewawkere weku ewî tir řastewxo me’nay fî’lekey tewaw nekirduwe; be yaryey edatî tewawîy «be ... da»we karî xoy kirduwe. em core tewawkeraneş pêyan ełên tewawkerî be yarye.

le wêney sêyema «heywan» fî’lî «nust»y tewaw kirduwe, we çunke karî xoy be yaryey edatî tewawîy «le»we bînîwe emîş tewawkerî be yaryeye.

le wêney çwarema zerfî «zor» me’nay fî’lî «nust»y tewaw kirduwe. eger em kelîmeye nebwaye neman’ezanî ke em minałe çend nustuwe.

79

tewawkerî basî natewaw sifetîş ebê; weku,

minałeke nexoşe.

lem cumleyeda sifetî «nexoş» tewawkerî basî natewawî fî’lî «e»ye, bełam baslêkirawî «minałeke»ş tewaw eka §77.

80

ebînrê ke bêcge le hî basî natewaw, tewawkerekanî fî’il sê çeşnin: tewawkerî serbexo, tewawker beyarye, zerf.

tewawkiranî tewawker

81

tewawkerêkîş mumkîne be kelîmeyêkî tir tewaw bikirê.

82

eger tewawkereke naw bê, weku eyzanîn, be naw yan bonaw yan be sifet tewaw ekirê; weku,

biray bawkî minałeke nan exwa:

tewawkerî baslêkiraw be «naw» tewaw kirawe.

kuřî pyawêkî şel nan exwa:

tewawkerî baslêkiraw be «sifet» tewaw kirawe.

minałekan nanî to exon:

tewawkerî serbexo be «bonaw» tewaw kirawe.

minałekan nanî sipî exon:

tewawkerî serbexo be «sifet» tewaw kirawe.

minałeke legeł pişîlekey menîc nan exwa:

tewawkerî beyarye be «naw» tewaw kirawe.

minałeke legeł pişîley řeş nan exwa:

tewawkerî beyarye be «sifet» tewaw kirawe.

83

sifetî tewawker be sifetêkî tir yan be zerf tewaw ekirê. sifetî tewawkerî sifet ekewête dwayewe û be edatî tewawîy «y» pêwe enûsê, bełam zerf pêş sifet ekewê û hîç edatêkyan le beyna nîye; weku:

karekereke kirasêkî sûrî kałî lebera bû. minareyêkî zor berz řûxa.

le cumley yekema sifetî «kał» tewawkerî sifetî «sûr»e.

le duwema zerfî «zor» tewawkerî sifetî «berz»e.

84

zerf be zerf tewaw ekirê; weku,

minare berzeke zor zû řûxa.

lêreda zerfî «zor» tewawkerî zerfî «zû»e.

85

ew kelîmeyey edatî tewawîy karî tê eka, pêşî ełên tewawkerî edatî tewawî; weku,

genim y qendehar (genmî qendehar). deftereke le dołabekeda danrawe.

le wêney yekema «qendehar» tewawkerî edatî tewawîy «y»ye.

le duwema «dołabeke» tewawkerî edatî tewawîy «le ... da»ye, we be xoy û em edatî tewawîyewe tewawkerî beyaryey fî’lî «danrawe»ye.

tewawkiranî mesder

86

mesder sîẍeyêkî fî’le ke xasey nawîşî heye. em sîẍeye kesdar nîye; ye’nî natwanê lepêşyewe yekê le bonawe kesîyekan ke ebne baslêkiraw wergirê §66; weku,

nûsranî kaẍezeke zorî kêşa.

lêreda «nûsran» hem nawe, hem fî’le. nawe; çunke baslêkirawî cumlekeye we «kaẍezeke» tewawkeryetî, fî’le; çunke karê beyan eka.

87

tewawkerekanî mesder hem weku tewawkerekanî nawin, hem weku tewawkerekanî fî’iln; weku,

nûsînî to. kaẍez nûsîn. nûsînî xêra. xêra řoyîn. be des nûsîn.

le wêney yekema «to» tewawkerî nawî «nûsîn»e.

le duwema «kaẍez» tewawkerî serbexoy §78 fî’lî «nûsîn»e.

le sêyema sifetî «xêra» tewawkerî nawî «nûsîn»e.

le çwarema zerfî «xêra» tewawkerî fî’lî «řoyîn»e.

le pêncema «be des» tewawkerî beyaryey fî’lî «nûsîn»e.

tewawkirdinî dûlayî

88

dûlayî sîẍeyêkî fî’le ke xasey sifetîşî heye. em sîẍeyeş kesdar nîye; ye’nî natwanê le pêşyewe yekê le bonawe kesîyekan ke ebne baslêkiraw wergirê §66. leber eme be wêney sifet ebête tewawkerî naw, bonaw yan sifetêkî tir §83; weku,

minałî nustû. toy nustû. darî zor sûtaw.

89

eger dûlayî be sifetê tewaw bikirê herdûkyan pêkewe sifetêkî lêkdiraw durust eken §92; weku,

darî konesûtaw.

lêreda sifetî «kon» dûlayîy «sûtaw»y tewaw kirduwe, bełam pêkewe çûnete şikłî sifetî lêkdiraw.

kelîmey řût û kelîmey lêkdiraw

90

parçekanî qise bepêy durustibûnyanewe dû çeşnin:

1- kelîmey řût

2- kelîmey lêkdiraw

91

kelîmey řût ew parçanen ke her le kelîmeyê durust bûn; weku,

xanû, çak, êwe, kirdin, bo, key?, we, ax!.

lêkdan

kelîmey lêkdiraw

92

lêkdan yekxistinî dû ya le dû pitir kelîmeye bo durustkirdnî parçeyêkî qise, ew kelîmaney wa lêk edrên pêyan ełên kelîmey lêkdiraw; weku,

hewretrîşqe.

eme nawêkî lêkdirawe ke le nawî «hewr» û edatî tewawîyî «e» û nawî «tirîşqe» durust buwe.

93

ebê kelîmey tewawkiraw le kelîmey lêkdiraw cwê bikirêtewe. herçî weku kelîmey tewawkirawe §72 bepêy gerekyewe tewawkerî wergirtuwe û kelîmeke û tewawkerekey cwê cwê le cumleda mu’amele ebînin; weku,

serbanî xanû. serbanekanî xanuwekan.

le wêney yekema «serbanî xanû» kelîmeyêkî tewawkirawe we take. ke wîstiman gelyan bikeynewe, weku le wêney duwema pîşan dirawe, tewawkiraweke û tewawkereke cwê cwê gel ekirênewe.

bełam herçî kelîmey lêkdirawe etwanrê hemû parçekanî beser yekewe weku parçeyêkî qisey řût mu’ameley legeł bikirê; weku,

hewretrîşqe hewretrîşqekan

weku le wêney duwema ebînrê em nawe lêkdirawe ke le sê kelîme durust buwe, weku kelîmeyêkî řût gel kirawetewe.

94

parçekanî qise her heştyan kelîmey lêkdirawîşyan heye.

parçekanî qisekelîmey řûtkelîmey lêkdiraw
nawhewrhewretrîşqe
sifetşînçawşîn
bonawminxom
fî’ilpeřînhełpeřîn
edatî tewawîlelejêr
zerfxêradesudem
edatî yekxeregerherçend
edatî nîdahawarhey hawar

basî kelîme lêkdirawekan lepaşa legeł basî her parçeyêkî qiseda cwê cwê ekeyn.