parçekanî qise

From the Book:
Destûrî Zimanî Kurdî
By:
Taufiq Wahby (1891-1984)
 6 minutes  524 views

60

le cumleyêka her kelîmeyêk karêkî taybetî heye; weku,

minał defter leser mêzî sewz da’enê.

lem cumleyeda «minał, defter, mêz» nawin, «da’enê» ḧereketê bas eka, pêman ełê ke minał çî eka; leber ewe fî’le, «sewz» me’nay kelîmey «mêz» tewaw eka pîşanman eda ke mêzêkî taybetî mirad kirawe; leber ewe sifetyetî. «leser» munasebetî meyanî «mêz» û fî’lî «da’enê» pîşan eda; ebînrê ke her yekê lem kelîmane le cumleda karêkî taybetî xoy heye.

emca eger bêt û hemû kelîmekanî zimanêk bepêy ew kare taybetîyanewe ke le cumleda eyanbînin cwê bikirênewe, ebînrê ke heşt sinf kelîme heye; emane pêyan ełên parçekanî qise, we wa lejêrewe pîşandirawin:

1- naw

2- sifet

3- bonaw

4- fî’il

5- edatî tewawî

6- zerf

7- edatî yekxer

8- nîda

61

naw kelîmeyêke ke bo nawnanî, kesê yan şitêk be kełk ehênrê; weku,

xule le baxekeda marêkî kuşt.

lem cumleyeda «xule» nawî kesêke, «mar» nawî şitêke (gyandarêk), «bax» nawî şitêke (cêyek).

ebê bizanîn ke nawî keseke yan şiteke nawe; egena keseke yan şiteke xoy naw nîye.

le wênekey serûda «xule, bax, mar» xoyan naw nîn; bełam kelîmekanî «xule, bax, mar» ke bo nawnanî ew kes û cêga û gyandare danrawin, nawin.

62

sifet kelîmeyêke ke bo tewawkirdinî me’nay naw yan bonaw be kełk ehênrê; weku,

pyawêkî şel dû darî le binengiła bû.

lêreda kelîmey «şel» sifete çunke çonîy pyawêk pîşan eda, kelîmey «dû»ş sifete çunke sinûrî me’nay «dar» pîşan eda.

63

bonaw kelîmeyêke ke lebatî nawê ke le pêşa witrabê yan le bîra bê be kełk ehênrê bo ewe ke ew nawe dûbare nekirêtewe; weku,

xule bo kwê çû? min be ewm wit ke çeqoke tîje, desî ebřê.

lem cumleyeda «min» bonawe, lebatî qiseker «ew, y» bonawin, lebatî «xule» be kełk hênrawin.

64

fî’il kelîmeyêke ke kar û ḧałî kesê yan şitêk le demêka bas eka; weku,

kakim nan exwa. mîwaneke danîştuwe.

fî’lî gerdankirawî kesdar

65

fî’lî gerdankirawî kesdar ew sîẍanen ke bitwanin le pêşyanewe yekê le bonawe kesîyekanî «min, to, ew, ême, êwe, ewan» ke ebne baslêkiraw wergirin. fî’il demê ebête bas ke yekê lew çeşne sîẍane bê; weku,

enûsim, nûsîtan.

emane fî’lî gerdankirawî kesdarin; çunke etwanîn biłêyn «min enûsim, êwe nûsîtan». zaten bonawe pêwenûsawekanî «m, tan» bo pîşandanî basî emane kafîye.

66

sîẍey mesder û dûlayî nabne bas, çunke natwanrê bonawêkî kesî bixrête pêşyanewe; weku,

nûsîn, nûs; nûsîw, nûsraw.

natwanîn biłêyn «ême nûsîn, to nûsraw ...hitid.»

67

fî’lî «bûn» gelê car fî’lêkî natewawe û ebête waste bo witnî şitêk leḧeq kesê yan şitêka. leber ewe pêy ełên basî natewaw §59; weku,

ḧełwake şîrîn bû.

lem cumleyeda sifetî «şîrîn» be yaryey fî’lî «bû»ewe me’nay baslêkirawî «ḧełwake»y tewaw kirduwe.

68

zerf kelîmeyêke ke bo tewawkirdinî me’nay fî’lê yan sifetê yan zerfêkî tir be kełk ehêrê. sifetê çon me’nay nawê tewaw eka, emîş hî sifet û fî’il û zerf wa tewaw eka; weku,

ew zor enwê.

lêreda «zor» zerfe; fî’lî «enwê» tewaw eka.

befrêkî zor estûr barî.

lêreda «zor» zerfe; sifetî «estûr» tewaw eka.

ew zor xêra řoyî.

lêreda «zor» zerfe; zerfî «xêra» tewaw eka.

69

edatî tewawî kelîmeyêke ke le cumleyêka bo pîşandanî laqey meyanî nawê, seftêk û kelîmeyêkî tir be kełk ehênrê; weku,

ême le mergewe hatîn. pyawekey toş řoy. camane serpoşêkî naqołaye.

le cumley yekema edatî tewawîy «le ... we» laqey meyanî fî’lî «hatîn» û nawî «merge», le hî duwema «y» laqey meyanî nawî «pyaweke» û bonawî «to», le hî sêyema edatî tewawîy «y» laqey meyanî nawî «serpoşêk» û sifetî «naqoła» pîşan eda. nawî «merge», bonawî «to», sifetî «naqoła» me’nay fî’lî «hatîn», nawî «pyaw», nawî «serpoşêk» tewaw eken. leber eme bem edataney laqey meyanî emaney pîşan dawe ełên edatî tewawî.

70

edatî yekxer edatêke ke dû kelîme yan dû komełe kelîme be yekewe ebestê; weku,

befir û baran pêkewe barîn. serbanî małî êwe û çinarekey mekteb le dûrewe dyarin. min lêrem, bełam gułçîn le małeweye.

le cumley yekema edatî yekxerî «û» dû nawî, le duwema edatî yekxerî «û» dû komełe kelîmey, le sêyema edatî yekxerî «bełam» dîsanewe dû komełe kelîmey pêkewe nûsanduwe.

71

edatî nîda dengêke ke bo pîşandanî ḧîssêkî weku xoşî, ’acbatî, pejare, tirs … hitid. be kełk ehênrê, emane legeł kelîmekanî tirî cumleda laqeyêkyan nabê; weku,

ay! le bîrim çû. oxxey! řizgar bûm. of! le des to wexte şêt bim.

lem cumlaneda «ay!» bo ’acbatî, «oxxey!» bo xoşî, «of!» bo pejare be kełk hênrawin.