pîrozbayî newrozî 1354

From the Book:
Diyarî Mehabad
By:
Mala ghafour Dabaghi (1927-1990)
 2 minutes  605 views
em cêjne pêruz bê le hemû gwêgir û gwêdêr
pîroz be diłî xoş û leşî saẍ û zigî têr
dwayîn peřî hełdayewe zistanî siř û sard
pêçayewe xwêntałî dizêw, negbetî bê xêr
mûsayî beharî be hemû mu’cîzekanî
fîr’ewnî dey û behmen û esfindî nya jêr
newroze, serî sałe, guřey pîre şemałe
bo gyanî heres dê tilî pêda wekû tawêr
newroze behare heřetî koşiş û kare
ca norete ey kakî fela, mameyî werzêr
xêra ke le xaw bênederê cûtî kełanit
bo şêwî zewî û zareke hełmet bere wek şêr
seyrî der û deştê ke dełêy baxî beheşte
mêrgî hemû bijwênh, hewargey hemu zenwêr
gyanbexşe heway kêw û kej û dîmenî kwêstan
xemławe be gyaxaw û gułî swêsin û şillêr
her dengî mele têkełî hařey xiř û dołe
her lûzewî befrawe deka haje le hełdêr
her tawił û řeşmałe be dawênî çyawe
her řeşbełek û dawetî bêryane be bilwêr
zaxawî diłan ḧîle û kořjinî keḧêle
tawênî xeman dengî meř û berẍel û hawêr
xozgem bewe ew fesłe be çawanî debînê
jîn nirxî lelay xawenî bînayîh, nek kwêr