13- dimdim

From the Book:
Dimdim
By:
Hajye Jndi (1908-1990)
 16 minutes  921 views
wextekê li romê şivanekî mêrxas derbazî dikir. yekî cahil bû, navê wî xano. ewî li wêderê ji destê tunebûnê gelekî merûmî û belengazî kişand. rokê jî rabû revî, çû îranê.
nava îranê jî gelekî zêrîya, gelekî çerçirî. her alî belengazî bû, merûmî, tunebûn. bona destxistna kirtola nan rabû çû cem şahê îranê, wekî hespê wî bibe biçêrîne.
şah ’abas go: xano, tuyê bibî ravoçyê min?
go: çira na!kiçû ber hespa.
xano hespê xwe diçêrandin,
çya û banîya digeřandin,
devê bera diçêrandin.
xanê min berek dîye,
wî berî ḧeyrî maye,
dîna xwe dayê -
kerî pez mexel hatîye.
çû cem şivan şîr bixiwe. dîna xwe dayê - şivan razaye: koda şîrê xwe danîye kêleka xwe. dîna xwe dayê- mêşek pozê şivan derket, hat, ket qula bilûrê, nava koda şîra çû kete nava keloşkeke kevrî. şivan rabû, wî revoçyê hespara got, go:
- te çima dey li min kir?
go: - min dey li te nekir, go, çira?
go: - min xewnek dît, go, min dêna xwe dayê pira hefit çevîra, bera sipîra çûm gihîştime kevrekî. li wê derê tije xezîne defîne bû.
xewna şivîn rast bû, lê revoçî lê kire derew. pira hefit çevî - ew bilûr bû, bera sipî - ew koda şîr bû, kevrê qul jî - zatî ew keloşk bû, wekî mêş çû ketê. ew der cyê xezînê - defînê bû.
xano jêra got: - kê tiştê usa bihîstîye, hergê şah ’abas pê biḧese, wê te bikuje.
şivan sond xar, wekî kesekîra nabêje. ewî jî sond xar û xatrê xwe ji hevdu xastin. her kes çû karê xwe.
gava şivan pezê xwe rakir çû, xano lêda çû cyê mêş ketê. kevrek hilda, paşê selê binî û hew nihêřî - rastyê jî xezîne- defîne. dîsa kere - ker sel û kevir danî ser devê wê û hate gihîşte hespêd xwe.
xano hespê xwe diterqandin,
devê bera diçêrandin.
cerdeke giran derketîye,
wê revoyê şah xistîye,
ne heware, ne gazîye.
xan dû wê cerdê ketîye,
sîyarek wê cerdê girtîye:
hespê wîya jê sitendîye.
hespê wîya sîyar bûye,
sîlḧê wî hilanîye,
dû cerdê kirîye gazîye:
- çira ew talan bê xaye?
ewî û cerdê li hev xistîye,
pêncî mêr wê cerdê kuştîye.
şesd extirme jê girtîye,
hema milekî wî fiřîye,
ser heyata şah danîye.
şah li qonaẍê derketîye,
’ecêveke giran çevê xwe dîye.
go: ev çi bazirgane hatîye minda danîye?
xano go: şaho, tu min nas nakî?
ne ez revaçyê teme.
min hespê te diçêrandin,
çya û banîya digeřandin,
çil û çya diterqandin...
cerdeke giran derketîye,
wê revoyê şah xistîye -
ne heware, ne gazîye.
xan dû wê cerdê ketîye,
syarek wê cerdê girtîye,
hespê wîya jê sitendîye.
hespê wîya syar bûye,
sîlḧê wî hilanîye,
wê cerdê kirîye gazîye:
- çira ew talan bê xaye?
ewî û cerdê li hev xistîye,
pêncî mêrê cerdê kuştîye,
şesd extirme jê girtîye,
hema tu were milekî wî fiřîye,
ser heyata şah danîye.
şah go: - kuřo, bikin bilezînin,
qursê zêra mal derînin,
nav legana biḧelînin,
milê xanoyê min bikşînin.
ewana kirîye, wan lezandin,
qursê zêra mal înandin,
nav legana diḧelandin,
milê xano cebrandin.
yê mîna me heta êvarê mal - halê xweda gîro bûn. xano heta êvarê milê xweda gîrokar bû. çira? milê zêr nedît bû. ji wê rojêda navê wî danîn xanê çengizêrîn.
muxdarek ket ortê. xan fikirmîş bû cem xwe, go: «ez gelekî dunê geřyam, li her dera cimet belengazyêdane: hergê li romê, hergê li îranê be, yeke. bese ez cem şah bimînim, ez heřim çyayê dim-dim, li kîderê min zêr defîne dîtye: ezê heřim wî zêrî derxim, kelakê çêkim û pêşya şah û sultana şeř bikim».
xan sibekê zû rabûye,
qesta qonaẍa şah kirîye,
şah qonaẍê derketîye,
go: - herê xano, te çi miraz?
ewî mirazê xwe xwestîye,
go: - serê şahî, bavê şahî,
tu bide min qedera çermê gayî,
xwera bikim mal - avayî.
şah gote, go: - xano, serê şahî, bavê şahî,
ez nadim te qedera çermê gayî,
tu bo xwe têkî mal - avayî -
tu were tu orta min û xwe têxî gêjayî.
go: - serê şahî, bavê şahî,
tu bide min qedera çermê gayî,
ez bo xwe têxim mal - avayî -
orta xwe û te naxim gêjayî.
ewî wêderê da wî çermê gayî:
çermê gayê reşî - pêle,
hefit roja avê dinhêle.
ew xanekî fenî - fêle,
hûrk - hûrk kir duhêle,
girtîye deşt û newêle:
dora kevir dibir û danî,
bizmarek serî qutayî,
remet gîhande bavê şahî.
xanê kurda dide rêye,
pênisd pale dide pêye.
xanê kurda çî cindîye -
pêşîya palê xwe ketîye,
ser kela dimdim peya bûye.
dimdim hate li ber qatê,
pênisd pale lê dike satê,
ew çê dike cyê kurnê avê.
dimdim hate ber pestinê,
pênisd pale lê ketnê,
ew çê dike cyê mirnê.
dimdim hate devê dolê,
pênisd pale lê dike şolê,
ew çê dike cyê xurdolê.
dimdim hate ber vedanê,
pênisd pale girt berdanê,
ew çê dike cyê meydanê.
xan wê kela xwe çêkirî,
hefit roj nînin, hefit şevane,
hefit şev nînin, hefit mehane,
hefit meh nînin, hefit salane.
hefit salê xwe temam kirî,
kurmanc kela xwe çê kirî,
serê kelê mifirq kirî,
herçar beden risas kirî.
palê xwe xelat kirî,
ha ser malada veřê kirî:
ma memûdê melekanî -
ew emînê mala xanî,
xan baweřîya xwe pê anî,
pizka xirab bê ser zimanî.
xan go:
- lê dayê, lê - lê dayê û lê - lê dayê,
te kurteke qe kêr nayê,
carekê dêna xwe bide min û kelayê.
go: - kuřê min, çi dêna xwe bidme te û kelayê,
xweş kelaye te çê kirî,
xweş hevraze te çê kirî,
herçar beden risas kirî,
binê wênê pola kirî,
serê wênê mifirq kirî.
tu were tirsa min wê tirsêye -
tu xwe ber derpa kafir negrî.
xan go: - kuřo,
minra bînin topa mezne.
topçî ji topê gazne,
ew davêje bircê bine,
nafřîne yek bazne.
go: - bînin topa devbirî,
topçyê wê li topê dixuřî,
axçe kelê qe nefřî.
go: - bînin topa biçûke,
ew êvarda zûke - zûke,
ew davêje birc û sûke -
ne fiřindîye yek neynûke.
go: - bînin topa engelê:
ew davêje bircê kelê.
xan avîte kelê hezar gule -
tobe hergê lê ket yek dulope.
xan xwe - xwe diçe kelêda disekne, kelê dicêrbînin: davêne kelê pênisd tiving tope. xanê çengizêrîn nizane avêtne kelê pênisd tiving û tope - ji kelê aqa xanê dike, ewî tirê çicîka baranêye, yek dilope.
em heřn ser qesta palê wî. palê wî çûne şeherê têhranê, xwera bazar kirin. xelîfe hat dêna xwe da meydanê, merv dîtin.
go:hûn çi tevane?we şeherê me kir bihayî, we nan baha kir, perçe lê baha kir...
go: - em xebatçîne, rênicberin. îsal hefit sale me kela çê kirîye: em pênisd pale bûne- me kela xanê çengizêrînra çê kirîye. go, kela me çê kir - me rojê kelpincek rast dadanî, yek çep dadanî. me zirîc diheland, berdida ortê, me sikê pola ortêda dikuta.
go: ew kela we jêra çê kirî, ’a’îlxa we çi bû, kêrhatna we çi bû, wekî we jêra ew kela çê kir?
ewan gotin: çiqa hoste hebûn xelat kirin, wekî dinê ’a’îlxa me - destek mertalê guhê fîl zêr dida me. xelîfe rabû çû cem şah, go:
- xwedê ji te razî be, ne tu xudan tacî,
te kela da vî kurmancî,
serê te kirîye armancî,
em derxistin vî qiracî.
şah gotê:
- xurmîne, ha xurmîne,
xan xulamekî emîne,
milekî wî kirîye zêrîne,
baweř neke -
pişt minda bibe xayîne.
xelîfe gote şah:
- tu dibêjî: «piş minva nabe xayîne»,
tu rabe kaẍezekê minra bîne,
hubrê kaẍezê bireşîne:
gefa, guřa serda bişîne.
hergê kaẍezê te hilîne,
tu lêxe, serê min bifřîne.
şah dike, dilezîne,
kaẍezek reş dinvîse,
gef û guřa ser xanda dişîne.
xan ber kaẍeza wîva rabûye,
selema herdu qasda vegirtîye.
reşkaẍezê nihêrîye,
dêna xwe dayê - gef û guř serda şandîye.
rabû reşkaẍezek ser şahda şand.
xelîfe rabû ser minarê, dêna xwe dayê, çika qasd hatin?
dît hatin, go:
- were, were qasdê kore,
ḧalê xweda pore - pore,
ḧukumê vî xanî çiqa zore.
were, were, qasdê qote,
ḧalê xweda kurte - kurte,
ḧukumê vî xanî -
ceger dilê min disote.
şah reşkaẍezê dixûne, dibê:
- kaẍeza minra bîne,
hubrê ser kaẍeza bireşîne,
ser xanada bişîne.
kaẍez şand ser xana, wekî ’esker berevkin, bên.
xanek hate ormyê,
zêr bela dikir temsyê,
seferlixî ser xana kurmancyê
xanek hat selamaste,
teze pirsa kelê dike.
hinek dibên -
«çêkirna kelê derewe»,
hink dibên: «raste»,
sefer ser xanê çengiçolaste.
xanek hatîye ji tewrêze,
pênisd hezar top û tiving pê bûye rêze,
sefer ser xanê çengiqeloze.
xanek hatîye kela xwêye,
dibê: - ’erd û ’ezman
ezê bikim gola xûnêye,
heta bera wanêye.
xanek hatîye belbiharê,
situyê wî xanî nola darê çinarê,
tilî mîna sipnidarê.
dibê: - gava ez bigîjim xana,
ezê kelê hilşînim serî û bine.
xanek hatîye hacûc - macûce,
pênisd navda tûtkiçîne,
şesd navda balteçîne,
ew xan dibêje:
- kurmancek çye?
emê usa bikin ga û cot,
ser kela wî bigeřînin, canim.
xanek hatîye nava romê,
dore mînanî ’ewrê der nîsanê,
divê: wekî ez bêm,
ne şîva mine, ne paşîva mine.
’esker berev bû hat. de pêncî xan, serekê xana, her xanekî pênisd hezar ser, hatin dora kelê girtin.
’evdêle kuřê xanê çengizêrîn bûye.
ew sibekê zû rabûye,
ser kelêda nihêrîye,
’ecêveke giran çevê xwe dîye...
cahab bavê xwera anîye.
go: - bavo, tu rabe,
çiqa sitêrkê ’ezmana,
çiqa çiloyê serê dara,
çiqa qûmê devê bera,
çiqa tûkê pişta kara -
haqa çadir - xêber dora kela te girtîye.
bavê wî zanbû, wekî ’eskerê şahe, lê usa kir, wekî kur tu şayşa nekşîne, go:
- kuřê min, wan çadra nefkire,
ew hemû devene.
wê li cyê bavê te danîne.
bacek bavê te ser wane:
sibê dane, xwe wê dane,
heke nedane - tu yeqîn bizanbe,
ewana, bavê te li hev dane.
sibê rabûye,
’ecêva giran çevê xwe dîye,
go: - bavo, mala te ava be,
eva ’eynî ’eskere.
go: - lawo, ez dimdim nîbûm - bûme dimdim.
go: - lawo, şayê ’ecem rabû ser min,
bona azayê emê pêra şeřkin.
hefit sala şeř kirin, tiştek dimdim nehat. ’eskerê şah dikir k vegeře. memûdê melekanî gelek xirab derket.
şah cab ser wîda şand, go:
- meḧmûdê melekanê, eva hefit sale ez şeř dikim, nikarim kelê hildim, xanê çengizêrîn alit bikim. gelo tu nikarî teherekî alî min bikî? hergê tu alî min bikî, ezê te bikim mîr û wezîr.
gava k ewî xeberê şah bihîstin, çû otaxa xweda rûnişt, kaẍez nivîsî, avîte nava ’eskerê şah.
go, kaẍezda tîrê werkirî,
xêbeta şahda dakirî -
serekanî bin kevrî.
go, kaẍeza tîrê pêçayî,
avîte xêbeta şahî,
go, serekanî bin çyayî.
paşê bi xwe jî çû, go:
- avê ser bibiřn, yanê na -
hûn nikarin alit bikin.
wê şevê deste deve hildan,
av ser dimdimê biřîn:
ew deve şeřjê kirin,
xûna deva zarîncava
hate ket hundurê kelê.
kuřê xan ’evdêle sibekê rabûye,
cav bavêra zû anîye.
go: - av sarincixana biřîye,
xûn sarincixana qermîye,
li mala me bûye tengîye.
li wê derê xan gote dê, go:
- lê dayê, lê - lê dayê,
zend zerê, zer badayê,
gilîk qe te nayê?
dê got: - hey ewrê reşî - dirêj,
tevî baranê hûr - hûr birêj!
ewan ewra gahan kirî,
vê baranê hûr lê kirî,
mala xanê çengizêrîn
bûye şayî û girî.
vê baranê şinge - şinge,
xûn sarincixana bûye pinge,
hefit roja îdare kir pê wê avê.
xanê çengizêrîn got, go:
- kuřo, bikin, bilezînin,
gazî hosta bikin, bînin,
qursê zêra mal derînin,
nav legana biḧelînin,
şûrê lawka tê bikşînin,
paşî me- ev zêrê kêra bimînin?
ewan dikin, dilezînin:
qursê zêra mal înandin,
nav legana diḧelandin,
şûrê lawka tê kişandin.
sibê jî karê xwe kirin, wekî derkevin.
ha rabû, rabû, rabû,
’evdêlê delal kelê rabû,
pencerê rewesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
xencer bejnê duta bû,
çev renga birê mabû.
ha rabû, rabû, rabû,
bukuřyê zor kelê rabû,
pencerê rewesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
xencer mila du ta bû,
çev rênga birê ma bû.
ha rabû, rabû, rabû,
temrê bira kelê rabû,
pencerê rewesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
xencer mila duta bû,
çev rênga bavê ma bû.
ha rabû, rabû, rabû,
xanê çengizêrîn rabû,
pencerê rewesta bû,
sîlḧ bejnê ava bû,
xencer mila duta bû,
çev rênga sitîya mabû.
go: - sityê, ha sityê,
bejniziravê çarde qanyê,
paşî me kurmancyê,
pirs û pirsîyar bê eybin,
em k kelê derketin -
emê heřn bêne kuştin,
pirsê we mala kê bin?
sitya xeber dane dere,
lawka xwe derebada berdane,
sitîya jî kêrê çirtime hildane,
ew çev rêka lawka mane.
lawik hatin dergê navê,
go: - van derga hûn ber bavên.
lawik hatin dergê şeşa,
kirne gazî simteraşe:
- tu li van dera bide paşe.
lawka xwe da derê pênca,
kirne gazî dergevane:
- kilîta mera bîne.
lawka xwe da dergê çarêye:
kirne gazî qerewlê kelêye:
- derga bide ser piştêye.
lawka xwe da dergê sisya,
bû şinge - şinga misrîya,
go: lawo, şeř hatîye
dora me û papax genîya.
lawka xwe da dergê dudane,
kirne gazî dergevane:
- tu bike, bilezîne,
tu van derîya hev derîne.
xana xwe da dergê yekêye,
kirin gazî dergevanê kelêye:
- van derga ber bavêye,
xêra me têda tuneye.
çaxê ew kelê derdikevin,
xanê min di nasî,
şah dibê: - xano, tu kurmancî,
qebûl bike tu vî tacî,
te dernaxim vî armancî,
cyê te nakim êra vî qiracî.
xan go: - ez tacê te qebûl nakim,
heysid nelet li bavê te dikim,
kurmancyê bê nav nakim.
’evdêlê bira dike, dilezîne,
xwe wî tacîra dighîne,
şûrekî li orta tac dixîne,
wî tacî didrîne,
dibê: - kafir, tacê te li serê tebe...
...................................................................
kuştina mêra her - her hebe!
bavê wî gotê, go:
- kuřê min, tu nav şeřada nastirî,
qe kuştinê nafkirî?
nahêlî destê bavê te
bighîje xêbeta wî zalmî.
go: - bavo!
xwe ne golkim- situ kapkirî,
xwe ne beranim- kozî kirî,
xwe ne hespim - qeyd û çîdar kirî...
kuřî mêra her - her mêrin,
kuřê şêra çek hilgirin
şeřada nasebirin -
ew qe ji kuştinê nafkirin.
şeř kete van beřoja,
şûr diçûrsin mîna roja,
bû şeřê piling, beraza.
xanê çengizêrîn kelê jorda têye,
dijmin lê kirîye şênîye,
lingekî wî lê fiřandîye.
’evdêlê bira dike dilezîne,
şeqê situyê bavê datîne,
şûr kalênva dikşîne.
go, şûr dike xiře - xiře -
qe tiştekî nabře.
bavê go: - lawo, lawê nezanî,
şûr xilazke lap kalanî,
bavêje hesp û xudanî,
bira kerke, bavêje dera hanî.
ew law, lawê nezanî,
şûr xilazkir ji kelanî,
avête hesp û xudanî,
kerkir, avête dera hanî.
duxuşvîne sêsd mêrî -
pêlê xûnê ew hilanî.
temrê bira dike, dilezîne,
şeqê situyê bavê datîne,
situyê hezarî lê dixîne -
pêlê xûnê wî hiltîne.
bukuřyê bira dike, dilezîne,
şeqê situyê bavê datîne,
situyê pênisda lêdxîne -
pêlê xûnê wî hiltîne.
xanê çengizêrîn got, go:
- lawo, lawê beřazî,
carekê hevala bike gazî.
ewî hevala kire gazî,
go, dor hate lawê pîrê,
pênisd hev kuştîye bîrê.
dor hate lawê perê,
hundurê kelê derket derê -
pênisd hev kuştîye xencerê.
dor hat lawê hekarî,
li serî topa tarî,
ewî lingida hezarî.
dor hate lawê divînî,
xudanê şeşxana meznî,
tu şeřada kesê minî.
dor hat lawê hertoşî,
te serî qerepoşî,
ling da koma beřojî.
dor hate lawê êzdî,
şeř xweş kirîye çadra sipî.
dor hatîye lawê mela,
lê kirne hele - hela.
dor hate lawê beravî,
xudanê rima ziravî,
xwezîya wî şeřî tu li navî.
dor hate lawê tîmarî,
xudanê sore savarî,
şûr hilda çû qîfarî.
dor hate lawê mendesorî,
şeřada tî bi zorî,
gava bû şeř, go: «ez bi gorî,
namûs destê min buhurî».
’eskerê şah ûre bire kelê. şah jî tacek hilanî, anî bide dîya xanê çengizêrîn, go:
- emê avê berdin ser kelê, go, hergê hûn bêne rayê, teslîm bin.
dîya xanê çengizêrîn dîna xwe dayê - hatin tije kelê bûn. ewê û bûka berî hingê top, cebirxane hundurê kelêda çel kirbûn. çû serê kelê, miştika xwe tijî titûn kir, agir danî ser, got:
- paşî van nevîya, paşî van kuřa, paşî van xorta - ez ravim navê kurmancyê xirav bikim? ez tu tacî nadme serê xwe- em xwe dikujin, navê rayê naynin ser xwe, - û cigara xwe dibe jorda nav cebirxanêda dikute.
agir bi top û cebirxanê dikeve. ’eskerê şah temam qiř dibin.
jina ’evdêle, wekî hemle bû, her ew xilas dibe ji wî agirî. kurek tîne. silsileta wê malê hê heye û her sal hê - hê zulimkarara şeř dikin bona azaya xwe...
aqa!