1- dimdim

From the Book:
Dimdim
By:
Hajye Jndi (1908-1990)
 2 minutes  602 views
hey dimdime, hey dimdime,
weyla dimdimo, xan têda.
top û tiveka girme - girme,
weylo dimdimo, xan têda.
şahê ’ecem hatî ser min,
weyla dimdimo, xan têda.
dimdim berekî berzere,
weylo dimdimo, xan têda.
şah û ’ecem hatî sere,
weyla dimdimo, xan têda.
nekir çar û nefere,
weylo, dimdimo, xan têda.
dimdim berekî asêye,
weyla dimdimo, xan têda.
top û tivekan ketne rêye,
weylo dimdimo, xan têda.
xanek hatî ji tewrêze,
weyla dimdimo, xan têda.
ber û derman kirîye rêzê,
weylo dimdimo, xan têda.
xanek hatî ji hurmyê,
weyla dimdimo, xan têda.
hefit sal ma ser gemyê,
weylo dimdimo, xan têda.
go: «ez biçim ser xana kirmancyê»,
weyla dimdimo, xan têda.
derê dêrê meydane,
weylo dimdimo, xan têda.
xana dimdim pê îmane,
weyla dimdimo, xan têda.
dimdim berekî beristî,
weylo dimdimo, xan têda.
top û tivekan lê duristî,
weyla dimdimo, xan têda.
ber ji bera neguhastî,
weylo dimdimo, xan têda.
dimdim berekî avêda,
weyla dimdimo, xan têda.
top û tivekan hatî lêda,
weylo dimdimo, xan têda.
dimdim berekî beřeşe,
weyla dimdimo, xan têda.
top û tivekan jê hilkişe,
weylo dimdimo, xan têda.
şayê ’ecem bû gamêşe,
weyla dimdimo, xan têda.
xank, tu xanê kirmancî,
weylo dimdimo, xan têda.
tu qebûl bike vî tacî,
weyla dimdimo, xan têda.
sibê tu ber topan armancî,
weylo dimdimo, xan têda.
xano, tu xanekî kopî,
weyla dimdimo, xan têda.
berf û baran tê wek şilopê,
weylo dimdimo, xan têda.
xanê ’ecem revî kûpê,
weyla dimdimo, xan têda,
weyla dimdimo, xan têda...