2- dimdim xan

From the Book:
Dimdim
By:
Hajye Jndi (1908-1990)
 1 minutes  463 views
dimdim xana ji berjêrî,
xiramokê, ji berjêrî,
hey dimdim xan!
swarek şeng hate ber dêrî,
xiramokê, ji berjêrî,
hey dimdim xan!
destê xwe da destê perî,
xiramokê, ji berjêrî,
hey dimdim xan!
ji ’eşqidana hisretkarî,
xiramokê, ji berjêrî,
hey dimdim xan!
nav xanada tu xandarî,
xiramokê, ji berjêrî,
hey dimdim xan!
nav ’alman tu navdarî,
xiramokê ji berjêrî,
hey dimdim xan!
ser ’egîtan tu serkarî,
xiramokê ji berjêrî,
hey dimdim xan!
nav behra sor melewanî,
xiramokê, ji berjêrî,
hey dimdim xan!