12- xanê dimdim

From the Book:
Dimdim
By:
Hajye Jndi (1908-1990)
 12 minutes  592 views
şahê ’ecem diçî sitembolê distîne. îdî lihê pîrek heye: kuřê wê li ber milê digeřîne li nava sûkêda. uwekî ’ecem şîrekî lê dixe, milê wî dibrîne. îdî qase zemanekê dimînî, heta deh sala, barîş dibin. sîlḧa xwe dikin, rûdnên şêwra xwe dikin, îdî padşa dibêje:
- emê çi bidne şahê ’ecem?
hema wê wedê pîrek kuřk dibe ba padşa, dêjî:
- çengê kuřê min hatîye biřînê, ez hîvî dikim komekê bide kuřê min.
îdî kuřk zef rind kuřk dibî çarîk dibî, îdî padşa ji xwera hiltînî qaweçî.
wextê şahê ’ecem û padşayê tork sîlḧa xwe dikin, îdî dêjete şahê ’ecem:
- tu çî dixiwezî bidme te hedîya?
dêjî: - min tişt naxwezim, tu bide qehweçyê xwe.
padşê tork ew kuřk da şahê ’ecem. hatne welatê şahê ’ecem. îdî şah ’ecem fikirî: «ev kuřk zef rinde». zef jê ḧiz kir, rabû jêra çeng zêrîn çê kir, kire gazî, qîza xwe dayê - ji xwera kir zeva.
salk dudu, heta sê - çar sala ma ba wê.
rojekê rabû çûne deştê - şah û xanê çengizêrîn. îdî rastî şivanekê hatin. şivan fikirî, şahê ’ecem nas kir, rabû kode şîr ji bona wana dot - bir danî ber wan: bilûra xwe danî ser koda şîr. şahê ’ecem raza bû, şivan zivřî çû ba pezê xwe.
xanê çengizêrîn nihêrî ji kepyê şahê ’ecem mêşek derket: qulka bilûrêra çû, çû kete nav qûçekîda. xanê çengizêrîn pey wê mêşêda çû, çû derkete wêderê - eva nav qûçêda xizne - defîne. rabû ew qûça serveda, nîşan kir ji xwera, zivřî hate ba şahê ’ecem. mêş jî zivřî hate kete kepyê şahê ’ecem. şahê ’ecem hişyar bû, go:
- xanê çengizêrîn, min xewnek dîtîye.
go: bêje, şah, ka xewna te çye? xudê xêrke, xewna te çye?
go: - min dît ser behra sipîra çom: çome ketim defînekê, go, min defînek dît, go, îdî nav tu qirarada aqa zêr defîne tune.
- êh, - go, - şahê ’ecem, go, ew ne xewne, ew xewneřojke.
zivřîn hatne mal. ço mala xwe xanê çengizêrîn. du kuřê xanê çengizêrîn hebûn, gote kuřê xwe, go:
- vê êvarê ez diçme dîwana şah, hûn herdu werne dîwanê. hema hûn hatne dîwanê, herdu li hevdin, hevra şeřkin. hingî bêjne: «çye»? qet xeber nedin, dema ji we dipirsin: «hûn çi dixazin - li hev didin?»tu bêje: «bidete min», yê biçûk wê bêje - «bidete min». ewê bêje: «çi deme we»? hûn bêjin: «em ehlê çyanin, nikarin bajêr qêm kin, bêje - cihê çermeke ga bide me, emê ji xwera çyê xanîkî çê kin»
dema xanê çengizêrîn ço dîwanê, herdu kuřê wî jî pey çon û herdiwa li hev da: hevřa şeř kirin, hingî şah go: «çye?»qet xeber nedan. dema ji wana pirsî:
- hûn çi dixiwezin li hev didin?
ewî got: - bi dete min.
yê piçûk got: - bidete min.
şah got: - çi deme we?
wana got: em ehlê çyanin, nikarin bajar qem kin, - gotin, - cihê çermeke ga bide me, emê ji xwera cyê xanîkî çêkin.
şah dêjî: - heřn, kuřê min hûn çiqa dixiwezin - min date we, ji xwera hildin.
ew dêjî: - na, tenê cihê çermê gakî dixiwezin.
xelîfe dêjî şahê ’ecem:
- nede cihê çermê gayî,
paşê ji tera dibête serêşan.
şahê ’ecem dêjî xelîfe, dêjî:
- ew xanê çengizêrîne,
tu cara gel min nabî xayîne!
here min da we çermê gayî,
ji xwera bikin mal avayî.
xanê çengizêrîn çi xanekî bi fêle:
çermê gay kirîye divêle,
girtîye deşt û nihêle,
tiştê beryê nahêle.
îdî rabû şande bajêr - p ênisd hev hosta û şagirt girtin.
meh hatî mehka yekane,
xan seknî li ser hostane:
- bi koln xîmê kelhane.
meh hatî mehka dudane,
xan seknî li ser hostane:
- hûn bavên yizdê birçane (sûr).
meh hatî mehka sisyane,
xan seknî li ser hostane:
- hûn çêkin seblixanane.
meh hatî mehka çarane,
xan seknî li ser hostane:
- hûn îro çêkin barûdxane.
meh hatî mehka pêncane,
xan seknî li ser hostane:
- hûn çêkin cihê aẍalerane.
meh hatî mehka şeşane,
xan seknî li ser hostane:
- hûn çêkin cihê xulamane.
meh hatî mehka heftane,
xan seknî li ser hostane:
- hûn çêkin koçk û dîwane.
meh hatî mehka heyştane,
xan seknî li ser hostane:
- hûn çêkin cihê beglerane.
meh hatî mehka nehane,
xan seknî li ser hostane:
- hûn çêkin cihê ḧûrî - peryane.
meh hatî mehka dehane,
xan seknî li ser hostane:
- hûn îro çêkin cihê xadmane.
meh hatî mehka yanizdane,
xan seknî li ser hostane:
- hûn îro çêkin cihê xanmane.
mehka danizda temam bûye,
xan dimdim fikirîye:
qisûr jê ne dîtîye.
payze, berfê alandî,
deşt û zozan werandî,
xanê çengizêrîn karwanê şahê ’ecem şêlandî.
payze, berfê sipî kirî,
deşt û zozan werkirî,
xanê çengizêrîn karwanê şahê ’ecem batmîşkirî.
danizdeh heywan, çiqa ’eşîr heye hemû berev kire ba xwe.
xelîfe go: - çi sibeye, sibe zûye,
go, şahê ’ecem, min xewnek dîye.
go: - ka bêje, xewna te çye?
go: - xanê çengizêrîn karvanê te batmîş kirîye.
go: - xelîfe, lezke û bilezîne,
tu kaẍezekê binvîse -
ji xanê çengizêrînra bişîne.
bêje: «xano, xanê kurmancî,
tu qebûl bike vî tacî,
heke na, sibe te ji ber top û tivniga kême armancî».
kaẍez bir da destê xanê çengizêrîn. xanê çengizêrîn kaẍezê nihêrî, têda nivîsîye:
- xano, xanê kurmancî,
qebûl bike vî tacî,
heke na, sibe te ji ber top û tivniga kême armancî
kaẍezê şahê ’ecema çirkandîye,
go: «ez xanim, xanê kurmancim,
qebûl nakim vî tacî -
mineta te qet hilnagirim.»
kaẍez anî danî destê şahê ’ecem, kaẍeza wî qebûl nekir, kire gazî:
- xelîfe, go, lez bike, bilezîne,
tu kaẍezekê lêke,
bi alyê ’ecemada bişîne.
xanek hatî ji hormyê:
hefit sale tê ser gemyê,
«emê biçne ser xanê kurmancyê».
xanek hatî ji terdevêle:
ne rûye, ne simbêle,
«emê biçne dimdimê xirab bikin -
cihê bikeme gakêle».
xanek hatî helamaste:
dêjî: - gelo cihê dimdimê hê saxe?
xanek hatî ji wê alî:
erd û ’ezman ji ber dinalî,
ço danî taxa nizarî.
çi sibeye, sibekî zûye:
kuřê xanê çengizêrîn ji xew rabûye -
dora dimdim ’esker, çadir û xêbat berdaye.
ço gote bavê xwe, go:
- hingê sitêrê li ’ezman,
hingê birçimê daran -
’eskerekê dor xanê me danîye.
xanê çengizêrîn got, go:
- ew ne ’eskere, ew karwane, karwanbaşîye,
sive baça min li ser wane,
ekî na, ya minkya wan li hevdane.
digotne: lawkê mizûrî,
heriçkê guran dizûrî.
go: - xazî dema bibya şeře -
bibûma gurekî, biketama ber ava misûrî.
dema bû sibe, îdî şeř kirin: bû şeřê wan.
law hebû - lawkê berwarî:
xudanê şîrê du devî,
dikujî herçê li ber dikevî.
dor hat lawkê hekarî:
misryê cewahir tarî,
qutkir taxa nizarî.
dor hat lawkê cezarî:
misryê cewahir tarî,
kuşt herçê k ber dikevî.
dor hat qere - qumbaranî:
hefit cara şikênand komê ’ecemî,
kuşt herçê k ber dikevî.
xulamekî wî hebû- meḧmûdokê nemayî:
tîr kaẍezê pêçayî
avête dîwana şahî:
«kanîya dimdim ber berê zerbadayî,
nîşanê wê ser solê danyayî».
go: - bişînin, hey bişînin -
meḧmûdokê nemayî bînin:
- te çi dixazî bi kêfa te bête?
- herkî şeřme, hekî fêhête,
min bûka mîr xan divête.
şah go: te çira bi xanra bêbextî derketî?
go: mehya metelekî hêşîne:
her înyê yek zêr bi wê bi min tîne.
şah go: - meḧmûd, go, min hene sed xulam byanî,
rojê didme wan kerek nanî,
tucar ber min naken ewanî.
şah go: - bînim, meḧmûdok bînim,
devê topa bixînim,
gel dimdimêva bişînim.
înandin, înandin,
meḧmûdok înandin:
devê topa danandin.
gel dimdim veşandin,
xelk ’ecêva jê dînandin.
îdî şah ço ber berê zerêk
kanya dimdimê birandin.
av li serhincan kêm bûye,
mala xanê çengizêrîn ji tehna hêsîr bûye.
xan go: - hewara min û xudê ewrê reş û terî:
tavyak baranê bibarî.
hewara min xudê ewrê nîsanê,
tavyek baran nîsanê,
tavyek baran dîsanê,
em kamil biken îmanê.
av serhincan zef bûye:
mala xan şeř kirîye.
dimdim berekî hêşîne:
sed topa lê dişîne,
kes mical ji dimdimê tunîne.
dimdim berekî qone:
lê bide tivek û tone.
dimdim berekî raste:
sed top lê bû haste.
av serhincan kêm bûye,
mala xan ji têhnan hêsîr bûye.
xan go: - em biçnê, hey biçnê -
mirin çêtre ji vê jînê.
hefit sala bi ava baranê şeř kirin.
xan go: - emê biçin,
- jinara go, - hûnê bimînin ji bo kînen?
ewan fîncanê jehryê danîne ber xwe,
go: - dema hûn bêne kuştin:
em hemyê jehryê veduxun -
em ji bo kesekî namînin.
xanê çengizêrîn gote jina xwe, go:
- qutîkê zêr - baznê,
tu venexwe bi tenê,
tu were ser bedenê,
tê sibe çend serî ber destê min bêne jê kirnê.
hey rabû, rabû, rabû,
sîlḧo bejnê duta bû,
rextê xwe derî pêçabû,
hîvya xanê çengizêrîn mabû.
hey rabû, rabû, rabû,
lawê cizîrî rabû,
sîlḧo bejnê duta bû,
rextê xwe li derî pêçabû,
hîvya xanê mezin mabû.
hey rabû, rabû, rabû,
lawê hekarî rabû,
sîlḧo bejnê duta bû,
rextê xwe li derî pêçabû,
hîvya xanê mezin mabû.
hey rabû, rabû, rabû, lawê berwarî rabû,
sîlḧo bejnê duta bû,
rextê xwe li derî pêçabû,
hîvya xanê mezin mabû.
hey rabû, rabû, rabû,
qere - qumberanî rabûn,
sîlḧo bejnê duta bûn,
rextê xwe li derî pêçabûn,
hîvya bavê xwe mabûn.
hey rabû, rabû, rabû,
xanê çengizêrîn rabû,
sîlḧo bejnê duta bû,
rextê xwe li derî pêça bû,
hîvya şeřê xwe mabû.
dor hate lawê berwarî:
xanê mîrê misryê cehwar tarî,
qutkir ordîya nizarî.
dor hat lawê cezarî:
xanê şîrê du devî,
dikujî herçê li ber dikevî.
xan go: - bînin, bînin, bînin,
telpa zêra bihelînin,
şîrê xulaman bi kalametê bikşînin.
înandin, hey înandin,
telpa zêra helandin,
şîrê xulaman kalênva kişandin.
xanê çengizêrîn ço ber derê xelîfe, go:
- xelîfe, min bihîstîye te şîrek kirîye,
ka hisnê şîrê te çye?
xelîfe heye xulamekî nezanî:
şîr kişand ji kelanî, da destê xanî.
xan go: - xelîfe, hisnê şîrê te hisnekî lehûro,
misryê cehwarê sore - navbirî tov gindoro.
go: - xanê çengizêrîn,
hisnê şîrê min hisnê derzîye,
misryê cehwar tarîye.
hisnê şîrê min hisnekî piř başe,
baxşîşê wê aşe.
xanê çengizêrîn go:
- misryê şîrê te gelekî başe,
mizgînya wê çil aşe,
şîrê te hisnê derzîye,
misryê cehwar tarîye,
ḧalê te ji destê min çye?
go: - xano, we meke, tu we meke,
destê xwe ji qevda şîrê min veke,
mehdera serê xwe bike.
xan şîr bi kalênva li sitûyê xelîfe da, go:
- hele li hosta, şîr siqa kirîye.
nav rûyê hespê û xwe danî.
dya xanê çengizêrîn lê kir gazîye, go:
- hele li maka te anîye,
şîr bikşîne ji kalînî,
da bibrî hesp û xudanî.
şeř, go, derayî beřoje:
şewqa şîran bûye roje.
şeř ço dereke raste,
xwen bûye heçko maste,
xanê çengizêrîn go:
- ev şeře, şeřekî raste.
xelkê xanê çengizêrîn hemî xilac bûn,
wefa kirin çûne asmana.
xelkê şah zef man, ço ketne dimdimêda, ji xwera kêf dikin. dîya xanê çengizêrîn xulama li ba wê bû, gote xulam, go:
- çiqa ji te tê ji xwera zêr hilde, go, were ba min.
çû ji xwera zêr anî, hate ba dya xanê çengizêrîn. dîya xanê çengizêrîn go: rasta barûdxanê qulke, qelna min dagre, agirekî dane ser. go, a piştî kuřê xwe namînme sax, lê tu here xwe xilaske, ezê agir bidme xanê dimdim.
kulav hilanî, agir berda barûdxanê. dema agir kete barûdxanê, agir girte barûdxanê- de çiqa ’eskerê şahê ’ecem hebû, hemî xanda bûn: agir girt, çi ko zelam, xan, gişk têda şewtîn.
ew bû, temam bû!