serî zułifit, be řûy řoja, le ’esirit tîreşew dênê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  467 views
serî zułifit, be řûy řoja, le ’esirit tîreşew dênê
le şama nasîyet, wek subḧidem, asarî xew dênê
řewaye ger bizanî mahî dûhefteş beqay nabê
xemîdeqametim herdem be yadit mahî new dênê
řehînit ger qubûł bê, qîmetî boset mu’eyyen ke
le beḧrî dîdeyî merdum lu’lu’î eşkim girew dênê
kesêkim narde dûy diłber, yekê çû bade ḧazir ka
ne ew hat û emî hêna, ne em zû dêt û ew dênê!
meger merg aştîy ten da legeł balînî asayş
newîd, ey canî bê taqet! ecel wa dêt û xew dênê!
be řencim gendumîngûnî le xermanî meḧebbetda
cefa û cewrî be xerwar û wefa û lutfî be cew dênê
be hedye kuḧle bo «salimPen name», seba ’ehdî legeł kirdî
heta bextit weha sist bê, ne lem dênê, ne lew dênê