be tedbîrî me’îşet her kesê meşẍûłî karêke

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  376 views
be tedbîrî me’îşet her kesê meşẍûłî karêke
minî bê maye karim, muttesîl, sewdayî yarêke
le cem’a lêm neşêwê, ger ḧîsabî mû be mûy zułifit
be ta ta bîjmêrim, ’etrî her tayêkî barêke
be ḧukmî cazîbey to bû, geřanî min be dunyada
bełê, «ḧibil alimtînArabic»y mîhrî toş meḧkem meharêke
be řaḧet muşkîle jêr ser binêm, min destî asayş
serî zułfêke destigîrim, ke her mûyêkî marêke!
le diłma baze bo ḧusnî ḧeqîqet dîdeyî batîn
mełên ’îşqî mecazim her leser bos û kenarêke!
eger ferzen le qałbida be quwet tabî fîlim bê
kemendî ustiwarî gerdinim lew tuřře tarêke
le dewranî meḧebbetda be ’ehdêkit wefa nakey?!
xîlafî ’ehdî to «salimPen name» leser şerit û qerarêke