’ebdî ton, barî xudaya! çi ẍulam û çi nedîm

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  445 views
’ebdî ton, barî xudaya! çi ẍulam û çi nedîm
îḧtyacin be wezîfet, çi geda û çi ne’îm
be kerem dawte ḧeyat û be řeḧim quwet û qût
lazme sucdeyî şukirit, çi kerîmî, çi řeḧîm?
peřekahêke le lat kullî cîhan, herçî heye
ḧadîsêke le nezerta, çi cedîd û çi qedîm
řûbeřûy cunbuşî qehirit kemerîy ko mûre
le kefî qudretî toda, çi ze’îf û çi zexîm
le yemî mu’cîzeta qetreye enfas û kelam
herdû la şahîdî ew qewle, çi ’îsa, çi kelîm
tacîr û sa’îy û mellaḧ û berîd û derwêş
kes bedernaçê le mułkit, çi musafîr, çi muqîm
ey ḧekîmî ezelî! çarekerim toy be kerem
nebzî her kes le keftidaye, çi salimPen name, çi seqîm