bo geřanî aşî dił firmêskî çawim bû be yem

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  443 views
bo geřanî aşî dił firmêskî çawim bû be yem
bo minî bêkes mizey nabê, be ẍeyrez derd û ẍem
kafirim ger beḧsî bitxane û ciger lat bênme naw
bo minî şeyda, hemîşe, ey semenbo! toy senem
lafî danayî çilon lê dem le xizmet mehweşa
’îşqî diłber bo xeberdan gurge bo qelbî ẍenem
ça bû teskînim ehat caran be eşk û ahî xwên
lem deme bo min, dirêẍ, emşew ne dem mawe, ne dem
bo sefî mecnûn lan, ahû le řemda řam debê
beřře’ahûy min lepaş řambûn debê binyad řem
bê tebessûm kirdinit ’uqdey diłim nabê guşad
sa dehen waz ke be xende def’eyê, ey ẍunçedem!
nusxeyî ew xałe nedrawe le textey řozgar
řoḧ deka beste le nerdî ’îşqî ewda xałekem
xusrewî xuban guzer ka ger, be payendazîy ew
çaw le eşkî nuqregûn deřjênê dînar û direm
kê witî: salimPen name le ’îşqit ’acze! ba pêt biłêm:
řastî wallihîArabic diroy meḧze, be mergî to qesem