serê 1
From the Book:
Siyabend û Xecê
By:
Samand Siabandov (1909-1989)
38 minutes
1044 views
bihar bû, bihar, gul - sosna bî nidabû,
ji baranê, kesk sorê şax vedabû,
avêd berfêd belekîya pêl dida,
ji quntarêd çya dikşîya,
pêlêd sipî diketne nav gelîya,
dilezyan, خۆە dighînandine çayra,
xwe dighînande deşt û zozana,
nolê kamçyê dest ḧuba yara.
bîna cinetê ketîye mêrg - çîmana,
çya xweş kirbûn bengizê zorana,
dinya ji xewê rabû tevî rihana,
gundê silîvanê bi surîyê qerqaş,
bi koç - barxana, bi kilamêd ze’if xweş,
rêyîd sîpanêye bedew, wir nolî gogerçîn.
dikşyan nola lêmiştê, nolî kilamê dengibêj,
komê qîzaye bedew, wir nolî gogerçîn,
’ewtîna kelba - qurtîn û qujîn,
û xortêd bedew, ku runiştîye nav zîn,
ew diçûne çyê ji dest germa deştê,
û ji berbanga sibê, ḧetanî êvarê,
bi kilam û xeberdan ketbûne rê.
lê - lê, weylê,
vî ’erdî, vî ’ezmanî,
vê derdî, bê dermanî,
bilbilê malşewtî,
ser belgê darê dixune,
şêst û şeş zimanî.
lê - lê, terezê, terezbavê
toyê xelqêřa kêf - ḧenek laqirdîyanî,
min ’evdelîřa kêr bi duzanî,
tu ramusaneke bide min pizmamî.
bûkê salê, kevanîyê malê,
kevotka berî palê,
şekirê nav dezmalê,
belekîya ji berwarê,
te’va havînê dayê,
jorda ḧelîya hate xwarê.
xezalê vê newalê, kêfruşka li vê palê,
birincê deşta ’ecemistanê,
kişmişê deşta ’ecemistanê,
serdilka dilê min ’evdalî.
lê werdê, ha werdê,
av sere, tasê werdê,
biře syarê syar bûne,
dilê minřa çûne cerdê.
ew dilvîn bin peltî ’ewra,
ku tenê teyra kirbûn cyê seyra,
wekî ew ruḧ û canê kesrî,
’emrê ber kermê tu nestirî,
heře serî çyê ’ewřa hemêzke,
kîn û kulê xwe ’erşařa veke.
li řo’avayê nolanî gindor,
teva cincirî, nolî kura sor,
xatrê xwe xast bere - bere,
da palîya piş çyayê lapî sere,
û warê xwe hîşt boy şeveřeşê.
ew koçêd dirêj seknîn fêza rê,
barxanê giran danîne ’erdê,
boy vegirtina kon digrîyan cyê xas,
hinek digryan, kuřê xweyê ne’is,
ku paş ketbun, boy wan, her cîya yek,
dibê ku wan dajot peza xwe kolk,
dilê dê - bavê xwe ne kevre.
boy ewledê xwe tu nastire,
lê kulfetê kurd - ewî canpolat,
ewî dilbirîn, ewî dilşewat,
cem wêya tune dexestî, celbitî,
bona wî tune keser, reḧetî,
ew zu top dika dor - bera qirşa,
kuçk datîne bin pařê ’erşa,
hevîr destirê û loşê sêlê,
zu bela dike boy şîva êlê.
hin vir, hin dera han, bi yek bangî,
li tev siteyrka bê ḧesab û ḧezar rengî,
agirê kuçka nav çola şuxulî,
bîna nanê loş, goştê qelandî,
şîrê tezedotî, hewa hingavî.
ḧetanî banga dîkê nîvê şevê,
deng û ḧisê koçervanê ber hewê,
cî - cîya dur, nêzîk dihat, hewa dihejand,
guhdarîya merîya berb xwe dikşand.
hele piş topkê şîn piste - pist bû,
kêleka zinara, ser fêza kanîya,
hele cî - cîya dihat dengê dilketîya.
lê xênî şivan û xênî gavan,
û kelbêd gurêx - ew ḧunrê wan,
her tişt ḧewřa çû, her tişt seqřî,
siḧetek - dudu ser wanřa fiřî.
hê teze kew ketbu sibê,
leyl û mecrûm derketin qulbê,
koçervan ji xewa şîrîn zu rabûn,
koçî wan nola zincîrê rêzbûn,
xatrê xwey çwînyê jî zozana xwestin,
qîz û bûka bi zelûlî kilam digotin:
«zozanê piřkanîne,
kulîlkê wana hêsrê xorit û qîza hildiçîne,
xwezla min wî bendîbe, kî çe’va dibîne,
dilekî na ḧezar dilî ḧebîne,
xortê tu sizřa diçe dibe bermalî,
çya û zozano, werin me vî ḧalî.
bira ew pêşî xêrê wayê qet nebîne,
kê ’edet hinarit şermê ser meda tîne,
wekî dergîstî ne bi dilê qîzê be, qîz nestîne,
lê wekî bistîne, ew ser serê wê, nolî ruhîstîne,
ne bi dilê xwe ew diçe dibe bermalî,
çya û zorano, werin me wî ḧalî».
hela şînayî ji qiřavnê zuha nebûbû,
hema wê demê pîreke belengaz wê derê peydabû,
mêşko hildabû bi kincêd qerpal,
ji gundê nêzîk ew derketbû ji mal.
koçervan paşî riḧetbuna şeva giran,
hêdî ji cî leqyan û rê ketin,
pîreke belengaz, bêxwey û xudan
ji dewsa konekî, diçu dewsa konê din.
wekî çarekê ḧalê xweye belengaz bike,
ji belengazîyê siḧet xişmî,
ser û suretê wê temam qirçimî,
timê tu nebûn ber belengaza,
ber bi dewletîya naçe, naxweze.
pîra belengaz hatbû parsê,
destixe zîtolê kevne libasê,
yanê pe’rî nan, yanê gorekê,
ji dewsa warê kon colekê.
lê nişkêva wê vir dengek bihîst,
dilê pîrê zû davît û dilîst,
ew nolî dîna, ew nolî sema,
kaske destida li cêy خۆەدا ma,
ricfî vira dest û pê wê,
ji dest dengê zařê, ji destî sawê.
girîna zařê dihat û dihat,
pîrê çe’vê xwe wan dera geřand,
wê ji guhê xwe qet baweř nekir,
tirê çivîk bû, durva gazî kir,
guhdarî neda, got: «guhê min sistin,
qajîna teyra min tirê zaře».
lê geřa xwe wê dîsa dest pê kir,
dengê girî dîsa durva ducar kir,
pîrê gazî melekêd qenceyê kir.
hêdî - hêdî xwe nêzîkî deng kir.
û nav pelaxa ḧetanî çoka,
wî dît pêçeka zara bişkoka.
ew zar ewî ji ’erdê hilda,
û pêçeka wî zu - zu wê vekir,
destê wî ji kinick benka azakir,
ewî xurtik bû, nolî sêva sor,
nola belekîya, nola hinara mor.
pîrê lê meta mabû, dil lê şabû,
çaxê dest û lingê wî ji pêçekî azabû,
ewî dest û lingê xweye azarî bakir, şabû,
ew nedgirîya, na, qet nedgirîya,
te digot qey ewî şikyat dikir,
wekî ew hîştine qu nitara çya,
û reca dikir ji ’emrê xwey aza.
bi omday ew zař ḧemêz kir,
nolî dîya ḧelal soretê sor paç kir.
ne ew jî dê bû, dilê wê bû kizîn,
kî zane, kê bû dîya kuřkê evîn,
kî bû bavê wî, yanê bê bav bû,
dest tu nebûnê, dest çi sexîrîyê,
dê - bav zař avît nav zelulîyê.
zudabû, hele gelek zûda,
wexta sexîrtîyê derê wê kuta,
ji bextê pîrê wira bû bager,
bagerê sotin pîrê dil - ceger,
mêrê wê kuştin, ew mane êtîm,
ber dergê xelqî, ew birçî û tî.
nava salekê zařê wê bineviş,
ḧemû wefat bûn dest xwerîyê reş.
û ew tenê ma, nolî dara bî,
bê kuř û qîz û timê birçî.
niha dîsa careke mayn,
bû xweyê zařê û gula wê geş bû,
dilê wê şabû, ew bextewar bû,
zař bire holkî xweye bin’erd, te’rî,
zû av lê kir û pêřa, şabû.
jêřa bi dilê xwe kinick dirut,
kire colangê, jêřa kilama kuřê got,
çimkî ewê ew dîtbû ser rê,
serê rîya şêr û ’egîtêd sibḧanîyê,
bona nav û dengê wane mêranîyê.
dayka:
lurî lawo, tu topraxa ’egîta,
lurî lawo, tûbbe zor mêrxasê cima’eta,
deşta silêvî, wê bi çayre,
tu mezin be nolî fêrze,
lawê xurtik mezin be, çawa ’egît.
çi dezsimala gulî - gulî,
tijî sêva û tirî,
para kuřkê minî xurtikî
çya negeře, çya sarin,
pê gula neke, ji xwe bêzarin,
ez û kuřê xwe van şênkaya bigeřn.
keser dilê min çû xarda,
sazbend sazê xwe anî jorda,
nizam îsal çi got, çi xeberda,
kuřkê minî nizane û bêxeme,
dayk dilûrîne, dilda xeme.
lurî lawo, lawê min kuřîne,
êla me wê bi sitrîne,
ezê navê lawê xwe daynim,
syabendê silîvyêye.
navê tifal danî syabendê silîvîyê,
kuřî çê delalîyê pîrî,
û pîrê ji dîtna syabend şûnda,
ro - bi ro cahil dibû, gul vedda,
ro - bi ro siḧeta teze,
dilê wêy re’mida dibeze.
şev û ro, ber vî derî û wî derî,
xebata xelqêye girane çetnî,
xweřa bi zelûlî ew mezin dikir,
nola kulîlka pê şadbû bîn dikir,
bi ruḧê ’egîtîyê fêrz terbet dikir.
syabend bin destê pîrkêy re’mida,
zu mezin dibû û gul dida,
ew hela ḧevit salî tinebû,
ji nav zařê çaxê xweřa berb çe’iv bû,
bi qewetê û çapkîyêva ew xofa gişkabû.
çaxê syabend bû dehsalî,
her ro cînar, herřo gundî,
dihatin bal dya syabend şikyat,
- rayê bike kuřê xwey har,
ew řojê serê yekî dişkîne,
milê yê mayn cî derdixîne.
gele tiştê dujminatîyê pêşda tîne, -
borcê giran dane ser pîr daykê,
syabend şîret ke, derxe ji wê dilkê,
wekî ew zařa neçerçirîne,
û wan nexe, wan negeřîne».
pîrê diçe nava malê,
syabendiřa dike wê ḧewalê:
«syabend, lawo, siḧet û qeweta min,
tu orta min û qenatê min,
tu çiřa milê zařa dişkênî,
wana dixî, dila xwe dihêlî,
çî te wan ketîye, ewana çi te kirîye,
çi zirar dane te,
na axir ewana hevalê tene,
teřa dilîzin, ew gunene».
syabend:
«na, na, dayê, ew zařêd xirab.
tu cara nikarin minřa bibne heval.
dayê ewana teřa rast negotne,
ez dest nadme zařêd belengazane.
raste, min serê qero şikênandîye,
çimkî ewî mirîşka pîrka zoza belengaz dizîbû.
min milê çaçan cî derxistîye,
çimkî ewî ḧesoyê feqîr biçûk kutaye,
daye giryandinê û çêřî wî kirîye.
min cuřekî mayn nekirîye tucar,
çimkî ewana niheq bûn, dya mine re’midar,
min bihîşta gedê belengaz bikutana,
payê xwe bidana û bêxem bigeřyana?
ne te ez şîret kirme, bi gilîyê xas,
wekî ez heřme pişta merîyê belengaz.
wekî ji diza em ḧeyfê hilînin,
zor ba zulimkařa biḧnicirînin.
dayê, fe’im dike, wekî syabendê delal,
pişta rastyê seknîye tim car,
gilya fe’im dike, rast difkire.
dayê duşurmîş dibe, ’enya wî paç dike.
ji wê yekê gelek sal derbazbûn,
syabend ro - bi ro mezin dibû,
bû xortekî fêrzî û rindî ’egîtî,
bi xîret, ser xwe û heval - ḧizkirî,
bi dil saxlem û xweyê dilsaxîyê,
lê tu kesîřa neçû alçaxîyê.
cahla timê peyê syabend didan,
ew kiviş dikirin ser karê xwe,
çaxê renicber diketne tengasîya giran,
gazî syabend dikirin, wekî bike alî wan,
pez - dewarê dizî ew pařa bîne,
diza, miftexura biḧnicirîne,
şivan û gavana bêy syabendê silîvî
tucar nanê xwe nedkirne nîvî.
syabend jî bilind digirt qedrê wan,
timê mîna şêra seknî bû pişta wan,
syabend hercar, ḧeta berbangê sibê,
kêleka kal û pîra çîrok dibhê,
hînî gilî û gotna dibû,
beyt û kilam hîn dibû,
yan jî, rojêd te’lî,
ser serê wanřa giran bihûrî.
şivanê kal:
eman derdo, derdo, derdo,
derda daye li ser derda,
emê ḧeta êvarê ketne
tefekurîya wan zařêd xweda.
eman derdo, derdo, derdo,
derda daye li ser derda,
bira agir bikeve mala
van bêşerim û kedxura,
vî ’erdî, vî ’ezmanî,
vî derdê bê dermanê,
bilbilê mal şewtî.
ser belgê darê dikir gazî.
eman derdo, derdo, derdo,
derda daye li ser derda,
kerî derketne ji zozana,
xwe dane palêd van çîmana,
ketne nav gul û sosna,
tê kalîna berxa û berana.
eman derdo, derdo, derdo,
derda daye li ser dera,
çya bilinde rê li beřa,
kesek tune van dera,
me xilaz ke ji kedxura,
azayê bîne ji meřa.
eman derdo, derdo, derdo,
derda daye li ser derda,
derdo tu nolî bûka salê,
nolî kevotka berî palê,
dil û ḧinavêd min birîndarin,
destî van derd û kula.
eman derdo, derdo, derdo,
derda daye li ser derda,
rokê şivanekî derheqa eḧmedda,
gilî dikir û xeberdida,
syabend ew xeberdan rokî bihîst,
wekî nêzîkî ḧidudêt welatê ’erebe,
germî - gerimistanî, dijî cima’eta li wî alî,
ḧemuşka dida navê eḧmedê dewletî -
xweyê kerîyêd mîya û refêd hespa,
boşê devê wî diçêrin besta.
syabend wê rojî dereng vegeřîya,
rêva duşurmîş dibû, derheqa gilîya,
derheqa eḧmedda û wê xîretê,
xweyê gele hebûn û dewlet syanetê.
wextê gihîşte malê, bala xwe dayê,
serê dayê berda, bi destî tařkî,
dixebtî, de’in dikuta û çerçirî,
dilê syabend şewtî, ew vir kew girî,
çîkê agir dilê wî fiřî,
çe’iv tijî hêsir bû, ḧiş nestirî,
çawa kuzka ser sêla agirî.
ewî zef ji pîrdayka xwe ḧizdikir,
êdî nikarbû xwe zevit kira, ew ḧemêz kir,
bi dilê xwey kuřîn, bi dilê xwey kemal,
û gote dîya xwe bi evîntîya delal:
- dayê, ez meznim, fe’im dikim,
mira şerim û ’eyba ḧeta mirnêye,
wekî tu ber vî derî,
bi pořê xwey sipî xelqêřa bixebtî,
qote nan tînî û min xweyî dikî.
wekî tu destûra min diha bidî,
ezê heřme xebatê li bal eḧmedê dewletî,
ezê jêřa bikim renicbertîyê,
emê xilazbin ji ḧalê parsekçîtyê.
wê derdê pakin ji rênicberařa,
heqê baş û guclî didne rênicbera,
ezê bixebtim, çiqas qewata min heye,
ew emekê te li min kirîye,
ez wî tu cara li ’erdê naxim,
temê û şîretê teye rast, bîrnakim,
nola ronaya çe’vê xwe biqedînim,
çaxê ku ez hinek hebûn dest bînim,
binelîtyê li wêderê îzpat bikim,
ezê bême pey dîya xwe kemal,
bi şabûn wê bibme mal,
dayê, çi dibêjî, ez heřim yanê na?..
yan ser meda bê şipuka kula,
qet tu nabhêy axîna dila.
pîrê ber gotnê wî te’emul neda,
kire axîn û kuřîn ketê, girya,
zanbû, wekî emekê wê neçû deyna,
syabendê wî bûbû yekî usa,
çawa ku ewê dixiwest dîsa.
dayê ḧemêz kir kuřê xweye ’ezîz,
da ber dilê xwe, ew paç kir,
ricfî ancax xwe zevit kir,
îzna syabend da, du’a - oẍra wî kir.
«heře, ewledê minî fêrzî delal,
bira mirazê te nîvcî nemîne!
bira qeda û bela dûrî tebe,
bira xwedê te xweyke û rûspî ke
heře, lawo can, bibhê gilîyê min,
bibe xweyyê kesîb û fiqara,
çawa rêda, usa jî herdera,
eve gotna daykê ji teřa,
bîra xweda xwey ke evana gilîya:
«berf diḧele, çya dimîne,
çem dikşe, be’ir dimîne,
şêr dimre, çerim dimîne,
mêr dimre, nav dimîne,
dinyayêda tenê mêranî dimîne.
heře, kuřê min, oẍrabe teřa,
dilê dayka pîr nolanî be’ra...»
dê xebera xwe kutakir,
hêsrê çe’vê xwe temizkir,
wekî syabend nebîne hêsra,
ewê serê xwe bilind nedkir.
derxist ji xurca cihêz,
şe’ra xase, al - gevez,
ku anîbun xazgînîyê bermiraz,
girêda bedew dora kolos.
«bimbarekbe, ez ji vê řojê razî!»
syabend çok da ’erdê,
ramusa destê dê,
danî ser çe’vê xwe,
şe’rê dil disot,
paşê rabû, wa got:
«dema xatrê te, dayka delal,
tu neke xem û xyal,
ez nimz nakim kolosê delal,
ez bîrnakim gotnê te tucar.
- «berf diḧele, çya dimîne,
çem dikşe, berf dimîne,
şêr dimre, çerim dimîne,
mêr dimre, nav dimîne,
dinyayêda mêrxasî dimîne».
û syabendê silîvî kete rê,
diçû berb êla eḧmed aẍê,
ku bidîta xebat û sitar,
wekî ew li dinê nemînin bêçar,
kilama xerîbîyê digot xweřa,
«ez rêwîme, ezî li rême,
tevî - te’vî teyroka berfême,
ezê ketim cîkî xiřî - xalî,
nizanim rîya êla eḧmed maye kî alî.
lê- lê, weylê,
ev çi deşt û zozanin,
gul û çîmanin,
ezê heřme welatê xerîbîyê,
welatê xerîbîyê dilê minřa dure,
ba tê, baran pêřa dilîlîne,
bîna kulîlka ketye gelî- gubêzane.
lê - lê, weylê,
ev çi dinyayêye,
em pêřa ketnê.
dayê, ezê xerîbim ji silîvê,
ez we’dekî derbazkim li xerîbîyê».
diçû çyařa û banîyařa,
diçû gelî û gubêzařa,
diçû deşt û zozanařa,
diçû nava mêrg û çîmanařa,
rêwîtî dikir cuře - cuře merîřa,
komek dida feqîr - fiqara.
ze’if cara weyset hildida ji wana,
bi pirs û pirsîyařa,
dît êla eḧmed aẍa,
le ma jî gotin: merv ji pirsê,
dikare heře qudsê.
rîya xwe wî guhast, berb wî alî çû:
berb çyayê bilind ’ecele çû,
xemlîbû bedena çyê gul û riḧana,
dilvîn refêd bêrêvana,
kerîyê pez û berxa, revoyê hespa,
naxrê dêwêr û boşê deve,
wî bi ’edetê kurda selam da wana,
û ji wana pirsî bi dilê saxa:
«ev kerîyê kêne, gelî bira?»
şivan metel man û cab dan:
«kerîyê pezê eḧmed aẍayê êlîye»
«lê ev revoyê hespa ya kêye?»
«ev jî revoyê hespê kîye?»
«lê niha eḧmed aẍayê êlê li kuye?»
ew ser gilîyî syabenda ketin mitala,
ewan gelekî şikerbûn gilîya,
wana nête ke dinê birne dilê xwe.
xortekî destida ser qefza xencerê,
syabend nihêřî ji serî ḧetanî pê,
paşê ketin pey me’nîya pirsê:
«lê tu kêye?» xorit kete pey ḧisê:
dibe ku ce’susê wî bazirganbaşîyê merzî
tu hatî van dera tişta biḧesî?
malê me derdî bi fen û dexesî.
syabend:
ez tu bazirganbaşî naznakim vira,
ez syabendê silêvîme, ji êla silîva,
ez dixiwazim bibînim eḧmed aẍa.
şivan:
pirsa ’etib tê tinebe, bona çi gilî,
tu dixiwazî eḧmed aẍa bibînî?
syabend:
de çi gilî mebe, hunê paşê bizanbin,
syabend:
tenê hun konê wî nîşanî min bide.
lê pizmam, destê xwe ser xencerî hilde,
merv usa berbiřî mêvana nabe,
tucar tu şikbirî min nebe,
bi wê yekê tu min natirsînî,
ez neyê tirsême, tirs min diřeve,
pak ewe, em pizmamtîyê hevřa bikin!
kul - dedrêd kesîba qet nehnidikin,
tenê emê sibê kêrî hevdu bên...
wexta ev pirsana şivanê kal bihîst,
tamarê wî pêda lîst,
- em heřn, lawo, wî gote syabend,
ez dinhêřim twî mêrê merd...
mala eḧmed aẍada mêvan runiştibûn,
ev jî gire girê êlêye dewletî bûn,
ewana cab dane eḧmedê aẍayê bilind,
wekî mêrekî xerîb hatîye êla mezin,
dixiwaze te bibîne. nizanim çima.
got - wî bînne hunduřê konê me,
syabend vir birne alîyê dîwanê.
syabend selam da û temene bû ber aẍê,
aẍa otaxêda runiştibû ser xalî - xalîça,
tijî belgî bûn ber pala wîda,
rîdan dirêj, pêça sipî li serî,
dorê runîştîbun sê - çar êlbaşî.
tizbî dikşandin, ketbûn şêwrê,
dest wanda bû bextê wê dewrê,
bi çe’vê qelp syabend dinêřî,
bi fenî pirs kir ji wî:
eḧmed aẍa:
çawa dixunê tu ji van deranî,
tu merîkî xirîb ḧakmê mêranî,
bêje kuřê min, gutna te çîye?
bi çi xizmetê te derdê min vekirîye?
hema wî wextî aẍakî ser keçel,
zik qalim, bi çe’iv teyrê decal,
syabend nihêřî bi fene guřî,
paşê ber bi eḧmed zivřî.
aẍê:
lo eḧmed aẍa, pizmam, malava,
çi lazme merv bê wext bê bal we,
her rêwêkî, parsekçî mirdar,
bê odê, nolî gurê har,
ku odêda kêfa camêra xira bike,
ber me bikene, xwe nava gilî řaka,
te ’emir bida xulam û xizmetkara,
bira ber derî kerîk nan bidin koçera,
û berê wî bidin rê û dirba,
lê neku ew bên dîwana aẍa,..
eḧmed aẍa:
na xêr, usa pak nîne, lêzim,
mêvanê min merîkî hêjaye, syanet,
cem wana tune delka mixenet,
pak nîne merîyê xerîb merv bê ḧurmet ke,
carekêva ew yek camêrařa dest nade,
derê vekirîye, sivra min raxsitîye,
hertim bona rêwîya dilê min vekirîye,
dibe şuxulekî wî hebe, dilda kul û derde,
yan jî hatîye şêwrekê ji min hilde.
eḧmed aẍa vegeřîya alîyê xorit,
xeberê wî dilê êlbaşî disot.
syabend, ku seknî bû cîda, nedlipitî,
ewî pirs kir jê bi zarekî şîrin,
çawa bav pirs dike ewledê ḧizkirî:
eḧmed aẍa:
bêje, kuřê min, çima hatî welatê me,
xuwestin û xizmeta te çîye vira cem me?
syabend ber xwe diket boy pirsê giran,
ya wî aẍayê rûniştî cem wan,
ji zarê êlbaşîn ew hat ser ḧemdê xwe,
syabend temenebû û gote aẍê wira:
«saxîya te dixiwazim, aẍayê minî delal,
welatê meda derheqa te dibêjin gilîyê zelal!
ze’if peyê te didin merîyê rîspî,
çawa merîkî re’im, cem te tune qelpî,
me ze’if sekirîye, lê hindik dîtîye.
piş çya û banîya ji cîkî dûr hatme,
ez tayê tenême, xortekî serê xweme,
kesekî min tine, xênê dayka ’ezîz,
dilê wêy re’im û dilê temz.
min qirarkir, wekî ez bême êla te,
xebatekê bibînim, binelîtîyê vira îzbat kim,
çiku min sekirîye, bi çe’vê xwe bibînim».
eḧmed aẍa:
navê xwe bibexşîne, xortê delal:
syabend:
navê min syabendê silîvîyê, ez xulam.
xeberdana syabend lê timê şîrin,
ew bejna bilind û lêvêd narîn,
ew dêmêd kubar, nûr lê dibarî.
hemû şik metel mabûn wê şe’rezetyê,
û dest- pê wî mêrê qurbetîye.
eḧmed aẍa:
fikirî û lê xweş bû beşer,
wekî rastî wî hat ew xortê neder.
wî begemîya xweda syabendê silîvî,
ew kiviş kir seysê revoyê hespê ’erebî.
wextek derbazbû, syabend nasîya xweda,
merîya û nava şuxulê xweda qanx bû diha,
usa jî merîya ew diha nas kirin,
û dilê xwe syabendiřa vekirin,
eḧmed aẍa ew cêřband, ku çi merîye,
çawa dixebte, ḧeywan çi cuřeyî xweydike,
bi çi çe’vî milkê wî û hebûnê dinêře.
berb çe’iv bû xebata syabend nav ḧemya,
ḧemya be gem dikir dilxisîya aza,
û nava wanda, çawa şereza,
ew kiviş kir serekbaşîyê seysê hespa.
hê sala syabend temam nebûbû,
hela gelek gilya ew neḧesîyabû,
rojekê dît, wekî merî top bûne,
wê tên - diçin, her alîya dibezin,
dikirne piste - pist bi tirseke mezin.
dilê ḧemîyada tirs, çe’vê ḧemîyada xof.
kalemêr dibên «ax» ... jinê pîr dibên «of»...
te digot ser wanda tê bayê tofana serit,
yan jî birusk ji ’ezmana wanřa tîne derd,
syabend nêzîkî wan bû û dixiwest bizanbîya.
ew çi piste - piste û me’nîya gilîya,
le ew mêra vira bûn, zû dizviřîn.
tiştekî dinê digotin û dengî xwe dibřîn.
syabend bi wê yekê hat ser wê nêtê,
wekî ji wî vedşêrin wî tiştê netê.
ewî zanbû, wekî tiştekî nepak qewmîye,
cima’et ji wî feqî dike, wê qewmandinê.
ḧiş - aqil ji serê syabend fiřî,
hindik ma, ku ew kerba bigrî.
ze’if ber xwe diket, wekî cima’et,
wî gilî ber wî nakin mislet.
çawa ber merîkî xerîb û dereke,
ewana suřa xwe wî aşkere nakin.
bi guman ew çû çyê, nava şivana,
gazî wana kir û pirsî ji wana:
- gelî bira, çi qewmîye, çiřa hûn bê kêfin,
çiřa hûn qeflîne, werin bêjin min,
çi qewmîye, ji min vira vedşêrin?
wexta ez nêzîkî we dibim, hun newêrin,
wan gilîya ber min safî bikin,
ne ez hewalê weme, şerim nîne weřa,
ku jimin gilîyê xwe vedşêrin?
şivanê kalî dinêdîtî ji roja pêşnida
syabend ze’if begem kirbû, nolî kuřê xwe,
û axîneke kuř řahîşt, nêzîk bû,
û dest pê kir bi melûlî şirove şirovekir...
- syabend, delalê min, hela tû cahlî,
te ’emir nedîtîye, nizanî hur gilî,
çi qewmîye, evî welatê meyî şîrin,
dujmin lê bîterbûne, ser meda tînin şîn.
nahêln qet tiştek lê bêjê,
nahêln tişt bin re’ma xudêda zêdebe,
ne ḧeywan, ne teyrede, ne merî,
wekî bi xebata xweye ḧelal bijî.
teyr kewê digre û dipertîne,
piling xezalê, gur pez diřevîne,
lê zorbe jî - feqîr û fiqara.
zor û zulmê gelekî tînin kesîbařa.
gelek sal berî hingê mîrê ’ereba,
êrşî ser mekir, nolanî se’ba.
serbiharê nolî refê elka,
wana ji me dibir kerîyê mî û berxa,
zař dikuştin, dibirin qîz û bûk,
û em destê wanda lap bune pepûk,
niha jî wî kiviş kirîye ḧerafbaşî,
yê ku ser meda tîne nexweşî,
boy miletê me ew bûye dujminê xunxiwar,
’erdî meda hercya kuştin û her cya zare - zar,
ew ḧerafbaşî, nolî teyrê decal,
me vir purit dike, xweřa dibe mal.
her sal, hercar, me ḧurmet dike,
timê çok dide ser ruḧê me,
zeftikara dişîne, xerc dixiweze,
ceh û genim, rûn û penîr,
hespa û pez, zêř û zîf.
yê şuxulê xweda mijûle,
xwestina wî derengî dixe,
tê destê zorê dikute û fiř dike,
kal û pîra, zařê tifal napirse,
mala me xirab dike, wara nahêle ser war,
çi ku heye û tuneye, dibe, me dihêle bê par,
kê dikare pêşberî wî derê,
yê ku xeberde, zimanê wî jê dike,
cima’eta me qiflîye tirsa sawa,
nikare serê xwe bilindike tucara,
nizanim kîderê xebereke ne bi xêrîye,
gihîşte meda, du li vêderê,
ḧeřafbaşî derbaz bûye ḧidudê,
mîna de’bê çolê ḧucum dike û tê,
bazirganê wî seknye ser kanîya nezrwanê.
wexta syabend ew bihîst, wêderê.
bîr anî pirsê delala pîredê.
«komekê bide feqîr - fiqara êlê,
şêr dimre, çerim dimîne,
mêr dimre, nav dimîne,
dinyayêda mêranî dimîne».
syabend diha qet neseknî,
hespekê syarbû, ling kire zenguyê,
qilbu berb êla mezne xwe gumak,
gihîşte konê eḧmed aẍa,
gire girê gund runiştibûn konda,
syabend ji hespê banizda ’erdê,
tewaqekir, çu alîyê dîwanê,
aẍa ew yek zanbû zûda,
syabend dinhêřî pêřa - pêřa.
eḧmed aẍa:
îro çi qewmîye xortê delal,
kê tû bê ḧurmet kirî, ku hatî mal?
çima hêrsa tu rabuwe, kuřê min,
dibe te xoş nayê qeydê êla min?
syabend bala xwe da êlbaşîyê kal,
temenebû li ber, bi ḧurmetî çû bal,
ji çe’va pirîskê agir difřya,
û gotê, - bibaxşîne, eḧmed aẍa,
bi îzna te ez hatme vira,
ze’metê didme dîwan hana,
min ji çyê û ji xorta bihîst hêja,
dujminê êla te hatîye vandera.
ḧeřafbaşîyê nemerd û qetlidar,
li ser kanîya nezrwanê danîye,
wê xunê biřêje, talan bibe.
ji destê zulmya wî cima’et qeflîye cîda,
dest ber xwe hilnade ji destî sawa,
dengê destigirtîya û jin qîza,
hingavtin evder, dighêje ’ezmana.
niha ez bona vê yekê hatme ’ecele,
qezya ku hat, tune mecala.
ez dixiwezim bêjim aẍê delal,
teřa bêjim fikira xweye zelal.
eḧmed aẍa, bi dilekî kul,
miřuzkirî, bi dengekî zelûl,
zu pirs kir ji syabendê delal:
- bêje, kuřê min, fikira te çîye?
eva dû roje em runiştine vira,
fikir dikin nabînin tu rîya,
ku azabin ji xunřêtna,
em rêkê û dirbekê nabînin xweřa,
ev çi zulme, em ketne navda,
altikin bazirgan, çawa sebebê gilîya,
bêje, lawo, syabend, gotna te çîye?
syabend:
cî û rifaqetê bide min her dera,
ji tewlexanê hespekê xweřa,
hildim, rima dû movkî ji nava rima,
ezê heřme pêşya ḧeřafbaşî.
min minet tine qet wî dujminê,
ezê temîyê dya xwe bînmeserê,
ezê ji teřa bînim serê ḧeřafbaşî,
kesek min nas nake nava êla teda,
ez bême kuştin, nabe keser dilda,
ez xerîbim, dûrim, lê ne ji van dera,
kuştin dinê heye tenê bona mêra,
wê min bizanbin, ez vira nenasim,
dibe ev qurbetî minřa bibe pesin.
eḧmed aẍa qasekê fikirî xweřa,
serê xwe berjêr kir kete mitala.
serê xwe bilindikir, syabend nihêřî,
çe’vêd wîye reş agir jê dibarî.
bejna wîye bilind cînarî,
namla wîye pe’ne mirtalî,
fe’im kir, wekî zulma way ’egîtî,
wê bi namusî bike mêranî!
na, na, ew tucara unda nabe vî warî.
ew hêdî - hêdî ji cyê xwe rabû,
bi delkî nêzîkî syabend bû,
destê xwe danî ser milê wî ber,
bi qelpî jêřa got ev xeber:
- heře, ewledê min, bira teřa oẍirbe!
ji tewlê hilde hespê min,
rima qesaye destê min,
bira te xoş ḧelal be kuřê min!
heře, kuřê min, ew te bimbarek be,
şîrê bedena dîyate te ḧelal be,
bira xwedê tevî oẍra teye rast be.
eḧmed aẍa ḧeyf danî,
hespê şê, rima qesay
wan bide wî xulamî,
ew ne hêjay wî qîmetî.
lê ditirsîya ji ḧeřafbaşî,
ewê xunxur wê bi zortê,
bisîne rima qesaye destê wî,
wî bikuje û bibe hespê şêy ’erebî.
qirarkir vî teḧerî:
syabend bi çek - silîḧ bişîne,
pêşîya dujminê xoy ’eseye,
wekî syabend bê kuştin, ne kedere,
wekî ew ḧeřafbaşî altike,
ezê xilazbim ji agire.
syabend ber eḧmed aẍa dawestîya,
serê xwe nimizkir, destê wî ramusa.
çu tewlê, hespê şê tîmarkir,
çe’vê wî ramusa, dêl û bijî şekir,
zînê zerî mêrdînî li piştê kir,
teng û berê hespê şê qewîn kir,
derxiste sivderê, gem kir.
lingê xwe zenguya zêřîn,
da orta xwe û zînê zewî mêrdînî,
rima qesaye çarde muvkî.
ji cima’eta topkirî xatir xast.
xatrê xwe xast be şîrnî
hespê şê zingu kir bi ’eşîrî.
ewî kire ḧîřîn, nola teyra fiřî,
ji bin simê wî pirîsk diçrusî.
toz ’erdê bêbeluskî bilind bû,
ji merya tirê ew bageřa xwelîyê bû.
nola bêbeluskê durva unda bû,
ji çya û banîya derbaz bû,
êdî gelekî ji cima’eta êlê dûr bû,
çend jinê sere giryan, kirne axîn,
ḧeyfa xwe gele li syabend anîn,
qîzka keser kişand, dilê wan bû çirkîn,
kilama maşuqyê avîtne ser û girîn,
û koma qîza bin bindarûka,
kilameke zelûl wa sitran:
«ro dertê ji hindava,
bira xwedê xirab bike mala sebeba,
wê çawa ocaxê me dane ber xunava.
syabendê sîlvî diçe pêşîya cerdibaşî,
te’vê zerqandîye zîn, gustîlk û qaşî,
bira xwedê mala mîrê xirab bike,
syabend xerîbe, dil me dimaşî.
nizam çima te’va îro hêdî dertê,
syabendê silêvî berê xwe daye wê qurbetê,
bira xirab be mala mîrê ’ereba,
me nizanbû gêyma ḧeřaf bejna wî tê.
syabendo, dilê min me’rumê kul û derde,
hespê tu qubeye, qamçîya lê mede,
wekî ḧeřafê meydanê derbek te keve,
ez me’rum nizanim kê bê birîna te girêde».
syabend gihîşte kanîya nezrwanê,
dizgîna hespê şê kişand, da seknandinê,
ji hespê peya bû, çok da ser kanîyê,
ava kanîya nezrwanêye sar vexwar,
ava kanîya sar dil û hinavê wî hînk kir.
destê xo da ber ’enîya xwe, mecala çê kir,
çar alîyê xo nihêrê, tebî ra çe’iv kir.
cyê hêwarindina bazirgan ewî nihêřî,
ḧeřafbaşî, ḧazirbiwe didît, wî çaxî,
dixast merîya bişîne eḧmed aẍa bibîne,
xerc - xeracê zutrê jê bistîne,
ḧeřfanek zû bezya hunduř,
me’lumatî ḧeřafbaşî kir,
wekî syarekî tenê seknîye,
ejderhare, li ser kanîya nezrwanê,
destê xwe danîye li ser ’enyê,
dora xwe dinhêře, nola mêrê mewtê,
qey dibê me digeře li vî derê.
ḧeřafbaşî ew cab sekir,
ma ’ecêbmayî û saw - kuf kir,
bi xof çadra xweye reş derket,
bi çe’vê xwe li ser kanîyê syar dît,
dewsgirtyê xwe nihêřî, jêřa got:
«yê ko nav û dengê me sekirîye,
ḧeta roja îro turuş nekirîye,
ser rê û dirbê min biskine,
heře binêře ew çi merîye,
li ser kanîyê usa bê tirs seknîye!
dibe wekîlê eḧmed aẍaye,
xerc û xeracê êlê zu - zu meřa anîye,
yan jî rêwîke, ew îro xalfye,
derbeke giran nav çe’va xîne,
hespê şê bistîne, zu minřa bîne,
her gê xeberde, poz û kepyê wî jêke,
dîl bigre, derbê giran lêke,
’erdêřa kaşke, ji miřa bîne».
komekdarê wî piřa - piřa temeneda,
ber begê xwe peyê xwe da,
hesp kişand, teng û ber şidand,
li hespê syarbû, beyteke qur’anê xand,
ajot ber bi kanîya nezrwanê çû,
gihîşte cyê seknandina syabend,
pêşberî syabend quře û kubar seknî.
- hê, tu kîy, çi şuxulê te heye vandera,
li van cîy û meskenê pêra?
tu ji êla eḧmed hatî vira,
te xerc û xerac çima nanîye meřa?
yanê te navê ḧeřafbaşî senekirîye,
wekî li ser xanîya nezrwanêye,
nava çayr û çîman, gul û sosna,
îzna tu kesî tune bisekne.
teyr ku teyrtîya xwe difře,
em diçin wî hewa digirin,
peř û bask li wî dibiřn,
û paşê em wî ber didin.
ezê niha guhê te vir bibiřim,
ji ḧeřafbaşîřa bibim,
hespê şê û rima qesay ji te bistînim,
jêřa çawa ku pêşkêş bibim.
lê bal kanîya nezrwanê îzin tune,
wa bê xebat û bê tebat merî bisekne,
syabend:
hey syaro, ez syabendê silîvîme,
tu bixiwe, paşê bişêkirîne!
min xerc û xeracê eḧmed aẍa anîye,
wekî bidme ḧeřafbaşîyê we.
lê eḧmed aẍa xerc hindik şandîye,
dewsa xerc min boy we anî rima qesaye.
syabend wê deqê hespê şê zengu dike,
syar nize dike, ji hespê jorda tîne,
diranê wî jipudya dikşîne,
poz û kepyê wî jê dikîne,
diran ne’tika wîda dukutîne,
poz - kepîya dike cêva wîye,
pařa ser ḧeřafbaşîda vedgeřîne.
û paşê dibêje wî mêrkî:
- min cara ewiln hun sax hîştin,
heře û ’elamî wîke, kê tu şandî,
bira xwexwa bê ser kanîya nezrwanî,
nîvê xercê mayn bistîne bi qewl û nîşanî,
komekdar nav xuna licmîda,
dest syabendida tengezarbû,
ancaxî li hespê syar bû,
hesp ajot nêzîkî çadrê bû.
çaxê ḧeřafbaşî dewsgirtyê xwe dibîne,
dil dilerze, ji çe’va hêsir dibare,
hela tu kesî ew bê ḧurmet nekirbû li dinê,
ewê çawa saxke wê kul û birînê.
wê demê durva dengê kilama,
syabende mêranî dihate wana,
«ez heme syabendê dînim,
tîmarê li hespê şê dixînim,
lê dikim zînê zerî mêrdînîye,
didme orta xwe û zînê zerî mêrdînîye,
rima çarde muvkyê qesaye,
boy xatrê vê kanîyêye».
ḧeřafbaşî nav emrê xweda
hela tucara nedîtbû ’ecêba usa,
wekî heye merîkî wa bi ser xwe,
bwî ji dya xweřa, rya wî bigre pêřa.
poz û guhêd komekdarê wî jêke,
wê bê namuske, paşda veřêke.
usa jî bi kilama, gefa li min dixiwe,
dibêjî qey mêra nabîne ber xwe.
«ez heme, syabendim, syabendê dînim,
teng û berê hespê dişdînim,
ezê ḧezar mêrê ḧeřafa bikujim,
serê ḧeřafbaşî aẍêřa pêşkêş bînim».
ḧeřafbaşî dîn bû, hêrsa wî rabû,
çek hilda, li hespê syarbû,
ber bi syabend ajot har û sipîçolkî bûbû.
syabend jî hespê şê tîmarkir,
zînê zerî mêrdînî ser piştêkir,
lingê xwe zenguyê rikêb kir,
şeřê giran wê bestê dest pê kir.
syabend sê denga serekbaşîyê ḧeřafê,
bi dengê mêranî dike gazî û dibê:
- lolo - lolo, ḧeřafbaşîyo,
lawo, tu çawa hatî ser vê kanîyê,
ev kanî li vira ne bêxweye.
ez heme: syabendê dînim,
tîmarê li hespê şê dixînim,
lê dikim zînê zerê mêrdînîye,
rima çarde movke qesaye,
didme orta xwe û zînê,
ezê serekbaşîyê ḧeřafê bikujim,
boy xatrê kesîb - fiqarane,
vira pêşda hat şeřekî giran,
pirîskê rimê dipekya ’ezman,
te digot hevdu ketin du çya,
bin wanada ’erd diḧejya,
hîřîna hespa dikete rasta,
qujîna mêra dikete besta,
ḧeřafbaşî xwest pê niza rimê,
syabend ji zîn bixe - bawêje ’erdê
lê syabend wê demê rima xwe da řê,
û pê qema giran serê wî pekand,
cerd ḧududa kurda řaqetand.
herê syabendê şengîne ałtidarîyê,
bi ruspîtî dest tîne,
serê ḧeřafbaşî dipekîne,
eḧmed aẍařa pêşkêş tîne,
ay li minê, ay li minê, syaro.
cab gihîşte eḧmed aẍayê êlê,
wekî syabend ḧeřafbaşî da ałtikirnê,
serê ḧeřafbaşî pekandîye,
ji eḧmed aẍařa pêşkêş anîye.
qîzkêd cahil kilama digotin,
xurta cirîd dikirin û dilîstin,
temamîya cima’eta êlê bi def - zuřne,
bi eşq û şaya ałtidarîyê kiviş dikirin
meydan, govend girtin řeqsîn:
ha gula mîra, ha gula mîra,
soretê sor dewsa tîra,
ha gulařeza, caf gula řeza,
soretê sor da ber geza.
ha gula weme, can gula weme,
genmê sorî bijareme,
ha li ber kujê têřa weme,
min nekuje, ez guneme,
ez berdêlya mala teme,
kefîl deman, ez ya teme.
ha gula aẍa, can gula aẍa,
suretê sor da ber daẍa.
ha gula mîra, ha gula mîra,
pevketne mîna yara,
ha gula weme, can gula weme,
qewl, qirar ez ya teme.
ha gula yeman, can gula yeman,
ha li me çûne sal û zeman.
kalê me çun, pîrê weman,
ha gula weme, can gula weme.
mexwe da ber derê aş,
mêrkê te mir, canê min xweş,
ha gula aşa, can gula aşa,
suretê sor, çawa dimaşya.
xorta, qîza, cahla, zařa dikire gazî:
«syabend em azakirin ji ḧeřafbaşî,
em xilaz kirin ji xerc û xeracê zulimkare.
’egîtê me dujmin jêkir anî vir.
de lolo, lolo, syabendo qurba,
kanîya nezrwanê wê bi duze,
ava kanîyê sare, nolî buze,
syabend dilê meda gele ’ezîze.
syabendê me syarê hespê şêye,
îsał pêřa buye mêrxasî êlane
serê ḧeřafbaşî jêkirîye aẍêřa anîye,
wê cima’eta êlê xilazkirîye ji dujminaye.
kanîya nezrwanê bi şîlane
syabendê ’egît mêrxasê ’eyane.
serê ḧeřafbaşî jêkirîye, aẍêřa anîye,
wê cima’eta êlê xilazkirîye ji dujminaye
kanîya nezrwanê wê bi çîle,
syabend cerda ḧeřafbaşî girtîyê dîle,
wê em xilazkirne ji ḧalê qultyêye,
syabendo, bira tu saxbî li dinêye!
de, mêrxaso, nazko, tu delalê me ḧemyano.
girî û şîna cima’eta êla eḧmed aẍa,
bu ’eşq û şayî, bu roja altikirnê»,
ew bû ’egît, delalî û pizmamê wan,
çiqa merya kêf dikir, ber bi syabend diçûn,
eḧmed aẍa êlbaşîyê êlê, xwexwa çû,
pêşya syabend, ew ḧemêz kir û paç kir.
syabend piřa - piřa ji hespê peyabû,
ber eḧmed aẍa û cima’eta êlê danî,
silav da cima’etê û temene bû.
serê ḧeřafbaşî jorda anî,
eḧmed aẍa dîsan syabend ḧemêzkir,
’emirkir, wekî textê kêfê ḧazirkin,
de’wetê teşkîl kin, kêfê ḧazirkin,
bona ḧurmeta syabendê altidar û mêrxas.
eḧmed aẍa textê mezin rast kir,
berx, mîy, canega, no gin ser jê kir.
wextê eşq û kêfyê giran geřîya çawa bira,
eşqa altidar vexwarin, kêfkirin forma bira,
’eba mezin nav milê syabend werkir.
çapa şabuna cim’eta êlê tinebu,
bona mêrxasê wan, bona ’egîtê wan.
ji wê rojê şunda syabend bû ’egîtê wan,
eḧmed aẍa bêy syabend nedma,
serê dîwanê syabend, binê dîwanê syabend.
wê rojîda tucara gilyêd ferz
ewî bêy syabend nedekir lez,
wê rojêda bona qedandina ḧemû gilîya,
ji syabend dişêwrî û diprisya.
kulfet navê syabend danî.
«piling, mêrxasê evîn»,
bi navê syabend sond dixiwarin,
timê navê wî dihate weklandin,
usa cima’eta êla eḧmed aẍa
bi qedir û kubarî hildidan,
navê mîrxasê xwe, ’egîtê êla xwe.
sal derbazbûn bi xêrî û şayî.
biharek ji wê roja kurda azadî.
derbazbû, dûrket, xatir ji êlê xwest.
û kete zivřa ’emrê xwey rast,
dya syabende emekdar vir kete bîrê,
ew duşurmîş bû, kete tefekurîyê.
lê ji dilê wî nazkî kuřînîyê
dernedket ḧuba şîrintîya dê,
bi navê wê timê diçû cerdê.
rojekê çû cem eḧmed aẍê êlê,
tewaqekir, îzin xwest derhaqa dê,
wekî heře wê xilaz ke ji belengazîyê.
- eḧmed aẍa, ez bê ḧesab razîme,
ji nan û xwêya te, qedir - qîmetê te!
lê eva du sale ez ji dya xwe dûr ketme,
eva dû sale ez haj pê tuneme,
nizanim çawane, ḧalê wê çîye,
nizanim ew saxe, yanê mirîye,
wekî çe’vê wî řê nemîne,
îznê bide heřim dya xwe bibînim,
tu îznê bide, wekî hildim bînim.
wî ev gilîyê syabend sekir,
dilê wî tijî bû, serê xwe berjêr kir,
ḧevsudî kir, wekî lê tune,
kuřekî mêrxas û ’egît,
usayî bi sirafet û şîr ḧelal,
nolî syabend bejin - bilind û delal,
ewî syabend bi qelpî ḧemêzkir,
û bi dilekî nezelal got:
- heře, teřa oxirbe, ewledê min,
tu çiqas mêrxasî û bê tirsî,
hewqasî jî tu dilxasî,
hewqasî bi re’mî û şîrḧelalî,
hewqasî boy me twî kemalî,
hergê dixiwezî dya xwe bibînî,
ez nikarim îzna te nedim.
heře, rya te vekirîye, ewledê min,
tu hêjayî ḧemû qedir û qîmetî.
heře, hespê minî şê pêşkêşî te,
şûrê min, rima min pêşkêşî te,
heře, bi îzna xwedê tuyî dya xwe
silamet bibînî, kêfa wê bipirsî,
bi xêr û silamet, dil eşq vegeřî.
pîre dayka xwe tu xweřa bînî,
derê min şev û ro wêřa vekirî,
ewledê min, tu gele egle nebî,
zu vegeře were, minřa tu miz gînî.
paşî vê gotnê eḧmedê êlbaşî,
bi ḧezar tu le nanê lewaşî,
xurca syabend tijî kir û girê da,
’enîya wî paç kir, veřê kir rêda.
herê, syabendê minî şengîne,
tîmarekê li hespê şê dixîne,
lê dike zînê zerî mêrdînîye,
teng û berê hespê dişdîne,
lingê xwe dike zenguyêye,
dide orta xwe û zînê mêrdînîye,
rima qesaye donizdeh movkîye,
ber bi pîredaykê ajotîye çûye,
ay syaro, delalo, mêrxaso syaro.