pêşxeber

From the Book:
Siyabend û Xecê
By:
Samand Siabandov (1909-1989)
 11 minutes  477 views

poyêma (syabend û xecê) tê ḧesabkirnê delalîya cima’eta kurda û cîkî meşûr digre nava medenîyeta kurdada. bawar bikî, tune maleke kurda, wekî derheqa wê poyêmêda, nebhîstîye, yanê jê kêderê nehatîye gotnê çend beytê wê poyêmê. (syabend û xecê) - ew kanîya cima’etêye nifusdarîye, ji ku neku tenê nivîskarêd kurda, yê usa jî yê ermenîya bona evîntya dila bi fîncanêd zêřîn hildiçnin qinyatê ’efřandinê. poyêma (syabend û xecê) destebrakî «keř û kulke» herdu poyêm jî veřêkirîne miqablî zor destîya xelîfêd ew gaf ser kurda. ’egîtêd herdu poyêma nolî hev mêrxasin, nolî hev dilfirene, nolî hev ḧelaln, nolî hev bê tirsin. wexta dikeve dereca mileta - ’egîtî û mêrxasî tacê serê wanaye. lê çawa syabend, usajî kulk serḧişkin. kulk guřa dya xwe nake, diçe û tê kuştin. miqablî kulk seknîye mîrê ’ereba û ḧevit birê xecê. herdu poyêmada rind têne xanê kirnê miqamê sinfîyê. em bîrbînin, wexta kulk tê dîwana mîr, mêrxas û giregrêd wî kesek nikare fîncana qawê ji cî hilda û vexwe, tenê kulk wê yekê dikare bike û bi wêva kulk dixast xuşka xwe bide kuřê mîr, çimkî ewî dewletîye lê xecê û syabend miqablî wêyekê şeř dikirin. herdu poyêmada em bîrbînin wî qelenî, çi ji kulk û syabend dixazin, herdu ’egîtî me êtîmin. raste, kulk tenê bavêda êtîme, lê dîsa êtîme. lê gerekê bê gotnê, wekî firqî jê orta (syabend û xecêda) û (keř û kulkida) epêceye raste, bavê kulk mirîye, lê dîya wî saxe. em ze’if rind zanin kîye bavê kulk. lê syabend tayê tenêye, ne dîya wî heye, ne jî bavê wî. ew ewledê êla silîvane û bi êla silîva tê naskirnê, bi nêta me poyêma (syabend û xecê) diha qedîmîye, diha kevne, çi ku poyêma (keř û kulk) eva yeka usajî tê xanêkirnê bi çekê destê herdû ’egîtava kulk bi şuř û mertala şeř dike. wexta bi teweqekirna wî soskê ber kulkiřa derbazdikin, ew şurkî nava wê dixe û wî dike dû qeta. li meydana, ku kulk têda şeř dike, têne xanêkirnê te’bîyêd ’eskerîyê ḧasêgehêd şeř, çe’lê şeř. sosk nikare ser çe’lařa çirqaske û kulk davêje çe’lê.

lê destê syabend tîr û kevane. ew ser sîngê tebîyetê digeře. ne ḧasêgê şeř, ne jî te’bîyêd şeř rastî wê na’ên. ew pê tîrê gakuvî dixe û dixaze dilê wî xecêřa bîne. bi gilîkî din herdû poyêm derketne ji be’ra nifusa cima’eta kurda, herdu jî nolî du çema, alîkîda dikşin, lê heryekê ji yê wan newalek danîye berxiwe, têda dikşe û kêfa merîya xweřa xweş dike. ji řoja pêşdahatna poyêma (syabend û xecê) sal û zeman derbaz bûne, her dengibêjekî ew poyêm ji yê pêşya xwe hildaye. nezerîyeta dengibêjê paşin ji nezerîyeta pêşin dihate cudakirnê. ewî hindava xweda li dinê dinhêřî, hindava xweda dinê nas dikir û tiştî teze berxiwe dihnarit û dikire nava poyêmê. sala û zemana perdêd tenke teze danîne ser poyêmê û qilxê poyêmê berê nav xweda nixamtine û wê şivêtê poyêm anîne gîhandine řojêd me. em niha nêtê nadne pêşîya xwe wekî qilxê poyêmêyî kevin bidne seknandinê. ew xebateke başqeye û ji têma me dûr dikeve. lê ser hîmê wan xeberêd me bîranî, têxanêkirnê wekî poyêma (syabend û xecê) ze’if kevne.

me jorê qisekir, wekî poyêma (syabend û xecê) miqablî xelîfê ’ereban, ê ku dixiwestin kurdistanê zevtikin û cima’eta kurda bindest kin. ew bindestikirin tê derbazkirnê çawa bi destî şuř, usa jî bi destî bertîl û rişetê, bi destî qulxa mezin bona serekê êla kurda. mîrî ’ereba ḧevit birêd xecê berb xwe dikşand. ewana, çawa mêrxasê kurda, ze’if wî lazim bûn. ewana wî lazim bûn, wekî bibne çeka destê mîrê ’ereba û nav jêřa qazanickin. lê destigritna xecê vira tenê dibû me’nî, bi wî teḧerî mîr dixaze birêd xecê welgeřîne alîyê xwe.

tarîqêda ’eyane, wekî quřna 7-da xelîfîd ’ereba destidrêjîya kurdistanî kirin. kurda ku tenê nava leşkirî ẍeyrda şeř dikir, lê gelek kurd serleşkerê ’ereba bûn, bi ’eşîretê xweva boy xelîfîd ’ereba diçûne seferê û wilatêd başqe boy xelîfêd ’ereba zefit dikirin. poyêmêda tê kivşê, çawa dûtîretî dikeve nava bira, wexta pirs pêşda tê xecê bidne kuřê mîrê ’ereba, yanê bidne syabend. birê mezin dixaze, wekî xecê bidne kuřê mîrê ’ereba, lê birê biçûk miqablî wê nêtê dertê. bi wî şiklîva cima’et dixaze bêje, wekî wexta şeřê cima’etîyê miqablî zevtekçîyê dereke, serekê êla, beg û aẍê duşurmîş dibûn tenê derheqa kara xweda her yekî alîyê xweda dikşand û dûtîretî dikirne nava miletê kurd. ew dûtîretî bu xayînê cima’eta ze’metkêş, bu bayîsê bextê miletê kurd. qeweta wî miletî miqablî zevtekçîyê dereke sist dikir. çawa cima’et dibêje, wê dûtîretîyê mala kurda xirabkir. cima’eta kurda şiklê xwe bi bengizê syabend û xecêva daye neqşandinê. vira lazme çend gilî derheqa wanda bê gotnê. em hildidin xecê. xecê nulî syabend êtîme. ne dîya wê heye, ne jî bavê wê. raste destê birê wê ser serê wê bû, lê xênî ji birî biçûk, kesekî dilê wê fe’im nedkir û nedkete tefekurîya wî dilê. ḧuba xecê ḧuba ḧelalîyê bû. ewî syabend bi çe’vê xwe dît, bi dilê xwe ḧiband. ew ḧetanî deqa paşin hêvîya syabend bû. ew tucara qayîl nedbû bextê miletê xwe bide zordesta û zivtekçîya. ewî azayê ḧizdikir. ew mesela kurda ku dibêje «’eynî layqî xecêye. ne malê dunê, ne jî şaneşîna rengîn berçe’vê xecê na’ên. ne ku tenê mîrê ’ereba, lê usa jî birêd wê ber çe’vê wê reş bûne. bêy syabend ewe xerîbe, lema birêd wê, timê dê û bavê wê jêřa dibne xerîb. ew xayînêyê miletê xweřa nake û dibîne, wekî mirna tevî syabend ji jîyîna tevî bira çêtre, ew bira dixapîne, qesta morîya dike û xwe zerêda davêje cem syabend.

cima’etê tu qusur nedaye şiklê xecê, xecê omde, çawa xuşk, her birak dikarbû xazla xwe banîya, wekî xuşkeke wîye nolî xecê hebûya. xecê bedewe, çawa qîz - her qîzekê dikarbû xwazla xwe banîya, wekî bedewîya xecê li wê bûyya. xecê dil - re’me, çawa merv - herkesî dikarbû xwezla xwe banîya, wekî dilê re’mê nolî xecê rastî wî bihatana, xecê ḧelale çawa dergîstî - her xortekî wê xwezla xwe banîya, wekî yeke nolî xecê rastî wî bihata.

xecê xayê qewlê xweye. ewê gilî dabu syabend û ḧeta řoja mirnê qesema خۆە neteřbîne. dibe ku bê xanêkirnê, şeř karîya xecê nayê kişvê, wekî xecê şeřnake miqablî zor destîyê. ew kirnê birê xweřa ne razîye. wexta syabend xecê davêje terkîya xwe, wekî yekî derb bigîhanda syabend, dibe ku xecê bubuya werdeka duda û cima’etê zende jê bigirta. lê kesekî turuş nekir bêne pêyşîya wan. wexta xecê xwe zerêda davêje, bi wê kirna xweva ew twî ser dewrana zulimdarîya dike, kêderê du dilê ji heq ḧizkirî nikarin bighîjne mirazê xwe. çawa me jorê bîranî, syabend ji êla silîvane. ewê êlê ew mezin kirîye, wê êlê bedewîya xwe, mêrxasîya xwe, firasetê xwe kirîye qalbê syabend (hilbet, wexta em derheqa êlîda xeberdidin, em bin wê xeberêda fe’im dikin cima’etê). pareke wê êlê bi navê qebîla silîva ḧetanî roja îroyîn maye. ew qebîl turkîyayêda dimîne û dijî rex gola vanê, li sîpanê xelatê, xut wî cî, derheqa kîjanêda popêmêda tê gutin. qebîla silîva niha ne mezne û navdengê xwey berê u nidakirîye. sîpanê xelatê çyakî bilinde. zivistana û havîna berf serê wî hilnayê. niha sîpan warê koçerê çend qebîlê kurdaye. binetara sîpanêda şihere xalatêye, cuřekî dinê ew nav dibe exlat. lema dibêjin sîpanê xelatê. ew şiher- şiherekî qedîmîye (kevne), lê nemezne. wextê xweda dihate ḧesabê hasêge miqablî zevte kiçîyêd dereke. eve wetenê syabend, wetenê welatvanê syabend.

syabend nolî xecê bedewe. êlêda xortekî mînanî wî tune. syabend nolî xecê dilře’me. em tu cya rastî nemerdî û çikusîya wî na’ên. syabend mêrxase, nav êlêda tu xurtek ser wî nakeve. syabend û xecê ji paşla cima’etê derketne, herdu jî delalîyê, ḧizkirîyê cima’etêne. wexta syabend xecê davêje terkîya xwe û diřevîne, cima’et tiştekî wanřa nabêje, ew yek gelekî cima’etê xweş tê. mirazê wan mirazê cima’etêye û wexta bi baysîya nemerda mirazê wan diteřbe, bi wêva cima’et dixaze bêje, wekî bi baysîya nemerda timê mirazê cima’etê teřbîne. me ev şirovekirinda poyêma (syabend û xecê) boy wê yekê. wekî xandikarêd me bibînin, gelo semendê syabend nivîsara xweda kirbûye ji bin vî barê giran derê, gelo qusur neghîştîye şiklê syabend û xecê, gelo nufusa cima’etê wê poyêmêda hatîye xanêkirin... em gerekê bêjin, wekî hevalê semend ze’if rind nêta xwe anîye serî. hevalê semend ne ku tenê ḧetanî kutasîyê kompozîsya poyêma cima’etîyê xaykirîye, forma ziman û rîfmovka cima’etîyê xaykirîye. poyêma hev, semend (syabend û xecê) ya xwe xwetêye. gelek cîya hevalê semend ser poyêmêda zêdekirîye, ew çêkirîye, gelek kilamêd tezekirîye nava poyêmê. lê her dera ew ji nufusdarîya cima’etîyê dûr neketîye. nava poyêmêda hatîye xanêkirnê mêrxasîya syabend, ḧelalîya wî, syabend pişta barê ketîye.

wexta em poyêma cima’etê dixunin em nizanin ji ku syabend pêşdahat, em haj zařutîya wî tunebûn. poyêma hevalê semendida ew kêmasî hatîye hildanê. pîrek diçe warê êlê, wekî pariske. lê kesekî nabîne ew rastî zařa çilî tê. wê zařî xweřa dibe û dike kuř xut ew kuř syabendê silîvîye. em dibînîn, wekî ev zêdekirin ze’if lazmî poyêmêye. boyê wêyekê ji poyêma semend usa qîmetlîye bona xandikara û bona lîtratura kurda. hostatîya nivîskarîyê ne wî yekê dane, wekî ew hilde popêma cima’etê bê zêdekirna bê’aqil, bêçêkirna bê’aqil ser navê xwe bide, tu tiştekî teze li cima’etê neḧesîne, çawa cima’etê ew sitraye, usa bide. tiştê usa tu karê nadne lêtratura me.

hostatîya nivîskarîyê newê yekêdane jî, wekî nivîskar kompozîsîya poyêma cima’etîyê, qilxê poyêma cima’etîyê usa biguhêze, wekî ew qet neyê naskirnê. tiştê hada nivîskar dertê miqablî nufusdarîya cima’etê, wê nufusdarîyê bê qîmet dike, cima’eta xwe û kultura wê cima’etê nimz dike. lê hostatîya nivîskarîyê wê yekêdane, wekî ew kompozîsîya poyêma cima’etîyê naguhêze, nufusdarîya cima’etîyê ji poyêmê dernexe, tiştê usa serda zêdedke, wekî wextê xandinê cima’et xwe - xwe bêje: «erê, kêmasîya min vê yekêda hebû, lê çi ku hatîye nivîsandinê, temam nêzîkî mene, nêzîkî ruḧê mene».

bi nêta me, poyêma hevalê semend (syabend û xecê) eyleqî nêzîkî ruḧê cima’etêye û qewmandineke şabûnêye nava lêtratura meda. me gumane, wekî poyêma hevalê semend wê nava xandikarada ḧizkireneke mezin pêşda bîne û ew poyêm bi layqî wê bê qîmetkirnê.