serê 2

From the Book:
Siyabend û Xecê
By:
Samand Siabandov (1909-1989)
 33 minutes  734 views
syabend hespê şê syar kete rê,
çyařa çû, gelîyařa derbaz dibû,
gele çemêd kuř û qeya derbazbû.
nava gele deşt û zozanařa derbaz bû,
gele çol - çolistan û qiř - qiřistan derbazbû,
gele çû, hindik çu dora wî heralî,
cêkî qiřî - qiřistan û xikî - xalî,
konekî tek û tenê dorva qişrand,
çaxê syabend xwe pêřa gîhand,
derê kon vebu, jê qîzek derket,
qîz nîbû, ḧusul cemal bû, hurî - perî!
pencê te’vê ji nederê dibarî.
çaxê syabend keçk dît, şabû na bû lal
ji dest gulyê dirêj û dêmê zelal,
ji diranê sedef û lêvê narîn,
ḧusul cemal hurîya dibarî.
nola gula sor suretê wê gevez,
dibûne ximlê, wê dunya terez,
haqas cî welat, koçk û sera,
wî nedîtbû hela tu dera.
bejna wê nola çyayê geş,
biru - bijangê wê nola qeytanê reş,
devê wê biçûk, gerdene qerqaş,
lêvêd wê zirav, nola belgê kaxezê,
çe’vê wê reş, nolî ava nav tasê,
çil gulyê reş li ser namla wê.
syabend:
selam ji teřa, qîza bedew,
qîza nazk, nola ḧorîya kaw
qîzê selama wî layq hil dide,
bi eşq û kubarî caba wî dide.
xecê:
selam ji teřa, hey xortê delal
ji dev dipekya ḧezar duř û lal.
syabend:
hêy, qîza qenc, ezî rêwîme,
avekê bide min, ezî ze’fe tîme.
û heger cêy te hebe,
ezê vira hindikî řeḧet bim.
ser pişta kiḧêl, eva sê roje,
ez dajom, dunya min bû doje.
xecê:
mêvan mêvanê xudêye, xortê rêwî,
kerem ke, hênkaya konda were tu runî,
hespê xwe jî berde, bira biçêre,
ew jî westaye, maye neçare.
ew jî kelmê wêy şîrîn û ḧewes,
hindik mabû dilê syabendî xas,
ji qefesa wî derê û bibe gul.
bistirê jêřa, nolanî bilbil.
ew ji hespê xwe peyabû ’erdê,
lingê hespê qeydikir û berda çêrê.
ewî jî ji destê wê gula rinda,
nazke, tořn, tasa avê hil da,
av vexar, lê tîbuna dil neşkest,
wextê tas pařa da, ji keçkê pirs kir:
syabend:
ay qîza nazk û delal, îzna te heye?
xecê:
bêje, tewaqe dikim:
syabend:
navê te çîye, gogerçîna min.
tu çawa dara çînarê seknî ser rîya min,
tu tenê li vî cyê xikî - xalî,
qiř û qiřistan çi dikî?
tu cahlî, xwe qezya li te neqewmîye?
yan tu vira rastî qezyayê hatî?
bêje, rast bêje, tewaqe dikim,
soz didme te, boy xatrê te,
heger destê min bê, heger ez kêrbêm,
ez ruḧê xwe jî nahêvşînim boy te!
xecê:
ḧevit birê min, nolî gurê payzê,
wexta dertên meydanê, ’erd dilerze.
ez bermalîya ḧevit birame, xortê rêwî,
ez tenême xuşka ḧevit birame, xortê qenc.
hey kuřê delal, navê min xeca zerîne,
qezya ku ser mida hatîye, bira tu kes nebîne!
xortê ’egît, gele çetin û girane,
tu keremke hundur, qasekê řiḧet be,
tu niha kesrîn, bo xweyê malê ’eybe,
mêvan usa li derva, cyê xerîb nasekne.
syabend:
hey xuşka ḧevit biraye navdar,
hey bermalîya ḧevit biraye kubar,
ew çi vezyaye li serê te qewmîye,
ew çi nexweşîye, wekî ser weda hilşaye,
tu ji mala bavê derxistî, anî van dera,
van bestê xike - xalî, çolê û qiřa?
xecê:
hergî dixazî bizanbî çi qezyaye,
li ser min û birêd minda hilşyaye,
kerem ke kon, le’zekê riḧet be,
navê xwe minřa bêje - ew ne’eybe.
syabend:
navê min syabendê silîvîye,
ew nav bi eşq pêşkêşî teye.
lê ez nikarim riḧetbim,
ḧeta ez derdê te nizanbim,
derman dest nexim û lê nekim.
xecê:
de wekî tu xweyê xebera xwey,
guhdarî ke, ezteřa rastîyê ’eyankim.
derd û kulêd xwe teřa şirovekim,
wextekî em êla mîrê ’ereba diman,
roja buyîna min mîrê ’ereba ne bi xêrî,
hatbû mêvanîya bavê min, mal dinhêřî.
ewî ez dîtim nava pêçekê,
kire ser bavê min, bi ḧukumê delkê,
wekî heye kuřê wî neghîştî,
wekî ez mezin bibim, jêřa bibme dergîstî,
bavê min qaylîya xwe da li vira,
wekî bibme bûka mîrê ’ereba,
wekî ewî bi çe’vekî pak me binhêřîya.
şeřekî giran qewmî wê şunda,
orta ’ereb û osmanîyêda,
bona azaya kuřê mîrê ’ereba,
bavê min ri’metî ’emrê xweda.
ḧevde sal derbazbû ji wê rojêda,
paşî wê yekê her ḧevit birêd min,
nexwestin, wekî ez bibme bûka wan,
bibme belengaz û hêsîra wan.
rastî bêjim, min jî tucara,
ji kuřê mîrê ’ereba ḧeznedkir.
min tucara nedxiwest bibûma,
berderê mîra nolanî buma,
û bûka sebebkarê bavê xwe.
çaxê kuřê mîrê ’ereba merî şandin,
wekî min serwext kin û nîşan kin
birêd mine ’ezîz ez nedame wana.
bona wê yekê mîr gele hêrs ket,
bi nêta xirab, wê rojêda, li pey me ket.
wî - mîrê ’ereba cerdekim giran sazkir,
bê ḧed û ḧesab ser meda warkir,
wekî bi destê zorê min bibin têkne bûk,
ez mala wanda bibme pepûk.
bona wê yekê her ḧevit bira,
destê min girtin, ez anîm vira.
birêd min syarbûn li hespa,
şeř dikin pêşîya mîrê ’ereba,
ji hingêda şeş ro derbaz bûye.
van roja qanatê min biřîye,
ez haj wan tu neme, nizanim ḧalî çîye,
tiştek li serê wan gelo neqewmîye.
mîrê ’ereb û kuřê wî neheq,
duxastin, wekî birêd mine heq,
nola bavê minî me’rumî belengaz,
bibne neferêd cerda wane oynbaz,
çimkî ewana mîrxasîya birêd min zanbûn.
hela derheqa wê yekêda xeca zerîn
gilîyê xwe kuta nekir, neřêt derd û kîn,
syabend zu - zu mest li lingê xwevakir,
zînê zerî mêrdînî li hespê kir,
teng û berê wê hespê qewîn kir,
çekêd xwe mêranîyê rind girêda,
rima donizdeh movkî ji ’erdê hilda,
nêzîkî xecê bû, pirs da:
syabend:
xeca nazk û delal, ez te recaçîme,
bêje, birê te kîjan alîda çûne?
kîderê ser serê wan niha ceng û qale,
bêje, ew çyaye, yanê newale?
xecê:
ewana berê xwe dane vî çyayê han,
lê kîderêne, gumana min nagîje wan,
wan derheqa cyê şeř jî minřa negotin,
wekî ez, ’evdale xwedê, pey wan neçim.
syabend:
dema xatrê te, xeca bedew,
paşî vê gotnê syabend ajote wêderê,
kêderê şeře mîrê ’ereba bû,
pêşberî her ḧevit birêd xecê,
lê xecê bi dengê eşq pey wî kire gazî:
xecê:
syabend, bêceger, tu kuda diçî,
vî cyê qiřî - qiřistan, germî - gerimistan,
axir tu min çawa tenê dihêlî...
wextê ew deng bihîst, bu agir xwe ket,
dil û hêvîyê wî şewtî, ew seknî,
pařa zivřî, xeca zerîn nihêřî.
xecê ji gotna xweye dilsaxî,
şerim kir, sorumoro bû, xudanê serřa avît,
serê xwe berjêrkir, ’erdê nihêřî,
go: syabend, axir te tiştek nexwer,
tu riḧet nebûy, tu birçî rê ketî,
hinekî biseknîyay, ḧeta yek dihat...
syabend û xecê nişkîva hevřa keřbûn...
li hev nihêřîn, ji hev fe’im kirin...
keř û bê deng hev ḧizkirin, hev fe’im kirin...
paşê syabend bi dengê şîrin got:
syabend:
xeca mine bi qîmet!
syabend û xecê nişkêva hevřa keřbun...
lê wekî me nişkêva hev undakir,
tu tucara gumana xwe nebřî,
kîderê bin, kîderê jî kivşibin,
emê ’ese hevd û bibînin,
syabend:
domamê, negeře obe obe,
bira berdestê te qirarbe,
ezê paşî kawa - kubara xwe,
navê jina bikme tobe.
domamê, qurba, ez ji teyra - teyrê reşim,
ser çyayê sîpanêřa ḧuř dimeşim,
wexta çe’vê min çe’vê zerî domamê nakeve,
min tirê îsal ḧevit sale ez nexweşim.
domamê, ez ji teyra - teyrê çîlim,
ser çyayê sîpanêřa dibuhurim,
ezê dikim kawa guzel biřevînim,
boy namusa domama xwe newêrim.
terezê sîpanê ketim li vî tetî,
domamê ser çe’vê minřa hatî,
agirê gulê mala bavê ketî,
teyê dil, ce gerê min kirîye xuna petî,
ezê te ramusim bi ’edetî.
domamê leyl û mecrum terezune,
ser kavlê konê meřa bilindibûne,
lê zerî domama min tenêye li deşta xalî,
tu xema neke, avîtîya dila pozmîş nebe.
zerî, qurba, îşev şeva hîverone,
çira konê reşî ’erebîda dişxule,
domamê, çira tijî mum û done,
xelqê heře qirş û qalane,
ez bême dizîya zer - memkane.
syabend ajot û ji xecê dur ket,
xecê dixiwest dîsa tiştekî bêje,
lê zimanê wê hate girêdanê,
lingêd wê sist bûn û xwe undakir,
çe’vê wê ma li rya syabend,
keř û lal runişt, cîda ma.
de syabendo, ’erebistanê bi mile,
delalê min syarê hespê qule,
teyê dilê min kirîye kanîya agire,
tu vegeře bibe qinyata dilê mine.
çi mirazê mal li gunda,
şevê, rojê xem di dilda,
nola sîtleke, çarçemle, agir binda,
de tu vegeř, derda nede ser derda.
çyayê ’erebistanê wê beřoje,
syabendî silîvî xweş dengibêje,
delalo, de tu vegeře, çend gilîya bêje,
ez birîndarim, tu dil - hinavê min nepêje.
ez xerîbim, ne li virim,
qalçîçeka ber kevirim,
ezê hêvîya te li virim,
minê sond xwerîye kesîra nebim hogirim.
hîv kete bin ’ewra,
hespê şê difře nolî teyra,
ez cahilim nolî gogerçîna,
ezê hêvîya tebim li vire.
lawko, nazko, çira vêxsitin,
danîne ser van teneka,
de tu were emê bikevne kêf - ḧeneka,
nemama qerewl girtine,
îsal dane ser kuleka.
de tu bi altidarî vegeř, delalyê min,
şewqa çe’vê min, delalyê min.
herê syabendê minî şengîne,
tîmarekê li hespê şê dixîne,
destê xwe dide zînê zerî mêrdînêye,
çeka li destê xweda dişdîne,
lingê xwe dike zenguyêye.
dide orta xwe û zînê mêrdînîye,
rima qesaye, hêdî - hêdî ajotîye çûye.
hewara her ḧevit birêd xeca zerîne,
ay syaro, delalo, mêrxaso, syaro.
ewa hanê xeca zerîne,
boy syabend dibe kuleka giran û birîne,
syabend qewata teze top kir û çû,
ze’if çû, hindik çû, hilkişya serê çyê,
wî çîtê mêra dît li hindava,
wê ketne şeřê giran, nolî se’va,
li deşteke bê ḧed û ḧesabda,
ji alîkî birêd xecê çadir lêdabûn,
ji alîyê dinê jî cerdê çadir lêdabûn
syabend le’zekê nihêřî alyê şeř kara,
«heřme alyê kê,»? -duşurmîş bû.
syabend:
«wekî heřme alêy birêd xecê,
cerda mîrê ’ereba wê min ḧesabkin kubar
wê ser min bikenin timcar,
wê bêjin: quřebû, çû pişta hindika,
lê wekî heřme alyê cerda piřa,
birêd xecê wê bêjin, tirsunek bû,
nemerd û bê ḧiş bû, çû alyê ze’fa.
ji ḧemuşkî rastire, wekî ez orta,
wanřa bajom û silavê bidme wana,
ezê heřme pişta wana, kê silava min hilde.
usa jî kir, ajote orta wan,
hespê xwe da seknandinê, silav da,
her ḧevit birêd xecê bi şîrin silava wî hildan,
syabend pêřa - pêřa ajote alyê wan.
ji hespê peyabû, wanřa bû yek.
cerda mîrê ’ereba dîtin,
çawa syabend berê xwe guhast,
çu alyê birêd xeca zerîn,
syabend hele riḧet nebû,
cerda mîr şeř dest pê kir,
birêd xecê ḧazirbûn, wekî heřne şeř,
lê syabend gelê tewaqe ji wan kir.
syabend:
sekin, qebîlvanêd min, birayêd min,
nav weda ji min biçuktir heye,
ji min nexeydin, gilîyê min sekin,
ez merîkî xerîbim û dereke,
we tucar ez nedîtme,
û hun tucara min nas nakin.
ez hatme vira, min silav da we,
cerda mîr silava min hil neda,
nexwestin min binhêřn, ez bê ḧurmetkirim.
we caba silava min ḧurmetîda,
we ez qebul kirim nolanî bira.
niha gilîkî min ketîye alyê we,
ez teweqe dikim hun gilyê min,
çawa qebîlvan û bira texsîl nekin,
eva çend roje hun şeř dikin,
pêşberî cerda mîr, hun westyan.
dîya mine delal temî daye min,
ku ez timê pişta barê ketîbe.
hun werin xebera min bikin,
hun le’zekê li vira hêsabin,
îznê bidin ez îro pêşya cerdê şeřkim,
birê xecê dîtin syabend dest pêye,
jê sawê digirin nolî mêrê kulêye,
îzna syabend dan tenê vir derê,
nîşande zerpa şeřê qurbetîyê.
syabend wê le’zê li vira sazbû,
ser pişta hespê şê ew zû syarbû.
rima qesay da urta xwe û zîn,
hicum kire ser cerda mîre mezin.
wexta syabend hindava rabû,
cerda mîrê ’ereba başû,
wekî merîkî tenê hicum dike.
wana çar alî ajotne ser syabend,
wekî wî mêrî zû dîl bigirin,
ji mîrê ’ereba řa pêşkêş bînin.
şeřê giran dest pê kirin,
syabend pêşya cerda mîr dageřand.
pêşî li ser paşîyêda vegeřand,
xun kişya nolî avêd cew - kanîya.
herê syabendê minî şengîne,
tîmarekê li hespê şê dixîne,
hespê şê quloz dibe ’ezmîne,
pirîsk dipekyan ji gema nav dirana,
hîřîn dikete nav best û meydana,
zengu tenişta hespê dixîne.
derbê wî mêrê kulê ditirsîne,
rimê diḧejîne, pêşya cerda mîr dizviřîne,
bi şîrê pêşîyê ser paşyêyda vedgeřîne.
cerd û qumandarêd mîrê ’ereba,
hela nava tarîqa xweda şerêda.
nedîtbun, ne jî binyabûn.
xun bûbû nola be’ir û dikşya,
deng û nalînêd birîndara ew deşt hildabû,
dengê nalînêd wan derdikete ’ezmana.
cerd û qumandarê mîrê ’ereba,
ser ḧişê xweda hatin,
wekî tu çar û mikan tune,
ewana sax û silamet nikarin,
ji destê syabend xilaz bin.
hinek revîn berb malêd xwe,
xilazbûn ji nav wê belayê.
gelek ji vira hatne rayê.
syabend wexta vir bala xwe dayê,
nyê cerdêyî piř vira belengazin.
kesîbî li wana tim dikin gazin.
wana bona kara mîrê ’ereba.
vira xun diřêt, serê xwe dida,
gilîyê dya wî kete bîrê,
wekî komekê bide feqîr û fiqara,
berb wana zivřî û gote wana:
syabend:
sekin, bindestîyêd mîrê ’ereba,
hun xweyê jin û zařa,
vir mîr hun xapandine anîne ’erdê kurda,
ji şeřê mîra kê dîtîye kar?
we mala xwe hîştîye tengezar.
ser ’erdê dereke xunê diřêjin,
heřn malêd xwe, hun zu vegeřn,
jin û zařêd xweřa îdarê destixin,
heger hun bên vir dîsa şeř bibe,
bira gazna we ji min tu nebe.
hun çima bona wê kara mîra,
xwe dikin şeřê qîr û sîra?
bira ḧişê we li serê webe,
gerekê şeřkin pêş dujmina,
em birane û nolî bira.
orta meda şeř diha tunebe,
paşî vê gutnê syabend ew azakirin.
û ewane bi dil - ce’d bona vê yekê,
gele şabun û razîbuna xwe dane syabend.
vir girêdan birînêd birîndara,
ew runiştandin ser ’ereba.
çî wan hebû temam top kirin,
serê xwe ber syabend berjêr kirin.
xatrê xwe ji syabend xwestin û çûn.
syabend zivřî bal ḧefit bira.
birêd xecê bi cêrge nêzîkî syabend bûn.
destê xwe dane wî û altikirin pîrozkirin.
çe’vê wî ramusan û qewî ḧemêzkirin.
nava ḧevit bira vir birê mezin
ji syabend pirsî bi zarê lêzim:
birê mezin:
ev ḧemuşk îro pak hate sêrî,
em ze’iv razîne ji te fêrzî!
lê em nizanin, kê dilê me şakirin,
ji vê qezya ne pak em xilazkirin,
birê nenas, navê te bi xêr.
nav mêrêřa timê dibe mor.
syabend:
navê min syabendê silîvî,
ewledê kurda, pişta belengaza,
ez hogrê wanim, kê min dixiweze.
birê mezin:
syabend bibexşîn, ez gilîkî bêjim,
em ḧevit birane, tu çawa dibînî,
tu jî bibe birê mey ḧeyşta,
nêta te derheqa vê yekêda çîye,
tub gilîyê minřa gelo razîn?
syabend:
belê, ez bi gilîyê teřa razîme,
ez ze’if ji wî qedrî şame,
ez qebûl dikim gilîyê we şêra,
ez ze’if razîme ji ḧurmeta wa.
birê mezin:
de wekî usane, birayê me qîmet,
me teřa nekirîye tu qulx - ḧurmet,
ez çawa birê mezin, gilîyê min seke,
bi çi qîmetî jî nabe, çi teḧerî hebe,
tu derê qonaxa me vira veke,
gerekê tu ḧevtêkê bibî mêvanê me,
syabend řazî bûna xwe da,
wekî ḧevtêkê bibe mêvanê wana.
birê mezin:
qereman, tu zû heře, birê minî biçûk,
şuxulda êgin, tu şeřda çapik,
cabê bide xuşka meye nazk,
wekî em bi altidarî,
îro tevî syabendê silîvî,
emê bivne mêvanê wê,
çawa mêrêd altidara ’ezîz,
alî bike wekî xuşka me nergîz,
tiştekî xweş meřa ḧazirke.
tu şuxulê birê meyî mêrxas,
bêy me xecêřa wira nekî nas.
tu gilî û gotna nevêjî,
bira bi xwe syabend ew bibîne,
gelo wê birê me teze biḧebîne.
binêře, çika wê çi bêje,
wê çawa nêzîkî wî qebûl ke.
qereman vira nolanî teyra,
ji cî livîya, te digot difřîya,
lê bira dane pêşîya syabend,
hêdî - hêdî berb konê xecê livîyan,
ewana çiqas nêzîkî konê xecê dibûn,
hewqa dilê syabend davît, şadbû.
qerf û ḧenek, eşq, laqirdî,
bi kelam û metelokê kurdî,
berb xecê bûn û řê kin dibû,
nav wanada syabend keřbû,
gele melûl û duşurmîş dibû,
te tirê ewî mîr’altine kirîye,
merv tirê ewî namusa xecê xilaznekirîye,
merv tirê ewî senedkir kêf û ḧenek,
kilam û metelok, xeberdana bi eşq.
eman - eman, eman - eman,
delalê, ba tê, baran pêřa dilîlîne,
kewa gozel kanîya jêrîn avê tîne,
di řêya cêř girane, qet zirave,
qolanê milê zerya min dêşîne.
ezê hevraz çûm, berjêr hatim,
kêleka kon rastî kewa gozel hatim,
bengizê vê tornê usa tujbû,
mîna řima qesay ez hingavtim,
qudumê çokê min sist bûn,
hestyê çokê min xweber çûn hatin.
eman - eman, kulmalê ezê kavlê
konê reşda ketim pêda - pêda,
kula kor mala bavê ketê,
teyê dilê min kirîye mînanî,
kirizka ser sêlê, gurzek darê ’erebistanê binda,
alav - agir girtîyê, qirçepêřa.
eman - eman, terezê çya bilinde,
kavlê gunda te nabînim,
gul û gîha şîn bûne, naçirpînim,
agirê kulê mala bavê ketê,
ezê terezê di gundada,
tu dilî ser dilê xwe û teřa naḧebînim.
dengê xeca nazk hela
guhê wîda dikire zenge - zeng.
dengê xeca delale, kubar,
ji ber çe’vê wî dûr neket.
sofetê xecyê delal û bedew,
ji nêt û fikira wî dernedket.
ew bi fikirê li bal xecê bû,
ew duşurmîş dibû û difkirî:
çawa xecê wê wî qebûl ke.
wekî birêd wê bipirsin,
ji wê nêtê bixazin,
ewê çawa caba wan bide
ewê çi ḧesabî pirsa wan qebûl ke.
lê xecê xarin ḧazir nekirbû,
kêlekêd texte be’ligî rêz kirbû,
ew jî ber derî seknîbû,
hêvya hatna birêd xwe bû,
qereman wêřa tiştek negotbû.
lê dilê wê jêřa şe’detî dida,
ew bi birêd xweva wî ḧeřmandibû,
yêku dil hinavêd wê maşandibû,
xweyê hespê şê û řima qesay.
paşî gele seknandina giran,
berêvarê ewê ew dûrva dîtin,
çaxê ewê dît syar ji çyayê,
jorda hêdî - hêdî dihatne xar,
xecê zu - zu, ji cyê xwe rabû,
xwest bibeze pêşîya wan,
xwe bavîta situyê hespê şê.
lê bi qanûna kulfet xwe vegirt.
ji şerma sor bû,
serê xwe berjêr kirbû,
berb kon hêdî - hêdî çû,
birê wê hatne ber derî,
birê mezin xecêřa got:
birê mezin:
me ji xweřa birakî
teze anîye, xuşka delal,
binêře, gelo, begem dikî?
xecê:
birê we mêvanekî qîmete,
mêvanê ’ezîz yê xudêye,
mêvanekî ḧurmet û syanete.
çawa dikare biqewme xecate
qebûl neke mêvanê, ku te anîye...
lê çima ew derva seknîye,
lê çima nayê û silamê nade?
bêjne wê xortê nazkî, delal
ser çe’vê min, ser serê minřa hatîye,
hergê dixaze řastîyê bizanbe,
dilê minda jî cîyê wî tim heye,
bira keremke bê malê runê,
paşî vê gotnê xwe,
xecê cêřê avê hilda,
zu, zu ji kon derket,
paşî derketna xecê ji kon,
birê mezin tê derxist,
wekî dora textê nan,
dewsa ḧevit balgîyê nerim,
xecê pişt belgî rêzkirne.
ewî fe’im kir, wekî bi wanřa
xecê hêvya yekî din jî bûye.
lê kêye ew, syabende, yan yekî din,
ji wîřa çetin bû bizanbe.
birê mezin dilê xweda qirarkir,
derheqa wê yekêda birařa nevêje.
lê bê şik li xecê binêře,
bê deng û ḧis bala xwe bidê.
xecê derkete der,
av bir, wekî mêvanê ’ezîz
wira destê xwe bişon,
bi ava kanyê lingê xwe bişon,
wekî ḧinekî wira ḧêsabin.
bi me’rîfetî gazî wan kir,
wekî xwarna bi destê wêy
nazk û torin ḧazirkirî, bixon.
mêvan û birêd wê hatne hundur,
runiştin, xwerin, vexwerin,
palaxo dane be’ligîyêd nerim,
xeberdan û bêxem řiḧet dibûn.
êdî nêzîkîya nîvê şevê bu,
xecê tenê konda ḧişyar mabû.
ji bengîbûnê serxiweş bûbû,
ser be’ligîyêd xas pal dabû,
destêd xwe dabû ber ’enîya xwe,
dilê cahil dikelya û eşq dida,
kilama dilketîya distira.
kilama xecê:
eman, eman, eman,
eman, eman lawko de caf,
lawko qurban, ne li virim,
ne li wême, tevya tevî bême.
ez gulim, gula van behara,
timê ber bede û yara,
seba xelqê, nolanî sitrînê me’ra,
seba lawkê xwe nolanî karbara.
eman, eman, eman, eman,
eman, eman lawko de can,
lawko qurban, de min go,
rênga dila neçe dila.
agirekê ketîye koçka maxîna,
têda dişewte baxçengê gula,
minê sondekê xwarîye sonda temam,
xênjî lawkê delal, destê kesî,
neçe nav van memkê gulday.
eman, eman, eman, eman,
eman, eman, lawko deca,
lawko, qurban min kavlê.
gundê me derece,
lê şîn dike, ket û lavlavka guh pence,
de tu were vê sivê,
ramusanekê min ’evdalê keremke -
ew dermanê canê teřa
çiqas ferz û tenge.
eman, eman, eman, eman,
eman, eman, lawko de ca,
lawko qurba, mala digeřî,
malî meye wane,
tu hêsuyê binêře kon xuyane,
gava dibîbek canê lawkê min,
welatê xerîba bigeře,
vira nevsa canê min ’eyane.
eman, eman, eman, eman,
eman, eman, lawko de ca,
lawko qurba dilê min
siteyra berî benda,
ezê dîna xwe didmê,
gulî wê kewa guzel,
diketne ser gulavtun,
herdu zenda.
dengê wê kilama zerîyê
te digot tevî carekê kanîyê,
ji çya dixulxule, jorda tê,
tê û merv dide ber pêla,
dixe nav reza, dixe nav gula,
û dide merv qenat û mila.
ji dengê wê kilamê
syabend berî ḧemuşka,
ji xewa şîrin ḧişyar bû,
gele hêdî rabû,
usa ji kon derket çû,
tu kesek pê neḧesîya bû.
ew çû serdevî kendalekî,
gelek wext keř û lal seknî,
rast berê xwe dabû rohlatê,
ewî bi nêta tevhev guhê xwe,
dabû ser kilama xeca xwe.
te’iv teze ji çyê bilind bûbû,
şebeqa sibê her ḧevit bira rabûn
derketne der, dora syabend,
topê serbûn runiştin,
birê mezin ji wî pirsî.
birê mezin:
sax be birê mey bi qîmet,
çi bûye, çi te qewmîye?
tu du nişkêva ḧeřafê meydanê,
nava cerda birîndar nebûy?
yan jî birê me tişt teřa gotne,
çima usa me’dey û kêfa te tune?
syabend:
na, na, birêd mine şîrin,
ez silametim, duşurmîş nebin.
birê mezin:
lê tu çima şebeqa sibêda
rabwî ser vî kevrî runiştî?
syabend:
sibe safî nebbû, ez ji xewê rabûm,
nêtêt mine tev hev mecal neddan,
wekî min bikarbîya razam,
ez rabûm hatme vira,
wekî ez rohlata dinyayê
we binêřim û bi çe’vê xwe bibînim,
nêtêd xwe bidme belakirnê.
birê mezin:
hergê usane, birê syabend,
niha texte rastikirne,
xecê hêvîya me seknîye.
keremke em heřne kon!
te’şitê ḧazir kirîye,
paşê emê çarekê bibînin,
nêtêda teye tevhev,
bidin belakirnê, kêfa te xweşkin,
heřne çyayêd kewêd gozel,
rav û nêçîrê hevřa bikin.
bira gele şabûn, kêfbûn
gula ’enîya wan geşbû.
zu - zu te’şitê xwarin,
lê hespa syarbûn,
ajotin berb çyayê nêçîrê,
êvarê ji nêçîr vegeřyan kesrî,
bi kêf û kilam ser kura agir,
ji hevra ḧurmet dikirin,
rojtira dinê çûne mêşe,
nêçîra gakuvîya û biznêd kuvî,
usa bi ḧenek û şay we’de derbazbû,
ro derbaz dibûn, ro diçune ava,
lê syabend timê mitalada dima.
ne xecê, ne jî syabend,
bi eşq tevî wan nedbûn,
bê ḧis hev dinêřîn, gul didan.
herřo gula dilê wan şax dida,
lê ḧuba wan ḧemû tişt dida,
duşurmîş dibûn derheqa ’emrê xweda.
syabend îzin nedda xwe, ’edetê mêvanîyê,
û wî emekî bide pêpeskirnê.
lê xecê tucara berê îzin nedda xwe,
dilê xwe veke xortê xerîbřa,
usa dimşîya şev û řo, ḧesab dida,
ji bê xewîyê rengê wê hatbû guhastin,
çe’vê wêye reş - belek sor bûbûn.
lê ew timê başqe dibû,
kilamê bengîtîyê digot, distira,
bi kilama hêsa dibe dilê yara.
xecê:
ez xerîbim nel virim,
qalçîçeka ber kevirim,
lawkê min diçe seferê,
dilê min bûye kevrê be’rê.
delalo qurba, çûme şamê,
şame li nav teta,
kolos qot - kirye nolî ’egîta,
rîşîyê şe’rê daketîye ser sureta.
lawko, qurba, şev şeva mine,
goşê orxanê hilde were bine,
delalîyê malê ez û tune,
emê têkevne kêf - laqirdîyane.
lawko, tuszo, îşev şeva înîye,
destekê hatîye nava sîng - berê,
min çe’iv reşê, min xatunê,
nawelle, min gogerçînê.
lawko nazko, çira vêxsitin,
danîne ser van teneke,
detu were emê bikevne kêf - ḧeneka,
mêrxasê min, delalîyê min,
şewqa çe’vê min, delalîyê min.
birêd xecê hela kilamêd usa,
ji devê xecê senekirbûn,
kêm xeberdan, mitalê syabend.
kilamêd xecêye bengîtîyê,
ji ber çe’vê birê xecê mezin,
bê şik nikarbû dur ketna.
ewî fe’im kir, wekî xecê û syabend,
bê ḧesab ji hev ḧezdikin.
wekî ew îzbatî bê bawerkirnê,
gazî xecê kir, jê pirs kir, wê derê.
lê rojtira dinê, wextê nêçîrê,
syabendiřa gelek hur xeberda,
wê demê ḧemu pêva ’eyan bû,
gazî birêd xwe kir û nêta wan pirsî,
derheqa wê yekêda bi îclasî.
birê mezin:
hun çi dibêjin, nêta we çîye?
gilîkî wa pêşîya me danîye,
we qet tê dernanîye,
wekî xecê û syabend hev ḧezdikin.
kevir jî ber ḧuba wan dimaşin.
ez çawa mezin, xecê û syabend,
ewan şabûna xwe zivit nekirin,
rastya gilîyê xwe minřa kirin.
paşê birê ortê, tihar,
bi dengekî nimz got,
û birê mezin dengê xwe biřî.
şeş birê xecêye nazk nihêřî.
temam kiřbûn, serî li berda,
tu kesî nikarbû zu xeberda,
tu kesî nikarbû gilî bigota,
dilê biratîyê vira dikuta,
boy xuşka nazk, boy xuşka delal,
boy xeca zêřîn, delalîya ḧemuya,
lê birê ortê, navê wî tihar.
hêdîka ew cyê xwe rabû pîya,
zivřî û paşê gote bira:
tihar:
em qet nizanin kîye syabend,
raste ew mêre û mêrekî ze’if merd,
lê gelo heye hebûna wî û cî,
yan xuşka me heře maleke birçî?
ew bê namusîke ze’if mezne, bê ḧurmetî,
dertê, me xu da wî bi tirsê,
gilî pey gilî û pirs pey pirsê,
sebê wê bigîje mîrê ’ereba fikira tirsê,
wekî em tirsîyan ji mêrekî nenas,
û ber wîya em bûne pelas.
qebîla mîrê ’ereba wê ḧeta ḧetaye,
meřa bikşîne dujminatîyê,
û wê rojê û şevê qebîla me,
bin şurva bide derbazkirnê,
yan hebûn û tinebûna me,
wê agir berdê, bide şewtandinê.
ew pirs zor û çetin bû,
çawa bikin, wekî xeca zer
bextewarbe, ew yeke tenê bû,
ew bermalîya mala wan bû,
ew ḧizkirîya birêd xwe bû,
usa jî nedxiwastin, wekî
mîrê ’ereba bibe dujminê,
wanî atadan û babadan.
- baweřkî rast dibêjin, wekî
dû levhatin, dû bextewarê nazkî,
vê dinya puçe valada nikarbûne,
bi hevřabin û hevřajî nebûne!
ev xeberdan tevhevkir birê biçûk,
qereman:
ez li vira ji we ḧemuşka,
yê herê biçukim, gelî bira,
gelî wey sere qet nagîje min,
ez wê yekê ze’if řind dizanim,
hergê birê minî mezin,
îznê bide, çawa birê biçûk,
risqeta min wê hebe,
wekî ez gilîyê xwe bêjim.
birê mezin:
xeberde, qereman, îzna te didim,
qereman:
wekî mîrê ’ereba bibe agir,
tucara nikare tiştekî bike,
qet nikare zirarê bide me.
ewî bi cerda xwey giranva
ser meda dihat, nolî xunava
gelek cara hucum ser me kir,
gelek cara dest şeřê giran kir,
lê tişt ji wîřa lev nehat,
ewî tiştekî nedhêvşand,
wekî me bike hêsîrê bedḧal,
medîl bigre, me nehêle ḧal,
wekî êla xwe me bide kenandinê,
lê ew yek wîřa qet lev nehat.
em wî çaxî ḧevit birabûn, ḧevit mêr,
lê niha em ḧeştin, ḧemu nolê şêr,
niha bi miřane syabend, delale,
lê syabend fêrzekî ḧelale,
fêrzekî layq, delalîyê birane.
ew jî cerda mîr netrisya,
bi mêranî ajot hate alîyê me,
wexta du dil hevdu bengîne,
ji ḧemuşka rinditre, em nebne sebeb,
boy xuşka nazk, nolanî kewkeb.
vir tiştê zorê ortê tunîne,
kesek zorê xecê nastîne,
meřa tu bênamûsî nîne,
wekî xuşka xwe didne wî, kê begem dike.
lê wekî dû dil, nolanî dû gul,
hevduřa dibin şarur û bilbil,
xwe beřa nekin, miraz gunene,
aykê wane ber çe’vê mene.
wekî syabend nemerd buya,
wê hela berî şeř gelekî hêsa,
xecê birevanda, bibra xweřa,
dibe em - ḧetayîyê,
pê neḧesîyana û me ew nedîta.
lê ew niha birê mey ’ezîze,
ew usa xwe alçax xwey dike,
çawa merîyê malê û fêrz,
nola bûka xwe xwey dike,
merv nizane, wekî ew mêrxase,
ji vêyekê şûnda ’eyane,
wekî ew tenê layqî meye,
layqî xeca torin û nazke.
xecê dikare tenê bibe kulfeta wî,
bibe bermalê û siḧeta wî,
neku bibe hêsîra kuřê mîrê ’ereba.
û sibê jî me bidin ber derba.
me xecê xilazkir ji devê dujmin,
niha hun dixazin wê pařa bidin...
hergê min vira û zêde,
bibexşînin, gelek xeberda,
lê hun bizanbin, ez çukê weme,
lê aqil ne çuktîyê - meznitîyê dane.
birê mezin:
na, na, qereman can, - birê delal,
te rind xeberda, fikira te zelal,
te ew got, çiku me ḧemuşka xast,
duşurmîş dibûn, bona xuşka xwe.
ji syabend çêtir em ze’fa nabînin,
û tu kesî em naḧebînin.
roja mayn, wextê sobetê,
birê mezin nêta xwe tevařa got,
wextê ewyek sekirin, gele şabûn,
gustîlkêd wan hev dane guhastin.
rengê xecê hate cyê xwey berê,
gula ruyê wê geş bû, şemalê da nederê
bengizê wê, merî yařa dikenîya,
çe’vêd ûیێە reş - belek gul dan.
her gê ḧeta hingê syabend,
keř û lal, ro derbazdikir,
diqciqicî, xweda dikelîya,
ji wêyekê şunda bû bilbil,
dû şev û roja kêf kirin,
xecê zerîn nîşan pêvakirin,
roja sisîya syabend birařa got,
syabend:
birêd mine bi qîmet!
her gê hun îzna min bidin,
ezê heřme mal bê eglebûn,
kincê layqî xecê bidme ḧazirkirin,
karê de’wetê bidme kirnê,
nava çend rojada ezê kutakim,
bê eglebûn ezê vegeřim,
xuşka xweye delal, riḧetîya dilê mine,
bona birna xeca zerîn hunê bêjin,
çawa řê têřa bibînin emê vira,
de’wetê bidne teşkîl kirnê.
paşî wê yekê bi qewata bira,
emê bikevne řêda,
destê xwe bidne destê hevda,
heřn bal pîredayka minda,
wekî ew jî xecê bibîne,
çe’vê wê tijîbe, dilê wê şabe,
rengê wê vebe, dilê wan řeḧet be.
her ḧevit bira gilîyê syabend
bi dil û eşq qebûl kirin.
syabend berbanga sibê,
zîn da ser pişta hespê şê,
kete řê, ajot berb îla aẍê.
herê syabendê minî şengîne,
tîmarekê li hespê şê dixîne,
lê dike zînê zerî mêrdînîye,
teng û berê wî ser hevda dişîdîne,
lingê xwe dike zenguya zîne,
dide orta xwe û zînê zerî mêrdîne,
řima çarde movkîye qesaye,
dajo hêdî - hêdî berb êla eḧmed aẍêye,
deşt û zozanřa çûye,
ay li minê, syaro delalo, mêrxaso.
wextê eḧmed aẍa pê ḧesîya,
nêta pařa zivřandina syabend,
çapa şabûna wî tinebu,
ewî ḧazirbûna de’wetê dît,
xercê de’wetê hilda ser xwe,
wekî syabend diha vir nemîne,
bikarbe heře zû dergîstîya xwe bîne.
’emirkir, wekî kêleka konê wî,
bona syabend û xecê cyê kon ḧazirkin,
konekî fire û bedew vegirin.
ji xecêřa, çawa bûka wî,
nîşanêd xas ḧazirkin.
merî top kirin, wekî syabendiřa,
heřn bûka ’ezîz û delal bînin,
wekî bi kêf û şayî heřn, vegeřn.
çend roja şunda syabend,
bi koma syarêd de’wetêřa,
bi gele pêşkêşêd meznava,
bi ḧazirbûneke mezin řê ketin,
xeca zerîn bi kêf eşq bînin,
êl ḧemuşk derket û syabend veřê kir,
qîz û bûka gele hevsudî kir,
û bê sebir hêvîyê bûn,
wekî zû bibînin wê bextewarê,
yaku bibû xweya dilê syabend,
wa bi kilam û şayî syabend veřê kirin.
herê lawo, me bi lawîne,
kulmalo me bi lawîne,
kuř hatîye min biřevîne,
tunicka ’enyê hilîne,
zozan, zozan bigeřîne,
ḧelanê jorîn xîne,
ḧelana çe’vikanîne,
çe’vikanîya gul çinîne,
yek şore, yek şîrne,
sîngê min jî birîne,
zimanê te lê dikeve di’êşîne.
herê lawo, meb lawîne,
kulmalo me bi lawîne,
kuř hatîye min biřevîne,
orta gund řê tunîne,
min bavê qerepusa zîne,
řê dûre, te nabîne,
hêlan hêlan bigeřîne,
hêlana cot kanîne.
herê lawo, me bi lawîne,
avê şamê şîrne,
de tu zûke, min biřevîne,
teng û berê bişdîne,
tilya lawuk birîne,
min şandîye ḧekîm bîne,
ḧekîmî derewîne,
ḧekîmî malda nîne
herê syabendê minî şengîne,
tîmarekê li hespê şê dixîne,
lê dike zînê zerî mêrdîne,
teng û berê ser hevda dişdîne,
lingê xwe dike zenguya zîne,
dide orta xwe û zînê zerîne.
řimaçarde muvkîye qesaye,
hêdî - hêdî berb xecê ajotîye çuye,
ay lawko, syaro, mêrxaso, delalo.
syabend hela teze çûbû,
ji her ḧevit bira qetîya bû,
hela çe’vê xecêye řeş û bedew,
ji hêsra ziha nebbûn,
rokê teze te’iv zerqî,
sîngê çyařa dibirqî,
komek syar ser pişta hespê ’erebî,
berb kunê birê xecê dimeşîya,
pey wanřa qenterêd devê bazirganî,
barê wan tijî, wan pêşkêş danîn,
ew kuřê mîrê ’ereba,
kefîlê xwe şande cem ḧevit bira.
wekî wira wana lev bînin,
wir zêřa rokin, dilê wan bistînin,
û gilî hildan, ku xeca zerîn
bê mala wanda timê bibe zey,
bira xirabbe timaya dinê,
çawa ew merîya dike nav telê.
wexta zêř, zîv dane ber wana,
dudlî kete nav dilê bira.
û tiştê nedî, tiştê nebîna,
wana vir hilda ḧesabê dîna,
destî nepaka, destî bêbexta,
mirazê cahla dikete ber şexta,
nêta xwe guhastin viraya wana,
wekî neheqî xecê dan syabend,
ji wana gele poşman bûn,
wekî bextê xecê girêdan,
bi merîkî usařa,
tenê dêke wîye pîr heye,
nav û dengê wî aẍatîyê tune.
merîyê wî dewlemend tune.
birê mezin ḧemu bira top kir,
wanřa bi dil’êş got:
birê mezin:
sekin, birano, em ḧevit bûn,
me xuşka xwe nîşan kir,
bi merîkî ne’eyanřa,
bi altidarîya wî hatne xapandin,
bi mêranî û řindîya wî xapîyan,
me bîrkir, wekî ew ne begim, ne aẍa,
usa jî pismamê wîye kiviş tinene.
çi silîvî, çi syabend, ev neglîye,
dostê sekin, dujminê sekin,
xelqê wê çi bêjin jimřa?
ewê xuşka meye delalî xaykirî,
wê çawa lê binêře, çawa xay ke?
ew yeka ji navê meřa,
ji nav dengê qebîla meřa,
şerme, kirête û bênamusîya,
ḧeta - ḧetayîyêye bona me.
ḧemuşkî çêtir nîne, wekî em,
mervatîyê ji kuřê mîrê ’erebařa,
bidne qewînkirnê û bivne merîyê wana.
lê syabend merîkî ne kivşe,
em nizanin wê çawa xecê xay ke...
ji wana geleka gilîyê birê mezin,
bi kêf û eşq qebûl kirin,
pêşberî wê yekê xeber nedan.
ḧeta wî çaxî tihar tenê pêşberbû,
lê qereman wêřa razî nîbû.
ew pêşda hat û wa gote bira:
qereman:
niha êdî şerme em sozê xwe
pařa hildin, ew nemerdîye,
em nikarin soz bidne mîr,
me sozê xwe bi şeř da kutakirnê.
lê emê çi caba syabend bidin,
çi bêjin, çawa lev bînin.
qereman êdî nikarbû,
xwe zevit kira û lê zêdekir:
qereman:
ev yek ne mervatîye,...
xecê ji wî ḧezdike,
ne ewan gustîl hev guhastin,
gele şerme, şerme, birano!
lê birê mezin kir qarîn,
gele hêrsa xwe řakir -
birê mezin:
dengê xwe bibiř bê edeb,
tu çi fe’im dikî, çîye şerim!
min qirarkirîye, ḧeta syabend,
vengeřîyaye, nehatîye, mîrřa,
û kuřê wîřa pevkevim,
pêřa - pêřa de’wetê bikim.
ewana konê xecê jorda anîn,
zu - zu top kirin û li hespa kirin,
guh nedanê girî û lavayêd xecê,
berb řêya gundê xwe ajotin.
wextê çwînê xecê tenê,
bi lezu bi tirs ne’mek nivîsî,
kire bin kevrê kuçkê kon.
ew ne’me nivîsîbû bi hêsrê xwe,
bi derdê xwe, kula dilê xwe.