nedebû!

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  572 views
dił eger meylî be diłdarê nedaba nedebû
xem kirasêk bû be bejnî nebřaba nedebû
mestî ew xatrey embatewe cêjwanî kon
be dizî baye desim řû nekiraba nedebû
ew xeyałey le xewêda şewê pêy řadepeřim
diłî dêwane be řoj lêy nedwaba nedebû
piř le çîrokî min û to buwe şar û bajêř
îtir ew perde bilêy her nedřaba nedebû
min le dûy yar û neyarîş ewe be dway minewe
lew geřabam min û ew lemnî geřaba nedebû
hênde sałey ke dełên: kurd heye, řizgarîy dewê
pet û sêdare eger hełnexraba nedebû
kurd pekî kewtuwe bo dujminê! dyare boye
xobexo yekyetîy hebwaye teba ba nedebû
ewî lew xake çekî bo gelekey desdaye
piř metirsî bû birakem ege maba nedebû
serî bo dujminekey şor nedekird pêşmerge
jin û mindalî weber top nedraba nedebû
kurd leser mafî řeway xwên le birînî deřja
dujminî tînû demî pêwe nenaba nedebû
jengî hênawe le kalanekeya têxî zwan
mişt û małêk nekiraba neswaba nedebû
xwênmijî dewruberî têr nedebûn axir, kurd
wek gelanî dî be serbestî jyaba nedebû
diłî kostikewte be derdanewe xwênî têza
çend tinokêkî le çawim netkaba nedebû
ey weten şertî me bû «hêdîPen name» leber to bimrê
mirdibaye debû, peymanî şikaba nedebû