awat

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  1231 views
nasrewn hest û xeyał, ey xozge min dêwane bam
xozge dest û pêm le naw zincîrî baye û wa nebam
zulfî ser şanit ’ezîzim, katê hatî şane key
min gutim sed xozge denkî şane bam û şa nebam
kes wek awêne be wirdî najmêrê xałî řût
boye awatim bû ew awêne bestezmane bam
şew çequçoy cûtê bey wam degrê řojê řenge min
wa nelerzîbam leser sîngî, eger lerzane bam
nabê řizgarim le daney xał û dawî kezyekey
min ke demwîst qet le gîrî daw û daneda nebam
zerdexendey lêwekanit her henasêkî dewê
ew telesmem pê nedeşka min ke wek şewba nebam
ta pereng û pyałe wa lacang û lêwit maç deken
min dełêm qeydî çi bû xwaye yekê lew duwane bam
kê hebû wek şem bisûtê bo minî şeyda eger
xom le dewrî wî wekû perwane bêperwa nebam
şew bû, ew bû, mey bû, biskî baweşênî řûy dekird
her minî bêçare lew nawe debû bêgane bam
xozge bo ew pênc û dû řojey jyanî xom minîş
her wekû «hêdîPen name» melî tofanî bê hêlane bam
mał û ser wîstim be carê wa fîday to kem weten
ewřo çîrok bê le naw gelda, sibey efsane bam