giřřû

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  516 views
were seyrî diłî min ke çi hejar û řebene
gîr buwe lew hełet û benden û dar û dewene
meselî kurdî hemûy řast û beřê û cêye
dełê: her darê nehatî bû debête çeqene
ewî sewday leserî daye, cinûnêkî heye
were gwê bigre le derdî diłî, pêy pê mekene
ger ewîndarî wiłatî debê agir bigrî
ewe karêke ke pêk naye be ezman û çene
ewî ew řêgeye degrê debê çeng be xwên bê
kełkî kurd nagrê leşî nask û destî be xene
ger detirsî meye bezmî me, ke ew meydane
herçî têydaye hemû, řosteme, gîwe, peşene
lêre her kose tirazandine xencer sûne
hêrşe, des beyexebûne, şeřî ten betene
dû bira, řojî hera des bixene destî yek
kêheyan bakî le hêzî netewîy nařesene
gel be barzanî hetîw kewtewe wêřay hêdîPen name
erê kê dîwye hetîw kewtinewe lew temene?
kurdewarîm ke nebê gyan û jyanim nawê
gyan ewe, ew ke nebû, boçî debê ew bedene
derdî jêrdestîye, demkujê, beserhatî min
xo ne çîrokî syamend û pelî darebene
pêy dełêm: ca diłe toş lew kej û kêwane bewe
keçî kuł deygirê degrî, dełê çibkem wetene