pirdî sûr

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  640 views
pirdî sûr hêmnî caranî nîye
êste ajawe leser sîngî wîye
pêyz û ser kiłî lê řûxawe
małî xapûre serî şêwawe
destî diłpîsê binî derdênê
wekû kundê leserî dexwênê
daxekem êste le cêgey bazan
kone dałaş defroşin nazan
doste řaz hełgirekey małî çem
sîngî awałe deka nameḧrem
hatuwe lêy bibřê awî çaw
hênd be dił boy degrê pîre geřaw
bê ser û ber buwe dawên û serî
serî têda çû degeł dewr û berî
daştemir çoł buwe kewter herwa
awî zordarî serewjûr deřwa
werhemêkî zile janî zore
şar nexoş kewtuwe bew nasore
her qele defřê ledem bestênê
toz lecêy řeş beşe hełdestênê
dawe daynawetewe ew bende
pêyewe bende serî cût bende
herçî bîłê debê pêy baweř ka
daçnawîşî be esrîn teř ka
şaxî řeşkî kiz û damawe lewê
leseran hew hewî caranî dewê
çałe befran be pişûy sard û germ
wazî lêye serî bawête serim
quł qułaẍ lew serewe deřwanê
le qełay sarim û meḧmûdkanê
her le simkowe heta sarmî jîr
wirde çîrokim ehênêtewe bîr
naḧezî zor buwe ew mełbende
zorî çawbirsî diłî lêy bende
lêre kes bo sey pê dernaye?
metełokêke be kes hełnaye
çendî řawçî le pena řabirdin
řawî kirdin de giłî řakirdin
termî çend załmî naşt bew terze
xoşî wek bû serî herwa berze