şar becê ehêłim

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 1 minutes  736 views
çaw gelê řwanî le xwar û jûrî
her le dił derneçû tasey dûrî
şar kewa zû diłî lê estandim
pirdî sûrîş weřezî neşkandim
şînî ew nawe hemûy cê şîne
ger teřayî hebê her esrîne
ne xûřey awe le řûbarî betał
dił bibziwênê bilawênê xeyał
ne nemame ne gułî têr awe
çendî boyan degrî serçawe
ne hevałêkî demî derbederî
mawe boy nwê kemewe bîrewerî
îdî nawêstim û řêy xom degirim
leser ew řêye deřom ta demirim
lêk cya debnewe diłxiwaz û xeyał
pêkewe nabene ser dû awał
dił ewe bend buwe lew cêy deyewê
wa xeyałîş degełim řê dekewê
gyanî şîrînî, diłî, diłxiwazî
xwat degeł carê hewargey qazî