bazař

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 4 minutes  916 views
degeřê jan le diłî be birînda
hêşte şar her de xewî şîrînda
çaweřêm zerde le kel bête derê
şewî tarîkî degeł bête serê
şew ke bałî řeşî lada leserî
seyrî şarî dekem û dewruberî
dûr û nîzîkî degirme ber çaw
hemû cêgay be sirincêkî tewaw
çî beser hatuwe şar, çon mawe?
her wekû pêşuwe yan gořawe?
ehlî bajêreke çonin dij nîn?
wekû caran be geme û gałte dejîn?
ewberewber le yek agadarin?
hemû her wa le ’ecem bêzarin?
ke lewê řadebrê dagîrker
deydene ber be gep û tîz û teşer?
ba eger dênê hewałî ewla
deteqên lînge terazû le dûla?
degeřê deng û hemû şar degrê?
dûrh dest kêye xeberdar dekirê?
lêk weko dên û le koşkî řengîn
deykene sirte be perde û perjîn?
řonfiroş çon kerekey defroşê?
caşî zor gewre deda be qiroşê?
kes heye bom biłê nerme nerme?
mamlê bezmî şewaney germe?
lawekanî wekû pîrî jîrin?
be temen genc û be zanist pîrin?
her mebest komełe çewsaneweyan?
bejewendî gele lêkdaneweyan?
kořê degirin be şewî dûr û dirêj?
le hemû barê dekewne wituwêj?
deykene pîle leser řast û xwar?
degene binc û binawanî kar?
her dełên daxo be gel, lew temene
hemû şit layek û lay dî wetene?
hest eken çon leser ew řê dûre?
gelê pêyanewe pişt estûre?
kakemîn ew seru bendey çone?
diłî sûtawî deka serkone?
daxo sařêj nebuwe kone birîn?
germe şînê gelê firmêskî werîn?
be hemû hestewe şînî gêřa?
yan leber dujminekey neywêra?
kuřekanî be fîday kurd kirdin
bacî xwên bû leserî labirdin?
berhemî ’umrî dirêjî, nana
gewherî jînî le řêy gel dana
boy desûtê dił û danamirkê
hest ełêy agire bom nadirkê!
boye çî pê nekira pênûsim
her meger dest û demî řamusim
debê ta xwên de demarimdaye
xoşewîstî bikeme sermaye
le jyan kem helî wa heł dekewê
bo jyan gel leme qurbanî bwê
qareman lew hele derfet dênê
xoy defewtênê jyan destênê
٭٭٭
gelî tir ewřo le estêre û mang
bo hemû ser zewî hełdênin bang
kê diłî jengî heye derdexrê
yekî bêgerdî le cêy dadenrê
řêy leser aw û hewa kirduwe goř
hatin û çûnî fiřoke û papoř
deçte ser mang û le řê til nada
kange derdênê lebin deryada
kurd bełam hêşte ledes bêgane
xoy esîre wetenî wêrane
mał û dahatî be tałan debrê
serî bibzêwê qelaço dekirê
yan le pay dare be dest bestirawî
yan leber gulle debestin çawî
xwên û firmêsk û jyanî ḧestem
berhemî kurde le çerxî bîstem
bo hemû kes heřemey ko koye
bo me taze hewełî řo řoye
٭٭٭
ewî têk neşkê bełam hêzî gele
řiqî gel dujminî xistote pele
ba wiłat dagrê ba ser bibřê
ba zigî dayk û saway bidřê
sereřay ew hemû zułme sexte
min lelam řêge heta ser texte
řojê dê xencerî gel řadeweşê
zwêłe çermî le hejar dadebeşê
ewe dersêke jyan pêy dawim
le jyan nabê bitirsê çawim
mêjû řêy xoy debřê naçtewe paş
naçtewe bin sewetey berxî heraş
çerx eger êste dijî me degeřê
lapeřêkî řeşe zû werdegeřê