ba basî îmamet bikeyn

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 17 minutes  743 views
ba basî îmamet bikeyn

bawe! to fermût: pêẍember be aşkira wesyetî kird û řaygeyand ke amozakey xoy ’elî bikirête cênşînî ew. le paş ’elîş kuř û newey be zincîre fermanî musułmananyan le desta bê. hêndêk kes hen layan waye: îmametî be kelepûr, deskirdî êranîyekane ke le ser dam û destûrî paşayetî sasanîyekan damezrawe. řenge ew terze kesane diro biken; bełam êsta diro ya řast xwa lasay sasanîyekan bê yan řasteřêy musułman bê, be ême çî? kam barman leser sûk deka?

wa girîman baweřim kird ke fermûdekey to řaste û debwaye ew îmamane -yek le şwên yek- fermanřeway serzemîn ban; ke wek deşîzanîn nebûn. ew car -wekû xot eyzanî- heta sałî 250 îmaman le gořê bûn. ey êsta çî? min ke êsta destim be îmamekan řanaga, eşê çî bikem? ta êstaş ḧałît nekirdûm řijîmî ḧukmî îmaman degeł ḧukmî xełkî tirda ferqî çîye?

bawe gyan! hîç agadarî ke ewey boy be tengewey û şeř û heray leser dekey, ewaney naxoşt dewên, ewaney to xoşt dewên, êsta le kwên? ebûbekir û ew kesaney hawkarî ebûbekir bûn hemû mirdûn. ewaney ser be ’elî bûn, wîstyan bîkene xelîfe, hezar û ewende sałe lebeyn çûn. ewaney dujminayetî pêẍember û ebûbekir û ’elî û esḧabanyan dekird, têkřa win bûn û bay birdûn. to taze têhełdeçîyewe û koneşeřan dejînîyewe. kisp û karit wela nawe; şew û řojit her be basî kêşe û heray nêwan ’elî û ebûbekir debřêtewe. daxwa kam řêy deweşawe xelîfe bê?

deyşit fermû: îmamekan giştyan be pakî gûrawin; bêgunahin. xwa destî řêzî lê nawin; le lay xoyewe daynawin. ta eger êmey gunahbar ewanman kirde tikakar, xwa le tawanman bibûrê û le paş mirdin tûşî çermesere nebîn. dîsan her fermût: dway mirdin, netfermû le pêş mirdina çonin boman. êmey musułmanî emřo, îmamêkî waman dewê pêşman kewê, le jêr çingî dagîrkerî xwanenas řizgarman bika. bo îmamî wa atacîn ke îsti’marî gelxorî xawenzorî bêbezeyî bibezênê û jînî serbest û azadman wedest bênê û êmeş maweyek le dinya serbexo bîn.

to dwazde îmamit heye, be zincîre nawekanyanit lebere û lat waye ewendet bese. biřwane to em şite kem bayexane û çend hezarî wek emanet demêşkî min axnîwe. mêşkî xoşt ta binewban hełçinîwe û pêşt waye dinya her ewey têdaye û hîçîtir na. îtir koşiş le řay şorş bo azadî û fêrbûnî zanistî tazey dinyay emřo -belay towe- giştî baye. ew gelaney gerekyane le jêr nîrî dîlayetî řizgar bibin, řijîmî lasar laberin, xoyan çarenûsî xoyan bigirne des, belay towe xirap deken; çunke têkoşan bo dinya tenya be kafir řewaye.

desa -min pêçewaney to- huner û zanistî tazem pê pesnide. bîr û biřway feylesûf û pîtołanî hemû dinya dexwênmewe. le zanistî dinyay taze, gyanim taze dekemewe. naçim wek to bo hezar sał lemewber awiř demewe. min wek to nîm biřwam wabê hezar û ewende sałe dinya ke her wek xoy mawe û negořawe.

ba dîsan têhełçînewe

min êjim pêwîste bijîm. erkî jyanîş zor girane; barî gewrem leser şane û leserme le hezar be hezar weserî xem. her nabê wiçanîş bidem; her řet berim; hełdêran û heprûn be heprûn bûn, yeke. toş defermûy waz bêne wedûy min kewe! hezar qonaẍ berew dwawet degêřmewe. ewsa eger dinyaşt çû, herga mirdî karit saze. be biřway min to řêgey xot gum kirduwe. minîş eger şwên to kewm, wekû to şirit û gum debim. her boye lêt cwê debmewe.

to êjî hejarî xase. birsî, xoşewîstî xwaye. pêẍember zor car le birsan berdî le wirgî bestuwe; bijîwî des nekewtuwe. bem fermayşte cwanetřa, eşê her kes nan şik naba, supasguzarî xuda bê; çunke řozî pê nedawe. ca kewabû ba supasî ew dagîrkeraneş bikeyn ke nanekeman deřfênin û tałanî wiłatman deben! fermût: herkê le serzemîn zebûn û bêderetan bê, le qyamet saz û teyare. eger lêre kullêreyan lê řifandî, eger le nêzî û bênanî minałekeyan giryandî, diłit xoş bê; le beheştê babołey zilit bo dekirê û bo xende xitûket dedrê! kewabû ebê ewaney jêrdeste û dîlî zordar û îsti’marin, ewaney dahatî sałyan, neẍdîne û saman û małyan tałan dekirê û dagîrker pêy xenî debê, řoj û şewyan be supas bo dagîrkeran terxan biken; çunke ewan bûnete hoy bextewerî ew bêçarane le qyamet.

bawe! ewaney pêt dełên ba tîket le dem biřfênin, ba birsît ken, bo řojî qyametit başe, gizîkarin; be nawî dyanetewe parû le dem to deřfênin; xoyan eyxon. eger to çawit nûqawe û nayanbînî, min dîtûmin ke çon tîkeřfênêkin! ewaney ke be nawî dîn çawyan bestî û hest û hoşyan lê siř kirdî, małe tałanîyekey toyan le naw xoyanda beş kird û pêt nezanî.

bawe gyan! çon to be temay, minî řołey çerxî bîstem xom keř kem û çawim daxem, ew kitêbe nexwênmewe ke xot û daykim nayzanin. her biçme mizgewt û tekye, her ew qisane bibîsim ke hezar sałî řebeqe -be derdî binêşte xoşke- bêzrawe; hergîz beqas nûkî derzîş behrey nebuwe. min deçim ew kitêbane dexwênmewe ke to êjî amyanî le dîn ladane; ke piřyane le řazî nihênî siruşt; ke le zanistî bekełk piř kirawin.

bira xoşewîstekanim!

herçend be êwem řageyand ke le cyatî çînî taze pêgeyştûy le dîn neban detandiwênim, bełam xoşim dewe nagem çon detwanim bibim be demřastî ewan; çunke min yekêk lewan nîm û bigre minîşyan xoş nawê.

lawekanman min be mezhebî dezanin; be mořewe lêm deřwanin. layan waye minîş nîmçe axundêkim. axundî mêzer beserîş minyan dedzê. layan waye minêkî kirawat le mil, mafî çûne serberzek û witarî dîn danim nîye. law be melam ḧesaw eken; melaş be law. nazanim êwe çî ełên? her çonêk bêt min naçarim le fermanî wîjdanî xom dernekewm. beranber be wîjdanî xom pêtan dełêm: hamdersan! mamostakanim! des řengînan! řoşnibîran! nûseranî qełem řewan! ewîndaranî azadî û dîmokirasî û ey ewaney be awatin jyanî hejaran bigořn û bo yeksanî û kameranî le xebatin! laştan waye dîndarî hoy dwakewtine, tênegeyun ewey ke êwe dîwtane degeł ew dîney min dełêm zor lêk dûrin.

min ke dełêm ba dîndar bîn, mebestim le ayînêke le sayeyda hemû miro azad dejî. çînayetî û nizim û berzî têda nîye. dine eda pîşesazî û hunerî cwan û zanistî hemû core fêr bibîn û her le ser piştî bêşkewe ta deçîne gořîçewe, ders xwên bîn. ew îslamey ke min gerekme bimanbê ewe nîye ke êwe lêy qełs û tûřen.

carêk yek leşagirdanim be tewsêkewe pêy witim: to bo sûdî taybetî xot, xot kirdote wişkeşî’e egîna wek dełêy wa nît!

gutim: kako! kame qazanc? ewî be ser min hatuwe be ser kê dê? jyanî lawîm, tafî cwanîm, derfet û helî jyanim leser em bîr û biřwaye le des dawe. encamekey wa debînî xot û lawanî hawbîrit be mêşk pûçim dezanin. lewlayşewe mela û kałî serbetałî miftexorîş layan waye lamezebim û hezar cinêwim pê deden! eger minîş pêm le wîjdanî xom naye û gwêm be ’eyb û ’ar nedaye, demtiwanî wekû ewaney dînyan be dinya defroşin, gund û řez û zêř û zorî zorim bwaye.

xo eger bêlayenîş bam, karim be ser ew karanewe nebwaye û kiławî xom tund bigirtaye ba neyba, kes karî be min nedabû. dujminayetî axund û dijayetî tundî lawanim nededî. bełam wek witim wîjdanim hanem eda ke dînekem- wekû depêşûda hebuwe nek ewey êstakê heye- be dinyaye binasênim; byanxemewe ser řasteřêy musułmanekanî berê û le gumřayî deryanbênim.

êrnêst řênan ew zana xaçperistey ke ême dełêyn kafre, derbarey îslam gutûye: «îslam wata însanîyet». min demewê ew însanîyete nîşandem. ke deşłêm be mezeb şî’em, nabê hîç kesêk lay wabê ke min şî’e -wek urtudokis û katolîk û pirotistanit le dînî xaçperistanda beranber be yek wêstawin- le komełgay musułmanda le ḧand sunnî û îsma’îlî û zeydî û eş’erî û hîtrîş, beřewişt û aynêkî serbexo û cyawaz dezanim.

min lam waye îslam yeke û nabê hîç likî lêwekeyn. ew hemû likey ke êsta lêy botewe, hoy emese ke îslame řastekeman bîr çotewe.

min le şî’etî mebestim peyřewî lew kesaneye ke ber le musułmananî tir be gij załim û lasarî řegezperist û fasqida hatûn û bew nyaze bûn ke nehêłn mafî musułmanî hejar berpê bidrê. wa deşzanîn ke ewane sernekewtûn û le řahî xuda têda çûn. ew îslam dagîrkeraneş çon be nawî ayînewe demyan nawete naw xwênî hejaran û çend hezar diro û buxtanyan bo dîneke hełbestuwe! bełê min mezeb şî’em û herdûk esłî mezebî şî’ayetîşim pê pesnide û biřwam pêye. dû esłekeş: îmamet û ’edałete. min îmamêkim gereke xudaperistî řastî bê û hemû twanay le jyanîda bo xizmet be hejaran û bo mafî çînî çewsawe û jêrçepoke bext bika. îmamî wa dyare ew ’adłeş debê ke le esłî dûhem daye. îtir min ew şî’eye nîm ke lam wabê be giryan û quřpêwan û berokkutan, hemû kar deçête ser û beheştî xwaşim dedenê.

lêm řûne řoşnibîranîş ew biřwayem pesind deken. eger ewan emřo le dîn gaznide û gileyan heye, lome nakirên. çunke ewey em řojane naw nirawe řeweştî şî’egeryetî, her nawî bênaweroke û kwêre û kilor û qirpoke.

le dirêjayî setan sałda gizîkaran le jêr cibe û mêzer û řîş, be çap û gup û fiř û fîş, bo qazancî dinyay xoyan dînekeyan lê gořîwîn. ewey êsta be nawî dîn, be nawî mezeb deybînin, tepkew dawe; bo xwardin nirawetewe.

daxekem! ew bêfeřaney dînyan kirde keristey hejar firîwdan, ewende însafyan nebû ke herga nawerokekey le naw deben, nawekeşî nehêłnewe. fêłe, buxtane, diroye, desbiřîne, nan dizîne, her pêşî êjin îman û şî’ayetî. eger wîjdanêkyan heba debwaye nawyan binaye mezebî giryan û şîwen; yan her nawê ke kała piř be bała bî. ewsa zor be hasanî dekira xełkî řemekî ḧałî keyn ke em tazedahatge ne îslame ne mezebî şî’egerî. çunke ne dadî têdaye, ne dadperwer. ew kesaney şa’ebbasyan kirde îmam, awřûy hemû îmamêkyan le herdê da û şûşey dînyan le berdê da.

wa pitir le hezar sałe çareřeşîn. be dirêjayî ew maweye le des dam û dezgay ’ereb, le kuşt û kuştarî meẍul, le bêgarî xan û began, załemane û xwên degrîn û xo degrîn û xû degrîn û be henasesardî debîn û be henasesardî demrîn. diłman her bewende xoşe ke be dem xoman naw nawe lagîr û peyřewî ’elî. arê, desteyekî diz û desbiř, xoyan kirde řêberî dîn û bo laşey genîwî dinya dînekeyan piř kird le qisey piř û puç û xerafat û řayangeyand ke emeye şî’ayetî. wişekanî: xwaperistî, pařanewe, zyaretî meke û kerbela, qur’an, îmamet, ’edałet, ’elî, wîlayet, şehadet, ḧusên, qyamet, şefa’et, qeza û qeder, çawenořî îmamî hêşta nehatû, giştî bote amrazî xełk xapandin û bote mayey kisp û karî karnekeranî miftexor. ta ḧał wabê, xwaş hełnagrê çawenor bîn ke lawanî řoşnibîrî azadîxwaz -ke bo pêşkewt û yeksanî û dadperwerî le řûy cîhanda dekoşin- xoyan bawêne naw dawî ew bełaye û herçî ew benaw dîndare gizîkare deyłên, biłê waye û biřwa bênê. nexêr herkes tozêk hest û şi’ûrî labê, nabê bîr û biřway wabê ke ew tenbeł û bêkare û zimanlûsey leser řencî hejar dejîn, numayndey dîn û xuda û îslametîn. îslametî û xudaperistinî be řast, gelêk lewe beriztire ke ewane basî deken. îslam dełê xwaperist be! bełam nałê xwaperistî her eweye lat wabê xudayek heye û hîçîtir na. xwaperistî le îslamda manay waye: le kirgarî xwa binořî, le jyanî caneweranî bejî û awî, le miro, le řwek, le dar, le ’asman û estêrekan û lem xokirdey le berçawe bitojyewe.

îslam dełê: azad bijî! çawit le destî kes nebê! xot zał ke beser siruşta û bîxe ber kar.

xuday îslam cwan pesnide. le pîs û gemar tûřeye. pesnidî zanayan deda. xuda lagîrî azayî û akar çakî û dest û dił û derûn pakî û beze û řuḧme. miro le beranber xuda emîndare û kirdûyete cênşînî xoy le herdê û bo firişte bote řûge.

pêẍember fermûy akartan wekû akarî xudabê. xwa ’adłe; dijî zułme. ca herkes yan her kesanêk ’edałet le bîr biken û be gij załimda neçnewe, be xuda nenas ḧesawin. ca ba ew řêy girtûyane nawî îslam yan şî’ayetî lê binên.

şî’ayetî seretayî bo be gijdaçûnî zordar peyda buwe. wek dezanîn ewaney lagîrî ’elî û dostî ewladî ’elî bûn û xoşyan wîstûn, pêyan witûn şî’ey ’elî. şî’e wata: deste û beste. le hemû dewr û zemanan her kewtûne ber cezrebe û şikence û azar dirawin û be daym zorî lêkiraw bûn. her be awatî řojêk bûn ke zułim û załim nemênê û le jêr sayey ’edałeta azad bijîn. ca wêsta herkes -sa be her behane û nawêk- zułim bika yan yarîdey załim bida, le mebestî seretayî şî’ayetyekey laydawe û naşê her bêjê îslamim.

xudayekî min deynasim dadperwere; dijî zułim û zordarîye; le bêkarî xoşî naye; diney kar û koşiş deda. jînî řebenî û nedarî le îslamda pesind nîye. pêẍemberî xwa fermûye: belengazî lewaneye pyaw berew kafir bûn berê.

ebûzerî dostî nizîkî pêẍember û îmam ’elî fermûyetî: nedarî lem dergayewe bête jûrê, îman be dergakeytirda boy derdeçê.

’elî le amojgaryekda be kuřî xoy muḧemed ḧenîfe dełê: «kurîjgey xom! leber xuda bipařêwe hejar nebî. hejarî dîn lawaz deka; awez têk de’ałozênê; sîne piř deka le kîne.»

ew dîney dełê řebenî û belengazî karê başe, îslam nîye; dînî xaçperistan û çilekêşî hîndustane. îslam gerekye twana bî; jîr û azad û aza bî; des be şimşêr le xeza bî. ew ’elî to nawî dênî degeł ewey ke min nasyûme lêk cyan. ew ’elî ke min deynasim gewre û giçkey be çawêk timaşa dekird. le mûçe dabeş kirdina bo ’usmanî kuřî ḧenîf, ke zorî lêwe nizîke û bo koylekey, heryek sê direm dadenê.

ew ’elî emin nasîwme le mizgewta des be do’a niza deka; le meydana des be şimşêr xeza deka. le barî komełayetîda dijî pyawî nalebare; dujminî çewsênerane; le řya û diro bêzare; bezeyî be gizîkaranda nayetewe. çwar hezar xarcî qiř kird ke hemûyan qur’an řewan û nwêjker bûn; nîşaney sujde birdinyan leser enî bibuwe pełe. lemeř ew karewe fermûy: tarîkî fîtne û ajawe dinyay tenî řoj be řoj teşeney dekird. eger ewanem nekuşta lewane bû dinyaye berbeła biken. em kareş le des min neba le des kesîtir nedehat. cige le min kê zatî bû çwar hezarî be řwałetî le xwatirs û qur’an xwên û terkednya û le řastîşda makî ajawe û pişêwî qełaço ka û gwê nedate berjewendî barî řoj û tikay tikakaran negrê.

řenge ewane lay xoyan layan wa bûbê çak deken û řapeřînyan le řûy ’elî bo berjewendî îslame. bełam ewane desxeroy ’emrî ’as û emewî bûn. desxero bûnîş gunahe. firîwxiwardinîş tawane û tûşî gunahanit deka. ’elî papay ḧukim nebû; leser nebûne xelîfe kêşey nekird. tenya dijî zordarî bû. ’elî be malkî eşter dełê: ta min fermanim řewabê, kes natwanê denke coyek le dem mêrûleş biřfênê. hemû miro lam yeksanin. eger musułmanîş nebin xo însanin. debê to hemû însanêk wek biray xot timaşa key.

îslamî min ne îslamî ’ebdulřeḧman kuřî ’ewfe û ne îslametî ’usmanî kuřî ’effane. min îslamî ebûzerim xoş gereke ke tenya le xwa detirsa û leser biřway îslametî xoy bext kird.

’usman yarî pêẍember û xelîfe bû; qur’an ew koy kirdotewe. musułmanan leser diraw weko kirdin û małî îslam be fêřodan degjî řaçûn. yek lewane ebûzer bû ke deygut xuda fermûye: ey ewaney xawen biřwan! gelêk le keşe û řebenan be małî merdim dejîn û ew kesaneş ke zêř û zêw deşêrnewe û le řay xuday bext naken ba bo azarî zor bejan amade bin.

ke’bul’eḧbar kone malmî cûlekanî nomusułman -ke bibuwe demřastî ’usman- le weramî ebûzer deygut em ayete bo ḧaxam û keşekan û xawen sermayey zor zil û koylekřî ẍeyredîne û musułmanan nagrêtewe. ebûzer deygut: ew kesaney zêř û zêw ko dekenewe û deyşarnewe -kafir bin yan musułman bin- wekû yeke.

min îslamî ebûzer be řast dezanim ke bo małî musułmanan, bo nemanî çînayetî le komełda, bo ladanî zułim û zorî leser bêdest û bêzoran, degeł zordarî nalebar, bikewête zoranbazî û ser û małî le řêgey biřwayda biřwa.