kerbela

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 41 minutes  814 views
kerbela

bawe! to çîrokêkit hes, basî ḧusên û kerbela. daym û derhem be sał, be mang, be şew, be řoj, kirdûte be binêşte xoşke û deycûyewe. degeł çîrok gutnekeşa be kuł degrî û debarênî. min ew çîroke nazanim çone, çunke xoyşit hîç lew barewe nazanî ta bomanî şî keyewe.

lêt epirsim: ḧusên kê bû? boçî kujra?

to defermûy: newey pêẍemberî xwa bû, gyanî xoy kirde qurbanî le pênaw musułmananda.

- qurbanî danî gyan çîye?

- le kerbela xoy daye kuşt ta le řojî qyametda tikakarî ometî bapîrey xoy bê.

deysa bawe em cwawe tewaw le wêney weramî felekanî xaçperiste le ser ledardanî mesîḧ. ewîş dełên: babedem sêwî dizîbû, leser dizyetyekey giraw le beheştî xwa derkira û dergay beheşt le xoy û zařołekanî gałe dira û biřyar dira îtir ne ademî sêwdiz ne bêçûle û newekanî ew sêwdize -ne be aşkira ne be dizî- taze nayenewe beheşt; megîn qurbanî wa biden ke xway gewre le barteqay sêwî beheştî bizanê û dayankatewe naw beheşt. mesîḧ bû bew qurbanîye û xoy be cûlekan be kuşt da û tawanî sêw dizînekey bawegewrey be xwênî xoy bijardewe.

eger em fermûdet řast bê û îmam ḧusênîş wek mesîḧ le řêy bexşînî gunahî musułmanan xoy kirdibête qurbanî, îtir yezîd û yaranî xetabar nîn. be qisey toda cengî ḧusên degeł yezîd boye nebuwe ke zułmî załim nemênê û berey zorlêkirawî hejar le jêr destî xunkarî lasar û kafir řizgar bika û dadî bêçaran bistênê. ḧusên boye xoy dabekuşt ke ême bo گûناە kirdin bêlemper bîn; herçî karî pîse bîkeyn. bełam le dey miḧeřemda boy bigrîn û le xoman deyn. ewîş le řojî qyameta obałman we’esto bigrê û le sizay xwa řizgarman kat. îtir basî dinya û minya nîye. puxtey baseke way lê dê: her kes musułmanî başe û peyřewî îmam ḧusêne, hemûy ḧewałey paş merge û padaş lew dinya werdegrê û karî bem dinyaye nîye!

be řastî em fermayştet bo ewaney dinyaxorin û xawenzorin û hejaran dekirusênnewe, çaktirîn diłxoşkereye û bo lawaz û lanewaz û lêqewmawan, behêztirîn tezênerî mêşk û diłe.

bawkî beřêz!

min demewê le dinyada qaremanê wa hełkewê dehanam bê; destim bigrê. zułmî zordarî bedkarim leser laba û mafim nexurê. hanem bida le řêgey azad bûnmida begij dagîrkerda biçim. bo parêzgarî le namûs, le abřûy gel, senger bigirim û boy bimirim. wamdezanî ḧusên ew qaremane bû ke bo dîfa’ le mafî çînî beşxuraw berengarî yezîd buwe û le řay řizgarî hejaran şehîd kira; karekeym zor be dił bû. keçî wa taze têdegem ke hîç karî beser karî hejaranî bêpena û bêbnawanî çewsênrawî bêtawanî dewranî emewî nebuwe. em ceng û xobekuştidaney her boye bû le meḧşera tika bo ewane bika ke miḧeřem boy giryawin. deysa pêm bêje kerbela -cige le qazanc û behrey bo mam mela- kam derdî min derman deka?

bawe! we bîrit dê carê le barey em mebestewe ’erzim kirdî kerbela çon bo memanan -ke lem řojgareda dejîn û sedhezaran girê û gołî abûrî û komełayetîman tûş hatuwe- bêbehreye, to le weramî em qisem kitêbêkit pê nîşandam, fermût: eme bixiwênewe ta tewaw demkutit bika. kitêbekem le to wergirt. nawî ayetułłayekî benawbangî le pişt bergeke nûsrabû; ke le şarî pîrozî qum dadenîşê û em kitêbey derbarey xwênî ḧusên û karesatî şeřî kerbela danawe.

pêşekyekî bo nûsîwe be xoy hełdełê û xoyman wa pê denasênê ke le zanistî ayînî û abûrîşda pispořî heregewreye.

le şwênêkî ew kitêbeda nûsrawe: řapeřînî îmam ḧusên dijî yezîd, bo hemû xełkî serzemîn û be taybetî bo musułmananî êran xêr û xoşî û xenî bûne. em xenî bûneş dû core: yekemyan geşey derûne û dûhemyan hoy pûłdar bûne:

1- geşey derûnîyeke çone? eger êsta komełêk le tojerewe û jimargey zor karame têkřa bên û syayî nawî ew hemû jin û pyawane, ew hemû pîr û lawane, ew hemû cûte çawane ke le pirsey îmam ḧusênda giryawin û le songey ew giryanewe le lay xwawe bexşirawin û bo beheşt beřê kirawin bigirnewe, be bêguman le mîlyon û çî-çîlonîş têdepeřê û hêşta nîweşî nanûsrê.

2- le barey abûrîşewe: hênde be behre û girînge ke eşê le beranberya lorit û xawen sermayekan, pispořanî zanistî mał be małdan û sard û sewda û bazirganî le cîhanda kiřnoş berin û bizanin destewstanin.

min ke ta êrem xwêndewe, tezwêkî sardim pêda hat. yaxwa xêr bê. ey bo minêk ke zor şitim lem barewe xwêndotewe tênegîwim ke behrey abûrî giryan bo ḧusîn û qazancî çûnî kerbela le çîdaye û çone û çende? wa dyare min nazîrekim. ew mamosta bilîmetey em kitêbey bo nûsîwîn, le zîrekî û lêhatûyî şitî way dozîwetewe ke be bîrî êmey sade û tênegîştûda naye.

mamostay zana em basey şî kirdotewe û fermûye: serinc biden! hemû sałêk ew hemû xełkî êraney musułmane le sebzewarewe bigre ta qezwên û dewruberî le gunabad û kaşan û yezd û simnan û kurdikoy û muḧemed’abad û giş la, le seranserî êranda, giştî deçête kerbela bo zyaretî îmam ḧusên; dirûdî xuday leser bê.

heryek lew zyaretkerane bo barubney seferyan, bo toşey řa, kelupel degeł xo deben. le katî geřaneweda çîyan pê hebê deyfiroşin. ewsa bo dyarî û mitferk û yadgarî, şit le kerbela dekiřn û deyhênnewe. em kiřîn û firoştine û małbemałe û kelupel pêk gořînewe, hemû sałêk ewende bazařî êran we birew dexa û hênde qazancî abûrî be apore degeyenê ke le seranser dinyada hêşta wêney nedîtrawe.

de’axir çon pênekenim? de yaxwa nûserî gewrey swałker û çewrey nařesen! małit biřmê bo keryetît! eger bo xot gêl û ḧol û małwêranî, xełkî bo be ker dezanî? min nałêm mêşkit kar bika; bełam her çawit kwêr neba û dewruberî xotit dîba, detzanî ke şîrketêkî zor çikoley bazirganî le japonda çend ewendey bêne û berey aługořî mał û kałay têda heye.

tenanet her şarezayît le şarokêkî êran ba -ke çend kałay derekî detwênêtewe û terazûy hawirde û birdey heta kwê dexwênêtewe- em fermayşte qořanet nedefermû. tepłey libad be serêkî şekał şiřołî dêhatî be cenabit xełetawe û hanit dawe seferî kerbela bikat. ew pûł û parey heyetî xercî çûn û geřanewey dabîn naka. sûr dezanê lewaneye le nîwey řêge pek bixa û zyaretî be nisîb nebê. çarî naçar pełasêk, teşkebereyek, textekwênêk, xurcênêkî piř le pîne de labarekey řadeka. le kerbela be ’arebêkî papetî, wekû xoy řût û negbetî defroşêt û bew çend qoşe û qiroşewe deçte bazařî kerbela, berdemor û xołî teyemmum kirdin û tezbîḧî řeşî gił dekřê û deykate dyarî destî xoy bo hawsa û der û cîran û kedxuda û mindałekanî û bo axundîş parçêk qumaşî kiřîwe. îtir çîtir?

dek yaxwa le beẍîlyanit somayî çawanit dabê! to lat wabê em sard û sewdaye zore û piřqazance, le seranserî cîhanda hêşta wêney nebînrawe! wa bîrberî têr û teselî êranyan be seferî kerbelawe bestirawe.

hîç be dûrîşî nazanim bo dînewey em bîre qûł û jîranet îmam ḧusên be minetbarî xot bizanî. pêt wabê îmamî şehîd pêwîste supast bika ke toy bilîmet û zana têgeyştûy şorş û xo bekuştidanî her boye bû ke tezbîḧ û berdemoran we birew bixa û êranî pê dewłemend bin!

eger ew şehîd nebûba û eger yaranî pakî ew le ser xakî kerbela xwênyan neřjaye, kê ew hemû berdemore û quře zorey tezbîḧanî dekirde tenxiwa û sermayey bazirganî le êranda?

xwa neybiřê nîw ewendey em êrane tezbîḧî gił û berdemor le seranserî emrîka û urûpada des nakewê.

bełê, bawkî ayîndarim!

gewretrîn sûd û behrey şehîd bûnî îmam ḧusên -ke be řastî řûdawêkî diłtezêne û debwaye sermeşq bwaye bo xwanasînî beřast û fîdakarî le řay heqda û serdořandin le řêgey mafî řewada- le lay xawenî kitêbî nûsrawî muctehîdî qum, ke be nawî «dîfa’ le ḧusênî şehîd» naw nirawe, bo berengarî yezîd û nemanî zułim û lasarî berey destełatdar nebuwe; dařijtinî piřojeyekî abûrî piř le sûd û sermaye bû ke berdemor û tezbîḧî giłî kerbela bifroşrê û êran pê bibûjêtewe.

ba eweşman le bîr neçê ke ew pîre mamostayey xawenî em fîkire bîkire, her lew kitêbe cwaneyda wêřay basî îmam ḧusên û piřoje piřqazancekey, heta zimanî geřawe û heta teřayî lê biřawe, cwên û sixêfî nařeway be esḧabe û musułmananî tir dawe; ke lay wa buwe ewîş her berjewendî îmane.

her ew kabra kitêbnûse -ke wek witman le şarî qum dadenîşê û řîşêkî piřpiştî heye û be qisey xoyda sergeley mamostakane- dizî lê aşkira buwe; çî kirduwe? hênawye qisey lataney ew namerd û çirûkaney ke derbarey ḧusênyey îrşad deyken û deyanewê ew şwêne pîroze sûk ken -bêdeskarî- be bê’ewe şerim bîgrê, be nawî xoy xistûyete naw kitêbekeyewe û xwêndewar wa ḧałî deka ke em diro û hełbestaneş hî xoyetî!

dey min nałêm êwe biłên! pyawêkî wa diro û buxtan û qisey pîs le pyawî dirozin bidzê û nawî namerdekey pêşûş we bin lîç da û be dûsere bibête diz, kê biřwa deka řast bika û îmam ḧusênî xoş bwê û dizî wa çon řay dekewê basî îmam ḧusên bika?

bawe! daye!

eger êwe latan waye em çend kese nakesaney dirohełbest û buxtanker nabin be bełgey şûreyî bo ayîndaranî dîke û dełên çem bê çeqeł nabê û em babete kitêbnûse zimanlûseş çeqełî çemî îslamin; pêtan waye kitêbî zor baştir heye ke pyawe benawbangekan nûsîwyane û herçî fermûyane řaste û gerek ewan bixiwênmewe, xase; bełam ba bizanîn ew kesey le danişga xwêndûyesî; bijîşke yan endazyare yan derisbêjî zankoye û le abûrî û kîmya serî derdeçê; be dirêjayî temenî xoy her kitêbî řoşnibîranî bêdînî xwêndotewe; şarezayî leser wêjer û wêjewanî urûpayî namusułman debřêtewe; êsta eger diłî bo îman lê bida û bimanewê kitêbî xoman wexwênê, çonî amojgarî bikeyn ke kêhe kitêb zor başe û le kameyan behre berê? nazanim to çî efermûy? bełam min xom lem werame dademênim. boçî? çon debînim bo nimûne fiłan kitêb zor zelame; nawî pyawî zor zilîşî le ser bergekey nûsrawe. be çendîn naznawî řengîn dewrî nawekey dirawe. her xawenî em kitêbe benawbange le ser mînber amojgarî nexwêndewarî gel deka; ayîndaran degryenê; gewre û giçke xoşyan dewê.

çend axundî zana û danaş perawêzyan bo ew kitêbe nûsîwe û fermûyane: herçî fermûye pesnide û tewaw ber îslam dekewê. kesêk serî le manay qur’an derneçê, çon dezanê ke herçî lem kitêbeda, le qur’anda nenûsrawe? her heman melaş fermûye bo pyawî řemekî naşê manay ayetan bizanê. wata ême lesermane bê lam û cum herçî lew kitêbanedaye be fermûdey xwa û pêẍemberî bizanîn û niqe nekeyn!

carêkyan le xotim pirsî: bawe! to kame kitêbit zor pê başe bîxwênmewe? nawî kitêbeket bird û fermût sertopî hemû kitêbe ayînîyekanî emřoye û kes natwanê le řûy nûserekeyda bikoxêt. ew hanedanet hełînam peyday kem û bîxwênmewe.

serdêřî yek le witarekan wa nûsrabû: «pêẍember le seremerga çon wesyetî bo ’elî kird?» be xwêndinewey em serdêře miçuřk û tezum pêda hat; leşim weser areq geřa. debê pêẍemberî xuda le lay ’elî -ke amoza û yarî here beřêzî bû- çî fermûbê? lêm řûne basî řûdawî dahatûy çend hezar sałî pê fermûge. em wesyete hêndey şitî piř le behre bo musułmanan têdaye ke mepirse. daxwa derbarey em dîne û derbarey em serzemîne çend řazî nihênî û girîng be îmam ’elî gutrawe ke le paş koçî pêẍember ew bîzanê û kesî tir agay lê nebê.

bawe gyan! êsta dezanim toş be hełpey ke bizanî em wesyetey ke pêẍember be gwêy ’elîda deçpand çend girîng bû?

desawere ba pêkewe ew kitêbey ke xot fermût gewretrîn kitêbî mezebîmane lêk keynewe û ew mebeste ke basî em wesyeteye pêkewe bîxwênînewe û le sersamî řizgar bibîn. deqî nûsrawî naw kitêb lew barewe bem coreye ke le xwarewe nûsrawe: «pêẍember hestî kirdibû ke zor le dinya namênê. wîstî wesyet bo xoşewîstî xoy (’elî) bika; le dway koçî dwayî ew ’elî çî bika? ḧezî nedekird hîç kesêk bem keyn û beyne bizanê. ta řojêk helî bo řexsa û dûr le çawî çawnezêran xoy geyande małî ’elî. dûr le eẍyar û gwêdêran pêẍember wesyetekey kird fermûy: ’elî! zor demêke dû nihênîm le diłdaye gerekme her be toy bêjim çunke le to xatircemim ke řazî min le lay hîç kes nadirkênî. deysa bełênim pê bide ke em dû řaze girînge be kes nałêy. ’elî fermûy: bełên dedem».

min ke geyştime ew ḧande baweř biken hemû leşim hate lerze debê pêẍemberî axir zeman le dwařojanî jînîda kam dû řazî zor be nirxî be amozay xoy fermûbê? mamostay nûserî kitêb dway ew pêşekye be same, basî wesyeteke deka û dełê:

«pêẍemberî xuda fermûy: min zorim nemawe bimirim. lêm řûne her le małî to û le baweşî toşda demirim. ca her katêk le katî gyaneławimda serim we ser singî to kird, zor wişyar be! herke dîtit gyanî pakim le leşim cwê ebêtewe, to her le cê destit be demmewe bigre û gyanim bo xot biqozewe û deser û çawtî heł bisû; mehêłe le destit derçê! eme yekyan. dûhemînyan herke mirdim guz û gumbet destit berew sîretmî pê dabpoşe kes neybînê. çunke her kesê bîbînê somayî çawanî dadê û kore debê.» wesyet xelas! to be xêr û min be siłamet.

ca êsta bawkî beřêzim! heqim pê dedey yan nadey? ke min lew řêbazet derçim û berew şwênêkî tir baz dem? we şwên çarenûsim kewm û le zanist û xwêndewarî û hunermendî gelanî dinyay řûnakî behre berim?

to pêt xoş bê û pêt naxoş bê le cyatî ew kitêbaney to nawit nawin mezhebî, min kitêbe benawbangekanî dinya ke piřn le amojgarî zor benirx û pyaw berew řûnakî deben dexwênmewe. bo mitała: gemey nêw ewîn û merg, şořşî gewrey feřanse, ba darişkên wexeber bê, serbexo bûnî emrîka, pêşkewtinî pîşesazî îngilîsekan, çîn le şeřda, şewî řeşî koyledaran, pêncemîn sałî řapeřîn le cezayr, çareřeşanî serzewî, bo efrîqa, ajawey şekir le kûba û şitî tirîş hełdebjêrim û mêşkî xomyan pê despêrim. temadarim bem bonewe degeł pyawe gewrekanî payeberz û feylesûfanî cîhanî kon û tazey wekû: řoman řołan, malro, arin, morîs turêz, lukac, nehro, ferḧat ’ebbas, filantiz fanon û ebulkelamî azad û sartir û kesanî tirda aşna bim. pend û amojgaryekanyan bikeme řêberî xom û leser şwênî ewan biřom. toy besezwan û sawîlke, cige le basî kerbela, ewîş çon basêk? ewey ke xêwî kitêbî piřcinêwî melay qumî ke derbarey barî abûrî le karwanî kerbela nûsîwyetî naxwênîyewe, be temay minîş wekû xot le dinya bêxeber bikey! bêhest û xust çawim le fermûdey to bê. toyş her kitêb û nûsrawêk axund nełê bîxwênewe, be kifirnamey bizanî û řêgem nedey timaşay kem? her zanaye le dinyada nûsrawekey bo giryandinî ser mînber bekar neyet, be gumřaker nawî berî û ferman bidey ke neynasim?

puxtey witar: to gerekte min çawim le demî to bê, toş çawit le demî mela, melaş çawî le řûpeřî kerbelaname hełnegrê. desa bawe! key řewaye û xwa hełdegrê to xot hîç bî û neşhêłî min bibim be hîç?

na, bawe gyan ba xeyałit asûde bê! be serî to be qiset nakem. zorim mêşkî xom hełgûşî ke le pirsey ’aşûraye û nûzenûzî řewzexwên û sîng kutanî řemekyan û dengî waweyla û giryanî şîwengêřanî kerbela ḧałî bibim; be daxewe ḧałî nebûm. naçar destim lê hełgirt û kewtûme şwên zanistî wa ke têy bigem.

babî beřêz!

to lat waye pena birdin be xoşewîstanî xuda -ke nawit nawe «tewesul»- kołekey dîn û îmane û le serûy hemû karane.

le bîrte řojêkyan fermût: were bitbeme cêgeyek yekêk le pyawanî dînî zor dana û zana û bilîmet û le zanistî kon û tazeda şareza, ewîş wek to û yaranî to xoy be řoşnibîr dezanê û qisey tazebabet deka û dezanim be keyfî toye, lew şwêneda witar eda.

legełta hatim çwîne koř. axunde zor pesnideket lew demeda basî beheşt çûnî dekird. fermûy: «kabrayekî zor gunahbar ke çendîn qetłî kirdibû gerekî bû tobe bika. řêgey kewte lay axundêk û lêy pirsî min pyawkujim; zorim xirape kirduwe. axo dekirê řêgeyekî wam nîşan dey xuda le gunahim xoş bibê? axund gutî: nexêr to cehendemît û çaret naye. kabra şîrekey hełkêşa û axundî kuşt. serî le zor małe axundî dîke da, ew pirsyarey lêkirdin û heman weramyan dayewe û ewîş her bew derdey birdin. ta kar geyşte řadeyek newed û no selke melay be şîr peřand. ta geyşte axundêkî ke setî pê tewaw debû. pirsyarî gořînî lêkird. axund nawbangî bîstibû; sûr deyzanî eger fêłêk dekar neka naçar debê gyanî danê. gutî herçend barî gunahit girane û be řwałetî řizgar bûnit zor çetûne bełam ḧîle şer’êk heye. eger bîkey zor hasan detbene beheşt: xełkî fiłane awayî zor pak û xawen îmanin. her çonêk bêt biço legeł ewan bijî. herkatê ewan be komeł leber xuda pařanewe û daway lêburdinyan lêkird, toş wêřay wan des hełêne û bipařêwe. bezeyî xwa belêşawe û hemwanîye. be panewe beser nizakarekanîda deřêjê û kes nabwêrê û taktakî lê dernawêjê. ewsa toş řegeł dekewî û le beşe bezet denewî û pak debyewe.

kabray pyawkuj -ke becge le xełkî dîke serî newduno melay le ḧîle şer’ be dûrî qirtandibû- em kiław lesernaney xway zor lê xoş hat. řêgey gundî pyawçakanî girte berê. bełam le nîwey řêgeda sektey tûş hat û seket bû.

debû be hemû ḧîsaban be axir şeřî mirdibê; keçî axrîşî xêr bû.

yekêk ew kabra pyawkujey le xewda dît. le behşita keyf deka û karî saze. lêy pirsî eto û êre çî? naka xewnî berawejûm pêwe dîbî?

pyawkujî beheştî fermûy: nexêr řaste û beheştîm û emeş beserhatekeme: katê le nîwey řê mirdim, dû deste firiştey xudam lê peyda bûn. desteyekyan pîlyan kêşam bo cehendimim řekêş ken. ewanî tir piřyan damê û kêşayanim gutyan bo beheştî debeyn. bû be hera û zena-zenay mela’îketan lew deşte! çiře û guře û herayek bû her mepirse! detgut kasey qereçî aw birdûyetî. em demkêşê dełê: awirdûy dozeqe; ewyan le pîlim denewê êjê nemamî beheşte. minî bêçareş lew nawe her wextabû cîqim derbê û leber yekçim. îtir serit ne’êşênim le paş hezar çermesere û bênewbere û heře û were, řêgey çareyan dozyewe. le naw xoyanda pêk hatin nêwanî ew du gundaney ke axunde ḧîlebazekey lê dejya degeł gundî pyawçakekan le gez biden bizanin şwên laşekey min le kam lawe nizîktire. eger be lay melada bûm ewa bimbene cehendem. eger le melaş dûrtir bûm ewa gwêçî firiştekanî beheştim.

gez û hengaw û bist û gwêl çûne řêwe; le herdû lawe pêwayan. bextim hênay be endazey gey engustêk le gundî axund dûrtir bûm. cehendemyekan dořandyan beheştî birdimyanewe û bê’ewe hîç kes lêm pirsê çikareyî û çikarêkit encam dawe, hawirdûmyane beheşt û xwênî ewaney kuştûmin be fîřo çû».

bełê eme zana řoşnibîreket bû kewa be sûk û hasanî xwênî ḧîlenezananî befîřo da û fêłî tełekebazanî serxist ke řêgey heq û naheqyan têkeław kird.

carêkî tir dayk û xuşkîşim hatbûn gwê le axundî geřekman řabdêrin ke le matemî ḧusênda witar edat. axund weser mînber kewt; derbarey giryan bo ḧusên ke çon ebête tikakar le lay xuda û çon gunahman bew giryane hełdewerê. zorî fermû le nêwan witarekeyda em çîrokeşî gêřawe:

«le řojêkî ’aşurada xełkî şarêk le ḧusênyey şarekeyan topeł bibûn û degryan. le małî xêrewmendêkîş herîse û şiley ’aşura lêndirabû ke bidrê be şîwengêřan.

jinêk lew şareda hebû, tewaw dawênpîs û bednaw. leşî xoy be xełk defroşt û bew pare giławe dejya. ew xofroşe bêşerme hênde bazařî germ bû ke hemû řojgarî sałê -tenanet řojî ’aşuraş- bêkar nebû. lew řoje ’aşurayeda çend pyawêkî herzekarî gunahbarî depałdabû. jiney bekeł debwaye bo kełegakan şêw lê binê û defryay firawînyan xa.

agir nebû; debû le małî cîranan agir bênê. małî kabray xêrewmendî dewłemendîş zor nizîk bû. wîstî le mubeqî ewan serebzûtêk wedes xat. agirî bin beroşekan damirkabû; bizûtekan be xołemêş dapoşrabûn.

wîstî be fûyek dû polû wegeşênê, mişkî û dûkeł çûne çawî. çaw awî kird, yek dû diłopî lêwerî.

lew demeşda řewzexwan le basî ḧusên geyştibuwe em mebeste ke îmam le naw qułkeda qetîs mabû; kafir dewreyan lêdabû. xencerêk bermilî kewt; xwên fîçqey kird. îmam bangî kird tînûme; çořêk awim defrya xen. le cyatî aw le giş lawe nêze û berdî bo dabarî. îmandarekanî gwêgir dayandaye qułpî giryan. dû tinoke awî çawî ew jinetîwe bêşermeş lew kateda hatbuwe xwar; be bê’ewe ke giryabê û be bê’ewe her bîrî le ’aşûra bê.

le paş çend sałêk jine mird. xełk hezar cwên û neḧletyan bo nard û kes neydegut îmanî bird.

wa hełkewt le şewêka ew bedkare hate xewî îmandarêk; çî bibînê! ew sozmanî kone cinde, ewende saz û bekeyfe xwa bizanê. le piley berzî beheşta degeł jine beheştyekanî dawênpak têkeławe û bewpeřî xoşyewe dejî. xewnbîn her waqî wiřma. be sersuřmanewe pirsî to çon geyştûyte êre? çon le beheşt řê dirawî û ewîş wa be qedir û ḧurmet?

jine le werama gutî: wek dezanî min jinêkî bedkare bûm. pełey pîsî em şare bûm. herke mirdim petpetênêkyan pê kirdim, her wextabû le ’eybetan şêt û har bim. dîtim terazûyan hêna; çi terazû? cya lewey ke sengî kirdewekanmî dexwêndewe, xeyałatî piřupûçî diłîşmî le qepan deda. xwa be tûřeyî deyfermû hey wawa pêkirawî giław! her eger be qed tozkałêk, be qursayî mêrûley zerdî herewird, çake yan xirapet hebê, terazû nîşanî dedat.

xo deşzanî ke min ta leser dinya bûm jinêkî tak û tenya bûm. kesim nebû nan û awêkim bidatê. mayey jînim le dawênteřî derdeçû. herzekarekanî şartan pyawe gunahbarekantan kef û kułî arezûy nařeway xoyan le lay min denîşandewe. hergîz nawî çakekarî û îmandarîm nebîstibû; nemdezanî çîye û çone tay terazûy gunahanim nîşte zewî. çend firişte lêm newîn û zincîrêkî agirînyan kirde milim û řayankêşam. be cwêndanewe deyangut to le makî pîs gûrawî û her bo cehendem xułqawî û ta heta her dewêda be.

xwaye! minî baban wêran û serbeheş ebê çî bikem? nahumêd û hîwa biřaw, çareřeş û serlêşêwaw, lêm řun bû be hîç awayek lem qeyrane řizgar nabim. keçî lepřunekawêk dîtim syayî gunahekanim ba birdî. qur’an û terazûy ḧeşir lelam neman. tenanet xwawendî gewreş le heřeşe guřeşekey kem kirdewe. herugîfî pêşûy nema. nemdezanî xeber çîye, her çawî xom hełdegłofî. lam wabû xewne deybînim. le piř dîtim wa tikakarî hejar û xakeseran teşrîfî hat.

be pele le pîlim newî û hênamye der le dadgay piřmetirsî û xistimye ser şeqameřê berew beheşt. gutî: biřo! řizgarit bû.

- bo kwê biřom? ne petey beheştim laye ne namey ’emelyan dawmê ke le destî řastim dabê û baş nûsrabê û bibête bełgey řizgarîm.

derwazewanî beheştîş be çwar çaw xełkyan depêwa; tundutîj û miřumoç bûn. nek her minî gunahbarî pîs û çepeł, bigre pyawî zor dîndar û xwanasîşyan depşikinî. ewsa be sed cîřebabe. deytiwanî biçte jûrewe. îtir min ewende tirsam ke ḧepesam û her le dûrewe wêstam û newêram xomyan nîşan dem. dîtim dîsan aẍa teşrîfî hatewe û kewte pêşim. fermûy: were! şwênî kewtim. birdimye lay bapenayek ke le çawî pasewanekan nedîw bû. leber dergayeka wêsta ke daxrabû. wa dyar bû qaçaẍeřêye û aẍa nebê kes nayzanê. dergay be kilîl kirdewe û ḧewałey beheştî kirdim.

baweř bike êstaş wexte baweř nekem ke min hatûmete beheşt; her demgut xewne deybînim. yan demgut dyare namnasin řenge minyan lê gořabê.

bełam nexêr, bom derkewt beřast hatûme beheşt û heta-heta beheştîşim; çunke dîtim zorbey zorî beheştyekanî hawmałim hîçyan le min paktir nebûn. lat û lut û çeqokêş û gîrfan biř û kêşekiř û ’ewam ferîb û desbiř û ḧacî sutxor û hetîwbaz û diroker û xan û aẍay gelçewsên û çete û diz û tałanber û kirêgirtey îsti’mar û sermayedarî bêbar û lotî û potî damênteř û jinî sûk û xofroş û kołangeř û lem cûne bêfeřane bûn; ke deyangut xuda emaney xoş nawê.

gişt emane le behşita piley şehîdyan pê dirabû. wata degeł ewaneda ke le xezada kujrawin û degeł ’elî û şehîdanî kerbelada -ke gyanyan le řahî xuda ledes dabû- be yek çaw timaşa dekiran.

seyrî xoştir: çend jinêkî konecnidey hawkarî xom nasînewe ke depêş minda mirdûn û ber le min hatûne beheşt. lêm pirsîn: mesele çîye? axir wekû bîstibûman eger ḧesaw kîtawê le arada ba, êmemanan êste debû le duř cehendem bûynaye; serim lem kare dernaçê? gutyan: hey seła le eqiłit! xo ême ’edałetî xwa neybexşîwîn. tikakarî îmam ḧusên êmey hawirdote êre.

- îmam ḧusên boçî tikay bo êwe kird?

yekê gutî: le mela do’ayek fêr bûm. şewane le naw cê demxiwênd. mela fermûy: eger mirdî piley şehîdit edenê.

yekêtir weramî dawe: min zyaretî kerbelam be nesîb bibû. xot eyzanî řêgey kerbela bo beheşt řakêşrawe.

sêhem gutî: min lawêçêk xakî kerbelam lela bû. wesyetim kird bîkene naw kifnekem ewsa bimnêjin.

çwarem fermûy: parem zor bû; carêk şubakêkî zêřim bo ser gořî îmam kiřî.

pêncem weramî damewe: be zîndî ser, be pûłî zor, cê gořêkim le lay îmamzadeyek kiřîbû. herke dahêłrame nawî, kunêkî lewlawe têbû bew kuneda hełyankêşam bo ’asmanan. ewsa kejawey le nûryan řazandewe; çûme nawî. hênayanim û le beheşt dayan bezandim.

witim başe. ewa êwe le sayey do’a û kerbela û giłî kifin û şubak û cê qebir kiřîn bextewerin. hêndêk lew jinaneytirîş -ke wekû xom xofroş bûn- demdîtin řojî ’aşura deçûne řewze bîstin û degryan û şilezerdyan debeşyewe. wa witman ewanîş le sayey ew şîwen û şile beşîne beheştîn. bo minî negbet êjin çe? xo min ne kerbelam dîwe, ne hîçim bo kes kiřîwe, ne do’ay şewm zanîwe, ne şiley zerdim bexşîwe, ne le pirsey îmam ḧusênda giryawim. leweta xomim nasîwe le hemû werz û fesłêka, le hemû şew û řojêka, tenanet řojî ’aşuraş le zîna û karî xirape newêstawim. min le pay çî bexşirawim û gunahim şorawetewe? herçendî lêkman dayewe û serubnîman pişkinî, ne xom ne kes hewdayekî lem maşere têk ałozawe hełnekird. ta xwa û řastan yekêk lew konecnidaney ke êsta bibuwe hewałim û zorîş zît û konekar bû, kewte pêwşiwênî baseke û zor be wirdî basî jîn û jînamey hemû ew dewr û ḧeyamey tya jyawim, çend caran pê werd damewe; ewsa metełî hełêna û be yekcarî ḧesamewe.

ew řoje ’aşurayekey bo bizût çûm, be fûy mişkî binî dîzey şilezerdî îmandaranim ladawe, çiře dûkeł çote çawim; awî le çawim hênawe. lew demeşda gwêm le basî serbiřanî ḧezretî îmam girtuwe. ew awey ke eşkîş nebuwe her çunke le çaw řijawe, bom be şîwen bo îmam ḧesaw kirawe. herçî pełey serdawêne û herçî hełey naxawêne bew dû tinoke şoryawe û le beheşta řêm dirawe. îtir ewsa musułmanan têgeyştin ke giryan le ’aşûrada çend girînge»!

bawe! daye!

wek ezanin eme deqî çîrokî ew axunde bû ke wek êwe şineftitan minîş bîstim. deysa werin ba tozêk wirdî keynewe û encamekey lêk deynewe. eger em çîroke řast bê û çirûk nebê, debê bêjîn herçî fermanî xudaye, herçî le naw qur’andaye, herçî pêẍember boy hatûn, herçî îmam fermûyane, herçî derbarey cîhad û şehîd bûn le řahî xwada bîstûmane, hemû ḧîkmet û destûr û řê û şwênekanî ’asmanî, hemû kirdewe û akarî baş û řind û xwapesind û erk kêşan le řêgey dîn, seranserî beranbere be dû tinok awî çawî negryawî bedkareyekî xofroş!

daykî beřêz û dîndarim!

kîjekey to heqye biłêt: her ew şewe ke gwêm lew bas û xwase bû, leşim wek mêwjoke lerzî. hemû humêd û hîwakem be padaşî karî çak û parêzgarî le xirape, bû be hełm û hewa birdî. taze îtir baweřîm be hîç her nema. lew řêbazet xom derbaz kird û řadekem. le rakirdin wiçan nadem. wa nakem toş û bawkîşim her be tozîşim řabgen. meyen! we şwênim mekewn! pêtan wabê demgêřnewe. xeyałî xaw leser derken! min wa çûm û herçî pêm xoş bê wa dekem. ca êwe her le dûrewe be qełsî û çawî sûrewe, cinêw biden; çeqe biken; xotan le dar û berd biden. heyhate taze bêmewe ser řêgetan.

renge êsta qirmî xotan xoş kirdibê deqemçî xotanim xen û be zebrî qamçî nermim ken; bimxenewe ber ew barey ke be bêzarî fiřêmda. ew sindim û pêwendaney pisandûme, dûbare coşyan denewe û xiřimçûn bimbestinewe? hîç diłî xotan xoş meken. bibřay bibřay ewî dîtan naybînnewe. ne gef û heřeşeketan, ne nûze û pendî řewzexwan, tozkałê karim lê naken; taze azadî azadim. be azadî bîr kirdinewem pê lew mezebey hetane zor baştire ke em hemû bend û qiłf û qeřazey pêweye û be tenya tinoke awêk, hemû gewî hełdeweşê.

daykî beřêz!

mezbeket le řonîştin, řê řoyştin, le nan xwardin, xo cwan kirdin, tenanet serpêşaw çûnîş hezar lemper û bergirî bo danawim. her debzûm, êjin wa meke! nafermanî le xwa meke! wa řê meřo! wa nan bixo! destit hênde hełmehêne! serit hênde dabniwêne kes netbînê! şew katî xew leser teniştî řast binû! řût bikewête řûgewe. eme bike! ewe meke! hezar meke û bikey wehaş ke xoştan nazanin boçî.

daykî diłsoz!

zorbezem pêtda dêtewe. hêştan be xot nezanîwe ke derdeket çend girane û jîneket çende bejane. her pêşt nakirê bizanî toçî û boçî dejî û demrî. şew û řoj detbînim degrî. hemû geşe û xoşî jînit, zerdexene û pêkenînit, be qurbanî dîn kirduwe. le xwat dewê, řojê, şewê, řêget demeclîsêk kewê, gwê le řewzexwanê bigrî bitgiryenê. katê be awatîş bigey, ewsa debê le şwênêkî wa řonîşî pyaw netbînin. gerek le lay xwarûy kořda biçîye pişt perdey řeşewe û tenanet nabê axundî mil’estûrîşt lê dyar bê. lay serût şwênî pyawane. pyaw çî? çend nexwêndey kułkin; çiłmin û qirxin û çiłkin! herçî huner û aweze şikî naben. tenya çunke nêrewezin, lay serût lê debřinewe. her çunke simêłyan řwawe, gerek le jin le pêştir û le řûtir bin. pyaw detwanin le mizgewtîş bo hemû layek biřwanin. jin nabê le axawtina deng biłind ka; newek nameḧrem bîbîsê. bełam kabray nêrî bêxêr boy řewaye be keyfî xoy deng hełênê; bineřênê. serî êweş be çeqqe û hera kas bika. dem de demî melaş binê. ba hîçîş le hîç nezanê. melaş lay waye ew pyawe çunke nêrîne xułqawe, boy heye biłê; bipirsê; řûhełmaław bê; netirsê. bełam to! toy qerebext, her çunke mêwîne gûray, eger serit bigate perey ’asmanê, eger le hoş û zanistan sed ewendey axundî geřek sengit bê, le dîndarî û çakekarî hîç nêrêk barteqat nekat, nageye piley nêrîne. le kelepûr beş kirdinda, le katî şayetîdanda, nîwe pyawî. dengit, řengit, nabê derçin. debê nizim qise bikey. debê le jêr çadrey řeşda xo weşêrî. debê le kořî ayînîş biçîye goşey tarîkyewe. bêhest û xust gwê be witarî mela dey. ke hemû basî beheşte û le beheşta pyawekan çon cêjneyane û hemû şit her bo ewane û jinîşî her le bîr nîye ke le beheşta çon dejî û çî edenê. bew ḧałeşřa herga giryan destî pêkird, jin le bin peçe û ’ebawe, gerek zor be kułtir bigrî.

xo eger xuday nexwaste jinêk lewaney lew kořî dîne beşdarin, nîskêk tîskî pirçekanî le bin peçewe derçûbê û bêçare le bîrî çûbê ke daypoşêt, aşkiraye çî řû eda. nek ew jine, bigre hemû jinanîtir lew koředa berciwên û pilar dekewn û be sûkî weder denrên û le xêrî çûne mizgewt bêbeş dekirên. kar bemeş kotayî naye. ew melayeş tenanet ew baregayeş ke řewzey lê xwêndirawe, dekewne ber tews û twanc ke boç direng zandirawe, ew pirçe danepoşrawe?!

were xot lêkî derewe! ew mezebey toy gîrodey em hemû bende kirduwe, çon banêke û dû hewaye? le layek hênd tund û tîj û bedemare ke dîtnî pirçî jinêk- ba ew jineş zor dîndar bê û hatbête mizgewtewe ke gwê le řewze bidêrê- bote kifrî dwazde îmam; kes naybexşê. le barêkî tirîşewe hênde diława û çawpoşe nebêtewe. le «mifatîḧ alcinanNamed-Entity»da- ke kitêbî here beřêzî êmeye- dexwênîyewe: «eger em do’a nûsrawe bixiwênîyewe, ba beqed kefî deryaye, ba hêndey řełmî byaban, barteqay estêrey ’asman, gunahit bin, ’afû debin; lenaw deçin! serbarîş xêrî çend şehîd qazanc dekey. tikakarit řojî meḧşer hênd zorin dejmare nayen.»

her lew kitêbeda dełê: «pêẍemberî xwa fermûye: siławet le dîdarî min, le dîdarî pêẍemberanî ber le min le bîr nekey, řojî qyamet min û ew pêẍemberane giştiman tikay bexşînit bo dekeyn».

bawî berêz!

le bîrte carêkyan fermût: miro debê biřway be wîlayet hebê. min pirsîm: wîlayet çîye? gutit: ’elî û kuř û newey ’elîman debê xoş bwêt. wîlayet manay emese.

lêtim pirsî: ’elî kêye?

toş milit na le pêda hełdanî kesêk ke hemûy her azayetî û moczat û keşif û keramatî zor bû. be şîrêkî dûserewe -ke debwaye bêjî dû dem- hezar şitî tirit fermû ke hergîz le des hîç kesêk nehatuwe.

fermût ’elî derwazey gewrey xeyberî -ke çend hezar men poła bû- leser destî xoy danabû; wek metał şeřî pê dekird. ew şeřeşî bo bergirî le îslam û ayîn dekird. bawe gyan dey êste çî bikeyn? ne ’elî hes ne dergay poła le xeyber. cûleke wan le felestîn; be řîşî to pêdekenin!

witit: ’elî her nanî coy dexward; cilkî konî deber dekird. le xwardinî nanî genim, le bergî taze xoy debward. birsyayetî û bêşmekî lay ew mayey şanazî bû.

gutit: xuda ber le adem dirust kirdin, le nûrî xoy ’elî sazda. pêẍember ke deçuwe mî’rac. xwa lew bane be dengî ’elî bangî kird; ta pêẍemberî diłxoş kat.

fermût: carêk pyawêkî neyar be ’elî, dijmanêkî be ’elî da, her destewlecê bû be seg! helêkî tir ’elî le pyawêk tûře bû, nizay lê kird; kabra wergeřa û bû be jin; mêrdêkî kird; ḧewt mindałîşî derfirtand! řojêk ’elî le řêbazêka tûşî hat, bezeyî pêda hatewe; boy pařawe û hatewe ser deqî pêşû. ew kabra hem nêr hem mêye, degeł em ḧew zig kirdineş her lay wa bû em aługoř pêkirdiney le mewday henasedanêk pitir nebuwe.

witit: ’elî hêşta minałê sawa bû, denaw peřowe pêçrabû, hejdîhayek le şarî meke peyda bû. wird û diriştî xiłkî şar le tirsan zaretrek bûn; řûyan na le deşt û çołan. hejdîha be kołanda hat, ta geyîşte naw małekey ebûtalb. ’elî destî le jêr peřoke derhêna zarî hejdîhay dadřî! wa lewsawe ’elî naznawî ḧeyderî pêdrawe. ḧeyye be ’arebî mare û derîş her ew diřînekey xomałye!

bełê bawe! em bend û bawe xoşane zanakantan nûsîwyane û kitêbî «biḧaralanwar», peřawî «mintihî alamal» dexwênîyewe û ew qisaney lê fêr debî û laşt waye îmaneket bewanewe řawestawe û girîngitir le nan û awe.

bełam be bîr û biřway min ewî to nawit na ’elî, her řustemekey xomane; ’egałêkit leser nawe û řengî îslamit lê dawe.

ew ’elî to basî dekey her be karî werzişkarî zorxane dê ke le katî zoranbazî basî bikirê yan eşê le dîwexanî xan û aẍa yan le tekyey derwêşanda nawî bibrê. min herçî bîrim kirdewe nemkira em pałewaney efsaneyî -ke to nawit nawe ’elî- be řêberî hełbijêjim û şwênî kewm. min řêberêkim pê nawî ke le hîç kesîtir neka. le şwên řêberêk hełwedam binyademe xomane bê; hîç moczatî lanebê. tenya le ’eqił û şu’ûr û mişûrxorîda bała bê û derd û dermanim bizanê û řêgey řizgarîm nîşanda.

min ew kesem nagereke be sîley çaw dirgay daxraw bikatewe. dujminî xoy be do’a û fû, bikat be sîsirk û gene.

carêk êjî ’elî hemîşe birsî bû; le kem xorîşda tay nebû. carêkîtir xot defermûy ’elî le take şewêkda le yek dema, bibuwe mîwanî ḧewmał û le her ḧewtanîş nanî xward. be kameyan baweř bikem? kemxorî yan zorxoryeke?!

eger defermûy kemxor bû; parçeyek nanî coy dexward; le hîndustan murtaz heye dû mang be denke badamêk qinyat deka û be xoyşî nałê îmamim.

fermût: şewêk ke pêẍember le şarî meke derdeçû -bo şwênewnke le kafir- ’elî le nwênî ewda nûst. wa lewsawe xuday mezin hemû řojêk azayî û gyanbazî ’elî le řêgey amozakeyda, be mela’îketan dełê û be şanazî basî deka. êwe ew şewxewey ’elî be ewpeřî azayî le qełem deden; keçî deşłên ’elî hergîz çawî le mirdin netirsa û her bo merg têkoşawe. wa êstaş zorî wa heye ke leřay bîr û biřwada, ser û mał depênaw denê û mirdin be xełat dezanê. dey çîtirit le cantay xeyałda mawe derbarey ’elî bîfermûy? lêm řûne hîç. zanisteket wişkawî hat. her ewendet lela mawe ber baranî cwênim dey û pêm bêjî kafrî bêdîn! ta key baweřim pê nakey? ta key degeł lamezeban têkeł ebî û îmaneket pûçeł ekeyt?

bawkî diłsoz!

min be diłsozî pêt êjim: ne efsane xwêndineket behredare ne cwêndaneket bekare. heta wabî be hîç nabî û řêgey řastit lê gořawe û sermayey jînit dořawe. berlewey ’elî binasî, basî dekey. to pêwîste fêrgey ’elî, ’eqił û ’îlmî firey ’elî, amojgarye başekanî, diłsozî û fîdakaryekey, xwaperistî û dîndaryekey, çonî hebuwe, way bizanî. ’elî bikey be awêne û lewêda le xot biřwanî ta bizanî axo kirdar û akarit wekû ewe yan cyawaze? wedem xot êjî min şî’em; şî’ey ’elî. wata ’elî herçî kirdûye wa dekem. her kesêk baweřit pê bika lay wabê ’elîş wek to bû, le ’elî û mezebekeşt bêzad debê û naçar debê hîç bayextan bo danenê.

bawe gyan!

to wîstûte kîjołeket bo ayîndarî řabênî, bo nimûney jinî zor çak, basî zêneb û fatimit bo kirduwe; ke em duwane le dinyada takyan nebuwe.

ba êsta bizanîn daxo, to hoy pîrozî û gewreyî ew dû jinet leçî zanî? fermût: ḧezretî fatme kîjî pêẍemberî xuda û xêzanî îmam ’elî bû. ebûbekir û ’umer nawîş dû ’ereb bûn, dujminî îmam ’elî bûn. ’elî debû be xelîfey musułmanan, ew duwane bûne berhełist; neyankirdê. her bewendeşewe newêstan. gundî «fedekLocation» mułkî ḧezretî fatim bû ke le pêẍemberî xwawe be mîrat boy becê mabû. ’elî mêrdî, boy bew gunde řadegeyşit. ebûbekir ewîşî le dest derêna. herçî dad û hawarî kird êstaş destî nekewtewe. carêkîşyan le cengey şeřednidûke, ladergayek be ser kelekey ḧezretî fatmida kewt; le taw derd û janî birkî, heta maweyek deynałand.

gutit: xatû ayşê nawêkîş -ke kîjî ebûbekir bû- bibuwe jinî pêẍember û degeł ḧezretî fatmida hemîşe kêşe û heray bû. beme baseket kota bû.

eger ḧezretî fatme her ewebê ke to witit wa dyare mimbarekyekey lewedaye ke le şeřda leser mêrdî kirdotewe û dujminî bawejnekey bû! wata: dû jin le batî xizmet be îslam, le batî daway heq kirdin bo musułmananî hejar, yek le ser bab, yek le ser mêrd pêk werbûn û be kêrd û çeqo têk berbûn.

deysa jinêk kar û barî her ewe bê şeř bika yan binałênê, pîrozyekey le çîdaye? bo degeł jinanî tirda ferqî heye?

sebaret be zêneb fermût: sipêdey řojî ’aşûra, le cengey şeř û kuştara, le xêwet dehate derê; bo şehîdan şînî dekird û degeřayewe naw xêwet.

- îtir çîtir?

- hîçî tir na!

ewa têgeyştîn zêneb, beyanî řojî ’aşûra, pîşey hawar û giryan û lexodan bû. paş nîmeřoy řojî ’aşûra çî lêhat?

ne min, ne to, ne mêjûy axundekanman êstaş boyan dernekewt ew jine birakujrawe le paş kujranî birakey çî beser hat? dway ew karesate çî kird? berlewe bête kerbela çi karêkî encam deda? serencamî be kwê geyşit? hergaş ew pirsane dekem, dełêy: řenge le naw kitêban nûsrabê; bełam ême nemandîwe. wata ew metełe sexte, hêşta hełnehênrawe û nazanim eger zanîşman, çi derdêkman derman deka?

bawe! eweye dînî to ke lamezeban pêy dełên mêşkitezên. to defermûy: pyaw ta leser řûy zemîne, ba pîşe û karî girîn bê. her kes le dinya hejare û derdedare, lew dinya saz û teyare; jinî cwan û koşkî zêř û zêwî debê.

melayekî zor qisexoş, carêk gutî: em do’anamem kiřîwe; dełê her kes şewane carêk bîxwênê, le paş mirdin le beheşta ḧefta koşkî yaqûtî sûrî dedenê. xo min pyawêkî nwêjkerim. le paş nwêjan hezar do’ay wa dexwênim; were ba sewdayek bikeyn. min her ḧefta koşkî ewlam dedem be to, to wetaẍêkî sêbeçwar, le xwarûy şar, bide be min; kesman le kes. eger lewlaş çûme beheşt, sîpałekem le bin darêkda řadexem; xanûm nawê!

bawe to fermût: wîlayet wata ’elî xoş wîstin; bełam netfermû leber çî?

gutit: her kesê ke ’elî xoş gerek bê -her çende gunahîş bika- xwa gunahekey be çake ḧesaw deka. hêndêk le qur’anzanekan le tefsîrî ew ayetey ke le sûrey «furqanNamed-Entity»daye: (ewane xirapekanyan bo be çake dejmêrdirê), dełên: mebest lewaneye dostî ’elîn.

her xot witit: xwa fermûye: kesêkî ’elî xoş bwê -ba le xudaş yaẍî bûbêt- beheştye. kesêk dujminî ’elî bê -ba zorîş xudapers bê- cêy dozeqe. yaẍî bûn le xwa yanî çî? wata: gwê be ferman nedey; zułim le hejaran bikey. axir key xuda berdare pyawî załim û bedkare, be tenya ya ’elî gutin bibexşirê? min ew wîlayetem nawê ke eger zordarîş bikem, bibexşirêm. min papay wîlayetêkim ke nehêłê zordaran zorîm lê biken. řê neda mafî řeway xom lê zewt ken.