min çî ekem?

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 21 minutes  960 views
min çî ekem?

eger hestim be azar kird, deçme lay bijîşkî pispoř; derzî û derman û hetwanî lê werdegirim û nexoşînekem berdegirim. gay lawaz û binaw bwêrim nîşanî beytałêk dedem. deçme bazar qifłêkî zor qaym dekiřim ke daxsitin û kirnewey be jimare bê. ne fûy dewê ne diz ne bawkî dizanîş detwanin destî bo berin.

to etewê karê bikey, le cyat bîr û lêkdanewe û pirs û řawêj be çazananin, pelamarî qur’an dedey; kirdûte be fałnamey xot. deygiryewe û nawit nawe îstixare. şermîş nakey qur’anî fermûdey xudat kirdote petey yansîb û swapî çoman teř û wişkî pê hełdexey.

deysa minêk ke be lay towe bêdînim û baweř nakem em qur’ane hî ’asmane û cubrayîl degeł xoy hêna, hêştan belamewe nenge ew sukyetey beser bênim. qur’an lay min zor berz û pîroz û řinde û nek her qur’an bigre hemû kitêbêkî dîkeş lay min zor şayanî řêz lênane û lesermane qedrî bigrîn.

min fałî pê nagirmewe; dezanim fałname nîye. gałte be eqłî xom nakem. bo encamdanî karî xom, pirs be zanayan dekem. le pispořî û şarezayî wirya û zîtan behre debem. serubnî karekem lêk dedemewe. nîyet dênim, daydebestim. nałêm qur’an baş nîye. bełam dełêm tênegeyum başe yan na. to lat waye min nabê demanay bigem. xoyşit le manay nazanî.

bełê eger bimzanîbaye çî tyaye, le başyekey ḧałî debûm; be şwên pend û amojgaryekeda deçûm. toş le zanistî qur’anda zor le xom kołewartirî. ḧey ełła çaw denûqênî, xot û bextit deykeyewe. yekem řûpeř, yekem řistey lay destî řast, le yekem dêřî serpeřê tewaw wek şemoley jinan. çî tyabû, be xeyałî betałî xot manayekî bo etaşî. lew sard û sewdaye kirdin behret çend we dest ekewê? kabray hawsat bote dostit yan le jêrewe dujminte? fiłan bêwejin bixiwazî yan waz lew diłdarye bênî? be sefer biçî ya neçî? baẍ bikřî yan to biçênî?...

bawî beřêz!

eger carêk toy îmandar kitêbekanî dersî min -be derdî qur’anî pîroz- berî û byankey be fał girewey xot, tûře debim. çon lat waye ew xudayey ke qur’anî bo pêẍember be xełat nard, lêt nařencê ke to bîkeyte fałname?!

min le fałname nageřêm. biřwam be řast û dirustî şemoley jinane nîye. ke to karêkî wa nakey le manay qur’an têbgem, pena be kitêbî tir debem ke pyawanî xawen nawî zana û dana dayannawin; piř kirawin le amojgarî û pendî baş û waş nûsrawin ke be sanayî têdegem.

to her boye le min qełsî çunke şitêk naxwênmewe ke têy nagem.

bawe!

etbînim nwêj ekey; daykîşim wek to nwêj deka. řojê pênc car werziş deken. şitêkîşî be nûzenûz têda dełên bê’ewey manay bizanin; bê’ewey lêtan ḧałî bê ke nwêj kirdin boçî ebê û ebê çon bêt.

wa min ke wek to nwêj nakem, her le xew hestam beyanî, werzişî swêdî dekem. wa to çend ’eyam û sałe werzişî nwêjit kirduwe; wa minîş hej-no-de sałe werzişî bêdînan dekem. desa were ba le penayek řawestîn û xoman leber çawan řanêyn: cenabit yekî zig zilî qaçbarîkî mil be loçî kûřepşitî xwar û xêçî tenbeł û be hanke-hank pişûswarî. leşî minîş bêne berçaw. naw qed ziraw, sing daçeqaw, mil’estûr û bask behêz, endamêkî şil û bepêz û piřkêş û ling û leter sifit û bêgrê û řêkupêk, êjî be qełem kêşrawe. tewjimî xwênim tewawe. henasedanim teyare.

le katî werziş kirdina pêçî řadyo dekemewe. dengî muzîkî gyanperwer, şê’ir û ahengî diłxoşker. perdey gwêm delawênnewe; wekû guł demgeşênnewe. bełam pyaw le heq laneda to le songey desniwêjewe, dest û paş panîyet qełşîwe û ta bişłên zor sujde deba, kemreyek wa be twêłtewe ke min lem dwane bêbeşim!

êsta were ba sermeyan û zyanî xom û xoşt lêkdeynewe:

to defermûy nwêj kirdin xuda dwandine û towî axret çandine. min qibûłme û êjim řaste. bełam her le xot depirsim, borepyagê legeł yekî payeberiztir le xoya wituwêj ka, emma nezanê çî ełê -mîna tûtî çend wişeyek ke watakeşyan nazanê- ewîş be sirke û diłxurtî û tirs û lerz le řûy kabray payeberz bidirkênê, bitirsê nek řê hełe ka, nek «z» û «z», yan «s» û «s» cê bigořn û ew manayey ke nayzanê le cê biçê, çend gałte û gepêkî xoşe! to nezanî be serwerî xot çî ełêy, çon ezanî ewî ’erzî ekey başe yan na?

ba basî nwêj û xwa nekeyn; her xot ełêm: nek penca sał, her dû mang, sê mang kawrayek giş řojê penc car bête lat, be serkizî û le bin lêwan qise bikat. bełam nezanê çî ewê û çî le cenabit gereke. to çî ekey? çî edeytê? ca nexwaze eger boşt řûn bêtewe ke em kabra řû qayme, be bê’ewey bizanê çî lêt gereke, lêy bote xû, řojê pênc car yexet bigrê û be çene-çenî xořayî gêjit bika, çît beser dê? tûře nabî? le pêstî xot naçîye derê? eger be pałe pestodan derî nekey lanî kem cwênî pê dedey. xuday mezin, xuday berz û be desełat ke her le xoştim bîstuwe êjê le eḧmeq tûřeye, lew nezan û gêlokeye ke nazanê çî gereke û hemû dem berbîngî degrê, debê çî bika? çon her le yekem řikatda -pişt be řûge- be şeqêk hełînadêrê û nayhawête naw em dinyay sêhemewe ke wek çwarpê le berdestî îsti’marî řojhełatî û řojawada bar bikêşê û diřk bixiwa û supas bo xway le demda bê û be tema bê le paş mirdin îşî başe! eger êsta serzemînî ceḧendeme û le seryetî be dîlî û jêrdestî û pestî û dûrehestî guzeran ka û xoy bibête bûleheb û jinî darkêşî دۆژەە bê, le paş mergî le sayey ew nwêjanewe -ke manaşî ne ezanîn- day dekene naw beheşt û lewêş leweř sêwereye!

bawe gyan!

to her wekû gay kolûbîr, leweta bîrit birduwe be dewrî xota sûř exoy, naşzanî bo dêy û bo deřoy. xot kiz dekey qiřuqip bêhest û çirpe, le qujbinêk kiruşmete. çaw degłofî ta teřayî lê peyda key; gwaye degrî! le xwardin û xwardinewey xoş beparêzî. em nedwênî û le sûç kiruşme kirdine û kem xwardine û nexwardinet, naw nawe sofîgeryetî.

wa deşbînî řojhełatî û řojawayî kafrî xawen destełat, wek gurgî har demyan nawete îslam û nawyan nawîn dinyay sêhem. kał û kułîwman deřfênin; pêşeman dadekirmênin; xerîkin le bineman dênin. keçî toy sofî mimbarek her miteqîşt lê naye. le ser mezłûm nayeyte cwaw. çon lat waye deng nekirdin yaxo şukirane bijardin leser ew eḧwałe tałe, beranber be řezay xwaye? ewe kam xwaye fermûye: eger zorîştan lê kirya wedeng meyen?!

bawe gyan! to bitperistî

to pyawêkî dest û dił û dawên pakî; zor nwêj dekey. be giftî xot xway xotî têda dedwênî. ew xwayeş ke deyperistî -wek le cenabtim bîstuwe- le ’asmane. desa min lam waye êwe (toş û daykim) gêretan le deştebêłe û hêşta dexotan negeyun. eger tozêk be serinicdan le xotan û dewrubertan bikołnewe, têdegen ke nwêjekantan bo bitane. bitîş zorin: sermayedarî hejarxor, paşa û xunkarî xawenzor, mela û şêxî ’aba leber û şał beser û zorî way le řade beder. to le serte milit bo hemûyan kiz key. naşê hîç kamyan ’aciz key. herkamêkyan lêt biřencên, dinya û qyameteket deçê.

bitî pêşû le berdî řeq detaşran û bêzad û têşû deman û dem û didanîşyan nebû. bełam bitekanî êsta wek xomanin; zwan zanin. berg û poşakyan gereke. xanûyan dewê bo sitar. xwardinyan dewê be teẍar. hewesyan hes, jinyan dewê. zêř û cewahêryan dewê. herçî arezûy newsine, gereke destyan bikewê.

- le kê? le toy bestezmanî be îmanî dił sawîlke ke lat waye emane gizîrî xudan le ser zewî. eger dequr’an bigeybay detzanî xwa ne gizîr û ne wezîr û ne bac’estênêkî heye.

řojuwekantan:

mangêk řebeq, toş û daykim řojû degirin. le bûlêłey beyanewe heta tengî nwêjî şêwan hîç naxon û naxonewe. le tînwan lêwtan demjin û le birsan her wexte bimirin. bełam hêşta ḧałî nebûn ew nexwardine bo çîye? her ewendey lêdezanin demî jemî qawełtî û şêwtan gořawe û hîçîtir na. le mawey em řojuwaneda kam birsî û hejartan têr kird? zimantan be çake fêr kird? tobetan kird ke îtir bêfeřî neken? berle řemezan çû dekird, be řemezan terkû nekird. behrey zig hełqirçanditan her hênde bû mangêk deme têşuwekantan lê hełweşa û mangekey tir hatnewe serdeqî pêşû. bełam le say ew jem û dem gořênetan tûşî nexoşîş hatûn û hêndêkîştan tûn be tûn çûn.

minî bêřojû çî ekem? car-car ser le duxtor edem. eger gutî çewrayî le leşta zore, tewjimî xwênit bałaye -wek xoy řêgem bo dadenê- řijêm degirim; xom le nexoşî ayndem deparêzim.

ḧeceketan

bawe! daye! minîş legełtan hatme ḧec. bawe ḧacî! zor baş çawim lê bû çît kird. be fiřokey boyngî ḧewset û ḧewt hatye meke. herke le fiřge nîştewe, destit bird le tenîştewe ḧecnameyekî perpûtit -ke nûsrawî çend pyawî gewre û benaw bû- le xurcêneket derêna û milit lê na: «herga geyştîte meke û le swarî wiştir dabezît, laqî řastit ber le çopet bixe ’erzî»! wiştir le kwê û boynig le kwê? le ḧecnameketim řwanî; lempeř ta ewpeř pişkinîm; giştî basî çûne ḧecî çendîn sede lemewbere û ta êsta taqe pîtêkî negořawe.

legełta hatme medîne. toş çûy degeł hezare zîley ḧacyanda beramber be řewzey pakî pêẍemberî xwa řawêstay. zyaretnamey êranyanet lêk kirdewe û destit pêkird. giştî basî peristinî kesanêk bû ke her neştizanîwe kên; boçî şyawî peristinin? ewî lew zyaretnameda zorî serinc řadekêşa, cwên û nefrînî bebar bû lew kesaney ke ḧecacekanî dîke zoryan le la mimbarek bûn. ew ḧacyaneş xoyan be îslam dezanî û degeł toda hatbûne em şwêne pake.

wextî nwêj hat. dengî bangî muḧemedî le mizgewtî pêẍember dengî dayewe. komay ḧecac lûzewî best: kasbikar, bêkar, karbedest, dara û nedar û řût û kok, řeş û sipî û zerd û sûr û kewe û bor û ’erb û turk û tetar û hîndî û pakistanî û çînî û endunîzî û fîlîpînî û senîgalî û zengibarî û efẍanî û mîsrî û sûdanî û hezaran xełkî şwênîtir, řijane naw mizgewtewe û be bangî «alle akbir» řêzyan best û etut mizgewt deryaye û le îmandar şepol dedat.

lew kateda min xeyałim dabuwe ser to. demgut êsta baweḧacîm -ke le êranřa hatuwe û le îmanda xoy be sertopî îslamî dinya dezanê- bîlalî ḧebeşî řeşî dengixiweş û dewranî xoş û nûranî pêẍemberî xwa û yaranî kewtote bîr û diłî germ dahatuwe û ḧałî cezbey lêhatuwe û diłî bem ḧałate xoşe. keçî le nekaw dîtmî wek cinokey nawî xuday bergiwê kewê xot û çend hawmezebêkit be pelepel kewş be dest wizaqtan best. gazî le yektir deken û beser xełkîda baz deden. řîzî cema’et biř deden û derdepeřn.

lêt depirsim: bawe çi buwe? çî qewmawe? berew kwê wa tengetawî? bo le mizgewt namênî wêřay em gişt musułmane řîz bibestî û nwêj dabestî?

êjî: laço! êmey şî’e degeł emane nwêj nakeyn. ebê lem mizgewte řakeyn. cema’et degeł ewaney legełmana hawmezeb nîn nařewaye. êmey şî’e pêşniwêjî xoman cyaye. eşê biçînewe utêl bo nwêj kirdin.

gwêm lêye musułmanî tir ke etanbînin wa deken, kewş bedest le dest cema’et řadeken, bizeyan dête ser lêwan û le nêwan xoyanda pêkewe bas û xwasyane: emane eger îslamin, bo le mizgewtî pêẍember desłemnewe? nexêr wa dyare her boye hatûne ḧec toy dûberekî biçênin; be aşkira le řûy musułmananî dîkeda cinêwî pîs be xêzanî pêẍember û yaranî hawkarî biden.

baweḧacî! ew şîrînkarye to eykey her be karî îsti’marî řojawa dêt; ke hel bo xoy biřexsênê û xotan lê bika be gwêrekey samîrî û têktan berda û quřî dinyatan weserda. pêtan biłê: sunnî mezeb nasbî û ser be ’umerin û dij be weçey pêẍemberin. ba sunnî mezebîş bêjê: em řafzye şî’ane ’elî be xuda dezanin. layan waye qur’an deskarî kirawe û basî xoşewîstî ’elî lê dizrawe. laşyan waye kitêbî «mifatîḧ alcinanNamed-Entity» (kilîlekanî beheşt), bîlatejbî be qeder qur’an pîroze. em ḧacyane bo tewafî małî kabe nehatgin; hatûn le dewrî merqedî îmamekan buxlênewe.

bawe!

le tewafa çawim lê bû herdûk şanî dayeḧacît tund girtibû beranber be małî kabe, her řaste û pastet pê dekird; neweka xuday nexwaste be qeder mû şanî xwar bê û ta’etekey lê xesar bê. dełêy bomba teqandine eger seresîmêk lar bê, yan nateqê, yan teqênerekey dekujê! keçî her xoşt detfermû: pêẍember be swarî wiştir ḧecî dekird.

bawî beřêz!

bedaxewe hemû jînit bem řwałetpersitye le des xo da. wek keristey maşên deçî deber destî westakeyda; her çûyt û pirsît: çon bikem? qet netpirsî bo wa bikem?

to le layek hênde musułmanî çakî ke natewê goşey şanî xot û jinit be qed mûyek le beranber kabe labê; keçî her toy musułmanî wa be îman ke pêt ełên: wa cûleke le felestîn musułman qetłu’am deken, mał beser jin û minałda deteqênin, her wenazanî mêşûleş be bin gwêta têpeřîwe. şanî bo hełdetekênî û be bołewe edirkênî: a be min çî! ca kê dełê ’erebekanî felestîn -ke hemûyan mezeb sunnîn- le cûleke xiraptir nîn? hey destî cûleke xoş bê; deba tołey îmam ḧusênî şehîdyan lê bistênê. gořî gyanyan. ewaneş lew ’erebanen ke fîlmî bê’edebane dirust eken; abřûy îslamyan birduwe. ba şî’e ban ta boyan be tengewe bam!

ḧacyek lew ḧacyaney êran deygut: betanîyekim gum kirdibû. herçî geřam nemdozyewe. çûm le bazařî ’erefat betanîyekî tirim kiřî. çunke dełên řîwayete: bê petû biçîye ’erefat xêrî nîye. le bazař degeřamewe. petuwekey xom be ḧacyekî êranî dît; nasîmewe. dyar bû lêy dizîbûm. bełam çunke naşê le ḧec małî teqeł dirût pê bê, perawêze çinrawekey le petû hełweşandibû. wata ber şer’î xistibû ta dizînekey ḧełał bê! desa werew bew kare seyr û semere pêmekene. le ḧec, le îḧram bestina ke goya xezay gewreye û ḧeşir û neşir û qyametman bîr dexatewe, toy mam ḧacî petû bidzî û bo ewey bu îḧram bişê, teqełî lê hełweşênî û be xeyał weber şer’î xey!

řenge bêjin: ca ewe ḧacyekîş diz bû, gunahî ḧacî tir çîye? dey bo emeytir dełên çî?

le nêwan sefa û merwada bo xom dîtim cûtêk ḧacî le ḧacyekanî êranî lew cengeda kebe gurgeloqe kirdin deçûne řê û tewaw tengenefes bibûn, yekyan bangî lewîtir kird: ahay ḧacyaẍa! gwê bigre. em řojane şitêkim bo derkewtuwe zor girînge. ḧacî gwêgir be henaseswarî dełê:

- adey kame?

- em sunnyane ke dêne ḧec wek xoman nîn hîçyan tewafî jin naken. xoyşit dezanî her kesêk lem tewafe xo bibwêrê, ḧełałî lê ḧeram debê. ca bew pêye em sunyane ke bawik û daykî hîç kamyan lem tewafe beşdar nebû, bo xot bizane çî ełêm...

- arê arê. her aferîm bo ew ’eqił û kemałatet. wata detewê bifermûy emane hemûyan: awa... haha!

her ew řoje le nêwan sefa û merwada, degeł bijîşkêkî çazan bûme hawřê. duktur deygut min lemewber lam wa nebû ayîndarî, be taybetî zyaretî ḧec, ta ewende diłbizwên û gyanperwere. jyanî bo diraw mandû bûn leber çawî pyaw debêzê û le temaḧ û çawçinokî û arezûy canewerane řizgar debê.

kakî duktur zyaretnameyekî pê bû, her tawnataw hêndêkî lê dexwêndewe û bo hemû řist û wişeyek manay wird û cwanî tazey dedozyewe û her le pestaş be diłgermî بەە بەە û aferînî bû. keçî lepiř le xwêndinewey zyaretnameda girêy kird û be sersamyewe lêy pirsîm: şitêk lêreda nûsrawe min le manakey tênagem. to pêm biłê!

kitêb dełê: leser pêpîlkey çwaremîn wiçan bide û em do’aye -ke lem peředa nûsrawe- bixiwêne; pûłit zor debê! eme çîye? serim gêj bû min le cwabî em pirsyareda biłêm çî? babayekî wa řoşnibîr û zana û jîr bo yekemcar ayîndarî bête bîr û diłî bo ḧec bikurkênê û le małî dinya waz bênê û lay wabê ḧec, diłî gemarî dinyadar be carê miştumał deka û le xiştuxałî zemînî betał deka. gyanfîda bûnî simayl, řołebexşînî biraym le řay xwada, webîr miro dênêtewe. numayştî ḧeşir û neşir û zîndû bûnewey şan deda. keçî lepiř tûşî şitî ewende namerdane bê ke kabrayekî bêşermî pareperistî nařesen xistûyete naw kitêbî ḧecnamewe. ay lem neng û abřû çûne. be řastî zor şermezar bûm; demim bû be tełey teqîw. wîstim pîney pêda bigirim, gutim: duktur gwê mederê. ew wişe tuřehatane bo desbiřînî ḧecacan kitêbfiroşanî meke deyxene naw kitêbanewe. mamosta zanakanî dîn hergîz bemane řazî nîn. duktur be zerdexendewe zyaretnamey pêkewe naw piştî bergekey nîşandam. nawî pyawêkî zor gewre û benawbang û cê teqlîdî zorbey zorî şî’ey êranî pêwe bû. gutî emcar çî efermûy? sersam damam. areqey řeş û şînim kird. her hêndem le des hat řakem û becêy bêłim.

min nałêm pare xirape. bełam hey bedem xwaxwaz û be dił şêt û harî pare! ewe kare? to le cyatî ewey hoşt lem şwêne mimbarekeda leser xuda û pêẍember û merg û zîndû bûnewe bê, bîrit leser lîre gîr bê û ewîş le kwê? leser pêpîlkey çwaremî sefa û merwe? gwaye lewê pûł debarê? dek daweşêy!

mam axundî muştehîd û pêşengî gel! be şerefit -eger hete- swêndit dedem ew pûł û małey xot hete le kwêt hêna? peyřewanit neyandayey? destit bo pan nekirdinewe? swałit nekird? her sałe û sał hatye ḧec û çûyte ser piley çwaremî sefa û merwa û do’at xwênd û le ’asmanewe bot barî û be xurcênî piř zêřewe berew êran hatîtewe û ta sałî tir le xizmet dayexanmida guzerandit.

min dezanim pûłit zore. toş dezanî le pilîkanî sefa û merwat nehanîwe. lew kêwe sike lê naden. min dezanim; toş dezanî. ew pûłanet le dałanî awedanî xanûy berzî leser terzî îtalyayî û emrîkayî deskewtuwe.

mamosta gyan! to deçî bo bestezmanî hîç nezanî sawîlkoke bernamey ḧec le řûy kitêbî hezar sał lemewberewe enûsît. hîç bîrit bo eweş naçê tozkałêk deskarî bikey û degeł řojgar çerxî bidey.

êste ḧacî be swarî fiřokey boynig deçne ḧecê. to her basî swarbûnî wiştir denûsît. bereketî řastebazařî ḧetaran axo çîye? piley çwarem le nêwan sefa û merwaye boçî xezêney têdaye?

to enûsî: eger le jêr lûsî kabe em tûkey ke min nûsîwme dijî dujminit bixiwênî, xuda deykate qalonçe! eger hezar nexoşî û leş bebarît bê, em do’ayey min bixiwêne, hîç xeş le leşta namênê!

kabray sawîlkey biřwakar lay waye em nûsrawey to le serçawey qur’anewe hełgîrawe û biřway pêye û do’akanit dekar deka. le encamda ger kar neka û dujmin nekira be qalonçe û barî leşî girantir bû, eger leser piley çwarî sefa û merwa pûł û parey bo nebarî, çî beser dê?

lêm řûne kabra herçendî gêj û hur û sawîlkeş bê, biřway be wîrd û qur’an û dûkanekey toş namênê.

bawî beřêz!

qisekanit lemeř dînewe yek nagirin. carêk êjî: samanî dinya hîç nîye; hejarî nî’metî xwaye. êjî pêẍember fermûye: şanazîm be hejarîme.

keçî carêtir efermûy: pyaw biçête zyaretî fiłane îmam, fîsare îmamzade, des deşubakyan werênê, esrînan zor hełwerênê, fiłane do’aş bixiwênê, xwa parey firey edatê. min dezanim toş dezanî pûł be giryan û be zyaret peyda nabê. bełam seyreke lemeda zeq- zeq dîwte hemû darayî wiłatit, hemû kangay piř le newt û zêř û zêwit, berubûy pêdeşt û kêwit, ladîn deyben û deng nakey!

be ’ezret û awatewey lew samaney lêtî dedzin hezar yekêkit bidenê; naşt denê. xot řût û řecał û betał û perêşanḧał, çarî naçar be wîrd û do’a û nuştewe û fû le dewrey xokirdin û nûkenûk û giryanewe xerîk dekey; tif qût dedey; diłxoşî xot dedeyewe: ئاە çî lê bikem? ba dinya cejnî kafir bê. kafir wek dał û qaławin. le kelakî bogenî dinya haławin. ba bîxon xo le dway mirdin le beheşt û horî û şîr û hengiwînî paławî beşî musułman bêbeşin; bext řeşin. ewsa gizuftyan edeyn.

min tê nagem çon dû dij lêk kowe dekey. le laye pesnî hejarî û henase sardîm bo edey. le layekîş be giryan û pařanewe daway pûł le xuda dekey. kamyan başe? hejarî yan paredarî? eger dełêy pare başe, parey kangay wiłatekey xot baştire werî girî, yan ew pûłey le sefa û merwa debarê? bimbûre eger pêt bêjim: gêjî û agat le xot nîye.

dey min ke lat lamezebim çîm pê başe?

be biřway min êmey musułmanî hejar ke namoy xudanenasî dagîrkarî bêbezeyî wiłatî lê dagîr kirdiwîn, gişman yektirî bigrîn û des le des û qewet le xwa, degjî řaçîn û daypaçîn û le wiłatî xomanî derkeyn û azad bijîn û be azadî saman û bijîw peyda keyn. bo dagîrker derkirdinîş gereke keristeman bê. bo peyda bûnî keristeş ebê dersî zor bixiwênîn. hunermend û pîşesaz bîn. ewî dagîrker deyzanê xoman fêr keyn ta bitwanîn derostyan bêyn.

heta ême desmayeman tenya pařanewe û giryan leber gořî îmaman bê, her jêrçepoke û yexsîrî ew zodarane demênîn ke le xoman zanatir û wiryatirin.