qisey êstam

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 30 minutes  774 views
qisey êstam

wa min barî dinyay xomim bo êwe řoşin kirdewe û têmgeyandin ke berî kirdewekanim xwêntałî û bêḧał û małî nebê, nebuwe. ca êstake nyazim waye bitandiwênim, boyem nîye ke xom leber çaw řabênim û wa binwênim witarbêjêkî lezebirim. boyeş nîye ke zorekî -wek zanakanî be řwałet- xo beser gelda bisepênim. amojgarî diłxoşkerey axundane welorênim. wa bikem ke êwe be zana û mamostay gewrem bizanin. nexêr, zor le xwa supasguzarim ke hîç katê le dirêjayî temenmida, ne be nawî dîndaryewe ne be nawî řoşnibîrî, nanim le merdim nedzîwe û naşîdzim.

hatûm le cyatî ewaney nawyan çînî řûnakbîre, ew genc û lawe tazaney xwêndewarin û le dînekeman bêzarin, bitandiwênim û be tawanbartan derênim. wata bê’ewey ke lawan bimken be dem řastî xoyan, xom boyan bûme demřast û demewê řastî û dirustî le mebesta -herçonêk hes- bêpêç û řûderwaystî bixrête řû. xwa le qur’anda fermûye: «mizgênî bê lew ’ebdanem ke bo witaran gwê dêrin û be şwên řastekeyda deçin. ew kesane le lay xwawe şarezayyan pêdrawe û xêwî diłî têgeyştûn».

deba bizanîn ew lawaney ke êwe lêyan nebanin û be bê’îmanyan dezanin û ewanîş be êwe êjin gêj û bêmêşk û kellepûk, tamî dem û pilyan çîye?

hoy bêzarî le yektir û lêk nebanî le kam kanîyewe hełdequłê û şêlegekey le kame derawda dirawe? wa min le ziman kîjêkî xwêndewarewe řû ekeme dayk û dełêm: dayegyan daykî diłsozim! min kiçî tom. toş jinêkî zor bedînî.

boçî wa nakey bimbînî? bo namdiwênî? bo napirsî çîm le diłda? axir ta key řołe û dayk lêk diřdong bin? qiřuqip lêk moř bînewe? to berlewe min be kafir û bê’abřû nawziraw key, were bizane ełêm çî? wa pike bizanim ełêy çî?

ya xo le cyatî kuřêkî tazelawî pêgeyştûy lebarî dinya geyştû, bab bidwênim: mam sofî gyan! xawen îmanî miřumoç! to boç berlewe gwê bigrî ke em kuřet leberçî le dîn bêzare, çon pelamarî dar edey û detewê şarbederî key? nazanî em tundikêşane lewaneye nêwaneke be yekcarî bipçiřênî? ey ewaney ke xo be dîndar dezanin û dezanim çî lê nazanin! ey ewaney ke be mêzer û keway şoř xotan le merdim gořîwe û leseryan bûnete kwêxa û latan waye nabê hîç kes be bê êwe qamk le naw aw řabka! eger wek bo xotan êjin bo dîneketan diłsozin, eger beřast gerektane ew îmaney ke latan waye hetane le naw neçêt, eger gwê be qur’an eden ke fermûye: «xotan û xêzaneketan le agirê biparêzin», werin tozêk wek pyawî jîr, beřaw tegbîr, dûr le hera û çiře û guře le kořêkda ko bibnewe û bîrêk le xotan, lewaney xizmitanin bikenewe. seruberî lêk dûrîtan le biřwada, gile û gaznidey dûrawdûr le yektirî, be zanayî lêkdenewe. danîşin be leserxoyî -nek be diřdongî û namoyî- gwê le giftî yektir bigirin. herkes bo lay xoy nekêşê. le ser ew bîr û baweřey ke le bab û bapîrewe fêr kirawin, pê damegirin. kwêr kwêrane dest be kilkî xełkî girtin, pyaw dexate kendał û qorit û çałewe.

bełê wa min emřo hatûm pêtan biłêm: giřî agir le hemû la dewrî dawin. zû firyay xotan nekewn, têda deçin; dînekeştan lenaw deçê.

êwe le xeyał piławan wa biławin pê naḧesên dujminanî zanay ême xerîkî çîn. be çend hezar tepke û tełekey şeytanî dewryan dawîn. em dinyayey řojbeřoj, bigre satbesat be hengawî zil û belez berewpêş belese buwe û serdekewê û geşe dekat. bełam be daxewe ême -boyşim heye bêjim êwe- pêncised sałe tozkałêkîş necûławin. xo eger bizûtbêştin, berew paş geřawnetewe. bełê hest deken jêrdesten; pêtan zanîwe zebûnin; bełam dexořa nabînin des hełênin. degij dujmin řaçûntan hîç, mêşîş le xotan dernaken! hemû hewłî pêşkewtintan, çekî beramber dujmintan, her pařanewe le xwaye û detanewê xotan le mał pał denewe û xwa hemû şitêktan bo bika. ca le sayey ew tenbełye ke nawtan nawe «tewekul» le batî berew pêşçûntan berew paş degeřênewe. bûntan leser bayek bende ke dujmin botan heł bika. mesîḧ dełê: «mû le çaw xełka debînî; karîte le çawî xotda hest pê nakey!» eme le ême řûy dawe.

řojane bîst ta sî namem bo denûsin. zorbeyan piřye le cwên û tîr û tane û serkone û tews û pilarî xwêndewarî taze kûre. dełên be basî dîn kirdin komeł berew mirdin debey; zyan le pêşkewtin dedey; pîsî û bêwîjdanî dekey! hêndêkîş lew kaẍezane hîn sersofîlkey sawîlkey xerafatî û kolkemelay kełekbaze. berteşer û twancim eden, ke to hîç le dîn nazanî; keçî demî têwerdedey!

bo nimûne bom denûsin: to çon ełêy: «pêẍemberî xwa ke dîtî musułmanan be bê’ewîş yekyetî řa’egirin zor diłxoş bû?».

yekê êjê bo le witarêkda basî muferkî berdemor nakey? bo nayejî «miftaḧ alcinanNamed-Entity» kitêbê zor pîroze û her kes neyxiwênê kafre? ca min kewa lêm qewmawe û le giş lawe le řû naxoşî bewlawe beşim nîye, hîç gwê nademe ewaney ke be qisey xoyan dîndarin û leser basî berdemor û kitêbî mîftaḧ nekirdin lêm bêzarin. çunke dezanim nezanin; naştirsim ke nanim bibiřn. xwa şukur nanî dîn naxom; le sayey mêzer û cibey fiş û fołewe nejyawim; mîḧrab û mînberim nîye; mirîd û mensûbî gêj û pułdar û şîrderim nîye. bełam pirtewbołe û giley řoşnibîran lam girînge. her lewan dił nîgeranim çunke dezanim ewanin hewsarî dwařojî gel û serepetî çarenûsî em wiłateyan be des bê. nûser ewn, bîrber ewn, wişyar ewn, bijîşk û endazyar ewn, gurc û çalak û pitewn. mêşk û diłyan baş kar deka. pyaw boy dekirê byandiwênê; têyan biga û têbgeyenê.

hoy emese ke min hatûm emşew lêre we ziman ew řoşnibîrane bitandiwênim û pêtan bêjim:

ey le dinya bê’agayanî sawîlke! ser hełbiřn! çaw daçiřn! kemê le xotan biřwanin! ta bizanin hîç şitêkyan bo nemawe. řoj le řojîş pitir dem le pûş ekirên û le naw debrên. be fermûdey îmam ’elî -dirûdî xuday leser bê- «dujmin be fêł û tełeke xerîktane; her tawey hêndêk le êwey bê’aga taq dekatewe û detandizê. êwe nek řiqtan hełnasê, bigre her be xoş nazanin».

hatûm le ziman ewanewe bitandiwênim ke zyatir le melakanman berpilar û cwênim deden. ełên: toyekî řoşnibîr, xwêndewarî tazebabet, dest û qełemê xast hes; kes nazanê xerîkî çî? em basî ayîn kirdinet xeyanete be komełga û obałî dête gerdinit. to ebwaye řênmûnî bîr û biřway bekełk bay; çît lem konepersitye?

nûserêkî zana û sernas -ke řojêk şagirdî xom bû- lay dostêkî min fermû bûy: şerî’etî eger hênde lagîrî mezeb nebwaye, debwaye řoşnibîranman wekû bitêk bîperistin.

min eger diłxurtîm heye, boye nîye ke nemtiwanî bibme bit û bimperistin; xom be tundî dijî binyademperistîm. tenya leme nîgeranim ke em hemû řoşnibîre zît û jîre le ayîn dûr kewtûnewe û her dûrtirîş dekewnewe. eger êwey be xotan dełên îmandar, wek hemîşe be ketrexemî řabwêrin û xo lew beła małwêrankere bibwêrin û hest neken le dewrubertan çî řû deda û dujminanî dijedîn û dijejîntan bew hemû zirîngî û zołî û zanistewe, gwêqułaẍ û leser hest bin ke kêsî xotan lê bênin, detanxon û êskîştan dekirûsênnewe. be fermûdey îmam ’elî -dirûdî xuday leser bê- «wa neyarî gizîkartan lêtan xeftawe bitanba. yeke - yeke řawtan deka be bê’ewe aga biken. swênd be xuda komeł awa lêk biław bê û herkese tawanî şikan bixate ser kesêkî tir, jêr dekewê û lenaw deçê». beřastî xemî êweme; egîna min gwê nademê. ba mela cwênim pê biden; ba řoşnibîr lêm tûře bin. min řêgey xom girtote ber û em řêgeyeş be ḧeq dezanim. heqîş řeqe û teqe û řeqey le dû heye. bełam lêbřawim her çon bê bîbeme ser; yan serim le řêda biçê.

min bo nimûney pyawçakî, bo wêney dest û diłpakî, îmam ’elîm kirdote miḧekî ezmûn. lam waye her musułmanêk hemû akar û kirdewey wekû îmam ’elî nebê û be mû le řêy ’elî lada, le řêgey řastî ladawe. ca em ezmûne dijwareş herwa sûk û hasan nîye; hewîreke aw zor deba!

deba bizanîn le dinyay emřoy êmeda, kame îmam, kame axund û muctehîd, kame şêx, kam mela û ḧacît des ekewê ke sed yekî îmam ’elî le xwa tirs û parêzgar û musułman bê?

deysa katê ke min gutim: herkes hemû akarî wek ’elî nebê, be musułmanî nazanim, çon ewaney be dem ełên ême le şwên ’elî deřoyn û be kirdarîş hezar firsex le îmam ’elyewe dûrin, wa hasan le min debûrin û le qisekanim tûře nabin?

her min wa nîm. berle minîş be dirêjayî mêjûy îslam, herkes wek min be bê řûbînî û merayî le ser dînî řasteqîney hatote deng, gizîsaz û řyabazan tengeyan pê hełçinîwe û be kafryan naw birduwe û zor zû le nawyan birduwe.

min dełêm: mêjûy jyanî îmam ’elî bixiwênnewe; ew çon jya, akar û řeftarî çon bû, êweş wa bin. ewsa dełêm êweş wek îmam ’elî xwaperistin. keçî êwe be bê’eme tozkałêk wek ’elî biçin, xudaştan le bîr çotewe û hatûn ’elî deperistin. peristinî serzarekî û le akar û řeftarîşda peyřewî emewyekanin û le nehrewanyan pîstirin. min dełêm ’elî peristin degeł bitpersityekey pêşûda wekû yeke.

cige le xwa kes şyawî peristin nîye. peyřewî le îmam ’elî wata xwaperistî beřast û le fermanî xwa û qur’anekey lanebûn.

qisêkî xoş: pareke çûbûme meke ta le kongirey îslamî bibme beşdar. witarêkim derbarey îslam nûsîbû, wîstim lewê bîxwênmewe. karbedestanî kořeke weryannegirt û řê nedram qise bikem. gutbûyan em şerî’etye le şî’etîda zor xeste û qisekanî le meř îmamî ’elyewe giştî diro û hełbesteye û le cyatî xudaperistî îmam ’elî deperistê. keçî wek xoştan dezanin, le êranekey xoşmanda be tometî sunnîgerî be gijmida dên. wata banêke û dû hewa. lay si’ûdî şî’ey geř û lay êranî sunnî bêfeř! min bem cwên û buxtanane sił nabim û le řêgey xom kila nabim. xwanexwaste eger em řêgey girtûme řastîş nebê, dîsan xom zor pê lew kesane baştire ke hem le tûr deleweřên hem le axuř.

sûr dezanim ke ta leser dinya mawim, ne debme xawen mînberî mêzer be serî pyawkerker, ne deşbime mamostakey bit’asayî řoşnibîran bimperistin. bełam hêştan diłim xoşe ke pêm waye le ser heqim û pyaw le ser heq herçî beser bê qeynaka.

mebestî girîng emeye: çînî tazexwêndewarman, çînî kewn be koneperist ezanin û be qêzewe lêy deřwanin. em qêz û bêzeş kemkeme geşe deka ta way lê dê dînekeşyan lê debête miłozmêk û be mîratî koneperistî dezanin û tewaw lêy desłemênewe. ewan dełên: ême çî lew dîne bikeyn ke piřyetî le ferq û cyawazyetî çînî çewsawe û çewsêner û her załim tya lesere û her hejar řencî bêwere.

lem barewe êwe xotan zor le min baştir dezanin ke kareke ta kwê gende û herwa berew gendîş deçêt. kuř û kiçtan ke nardûtanne medrese û tozêk le dinya geyştûn, çend degełtanda nařêkin. çon hîç deyektirî nagen. le hîç sinûran pêk nagen. bełam hergîz bîrtan lê nekirdotewe em diřdongî û le yektirî moř bûnewe le çî řaye û leber çîye?

be biřway min hoy em dijayetî û siłye çend hełeyekî êweye ke wek tełe têy kewtûn û bertan nada. bo nimûne:

1- lexo řazîn:

bawik û daykî em řojgare gezareyan le minałekan kêşawe: ey xwa hawar! ca qet buwe ’ewlad le qisey bawik û daykî derçê? pendî bawik degwê negrê û řêgey pêçewane bigrê? dyare êwe latan waye: her kes sałêk, mangêk, řojêk temenî berejûrtir bê, le kemtemen zanatre. ca çunke dayk û bab le kuř le kiç zûtir hatûne dinyawe, eşê em kuř û kiçane çawyan bibřine demyan û gwê şil ken û herçî ewan neyangut neyken. ca ba minał le danişgaşyan xwêndibê û day û bawîş heře le biře nekenewe û nezanin xwêndin yanî çî.

2- nêr le ser mêwîne załe

latan waye pyaw her çunke nêr xułqawe, eger awezîşî nebê, eger le kerîş kertir bê, gerek le jin le pêştir û lesertir bê! ba ew jineş le huner û zanayîda nimûne bêt. ewî nêr bê -ba zorîş xwêřî û bêxêr bê- fêr kirawe ke jin be gunaḧî mê bûnî eşê be zebûnî bijî. qijî dirêj nîşaney kotayî eqłe. kar geyştote řadeyek jin her çunke mêwîneye, řêgey naden le mizgewtîş bo gwê girtin le dam û destûrî ayîn -ke melay tayîn deyxiwênê- le řêzî nêran řonîşê. ebê biçête pişt perde; perdekeş estûr û řeş bê. kabrayekî çeqał- beqałî bêmêşkî hîç nezanî řezagran her çunke be nêr xułqawe, řêgey heye le mizgewt řêzî pêşewe dagîr ka. kar be pişt perde çûnî jin nabřêtewe. jinêk ba le xwêndewarîda hezar ewendey mêrd bê, ba duktur yan endazyar bê, eger diłî bikurkênê biçête naw řêzî jinan bo gwê girtin le basî dîn, gerek mêrde nêrînekey -ca ba wek golkî gêjîş bê- řêgey bida. bê’îcaze le mêrdekey gwê girtinî le axundîş nařewaye.

ca ba carê le ser em dû base biřoyn

bawik çunke nêre û pîre, dyare le zařołekanî -ke zor lew kemtementirin- le jinekeyşî -ke nêr nîye- pitir jîre! deysa ne mindał û ne jin naşê be bê pirs û řay ew tenanet aw bixonewe. gerek qiřuqep danîşin; gwê bo fermûdey ew şil ken û mafî weramdaneweşyan lew bixiwazin.

bo nimûne: fiłan ḧacyaẍay nimedmał, yan fîsar meşedî beqał, kuřî kerbelayî zeynał, pît û letî nexwênduwe; xeberî le dinya nîye; batûy ker û bayncan lêk nakatewe; tezbêḧêkî set û yekdaney le desta, bo jimarey siławetan. yek- dû wîrd û zyaretnamey -bêmana zanîn- lebere. hemû huner û cewherî leser binřîş hełdanewe û ḧîsab be çorit lêkdanewe debřêtewe û awî bêne û destan bişo. ewsa kuřî, kiçî, jinî- bapley diktoraşyan bê- mafyan nîye bîr û biřway diłî xoyan aşkira ken. le seryane gwê le nêre pîre bigirin û herçî ew fermûy tewawe. boçî? çunke hem temenî zore, hem timenî zortirî debaxełdaye.

3- ’eqłî pûł

zorbey zortan latan waye ’eqił nokerî dirawe û cêgey le naw gîrfandaye. zorim dîwe zor kes lew mêzer zilaney ke be zanayan dezanîn, katê degeł çînî nwêda qise deka, heqyan deda û xoy dekate řoşnibîrêk lewan jîrtir. bełam ke deçte naw bazař le ser dûkanî fiłan meşedî dewłemend dadenîşê, yan ke deřwate ser mînber û dezanê çend kerbelayî dewłemend lew koředa hen, hêrş debate ser lawan û tawan dexate ser bîrî taze babetî zanayan û serbendî witarekeyşî besteyekî giryanawî dexate ser ta paredarî geřek û xawen îḧtubarî bazař, lêy řazî bin û goşey çawêkî bidenê.

min nazanim le kam kitêbda nûsrawe, le kame zana bîsrawe, ta darî temen kontir bê, berî zanist pitir degrê? yan key diraw wekû kitêb bo pyaw xwêndewarî dênê? fiłane ḧacyaẍa heye, nexwêndeye; parey heye. hemû řojê têła bedest çînêk û dwan demnidałan desrewênê. kuř û kîjî bestezmanîş ke naçarin xercî řojanekey xoyan lew wergirin û byankirê biçne medrese, be milkeçî le berdestî řadewestin; êş û azar qibuł deken; her nawêrin ofîş biłên. eger bitwanî ḧacyaẍa û řołekan leber yek řagrî û serpoş leser hoşyan dagrî, dezanî ew mindałane le çaw ew bawke çend zana û dana û zirîng û wişyarin. xo eger carêk le caran yekêk lew beçke ḧacyane serî zimanî bisûtê û be diłsozî biłê bawe! fermayştit nabecêye û çunke xwêndewarît nîye nazanî dinya çi base, min le danişga xwêndûme û zorim kitêb xwêndotewe; le to pitir şarezay jîn û jyarim û zortir le dinya dezanim, debête qîřey ḧacyaẍa: ey hawar axir zemane! nîşanekey hatote dî. minałêkî demřût û herzekarî xom, ke dwênê depał xoy demîst û xom nawmete ber xwêndin û êstaş be nanî min dejî, le řûm werdegeřêtewe û layşî waye ew le min agadartire. axir hey dad û hey bêdad! kê dîwyesî kesêk ne řîşî hatbê û nepûłî le baxełda bê, daway ’eqił û jîrî bikat?

bawkî beřêz!

pêt xoş bê yan lat giran bê, zor hełey û le tełey hîç nezanînda gîrode bûy! bełê kuřit yan kîjeket le sereta minałî şilk û sawa bû; herçon xot defermûy wabû. destit girt be dare-dare fêrî beřêwe çûnit kird; têt geyand taret girtin û desniwêj hełgirtin çon ebê; herçî derbarey zyaretî îmamzadewe detzanî bewîşt gut. wata be qed xot zanat kird. bełam em kîjet, ew kuřet, le fêrgey seretayîřa ta nawendî û ta çote piley danişga gelêk şitî wa fêr buwe ke bonîşt nekirduwe.

minałe sawakey dwênêt jan pol sartirPerson, biriştPerson û řosoPersony nasîwe. nûsrawekanî dîkaritPerson û markisPerson û hêgiłPerson û îngiłzPerson û kê û kêy xwêndotewe; dezanê dinya çi base. to gerekte bîxeyte naw kûlekewe û demî bigrî û her xot fêrî taret û mirdûşordin û serqisnî îmam birdinî bikey? etewê tenya kitêbî «tufan albikaNamed-Entity» (gêjawî giryan) û «miḧirq alfiwadNamed-Entity» (diłsûtên) timaşa ka û hîçîtir nexwênêtewe? xot hîç le hîç tênegeywî û laşt waye têgeyştûy. detewê řołe zanaket le zanist bitekêtewe û berew paş bigeřêtewe û bibête tûtî bestezman; herçî cenabit pêt xoşe fêrî key, ewîş botî biłêtewe. dyare le gwêy gada nûstûy!

êsta eger minałe xwêndewareket le darî destit netirsê, yan le tirsî mûçey řojane nemanî xoy kiř neka û şermî le řûta nemênê û bitwanê wek xoy gerekye bitdiwênê, řast pêt êjê: bawe! ewey to nawit nawe dîn û be şitê zor başî ezanî û pêy diłxoşî, be lay minewe gemeye û eger dyanet emeye ke to hete, piřupûçêkî bênirx û zyanbare. pêẍemberî xwa fermûye: «dinya mezraye bo qyamet». xwa fermûye: «kesêk le jînî dinyaye nabînaye, řojî bisatîş her kwêre.». sa eger bem ḧîsabane bê to ta êsta ne hêłêkit şêw biřîwe, ne tiłpatî teřit dîwe. wata dinyat le des dawe û beşîşt lewla biřawe.

to ke êjî xawen dînim, min detbînim mewday temenî jyanit her bo demî paş nemane û tirs û lerz û hełçoqanit le tirsî daẍî dojehe û hîçîtir na. to defermûy îmanim her boye dewê le gyankêşan firyam kewê; le gořîçey tengeberda, lebin berda -ke pêmêrdim dêne serê û weber pirsyaranim deden- be ser řastî persivyan lê wegeřênim.

bełam minêk kele sayey xwêndewarî û agadarî çawim řûne û mêşkim le kar nekewtuwe û dił û hoşim nexewtuwe, gerekme le mezray dinya to biçênim; des leser des be hîway merg û paş merg danemênim.

to lew dojehe detirsî ke paş mirdin tûşî debî; bełam hîç bîr nakeytewe ke wa êmey musułmanî haw’îmanit -ke xoşt yekêk le êmey- denaw dozeqî betînî zułmî załimda sûtawîn û bûyne qeqnes. cenabî îmandarîşt bo řizgar bûn le gořewşarî naw qebir denałênî û debařênî û zoř-zoř degrî û firmîsk dadebarênî.

daye! bawe!

min gerekme ew agire wekujênim ke hejaranî bêçare desûtênê. min demewê lem dojehey ke dujminanî dînekem bo min û êweyan nêł dawe řizgar bibîn. sa ewsake be azadî bîr le sazubergî merg û weramî enker û menker bikeynewe. ew beheştey be xeyałtan saztan dawe, le řêy azadî bewlawe hîç řêgayekî bo naçê.

bawe! daye!

zor caran xom lê mat dawin ke xizawnete sûçêk û leser bermał giryawin û kirûzawnewe. xwa û pêẍember û qur’an û îmaman û hemû xoşewîstanî xwatan hełpêçawe û leberyan pařawnetewe: xwaye le gunahim bibûre! xwaye! xoşim û minałîşim nexoş meke! xwaye řisq û řozîm zor key! qerzekanîşim bo bidewe! kuřekeman çote sefer be xoşî bigeřêtewe. le şoř bûnewem berew goř firyam kewe newek şeytan bimřifênê. dergay agirim lê daxe! le beheşt beřem bo řaxe! keyf bikem. debřiwanin lem hemû pařaneweda, cya le xotan hîç kesê tirtan le bîre? tenanet nawî kuřîştan degeł nawî xotan dênin. her min, her min! xudaye! firyay min kewe! agat le xizmanî min bê! kuřekey min kamřewa ke! kîjekey min bextewer bê. bełê her xotan le bîre û kesîtir na.

wata le bat xwaperistin, xoperistin. her xurîley xotan xoş bê, keyfu texte û be êwe çî ke xełkî dî qerebext û jyan sexte?

deysa min em dînem nawê ke her be çawî xobînî xo bibînim. karim be hîçkes nedabê.

min le dûy îmanêk wêłim ke giş koyle û dîlî em serzewye řizgar bikat; harîkarî bêkesanî hejar bikat. le řêgey awa îmanêk eger xom û kuř û kiç û hest û nistim bext kem, şanazî dekem.

min lew îmane degeřêm ke pyawêkî xwa fermûye: «ey xudaye! herga îradet wehaye bimxeyte naw agirewe, endamim hênde zelam ke ceḧendemê piř katewe ta cêge bo kes nemênê bête nawî.»

daye! bawe!

ew xway êwe be arezûy diłî xotan saztan dawe, eşê bîr û kar û bar û erkî serşantan le jînda le ser ewbê û xotan temeł û tewezel pał denewe û des bo řeş û sipî neben. ca bo eweyş xudaketan -wek xotan arezû deken- herçî êwe dawa deken pêkî bênê, gerektane be bertîl û dyarî û ziman lûsî û řyakarî nermî biken û latan waye xuday gewreş -wek karbedestî em dewre- çawçinoke û bepare hełdexełetê û bertîl, berdîş nerim deka. em řêwî û tełekebazyey bo pêkhênanî kar xotan degeł xełkî dinyay deken, wa têdegen dekirê degeł xwaşî biken.

bac û pîtakî dewłetîw hatote ser. detanewê binlîçî den û xoştan le siza řizgar ken. bertîl be dest û pê deden; tikakaran peyda deken; kilkesûte û řyabazî le lay karbedestan deken. zimanî lûsyan lê deden ta xo le erkî serşantan bidzinewe. bełê her to bawkî îmandarî beřêz! destî merdimit biřîwe; małî dizyetît kiřîwe; berdî terazût nuqsane; hêşta destî lê dengêwî. kûtałe ’enbare poket be gezî naheq depêwî; be wamî be sût û selem małî hezar musułmanit be sê çepî quř girtuwe. sûr ezanî le fermanî qur’anî pîrozî xuda xot bwarduwe û gunahbarî; êsta gerekte be giryan, be şiley zerd be şînewe, çend tîke nan be parsekdan, xwa firîw dey?! řeşayî gunahekanit yekcarekî bişwatewe û aza be serit katewe; le dinya asûde bijî û herke mirdî bitxate naw beheştewe û geleḧorî dewrit biden! be řastî xeyałit xawe û nîşaneket nepêkawe.

bełê bawkî xoşewîstim!

min lew akare bêzarim ke to nawit na şwênî dîn. namgereke fendufêł le xudaş bikem. xwa be bertîl xor nazanim. deşzanim xuday banî ser le pyawî tenbeł û bêkar xoşî naye. be temaş nîm -wekû cenabit gerekte- tenya le xuda bixiwazim le şeytan derbazim bika û le gořda cwabî pêmêrdan bidemewe û le ser dinya tenbeł û bêkare bijîm.

to defermûy: dinya beheştî kafrane û bo musułmanan zîndane û ebê be zîndan xû bigrîn. bawe! min zîndanim nawê. min emewê dinya bo hejaranî gel beheştî kamranî bê. min namewê jêrçepokey dagîrker û xakeser û derdedar bim; emewê aza û řizgar bim. min emewê be hoy bahoy behêzî xom -ke xwa pêmî dawe- bijîm; nek bipařîmewe û bigrîm. emeye bîr û biřway min. ca to her cwênim pê bide û biqêřêne û bineřêne û le daxim kef hełxiřêne û ta detwanî xot be dar û berda bide û şeket bibe!

bawe! daye!

êwe seyrin! çawtan le naw zigtan daye. her naşzanin baweřtan be çî hênawe. her nazanin řêgey xwanasîn kameye!

bo nimûne: qeza û qedertan bîstuwe û latan waye manay waye: herçî le dinya řû eda, herkê dejî, herkê demrê, herçî ebê û herçî ekirê, her qamçîyek załim le mezłûmî deda, her بێگûناە û tawanêk ke be naheq milî be petewe dekirê, her małêk be tałan ebrê, hemûy le řojî binawan dandirawe û xet dirawe û le çarenûsman nûsyawe. her kes lay wabê detwanê xoy le qeza řizgar bika, bê’îmane û betawane. kewabê be giftî êwe pyawî xirap natwanê xirape nekat. zorlêkirawî bestezman naşê şikat le des zordarî lasar û bedkar berête lay dadperistan. kurtey witar: ewî be pîsî gûrawe, le destî naye pak bijî. herkesîş pak pałêwrawe, huner hunerî xoy nîye; herçî hebuwe û herçîyek debê, le destełatman bedere û hemûy her qeza û qedere boy danawîn. bem pêye bê, ne pyawxiraw xetabare, ne mafxuraw heqî heye gaznide le mafxor bika û ne hejar debê lay wabê be hewłdan û mandû bûn nan û pêxor peyda debê, ne tałankiraw boy heye daway małekey xoy bika û ne darlêdraw hawar bika. eger desełatdaranî diłřeş û milhuř û lasar, gelanî bêhêz û nizar nařewa qełaçu deken, xwênî bêçaran deřjênin, nan le dem birsî deřfênin, tawankar nîn; fermanî qeza û qedere pêkî dênin.

daway tołey xwênî kujraw, dadpirsînî tałankiraw, řizgar kirdinî esîran, le bend û kot û zincîran, debne gunahî zor gewre û pêçewaney qeza û qeder.

bełê fermût řîwayete: herçî dekirê û herçê debê û çî lem dinyaye řû deda, her le řojî seretawe le naw tetełe nûsrawe û xiřupřî dête gořê û be kes tozqałêk nagořê.

beramber bem ḧîkayete -ke to fermût řîwayete- ême, min, to, xełkî dîke, hîç karêkman le des naye. eger řuḧme, eger pîsî û napakye, eger pyawetî û çakye, ber le hatne ser dinyaman, le naw çawanman nûsrawe û mor kirawe. ême çîn? ême ême nîn. hatûyn wekû leystokêk be des minałokêkewe emdîw ewdîwman pê dekirê. wek çûy pelîn; çeq û tefman le des ewda û çonman hełxatewe wa dêyn. be biřway to qeza û qeder wek çeperêkî asne; miroy têda qetîs mawe û deretanî lê biřawe û natwanê xoy lê řizgar ka. herkêş biłê min wa dekem, yan wa deçim, kafir debê û dijî ew çarenûseye ke xwa qełemî lê dawe!

deysa bawe! min wa biřyarî xom dawe xom nexeme naw ew qefese tengewe û le naçarî û bê îxtyarî derbiçim. bîr û biřway min eweye ke debê çarenûsî xom be des xom bê. řêbwarêkim le řûbarêk depeřmewe. gereke bo bwar bipirsim. yan hîç nebê qûłayî taqî kemewe û ewsa biřom. eger bwarim bedî kird û çûme ewber aferîn bo hoşî xome. xo eger řêbazim gome û demxinkênê, dîsan tawan le bêhoşî û nezanîme. min lam waye le sayey kar û koşiş û zanînewe pyaw boy dekirê bextewer bê û le songey tenbełîşewe negbetbar û quřweser bê. başe, eger êsta be fermayştî to herçî benî’adem deyka, xwa pêy deka û natwanê be mû lêy lada, kewabû to heqit çîye le kafir bûnim tûře bî û be serimda bibołênî? eger xirape’akarim, bedřeftar û çewt û larim, eger dizî û ḧîzî dekem, eger mał be fêřo dedem, eger xełk le destî min be załeye, eger kakłekem tałeye, to naşê le minî bizanî. xwaye bemlîda sepandûm. destî qeza řaytekandûm. herçî deykem ew pêm deka.

çend car le xotim bîstuwe ke pêẍember fermûyetî: «bêbextan û bexteweran, her le naw sikî daykanda mor kirawin û bo ew karane gûrawin ke ebê le dinya bîken!». deysa min na, to xot bîrî lê bikerewe û tozê wird lêkî bidewe: eger em fermûdet řast bê, mirovayetî, bezeyî, zułim û diłřeqî, xeza çûn le řay xudada, kafrî û musułman kuştin, hemûy xuda le naw zikî daykimanda boy danabîn û naçar bîn le jyanda wabîn, to qisey ḧesawît çeye?

eger to biřway tewawit bew zignamey dayke heye, çîte be ’elî hełdełêy? ke zor aza û zana buwe. boçî bo îmamî ḧusên degrî? dełêy zułmî lêkirawe. boçî cwên be şimir edey? êjî bêfeř û giławe.

weḧesawî zignamey to, ḧusên bo kuştin xułqawe û şimir her boye gûrawe bibête bendey yezîd û ḧusên bugjê. ne ḧusên bo giryan eşê û ne şimrîş bo cwêndan debê. eger řûdawî kerbela nalebare, milî qeza û qeder bigre. şimir û ḧusên bê’îxtyar hatûn em dewre bibînin.

eger wirditrî keytewe, têdegey ke toy bêxewer, xiwayş be xetabar derdênî. em bîr û biřwa binşiřet bo pyagî xirap û załim sermayeyekî gewreye û tenya pyawî wek yezîd û şimrî bêfeř behre lem dîne debînin.

bawkî beřêz!

wa min le daxî ew mêşket -ke piřyetî le piřupûç û xerafat- becêm hêştî. ew xeteşim kujandewe ke le naw zigî daykimda le naw çewanim nûsrabû. çûme ser biřway herxoyî (wicûdî) ke lay waye çarenûs be destî xote. çît beser dê, serkewî yan deberkewî, newyayetî, berzayetî, xoşî, tałî le jyanda, beste be kar û koşiş û hoş û zîtî û çapkî û çalakî xote. biřwam be sartir hênawe ke gutûye: «be biřway min ew miroyey ke her zigmak şepłedare, eger nebête pêşengî milekaran le ẍardanda, tawanî lestoy xoyetî».

de biřwane em biřwa lebar û cwane çon diney binyadem edat ke kar bika û azad bijî û hîç xetaş naxate ser xwa. her çend eger agat le qur’anîş heba, detzanî xuda fermûye: «miro herçî be koşiş wedes xoy nexa, tûşî nabê».

êsta to be biřway sartir êjî kifir û binbestî pestî û bêhestî û lamezebî; bełam bew tenbełbazařyey ke xot hete defermûy xudaperistî?!

bawe gyan!

to le pend û amojgarît bo dîndarî, her wişey «nekey» dezanî. min û xuşkim lew řojewe ke gwê le fermûdet degrîn, serubnî fermanekanit her «nekey»e. nekey biçîye fiłane şwên! nekey dem le fîsar şit bidey! nekey bêgane bidwênê! nekey herame bixiwênî! nekey timaşay namo key! nekey! nekey! bełam hergîz taqecarêk pêt nefermûm: boçî nekem? eger ew karey detewê nekem, bîkem, çî řû eda?

em nekeye û tixûn mebet lê bote xû; laşt waye dîndarye. wa min le nikenkî to û lew neke û mekey hemîşet xom dizyewe. gwêm bo ewane girtuwe ke pêm ełên: bîr bikewe! zor bixiwêne! bixiwênewe! hewł bide têbgey! koşiş bike ayndey xot dabîn bikey!

be giftî kawray kitêbnûs: hezar bełam lew dîneda ke «ne»y le «arê» zortir bê.

kitêb bixiwêne û tê mege!

to biřwat be qur’an heye; mimbareke. dewere carêk pêm bêje çî têgeywî? to serî xot hîç ezanî çî tyaye? lêm řûne, na.

to řeşxiwên qur’an dexwênî û bo manakey dademênî. minîş her be fermanî to nemwêrawe manay ayetan bipirsim. ke wabû: minî ladîn û toy xawendîn le nezanînî qur’anda wekû yekîn. tenya leweda lêk cyayin ke min hîç karim pê nîye û şitêk ke nezanim çîye û çî ha têya, xomî degeł mandû nakem. bełam to ke têşî nagey, fire boy şeket û mandûy. debergî peşmîney degrî; maçî dekey; le beriztir şwên daydenêy. eger gwêt lêy bê deyxiwênin -be bê’ewe hîç demanakey bigey- diłit germ dadê û degrî. herga tûşî jan û birk û azar û êşî wirgit bûy, debaweşî xotî degrî. eger baweřît pê neken swênd bew dexoy. satê le mał derdekewî, katê dukan dekeyewe yan daydexey, le bin lêwan wirte- wirtêkit lêwe dê; paşan qifłeke fû edey. gwaye emeş ayetêke dijî dize û be bêzanînî manakey wa nakey diz pêt bizanê. nuştey mela be sê sûçî demêw degrî; be ber yaxetyewe dedrûy; ke tûşî nexoşî nebî. tenanet milî gakeşt nuşte û ayetî têdaye; ke le çawî bed be dûr bê û her behêz û mil’estûr bê.