dayh bawih! kê xirawe?
le witarbêjî weřezim; ḧezim lêye mamosta bim. le ser em bîr û biřwaye, dwêşewê biřyarî xom da: çîtir nekewme naw kořî ḧeşamat bo witarbêjî; her çîyekîş lem dwayyaneda lêyan dwawim û ewendey le bîrim mawe, koy kemewe û seruberî lêk demewe û çewt û larî řast kemewe û bîxeme ser çend lapeřêk, îtir çîtir zanist le ber ba şen nekem!
bełam êwe, êwey beřêz, ewende be dewrema hatin û pitir lewey ke hełdegirim xoşewîstîtan derbiřî, le řûm nehat le řûtan wergeřêmewe. wa naçarim bo carêtir le biřyarekem waz bênim û diłî êwey tînûy deng û řengî xom neşkênim.
ber lewe bêm le diłma bû le barey ’elyewe bidwêm. biłêm ’elî takêk û hezar huner bû. bełam we bîrim hatewe: parekeş her lem barewe le jêr nawî «’elî wek qaremanî çîrokan» witarim da û dûpate kirnewey nawê. wa êsta le nyazmidaye lem pêçî maławayyeda, derbarey mebestêk bidwêm ke mewday hewday jyanî emřomanî pêwe bende; neka taze helêkî wam bo neřexsê ke em amojgarî û pende be hawřewştekanî xom řabgeyenim.
cîhanêk le naw kołanêkêmey emřo -ke xoman naw nawe dîndar- sûr dezanîn çînî xwêndewarî taze, be tawanbarman dezanin; tîz û teşerman tê degirin. layan waye awezman parsengî dewê û ayîndarî, komełî pê paş dekewê.
ca ba bizanîn hoy ew kare karesate û çarî em derd û azare û derçûn lem tûşî û nehate, çîye û çone û birînekeman çend kone û ew hewdaye le kwêwe serî hełdaye û çermesere û kêşe û gêre pêsîrî kê degrêtewe?
êranî çîn?beşî zorbey herezorî aporey wiłatekeman musułmane; ewîş çito musułmanêk? le kwêredêy çepek û perewe bigre ta degate gund û şaredê û şaroke û gelêk le bajêrî qewẍaş, her hênde le dîn dezanin: nwêjan biken, řojuwan bigirin, bibne peyřewî axundêk hest û nist û şil û xestyan bew bispêrin; herçî fermûy giftî xwaye û be mû ladan le fermanî, bo dîn û dinya bełaye.
axundî xêwî ew xełkeş karubarî bwête ewe le ser mînber qut bêtewe, diney em řemekyane dat ke heta zor bigrîn keme. ba be gel biçne kerbela. kê dewłemende biçête ḧec. zekat û sedeqe biden. pênc yekî dahatî sałyan bo seydan bê; deyekîş bo naguzuran bext biken. waz le basî dinya bênin; her basî qyamet bixiwênin; cya le behşitî dway mirdin, dehîç şitêk řanemênin.
ewaney bê axundîşin debin be derwêş û sofî lay pîranî serşîn û beřîş û bê’îş. neẍd û puxtî dinyakeyan denêne naw lepî şêx û ewîş giftî beheştî miftî paş mergyan enête mişt.
dyare le komełgay wada, bîr û biřway têkřay apore wek yeke. lawan, pîran, hawsa û cîran, awmał le gund, le hewaran, le hemû awayî û şaran, xwêş û ẍeware û řemekî, dukandar, cûtkar, deştekî, kes karî derbarey barî dîndarî be kem nagrê. kes pilar û tews û twanc le ser em şwên û akare hemwanîye dekes nagrê. be tewawî bîr û hizryan asûdeye.
layan waye em dinyaye giştî her ewey têdaye ke ewan pêwey xerîkin. wata le awez û fikira hemû pêkewe şerîkin. le dinyay beder le xoyan, le bîr û biřway namoyan, dûr û bê aga û terîkin. hezar sałe û bigre pitrîş bew bêxeberye dejîn û keşkek siławetyan dewê.
hezar û ewende sałe em ḧeşamat û apore zor û bore, wan lem ḧałe û wan lew çałe û lew serpet û singe mawin û bem gułmêxe dakutrawin. ta mirdûn û le naw çûn û le jêr perdey xaka win bûn, herwa jîwin û be mû çîye negořawin. be temaşin her wehaş bin; gořanyan be serda neye.
ca em pêge ke le pêşda kwêreřê bû, hêndey pêda hatûn û çûn, bote karwaneřêy heraw. ne kospêke, ne kendêke, ne gîrêke, ne bendêke, her zîpkîşyan weber naye; hîç sił mebe biřo deşte û dwamîn qonaẍit beheşte!
eger le pirsey ḧusênda çend firmêskêk hełwerênî, axund le xot neřencênî, le pîtakdan nebołênî, ewa çend koşkêk destênî giştî yaqût û zimrûte. eger şêx û xelîfe û dêwane têr key, eger newsî çinokî miftexor kwêrkey, her lem dîwey bistûy jyan çûy bew dîwa, řûbarî hengiwîn û şîre û baẍî henar û hencîre û ḧorî zore û keyf û řabwardin mişeye. eger le şeqam kila bî û le fermayştî şêx la bî! le dinya bextewer nabî û lewlaş cêget cehendeme!
řastit dewê her kes, her tîre, her komeł, aweha bêçeqe û gêçeł wekû kîseł le naw qapêkî qepatda bêxem bijî û bîr û mijî be gałe û hera tał neka û serî be pirs û persivî lapresen û dijebřiwayan qał neka, hênd řeḧet û asûdeye debê êreyî pê berî û bêjî: ay xozge be xoy kat.
bełam bo min, bo kesanî hawderdî min ke xwanaxwa lem ceẍzoke kilabuwe, berew dinyay piř le heray urûpa, řojawa çuwe, hestî bewende kirduwe emřo sedey bîstemîne, gwê axnîn û çawpoşîn û xopergirtin le barî wêje û zanistî be danistey dijedîn û piřayî xełkî serzemîn, karê dijwar û ḧesteme, debê çî bika? debê derdî çend giran bê?...
babayekî xom asayî ke bo xwêndin çûbête naw komełgay nwêy urûpayî, hemû řojê, hemû şewê, bigre hemû kat û sat û jem û deman, degeł zanayanî namo, degeł kitêb û nûsrawî pyawî xawenbîrî bêpîr řûbeřû bê; basî kifir û xwanenasî kasî bika. ewîş be nyaz bê ke dînî bab û kałî biparêzê; bikewête miştumiř û dimledminanî em û ew, cwabî hemû pirsyarkarêk amade ka. pirs û pirsyarîş bebar bê; yek nalebar, yek lebar bê. biçte her kwê bête ber gwê. qisey bêtam giftî betwê. hêndêk zor swêr, zorî bêxwê. minêk yaxo min asayî lem naweda çon gîr dexwa û eşê çî bika? çon şan û pîlî kakîle û ziman û çenagey neswê? dey sa le kwê detwanê bêjê asûdem? çon bûz dexwat û boy delwê wek ew pyawe sawîlke bê ke ser û berî jyanî le naw peřawî peřzerdî be pîwazaw řengikirawî nûsrawî axunda dejî? lay wabê dinyay emřokeş hîn hezar sał lemewbere û ser û berî her wekû xoy sermor mawe û corêk momyayî kirawe ke ne bon degrê ne depwê û ne teřayî dadeçorê, ne řeng û bonî degořê. hemû erkî giranî her ewende bê: be lorînewey řewzexwan dest bika be şîn û giryan; cinêw bida be ebûbekir û ’umer û zor kesîtir le esḧaban. îtir asûde danîşê û pałdatewe ta be pałepesto û mile eyxene naw beheştewe!
nexêr erk û derd û mergî êmey xwêndewarî em řojgare zor bejan û girantire lewey ke bîrî lêweken. derdekeşman dû serye: hem bêdîn lêman tûřeye, hem dîndare asûdekeş...
beşî zor lew sawîlkaney ke le tehî dił dîndarin, ewaneş ke xapînokin û řengî dîn dexo hełdesûn, tane le min, le xwêndewarî min asa deden ke fiłanî! bo nazanê řê û şwênî musułman çîye? bo hîç agat le dîn nîye?
çîte kirawat debestî? boç derbestî řîştaşînî? boç le katî witarî ayînî danda kemtir siławat lê dedey? bo carêkyan nawî îmam ’elît gut û «’eleyْh alsّlamArabic»t negut? bo eger nawî ziřawî ebûbekir û ’umer dełêy, cwênî namûsyan pê nadey?! tenanet hêndêk pêm dełên: le katî witar witnida aw xwardinit -beramber be fermayştî fiłan axund- namekirûfe û le naw kitêbda nûsrawe. dewere ew bar û kere lew çeq û zelkawe derke! em kare pûk û sûkaney lay ewane nîşaney leřê ladane û leřêy dîn û dîndarîda tegerey here girane ke hatote ber dîneke. řayeł û poy şerî’etyan bem nextane ałozawe; be kirawatekey milî min tewaw seryan lê şêwawe. debřiwane!
kurd gutenî: ker le kam cê hełdêrawe û kunde le kwêwe diřawe!
min tawanî nexwêndewarekan nagirim; bestezmanin; her ewendey lê dezanin ke mam melagyan pêy gutûn ke ewane le kitêbî konda nûsrawe û danerî kitêbekanîş muctehîd û ayetułłay payeberz û benawbangin! bełê be gwêrey kitêbî peřzerdî çapxaney berdî, řîş taşîn û bo cil poşîn lasay dîn dujmin kirdinewe, selam bo ’elî nenûsîn, cwên be ebûbekir nedan, gunahî gewre û giranin.
ew axundeş ke em core kitêbane bo xełk dexwênêtewe, xwa xoy hênde sawîlke bê tewaw biřway pê hênabin, yaxo desbiř û fêłbaz bê û nyazî wa bê firîwyan dat, dîsan naşê lomey bikirê; çunke bêçare dûkan û kunî nanekey emeye. kesp û karî le ser nezanî û sadeyî aporey nexwêndewarî berbar biřewêkî heye. parey kifin des ew kewê, mirdû sed car gořbegoř çê! ba bîşzanê ewî ew deyłê řast nîye, her nayewê nandere bê agayekey xeberdar ka û xwanexwaste řojêk dabê barî lar ka û hełtozênê. kes nayewê ajełe gwan be şîrekey bazełe bê û lûşk bawê û şîr daneda.
her kesî xawen bîr û jîr, zû têdega ke ew şîwen û giryaney mela dełên bo ḧusêne û le řay dîne, le řastîda bo berjewendî xoyane û bo aw û goşt û têkuşîne û berlewe le řay xuda bê, bo xurmaye. ca ew neẍdîne û sermaye boye nabê be xořayî lekîs xoy den.
nałêm hîçî bo xwa nîye û giştî fêłe, bełam eger wird bînewe, barî dinya û abûryeke zor le koterey dîndarî û qyametekeyan ziltir û estûrtire. dirawe, piławî řewze, deledûy dahat û zekat, xercî seferî ’etebat, nezrî tekye, heqî nuşte û do’a xwêndin, qurbanî û sedeqe û xêrat, mîrat beş kirdin û îsqat û hezaran ciřucongî wa, çon hasan le destî biden?
heta wabê û dinyake le gořyan labê, karî axund û melakan -ke wek dałaş le şwên kelakan hełwedan- saz û teyar û lebare û her be lebarîş deçte pêş. diłî derwêş le xeyałî ḧorî beheşt û berîkî şêx û xelîfe û mela û axund, le seraney ewan piře û giş la bê’endêşe dejîn û be derdî kawra gutenî: mêşekře û bêmoz û mêş deleweřên. bełam bo êmey kiłołî taze xwêndewar dełên çî ke hezaran kêşe û hera wek mêşengiwînî harûjaw řijawnete ser û çawman?
lawekanman ke deçne lawe bo xwêndin, wata be fermûdey axund řû dekene kafiristanî, yan ew kesaney le êran dersî lawekî dexwênin û layan waye xo le kwêran hełdawêrin, debê kam xak be serda ken?
kitêbe ẍeyre dîneke piřye le şitî corbecor: berhełdayî bîr û baweř, tojînewe le makî jyan û mirdin, wêje û mêjûy kon û direng, kir û hunerî hemeřeng, bê biřwayî be xwa, be dîn be pêẍember, gałte kirdin, be zîndû bûnewe û meḧşer, bêhestî û madeperistî û hezar şitî wehaytirîş ke degeł řewşî hezar sał lemewberman naxwênnewe.
ca ew lawey lew naweda qetîs mawe û hewł eda îmanekey ber ew lafawe nekewê û degeł fêrbûnî zanistî tazebabet le dînekeyşî binewê û byewê řizgarî bikat, naçar debê mele fêr bê; ta lew çome weypeřênê û nehêłê gom bîxnikênê.
ew lawane le kin pyawî koneperist ders xwêndinyan tawane. lay taze pêgeyştuwekanî tewaw le jyan negeyştûş, parêzgaryekeyan le dîn, nenge û taney serçawane. îtir be hemû baranda namon le cergey yaranda û bûne gepçařî řwał û minałî řîşsipî û sawa, le hemû gund û şaranda. beřastî lêyan qewmawe.
kê tawanbare?birakanim! lebertan depařêmewe. eger emşew qisekanim tamyan tozêk tifit û tał bê, lêmî megirin! çunke gerekme beřastî amojgarî diłsoztan bim. bo em diłsozyeş naçarim zimanim be ḧeq bigeřê. pêşînanîş gutûyane: herçî heqe tałe û řeqe. ewaney le witardanda her be nyazin diłxoştan ken û tamî demî dił û ḧałtan be fîşał û diro xoş ken, lêtan řûn bê zimanlûs û qesteserî çarenûs û dwařojtanin. ewane dost nîn, dujminin; kałekxor û bêstan řinin. be lay min amojgarî řast, wek bijîşk û ḧetar waye bo nexoşan. ew bijîşkey ke dezanê nexoşîneke girane û kewtose naw qeyranewe, eger be nexoşekey xoy bêjê: gwê mederê! hîçit nîye û tenanet parêzîş meke û tenya dirawî min nebê herçî dexoy noşî gyanit, ew bijîşke pyawkujêke nexoşekey berew goř şoř dekatewe. bijîşkî baş eşê biłê: řołe! to zor perîşanî û eger zû firya nekewî û le nexoşgada nexewî û derman û hetwan û tozê bot denûsim dekar nekey û zû nexoşyeket çar nekey, lewaneye lekîs biçî.
min ke êsta lem ser berzeke wêstawim û nawim le xom nawe pendibêj, eger řastî řadey derdeketan nełêm, wîjdanim azarim eda.
bełê ey hawwiłatyekem! babe! daye! dade! kake! be naşkurî xuda nebê be daxewe debê bêjim zor nexoşî û janit giran û hîlake. şêrpence mêşkî tenîwî; pencey le binc û binçîney pincî bîrdanit haławe. ta hel mawe û tirûskayî humêdêk be çabûnewet de’arada, derfet le deste xot mede û gwê bo pend û amojgarîm şil ke û xot le dadoşî dem û pil pelî zorbêjî kawêjkerî kay kon kil ke! ba lew azare řizgar bî. řenge pendî řeq û tałim bit’êşênê û wek birînbiř be neşter azarit bidem; bełam eger gerekit bê derdit çabê, debê wabê û nabê biłêy bê’êş û of çarim bike. dezanim lêm tûře debî; bełam wîjdanim pêm dełê řastî derdeket pêbłêm û min serpêçî le wîjdanim le řiqî to zor be dijwartir dezanim.
ca bo ewey baş bizanî min nyazim lem qisane tenya xoşewîstî toye û tenanet berjewendî xom le řay toda bext ekem, deba hêndêk le çîrokî dêrokî xomit bo bêjim.
be mindałî le ladê bûm. ta bûme law, le naw komełî deştekî diłpak û bêgeřda jyawim. têgeyum ewan çon dejîn; derbarey dîn çend xawenbîr û baweřn û çend xawênin; çendyan îman be xwa û qur’an û îmaman tund û behêz û pitewe. degeł beçke miskênanî wek xom, hejar, noriskên û gurîs piskênem kirduwe. pêkewe çûyne lay mela, elf û bêtke û sîpareman be ḧînce û saye xwênduwe. le fêrgey seretayîşda le penay ewan řonîştûm.
wata zor baş le çonîyetî ḧał û bałî çînî hejar têgeyştûm; bere- bere pêgeyştûm. le danşiseray berayî damezrawim. bûme hawřaz û hawkarî ew binîçe hejaraney be nedarî le şaroke û dêhatewe -hełweda be şwên xwêndinda- hatûnete gewreşaran. le temenî hejde sałîm bûme fêrkar. çûmete qum. le ḧewzey ’îlmyey qumîş dersixiwên bûm. zaniste ayînîyekanim be ders
xwênd. ewsa berhełday dinya bûm; urûpa çûm. paş çend sałêk xwêndinî xom tewaw kird û hatmewe û bûme mamosta. wata min her le řojgarî kałîmewe ta kuławim, lewsawe ke mindałêk bûm ta êsta ke patałêkim, be bêwçan û pişûdan le naw řûdawî corbecor lay hêndêk gelî bêhêz û hêndêk dêwî binyademxor, řam bwarduwe.
zanistî řoj’awayyanim le kew dawe û le penawe barî abûrî û azadî û bîr kirdineweyanim dîwe û be wirdî lêy wird bûmewe. zanîwme le pîşesazî, le hunerda, le wêje û mêjûy kon û nwê, çend şarezan. têgeyum ke derbarey dîn, dîne konekey xoyan û dînî ême û hemû ayînî serzemîn, bîryan çone; çon ayîndarî le layan kelley kone û nabê taze bijîtewe.
hêz û pêzîşyan dezanim heta kwêye. deşzanim le ser ew hêze cehendemyeş çend be gizî û çawçinokin û le ser nyazî qûtdanî gelanî lawaz, şew û řojyan derbaz debê. lê biřawin ta giştî em serzemîne –xwa lebarey bîr û biřwa, xwa lebarî abûryewe- nexene jêr çokî xoyan waz nehênin.
sûr deşzanim ewey emřo ême nawman nawe dîn û řewişt û řêgey řast, hênde lawaz û bêhêze ke nek leber em lêşawe be piřtawey řojawayyane xo nagrêt, bigre leber çořeçořî gwêswaney katî baraneş, da’etlîsê û têk etepê û be tozehełmêkî kem tîn -wek befrî par- detwêtewe.
- boçî?
- çunke be naşkurî nałêm, berlewey ewan têy řobên xoman dînman le dest dawe. ewey ême êstekanê nawman nawe dîn û biřway îslametî, degeł îslamî řastîda be sed hezaran gurîsîş nagene yek. ême eger we dem xoman êjîn wexêr musułmanîn, le ser şwên û řay qur’anîn, buxtan ekeyn. wek basim kird, min qur’anîşim xwênduwe; le manakeşî têdegem. dezanim qur’an dełê çî. dezanim îslamî beřast ebê çon bê; eşê çi bika. dezanim ke pêẍember û yaranî ew çon jyawin û çon dwawin; řewişt û akaryan çi buwe.
ca em dîne wekû le sereta hebuwe, eger degeł emey êstaman –ke xoman dełêyn îslame -beranber keyn, têdegeyn em cûte yek nîn û bigre her borexzimîş nîn. ewsa baş řûn debêtewe em dîney êsta hemane le řast ewyan gurîse le naw hemane û mîratêkî mîratî şiř û şiřołe ke le bapîrewe bo bab, le babanewe bo řołe becê mawe û hêndey buzguř wêxrawe û hênd pîney pêda gîrawe, kirûk û binçînekey xoy asewarîşî nemawe. hîç bîr lewe nakeynewe dîn bo çîye? çend peywendî degeł jyanî dinya heye?
berle îslam, le zemanî nezanîda, dinyayekî herçî û perçî, yekê têr hezaran birçî, tirs û ajawe û pişêwî, berhełdayî û serbizêwî, yektir kuştin û xwên řiştin, zor kes firzendî xoy dekuşt ke newek le birsan bimrê; kîjyan zînde be çał dekird ta nebête kebanûy małî ẍeware û abřûy sûryan kał katewe; sedeney bitxane û kahîn, pap, esqef, mubîd û muẍ, bêkar, tenbeł û tewezel, dejyan be jyanî şahane; çunke do’agoy şahan bûn. dam û dezgay berey qeyserî řomanî û şahenşakanî sasanî, şîşabûne xwên û małî gelî jêrdest û pêpest û hîç kes cige le xoyan û lewaney boyan bibûne řawker le hejar girtinda, beşî le jyanî xoş nebû.
pêẍember hat; qur’anî bo hat be xełat. xwa řayspard ke barî dinya bigořê; zułim û zełalet nehêłê. cyawazî le naw çînanda lenaw berê. bitî berdîne û goştîne têkşikênê. kirûsanewey kes bo kes, her tuxim û toşî nemênê. cige le xway tak û tenya û pak û bêbak neperistin. řeş û bor û zerd û sûr û sipî pêst û genmiřeng û xanzad û beçke gawan û dara û hejar wekû yek twaşa bikirê. kê behrey bo gel zortire, kê le xirape latre, beřêztir û lesertir bê. pêẍemberî xwa fermûye: «boye hatûm akarî çak nîşanî xełkî dinya dem».
xwa fermûye: «ey muḧemmed! be ometekey xot biłê: minîş kesêkim wek êwe binyademim; fermanî xwa le minewe be êwe dega». pêẍember qet neyfermûge min le xełkî tir zyatirim. neyfermûge kuř û newem hełbijardey binyademin.
pêẍember û hawřêkanî bo geşedan be ayînî îslametî û bo řê nîşandan be merdim, daym le řêzî pêşewe debîndiran; singyan bo beła siper bû. tenbeł başî û xo penader, miftexorî bêsûde û ber, xan û aẍa û mîr û begler, mela û axundî be mêzer û cibeleber û karneker û herweha gelî hejarî xakeserî hemîşe çewsawe û nokeryan le naw nebû.
sa le sayey ew çûnyekî û yekdiłyewe twanyan dinyay piř le tarîkî û bêbarî wergeřênin; hezaran lemperî dijwar bipeřênin. beşî zorbey dinyay away ew řojgare le jêr ałay xwawendî tak peristina û birayetî û beramberî berey miro, pena biden.
xwa fermûy musułman biran. xwa fermûy îmam qur’ane û lêy lameden. pêẍemberî xwa fermûye: «musułmanan wek şurey berdî dařêjraw le řûy dîn dujminanyanda sef debestin».
deba bizanîn emey ême nawman nawe îslametî, degeł ewey musułmanan le pêşûda peyřewî bûn, le çî da wekû yek deçin? ême êjîn musułmanîn; bełam her hênde dezanîn ke bawik û bapîrey ême çeyan kird êmeş wa bikeyn. ewan miḧerřem egryan; êmeş egrîn. ewan bê ewey le qur’an -ke îmame û fermûdey xuday tenyaye- ḧałî bibin, hatûn û çûn; êmeş ba wek ewan bijîn û bê’aga le qur’an bimrîn. berastî îmanî ême demelaskey bapîrane û hîçî tir na. em îmane be biřway min wek sîmane deqapêlkî ser û kelleman kirawe û be xerafat aw dirawe ta bote berd. îtir cêgey bîr kirdinewey le hîç lawe bo nehêştûyn. to biřwane lem cîhane heraweda çendised milyon miro heye nawî xoyan nawe musułman. bełam le şade û îmanda nebê -ke wekû yektirî dełên- le ser hîç şit pêk nehatûn. guře û heraye û çeqqeye; şeře, lêkdane teqqeye; cinêw û çingepirçeye; gazgirî û luşk û leqqeye. xobexo degij yek řaçûyn; bê’ewey dexoman bigeyn yan hest bikeyn bêbeş le dîn û dinya bûyn. dîndujminanî řojawaş wa behêz û guř û heraş, wa diłqirpok û çawçinok, bew hemû keriste zorey berî huner û zaniste, be daniste û be bêwçan û pişûdan, her xerîkin xoman û ayînekeman řademałn û tewaw be sermanda załn.
ca eger xełkî řemekî nexwêndewar, yan axundî aporexor, ew hêrşe diřindaneyan lela baye û hîç miçuřkyan pêda naye, minêk ya xo min’asayî ke le dîne pakekey xoy şarezaye û le gizî dîn dujminanîşî be agaye û nyazî waye xewxewan we xeber bênê û lemeř dînî îslamî řasteqînewe byandiwênê û bo bergirî le beła û derdî dujminan byancûłênê, çon derberê? kesêkî wa le layen xoyî û hawmałan, ber pilar û cwên ekewê û diłsard û nahumêd dejî heta demrê.
derdî sê sereemřo le naw em komełgayey êmeda kesanêkî min’asayî ke zanistî tazebabetyan xwênduwe û lêş biřawin parêzgarî îslametyekey xoyan bin, ta milan dequř gîrawin! çun ew çîney be xo dełên řoşnibîrî dinyay taze û le ewrûpa hatûnewe, yan ewaney ke lêrewe dersî řojawayî fêr bûn, weha şeyday zerq û berqî řwałetî terzî jyanî şaristanî řojawa bûn, layan waye herçîyek le naw ewandaye becê û başe û her kes wek ewan bîr neba, le jyanîda sernakewê û awezî parsengî dewê. wata emanîş her wekû sofîlkey sawîlkey xoman, demelaske dekenewe û awiř lexo nadenewe. le têkuł kiře-kiřyane û kakił beser nakenewe. ew urûpa geřawane her ke dênewe naw xoman, bo ewey xo heławêrin û be xoyan biłên řoşnibîr, basî dîndarî û xwanasî le bîr deken. xo eger le twêy diłyanda hêşta îmanêkyan mabê, derbiřînekey nawêrin û xodebwêrin.
kabray nûser, kabray wergêř, fiłan zana, fiłan duktur -bo qedir û řêz peyda kirdin- nûsrawêkî urûpayî werdegêřête ser farsî û naw derdeka; hemû kes be zana û dana nawî deba û beḧam pêy ełên mamosta. xo eger em pyage xase zimane zigmakekey xoy piř kat le wişey bêganey řojawayî û wa nîşanda ke zwanî dayk û bawkî xoy lebîr kirduwe, ewe her mepirse ta kwê payey
berzî bała deçê! bełam ger xwêndewarêkî dîke, ke ewrûpaşî dîtbê û lew taze řoşnibîraneş pitir zanistan fêr bûbê, her ewende le têkuł wazî hênabê û şaristanî urûpayî weber meḧekî bîr dabê û huner û pîşe û karçakî û bêfeřî û fêł û napakî le yektir cya kirdibêtewe û binjîlî lê tûř hełdabê û saẍekey belawe çabê, ewsa le dînî îslamî řasteqanîş be wirdî bitojêtewe û le manay be nirxî qur’an şarezabê û nyazî wabê xełkîşî lê şareza kat, bênê kitêbêk binûsê û amojgarî xwa û pêẍember degeł akarî be karî řojawayî beranber ka û herkan leber yektir řanê, be kelley konî dezanin û be namoyî lêy deřwanin. dełên be xwa ḧeyfê fiłan çubuwe urûpa şit fêr bê, keçî her wek xoy nezane. lawekan gałtey pêdeken; mamostay ferengî me’ab, weber tîr û taney deden; wekû beser xomyan hêna. lem beynane yekêk lew řoşnibîraney -ke hewałî çend sałem bû- le řojnamey ayndegan derbarey minî nûsîbû: «fiłanekes egerçî zana û danaşe û pyawê başe, bełam -be naşkurî nałêm- pûş û pełaşî xerafat, xişt û xałî ayîndarî -ke le bab û kałyewe boy becêmawe- ewende mêşkî tenîwe pirzey bîrî řûnakbîraney biřîwe, xewn û xeyałî bêhûde ke be tiłfî fêrî buwe, way çawî dił dadûrîwe ke be daxewe kwêr buwe û hîç nadînê!».
gaznidey em řoşnibîre her boye bû ke min naçim nûsrawî sartir û markis werbigêřim; çûm kitêbim derbarey îslam nûsîwe yan le ser berzek wêstawim û derbarey îslam dwawim.
hêndêkî dîş lew kesaney ke mamostay benawbang û le zanistî lawekyanda tije û darmał û şeşdangin, katê dembînin wa sûrim le ser dîn û le ser pêkhênanî emir û fermanî qur’anî û xom be musułman dezanim, bizêkî tał goşey lêwyan debziwênê û layan waye minîş her xoyan’asayî řoşnibîrî bê’îmanim; bełam bo mastaw kirdin û kilkesûtey mela destełatdarekan em řwałetsazye dekem û řengî ayîn le xom dedem û demewê lesay řûbînî, nan û dirawim deskewê. wata be dûřûm dezanin.
emcar ba bizanîn melakan çîm pê dełên?
«em kawra simêł taşrawey şepke leserey bêfeřey mil be petî kafrane pêçrawe kêye? kê řêy dawe dest dekarî ême werda? çon pyaw keway şořî nebê û be lanîkem nawî ḧuccetul îslamî lê nenrabê, řay dekewê bêxud weser mînber kewê û ewey ême ebê bîkeyn, em herwa serbexo bîkat? em tazegî le kafiristan hatotewe; îmanekey dořanduwe. gerekyetî bacdere miskênekanman firîw bida û le řê der ka û nehêłê be gwêman biken. em ajaweçîye kafre, fireşûy lê hełkêşawe; pêwîste le nawî berîn».
lêm řûne xoştan dezanin ke min le songey em řêgey bo xomim hełbijarduwe, çendim petpetî pê kirawe û çend cwên û tewsim xwarduwe. hem řoşnibîranî benaw, hem taze pêgeywanî law, hem pîranî mêşkipwaw, minyan nawê û le komełga derim dawên. be qisey ewan wek cûy hejar le herdû dunya bêbeşim.