pêşekî

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  567 views

xuşk û bira kurdekanim!

wa çwaremîn namîlkeye ke le duktur şerî’etî werdegêřim. eger be wirdî û jîrane baş serinicit nedabête sê namîlkekanî pêşû, bot heye gile bikey û be serimda bibołênî: erê kawray kurdînûsî beçke sunnî! to çît dawe lem şerî’etye şî’eye û boçe wazman lê nahênî?! bełam eger têgeyîştibî ełê çî, nek her gaznidem lê nakey, bigre pesnidîşî dekey.

ba bizanîn çon?

leweta dinya dinyaye û zewî le ser piştî gaye, her destûr û řê û şwênêk ke pyawçakanî mirodost hênawyane û wîstûyane piřayî gel le sayeyda bextewer bin, zor pê neçuwe miroxoranî ḧîlebaz - bo řûtandinewey hejaran - çerxyan dawe û kirdûyanete dardestêk serî neyaranî xoyan pê kutawe.

ew kesaney pêẍember bûn boye hatûn, zułim û zełałet nehêłn; namey piř le ’edałetyan le ’asmanewe hênawe. keçî her le paş maweyek gizîkaran be lay xoyanda hênawe û bo gel xwardin û xobwardin le mafî çareřeşan û bêbeşan, dekar kirawe.

mêjûy mesîḧ bixiwênewe! ke xoy çon buwe û çî ełê? le mêjûy dûhezar sałey xaçperistîş wirdewebe! ta bizanî pap û keşe û kardînałan çon be nawî te’lîmatî mesîḧewe, bûne gurgî wirgidiř û de bestezmanan řohatûn; milyan le tałanyan nawe! çend milyon kesyan kuştuwe û çend řûbar xwênyan řiştuwe.

yan biřwane ew îslamey ke bernamekey qur’ane, degeł akarî ewaney ke nizîkey çarde çerxe be nawî musułmanetî ḧukim deken pêkî bigre! ta bizanî ta kwê yektir degirnewe?! her le dewranî emewî ta sefewî, ta degate em řojgarey ke bo xoman tya dejîn, çend xawen zor û hejarxor -be nawî dîn- xwardûyanîn û demanxon. her nakesêk û teresêk destî řoyşit, be zorî kutek û qamçî, xoy naw denê řaspardey ’asman û beřêweberî qur’an û beranber be arezûy xoy, manay ayetan degořê û xo be ser musułmananda desepênê. kê dewêrê hawar bika? kê zat deka le dest zułim binałênê? her desbecê ayetêkî bo dênnewe û be kutik lêy ḧałî deken ke: her bêjê lel, kafre û řewaye xwênî biřjênin.

şerî’etî destî ew deste desbiřey xwêndotewe; manay qur’anî zanîwe; têgeywe îslamî pêşîn zor le mêje be mêzer û tałeřîşî dinyaperistan xinkawe; le xwaş nebê le hîç kesêk netirsawe. zor be řaşkawî wêrawye şûşey awřûy gizîkaran le berdê da û piştî zoryan le herdê da. le řastîda min êreyî bem bwêryey duktur şerî’etî debem. ca eger xoşim aza nîm, le pyawî aza xoşim dê. pêm xoşe êweş wekû min ew merd azaye binasin. xwa bika her aza û řizgar bin.