beramberî

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  652 views

ewa witman dîn barî kird, çî hate cê? bîrî azadî peristî, beramberî berzî û pestî; ewîş le jêr çend naw û natoreyekda:

markisîzim, susyalîzmî dûr le markis, bizûtnewey kirêkaran, yekyetî hawpîşekan û şitî dîkeş.

susyalîzim ke le çerxî nozdehema le urûpa serî hełda, sernekewt. lew çaxeda ke şořşî susyalîstan le guř û taw nedewêstan, sermayedar řoj degeł řoj kiztir debûn. keçî êsta (le nawendî sedey bîsta) kirêkaranî urûpa ew nemawin ke pêşû bûn. be taybet le ałmanda ke řapeřî kirêkaran le giş şwênan le pêş tir û bekêş tir bû, êsta berew paşewey xwênî yekemîne. tenanet pirotistanit û katolîkîş lewan destî çepî tirin. le mawey sî sał dway şeř, mangirtinî kirêkaran le ałmanda řûy nedawe. her wehaş le řûs û çîn û maçîn û şwênî tir, em biřwa û bîre bê pîre, le pel gîre û tewaw kewtote tengane û çaweçawî deretane. wata ewîş hîçî bo be hîç nekirdîn.