azadî

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 32 minutes  1205 views

adîxway çerxî nozde layan wabû her ke dîn le kel awa bû, řijîmî susyalîstî hate serkar, pyaw le benî tak peristî û mak peristî řizgar debê. dijayetî çînayetî piřmetirsî, yekî têr hezarî birsî, le naw deçê. herga kes mafî kes nexwa, şeř namênê; geř namênê. miro têkřa des dedenê û piley zanyarî û teyarî hełdebiřn û çiłk û kiřêj le dił û derûn derdexen û berew řûnakî hełdefiřn. be daxewe ew xeyałate xewnêk bû tewaw berawejû derçû! řijîmî hawbeşî pêkhat; bełam toqî koylayetî řijîm û ḧîzb û řêberî bo miro be xełat hêna! pirodun - ke ber le markis pêşengî susyalîstan bû - qaqezêkî dostaney bo markis nûsîwe; dełê: ême eger be tema bîn karêkî baş řeçaw bikeyn, debê xoman le bîr nebê. tenya bo xizmetî xełk bibziwînewe. dîsanewe pêẍemberbazî saz nekeyn. amojgaryekey min û to neّbête dînêkî taze. qisey xoman be ser xełka nesepênîn. zor detirsim em bîrey to le dwařojda bibête yasay dewłet û ewsake dewłet peristî cêgey xudapersityeke bigrêtewe. wa dîtîşman ke herçonî ew lêy tirsabû wa derçû!

řapeřînî kirêkaran bo azadî serî girt û bûn be dewłet. bełam ta be xoyan zanî ewendûske azadyekey le jêr destî sermayedarda heyanbû, ewîşyan çû! pêşdan gutyan ême azadîman dewê; koyleyîman fiřê dawe; serman bo xudaş nanewê; çunke take û tak peristî degeł hestî azadîxwa řêk nakewê. keçî êste be sê sere bûne koyle û benî derbest. bê çirpe û hest koyley dewłet; koyley ew hezare zîley kar řapeřênî dewłetin; koyley řaber.

em zincîre sê fiłîqaney sertapay gyanî pêçawin. hezar gewe û be ser yekda coş dirawe û heyhate hełweşandinî. seyre xoşeke lêreye her ewaney be dem dełên: take kesêk - her kesêk bê - kar nakate ser řewtî mêjûy ’ademî û tenya her komeł ḧesawe û kê takperist bê giławe, bo xoyan tak peristêkin hezar faşîstyan bořdawe!

tenanet mezhebekeşyan be naw takewe naw nawe: markisîzim, lînînîzim, tîtewîzim, kastirwîzim, tirutîzim, ma’u’îzu û...

hêştan hewda her le dû dê û be yekcarî hełnekirawe, her bîna dît kîl sungîzim, enwer xocîzmîş peyda bûn! wata êsta takî xakî bûne řûge, bûne xuda, çûne cêy pêẍemberan û tenanet le paş mirdinîş cêy peristin!

wêstê eger musułmanêk ḧanêk zimanî bisûtê û biłê ḧemedîzim û ’elîzim, şitêkî başe eger we ber xirke û sinde û gaşey neden. hîç nebê gałtey pê deken êjin gêje. xuda û pêẍember peristin tak xwazye; felsefe lêy nařazye. şyawî îzim û mîzim nîye kesîş naşê pêyan bêjê: mamî simêł sûr! le kêwî, loç we dû řiban depêwî? lo tak peristî xot başe û tak peristî min belaşe? keçî eger şareza bin, bê layen lêkî denewe, derdekewê xuda û pêẍember peristin degeł lînîn peristina zor cyawaze. ba carê waz le çonyetî ew cyawazyeman bihênîn dwaye boy ba dedeynewe.

cengî dûhemî cîhanî, her çende zor şeytanîş bû, bełam dîsan çend karî nirxdarî kird: basî xwanasî û ayînî řastî peristî jyandewe; řadey zanistî mirovî le fiřufîşałî damałî; derî xist ke markisîzmîş girê kwêrey abûrî û mirovayetî - wek pêwîste - nakatewe.

enca eger řewştî xudanasane û susyalîzmî markisane neyantiwanî azadî bo berey miro dabîn biken, řoşnibîran lew barewe kewtine bîr û lêkdanewe: be kam řêda azad bîn û boman bikirê azad bijîn? pêwîste darêk şîn bikirê, dûber bigrê: hem řizgar bûn le pêwendî koylayetî, hem jyanî weşawey mirovayetî. nemamyan naşt, nawîşyan lê na: her xoyî. ’arb gutenî: wicûdî. wicûdyekan be pyawî dîndar debêjin: to ta kengê çaw le ḧeway? çawit kiskey dê û le xeway? biřwane xot! biřwane kot û pêwendî pawpilit! biřwane nîrî ser milit! biřwane desbendî destit! biřwane çawbestî hestit! le mêje hey! leweta hey bo tawêkîş xot nedîwe. her bo dûr le xot řwanîwe. çawit le nedyar biřîwe. to aferîdey zemînî! be temay ’asmanî şînî! detewê xwa û xêw û dêw û cinoke û şeytan bibînî, ke her nîn û her nebûn û gyanit derçê nayan bînî! berew xobênî badewe!

emcar ewaney ke le dîn tekîwnewe û tekyan dawe be dinyawe, dênne ber tews û pilar û pêyan dełên: to ke le nedîw xobwêr bûy, berew zemîn serewjêr bûy, hełdêrawî! tem û dûman le ber çawî! bo xot nanasît çi karey? le koyleyî xwa bûytewe; şerim nakey koyley parey? be lirfe û hełpe xerîkî tije kirdinî berîkî û her agat le xot biřawe. dołî awezit dirawe û be ḧew cê, milit şikawe. bot nakirê dexot řamênî. pêt nakirê her xoş buxurênî. ay ke bêkare û bêçarey! ger xwaperistît hîç nebuwe, dirawperistîşt hîçe. des berde lem qîçeł fîçe û were bîrêk le xot kewe! to miroy! to toy! bûnit be xotewe bende. xot nazanî nirxî em bûney to çende! hoşt emende biławe, saye û sermayet dořawe; pyawetî xot le des dawe. le meymûnî kone xizimit nizmitirî. hełgeřêwe řêkî ’erzî. xot bidoze ta bizanî to çend berzî! piley miro le hewran û bałatrîş tê depeřê û bałatre.

em xodîn û xonasîne - ke nawî nwêy herxoyî yan wicûdye - řastit bwê taze nîye û bigre zor le mêjîneşe. le ’îrfanî kewnaraşda şengedarêkî heraş bû; piř lik û pop û gełaş bû. hênde heye em kone şimek tazeye, degeł ’îrfan ta endazeyek cyawaze.

’îrfan dełê seretay hemû şit xwaye; herçî lem dinyayedaye, serbexwaye. kewabû miro wekû sêberêke degeł sayeder debziwê. kewabû herga pyaw sabû, saye derekeş xuda bû, wata le xwa cuda nîye; xwaş gewrye. ca kewabû payey miroş - ke ‌sayeye - debê hênd berz û gewre bê, şan û pîl le hewran biswê û le pay textî xwada bilwê û biřwê û binwê.

’însan lay ’îrfanî řastî zor beřêz û nirxdare; lay waye pyaw awêneye le xoy biřwanê xwa dyare.

gutman ’îrfanî be řastî nek em ’îrfane pûçełey xwar û piř le hełe û pełey xoy xizandote naw çînî - be naw dînî - tełekebazanî emřo; ke le azadî û xonasîn xoyan kirdote miłozim. ’îrfan û dînê min dełêm ewe nîye ke degwêy xaçperistan û musułmananî sawîlke axnidirawe ke pyaw le baregay xwada, serî sîr û quniçkî pîwazîş nahênê. her ke gořa gunaḧbare. daykewa sêwî dizîwe, debê to tawanî bidey! debê ta demrî her bigrî û xot sûk û çiruk bizanî û nexełetêy biłêy hîçim. biłê hîç nîm!

karman geyştote barêk le ber xuda û îmaman depařêynewe qerzekanman bo bidatewe; řêbendanî xeyabanman bo bikatewe; mindałman xew bîbatewe. eme miro le pyawetî detekênê; hêndey be gwêda dexwênê ta řaydênê ke her wekû nebê waye û bo xoy hîçî le des naye!

axir key ’îrfanî řastî awêtey îslamî be řast eme dełê? ayînî îslam pêt dełê to le beranber xudada hejarî û ew dewłemende. hîçit nebuwe; ew hemû şitî dawe pêt: gwêt bo bîstin, dił bo nyaz û diłxiwaz wîstin, mijî tijî bo bîr kirdin, dû dest dû laq bo bizûtin, çaw bo dîn û hełnengûtin, bo řêgey řast bedî kirdin, zor şitî pêdawîstî dîş. wata to hejarî ewî, penaberî, penay dawî. amrazî xoşî jyan û bextewerî xiřupiř deberdest nawî. eger pyawî de bîsmîla! ewe go û şeq ewe meydan! nan peyda ke! çake bike! pyawî çak be! degeł xełk û xuda pak be! kê destî we ber hênawî? eger tenbeł û xobwêr û xwêřî û dił kwêr û bê xêrî û lat waye çît le des naye, obałit be estoy xote; her xot le xot bûye mote; xot hestit le xot biřîwe; menuzêwe! gileyî le gerdûn meke! le ber xuda mekirûzêwe! xot kirasî çarenûst le tenbełxane kiřîwe. net kiřyaye.

ew xudaye ke fermûye: hîçit nebû, her boye bû neweka le xot bayî bî; çenewerî xořayî bî. ke fermûşye: hemû şitêkim pêdawî, yan gutûye: «miroman le hemû şitêk bedewtir dirus kirduwe», manay waye zor destî qedrî lê nawî.

dînî řast pêt dełê to, toy! řasteřê yan lařê deřoy, to serbexoy. cige le xwa baładestî to kes nîye. bu amançî berz bûnit řêgey kadzîş bes nîye. ewî be nawî dînewe pêt dełê pyaw le biłqî aw, le pelepûşêk kemtire, ew bo xoy le ker kertire! ewî dełê: be giryan û dił le xoçûn û cezim bûn, deste û damênî îmam bûn nebê. kamit řewa nabê, yan dîne yan diro deka; be fêl to desxeřo deka. dijî toşe û dijî xwaşe. herwa başe gwê negrî lew dem heraşey řezaqurse. ba le pirsey xoy danîşê; her xoy bê û tezbîḧ û řîşê û bibřêtewe.

ca ta êre bot řûn bowe herçî miron be ser sê řêgeda deřon:

yekem wa witman ’îrfane û be şwên řastîda geřane. řûnak bûnewey derûne; le xo, le xwa, le xokirdewe řamane.

dûhem dozî beranberî taynçe û řeşke û yekserî ke nawe řojawayyekey susyalîzme. çend layîş bê be têkřayî ampayî nêwan řeşayî û cût bendey xawen darayî û kirêkar û zor zêřdarî gereke û karî be ‌dîwî awejûy nedîwî berpîwar nîye.

sêhem biřwa be herxoyî (wicûdî) e. biřway be dûy pêşû nîye. her bo azadî tûnye. dełê miro îlla debê serbexo bê; waz le bûk û perdû bênê. çunke her dû, ber le xonasînit egirin. pyaw gereke herçî dewê, pena be xoy, wedûy kewê. azadî û xonasînî řast, řast detbate ser tiropkî hełemûtî hemû awat û arezût.

dewłetî hawbeşayetî řê nada min derbarey xom biřyar bidem ke çî nakem û çî dekem; xoy bîrim bo dekatewe. berhem û mayey bijîw û çarenûsim be des ewe; ewî be hîç ḧesaw nekirê minim. em řê û şwêneş toqêke bo gerdinim.

dînîş dijî azadîme; herçî xwa nemdatê, nîme. nirxî xonasînim tûř eda û demkate parsek û geda leřay xuda. xwaş ne miroye, namoye. naşê pyaw namo binasê. dway wey le her sêkan diwayn, ba bizanîn her yek lemane le kwêda barîke û le pisan nizîke?

1- dîn: ewey ke êsta hemane û pêy dełên dîn, eger wird lêy wirdewe bîn, gurîse le naw hemane û le heman çewt û lartire. derdî herxoyî (wicûdî) gutenî: miro le pyawetî dexa û deykate geday ser řêga. koyleye le serzemînê bo ew şitey ke naybînê. wek qangelaşkî berbaye; pûşêke çî le des naye; her agaşî le xo nîye! xoy nîye û be temay xwaye. be derdî ḧafizPerson gutenî:

dîn eger her ewe bê ḧafîzî xoman heyetî
daxekem jîn guzerawe be xut û xořayî!

2-hawbeşî (susyalîzim) ke be maddewe besrawe û xwa û azadî wela nawe. eger baş serincî biden, pyaw kirawe be peristindey řijîm û destindexorî desteyek ke be ser řijîm řadegirin. dewłetîş - be xiřî û piřî - le naw lepî zeq û řepî serok daye. eger serok kirêkarêkî milhuřî sadey sitalîn asaş bê, debê hemû biřway xoman derbarey jyan, tenanet zimanekeşman lew wergirîn. herçî gutî - bîlatejbî - qur’ane û nabê lêy ladeyn!

3- herxoyî (wicûdî) lawazyekey lemedaye ke her çende nirxî miroy zor le laye û gerekyetî azad bijî, bełam katê xwa û peywendî hawbeşyetî xet dekêşê, pyaw le naw boşayî dexa û deykate hînî pet pisaw!

eger min be hemû mana azad û ber berhełda bim, be bêz le dîn û yasa bim, em pirsyare dête ser zar: «bo her debê le ser çake kirdin sûr bim? loçî le bedfeřî dûr bim?».

herxoyî hîç weramêkî bo ew pirsyarey min nîye. wa min êsta le ser çeqî dûřêyanim ke detwanim xom be qurbanî gel bikem, yan gel be qurbanî xom kem. be her kamyanda řêbwar bim, lomey nawê. wekû mam řêwyekey çome, keyfî dinyaye lo xome. kes natwanê azadîm lê berbest bika. dînim nîye ke le tînî giřî ceḧendem bitirsim. yasay hawbeşîşim newîst ke pêwdanî jînî xomî lê bipirsim. her xom yasam; her xom xudam; azad û şad û berhełdam.

ca ke pyaw wa pet pisaw bû, lewaneye řêgey çake bigrête ber; bîbate ser. bo fêr bûnî zor be kełk koşiş bikat û naw bika. lewaneşe be kirasî řengawřengewe, be derelingî tengewe, kîpî le ser, bazne le dest, bermûr le mil, be naz û nîmnaz şil û wil, xoman lê bika be hîpî - ke kurd pêy dełên qalonce - her çî pîsî û bedkarye řeçaw bika.

eger azadî manakey pet biřî bê, pyaw boy heye le tendûrî hawsaş biřî. eger waş bûy, ne pyawî ne kuřî! ziřî!

ba badeynewe ser ’îrfan (’îrfanî řast) ke min zorim pê pesnide û laşim waye dîn û beramberî jîn û xonasînîşî têdaye. be bîrî min her kes bo binçîney jîn û bûn û neman řanemênê û diłî le dûy nekurkênê, ’însan nîye. zimanî xoş, bigre hoşîş, nabne diroşmî pyawetî. wêstê bełge hatûne dest ke ew qisaney deyangut: caneweran be hestêkî xudadadî (ẍerîze) nek be fêr bûn debzûnewe û her miro awezî heye, qisey qořn. canewer hen emende zît û sehenden ke fîltaḧun û ’aresûş desk û gułyan le dû naken. bo geyştin be çêşte yan bo xoparaztin le řawker sed fêł deken; be çendîn řeng xo degořn ke naşê bêjîn fêr nebûn. eger diroşmî pyawetî wizey wişe derbiřîne, ewa tûtîş ziman zane û naşkirê bêjîn ’însane. se’dîPerson dełê:

bê û pyawetî řeçaw ke! melîş qisan dezanin
bayî mebe bewendey tozêk ziman dezanî

be biřway min ewî ’însan le naw xewyan hawêr deka, her ew diłxurtî û ewînes ke bo dînewey nihênî dûredîde tûşî dił dê. bîrî miro le jînî xokirdî bojo karêk deka pel bawêjê bo ew şitey ke be xeyał pêy lewekey xoy baştire. her em pel hawêjyey diłe bote hoy řoşin bûnewey derûn û hełçûnî ’însan.

diłxurtî ’îrfan ewîne. ewîn hêzêkî betîne. le xorakî germ û nerim û qełewayî naçête لەەش. serçawekeşî nazanim le kwêweye; bełam ewende dezanim giłpeye, berz ebêtewe; awrîngî lê debêtewe, sertapam detenêtewe; xerîke bimtiwênêtewe. diłxoşî min bew ewîne pitir le hemû gencîney serzemîne. kesê ewînî nedîwe, neyçeşîwe, lewaneye pêy biłên zana û danaye, endazyare, yan bijîşke. bełam ew mêşk û dił wişke bo amrazî kargakanî pîşesazî nebê, nabê.

ewîn ew wire û netreye ke le dirêjayî mêjûda le dewranî taze û zûda zor pyawî řenêw hênawe û dinedawe ke destyan le xo berdawe û seryan depênaw gel nawe; şořşî wayan gêřawe, barî dinyay pê gořawe.

pyaw katê pyawe, diłdar bê. dena her meymûnekeye kilk û kułkey le dest dawe.

řojê le ḧusênyey îrşad pirsyarêkim xiste gořê, hêndêk persivyan damewe. gutim: hełen! bełam boşim hełnehênan. nyazim wabû gêre û nêre binêmewe. yekê le xawen baweřan xoy tûře kird. yekêkî dî gutî: debesye bînman teng meke! zûbe boman şî kewe ta asûde bîn. gutim: gyane! min nehatûm bibme mayey asûdeyî. min gerekme asûdekan weřez bikem. min tiryak û hîro’în nîm hewênî oqre girtin bim. lewaneş nîm ke cwabyan debaxełyanda.

eger kesê nyazî xizmet be komeł bê, debê řeḧet, bê seḧet ka. aram bo aram nehêłê. cûtyarî baş kode û be ‌yaran dekêłê. debê xełkî fêrî şeřeçene û dim bedmanê û pirsyar û persivdan bikeyn ta têk bigeyn; dexo bigeyn. qestem be xwa dûdłî hawîtne diłan, le biřwa be zor pê hênan hêjatre.

ew biřwayey çelumil desepêndirê, tezênere û piřxetere. ḧewsed milyon musułmanî xawen baweřîman heye ke pûle sûtawêk najîn. her ew îmane be kar dê ke paş şik û guman peyda debê; îman hênan dway kafir bûn. bełê îmanî dway kifre nirxî heye. egîna be dirêjî mêjû baweřî tewaw her buwe û qetîş hîçî nehênawe.

ew ayetey ke fermûye: «merdim hemû yek omet bû» şaławe bo ser baweřker. pêẍemberan řaspêrawin kêşekêş û çeqe û heray tojînewe binênewe; eyna tawêstaş binyadem be aramî le keryetî û bê xeberîda degewzîn.

ba dîsan tê hełçînewe û le sê biřwa serekyekan wird bînewe. daxo kamî lewekey tir betamtire? kam geyştû kame xamtire? le kame lawe estûrin? bekêhebarda ziřawin? eger giştyan lêk bihałên, çî lê derdê? eger be tak bimênnewe, çyan be ser dî?

1- ’îrfan ke binçîney dîne; hewênî geşey derûne; peyjey berew kamił bûne. damane le naw xokirda; řamane le xêwî xokird. nîşaney berzetî gyane. bełam her ’îrfan be tenya û hîçî tir na, kełkî xełkî pêwe nîye. wekû çiqłî diřkezye; bê mîwe û ber, řezî xêwî deparêzê û naşê kes tuxnî bikewê. bo nimûne kabrayek heye derwêşe, çilekêşe. bo endêşe le merg û dwařoj û siza, dem be niza xizawete ẍarêkewe. çawî diłî de ‌’asmane û bê agaye lem cîhane. lew demeşda le pişt dîwarî ew ẍare, kuştare, hat û haware; nûze û nałey birîndare; guře û heřeşey zordare. hezaran bêgunaḧ degirin; hejaran le birsan demirin; abřûy abřûdaran debrê; herçî naşê bikirê, dekirê. keçî kabray kiruşmeker, gwêy nabziwê; nayete der. derga le ser xoy dadexa; dû girde borî řadexa. gizney beheştî girtuwe, xerîke barge têk denê. be xełkî dewrî eşkewtîş - ke le ser dinya şeřyane - pêdekenê.

be biřway min - řenge hî toş - ew kabraye nek hestî pyawetî nîye, bigre le hemû de’bayek zerindetir û pest tire. meymûn, wirç, seg, beraz, zor tîrey canewerî dîş bezeyan be damawanî hawřegezî xoyanda dê. keçî ew ḧorî periste - ke her xoşî xoy mebeste - hest naka ke le diřindan diłřeqtire. wa girîman bo beheşt çû. deysa çi bû? kerekey nebî ’uzêrîş le beheşte! heweł pyaw bûn, ewsa beheşt. ger beheşet bo napyawane, çûnî bo pyawan tawane.

êsta min xom zor yaqîdem be şemsî tewrêzî heye; mewlanam lela gewreye. şems řojî be tîrêjî dûre teme. pesnî mewlewî çend bêjî, hêşta keme. bełam aferîn le çî kem? mewlanayek le belx yan le qûnîye yan le wiłatêkî tir jyawe, xoy wa le naw lêfey estûrî ’îrfanewe pêçawe, be kuşt û kuştarî miẍul, be şaławî xaçperistan, neḧesawe. deysa min nałêm to biłê! bûn û nebûnî ew pyawe be bêçare û hejaran çî? be birîndar û derdedarî îmandarî musułman çî?

dełêy: «gutyePerson» y feřansewîş çote ser biřway mewlewî ke le cengey cengida dełê: «baştir waye wer bikewm nek danîşim. nyazim waye eger wêstabim řonîşim. çak eweye neçme kołan, derke daxem. nwênim řaxem, ta lew şeřî ke dełên dinya dadegrê, bê aga bim. ca megîn gulleyekî wêł şûşey pencerem bişkênê dena naşê le xew řabim!».

axir emane key pyawin? key debne pyaw? çon çawyan le ber xwa hełdê ke le dîmenî birîndar diłyan têkeł bê û hêłinc den? eger ’îrfan her ewe bê, ba nêwanman sed gewe bê.

ca her kesê em terze ’îrfaney dîwe, naçar hemû ’îrfanêkî be mêşk û dił tezêner û pyawkerker û îşkełî bê ber zanîwe.

sa ba ême her dû dîwî em dirawe timaşa keyn. lew barewe ke le şwên řastî geřane û ewînî xuda nasîne, şêrîşe û şêrperwerîşe. ’îrfanî řast zor pyawî way pê geyandûn bê wêne bûn. beheştyan be şîr kiřîwe û destî zoryan le ser hejaran biřîwe. le řêgey xizmet be gela lexoburdûn. mêr jyawin û mêrane mirdûn.

be barî awejûşîda le hêndêkan wird bînewe. xetêkî hênde naxoşe êjî şerepşîleye. le çêjey şîrnayî geřê, sed xozget be bersîleye. îtir herçî simêł sûre nabê pêy biłên hemzaẍa! em hêndêkaney min dełêm degeł ewaney şêr hatin nakirê biłêm xwaşyan yeke! be hezar buz û çirêşîş ew duwe pêkewe nanûsên; le naw awêkda naxûsên. be giştekî mêw le ser û tebeney asin kunkerîş lêk nadrên û be dêwîş cût baqye nakirên.

eger ’îrfane řasteke şêrperwer buwe, em ’îrfane yek layene, fisosgire. xorî û torî way sazdawin ke bo zordar û pyawguj û koledar û koneperist û bê hestan, hêjatir le somay çawin. fermanřewayanî milhuř le dirêjayî mêjûda, qerzarî ew pyawe zile xwêřyanen ke beranber be nařewa çawî derûnyan qûçawe. le xirmey dengî şikanî diłî hejar û damawan, hergîz gwêşyan nezrîngawe. bełê waye ’îrfanî řût be kar naye û her wek doxewayek deçê ne do ne gyay tyaye.

2- ampayetî (susyalîzim), ewîş her heta yeklaye, kay berbaye. bo nimûne: lawe xoy lela zor pyawe; le ser hejaran be cwawe. amadeye le ser zeyfêk ke xawen kar le kirêkarekey xoy eka, hera bika; tenanet xoş be kuşt bida. dyare karekey zor çake û hîç guman le pakî nîye. belamewe zor ḧeyfe kuřî hênde baş, hênde zirîng, tenya basî madde û diraw, mêşk û diłî wa bitenê ke lay wabê cige le cilk û xorakî kirêkaran nabê le hîç bîr katewe. mêjûy kon, kitêbî dînî - ke piřyane le amojgarî û zanyarî piř le kełk û ber bo xełk - be kelley kon û řê û şwênî koneperistî bizanê û le xwêndineweyan waz bênê. keçî her ew lawe pyawe ke debînê fiłan řamyarî hawbîrî fiłan qisey le řojnameda nûsrawe, bê hîç sê û dû lê kirdin, be bê ewe bizanê başe yan boşe, werî degrê û wekû nuştey destî şêxan lay pîroze; ca ba qisekeş bê tam bê; ca ba qisey ewîş nebê û hełbeste bê. her ew lawe le ḧîzbekey xoy bewlawe çîtrî le berçaw nîye. eger yekê le ḧîzbekey ew lawekî sed qatî xoy û ḧîzbekey çake bika le ser hejaran be cwab bê û le meydanî şeř beranber be zordar û dagîrkeran hezar car lew azatir bê, bo yarmetî danî karî ḧîzbekey ewîş ḧazir bê, nayewê û le serî naka. her ḧîzb nebê, dujmine.

- boçî?

- çunke hatuwe darî piřlikî jyanî hełpaçîwe. tenya likêkî hêştuwe ke maddepersityekeye. ew likeyşî hênd awdawe ta le kotere ’esłyeke ziltir buwe. hênd hełçuwe û hêndey çiro derkirduwe ke berçawî dapoşîwe û cige le maddeperistin tenanet xoşî nedîwe. řast be derdî ’îrfanekey xoman çuwe. cyawazyan her lewendeda: ’îrfan bo geşey derûne û em bo leweřî bijûne. leweře û geşey derûnîş mîna şengiłe bereketen; eger nêwanyan bipsênî her dûk bê bereket debin.

wişkesofî ke her dawênî dîn degrê û heta demrê agay le dinya û jîn nîye û xoy le bîr xoşî çotewe, zor çirûke û her wekû nebûbê waye. kake susyalîstekeşman le sinûrî dîktaturî hawbîre zerd û sûrekey dernakewê û heta milan nuqmî ḧîsabî abûrî û lêkdanewey nirxî hêz û bayî sermaye û dirawe. be bê ewe hay le xoy bê, çote naw gerûy pûłewe û qût dirawe û le basî leweřan pêwe hîç kełkî pêwe nemawe û le barî lebîr çûnewey ’însanetî, degeł sofî destemlane.

3-kabray herxoyî debînê ’îrfanî řût be ḧastem serî lûtî xoy nebê çî nedîwe û miroy bê nirx zanîwe, maşên û sermayedarî û lasarî ḧukmî kirêkar, tengeyan be jînî azad hełçinîwe, wazî le herkan hanîwe. dełê binyadem lewe zyatre xoy be piř û pûçî ẍeybî û dewłet û serok peristî ’eybidar ka? azad hatûyte dinyawe azad bijî! lebrî řwanîn bo nedyar û le cyat koyleyî małdar û pirolîtar, aẍay xot be!

bełê em bîrî xonasî û azadjîne zor benirxe; bełam ewîş be tenyayî derdî jyan derman naka. wa girîman xom le dîn û yasay serzemîn řizgar kird, ewsa çibkem? girtûm le zîndan dême der; be çî bijîm? çon bijîwî xom peyda kem? biçme lay kê? lay dîndaran? debê le nedyaran bidwêm. wata: debme koyley xuda. bibme ampay kirêkaran? azadîm kwa? gereke koyley řaber bim. deçme lay sermayedaran. debim be kerî bêgaran û koyley maşîn. dey çar çîye? mamostakanî herxoyî persivêkyan bo ew pirsyarane nîye. tenya dełên: azad bijî û awê bêne destan bişo. îtir nałên azad jyan bê bername, sergerdanî serencame. wa debînîn zor lewane betał - ḧetał, le nîpał û dołî xeyber, le pince bengan degeřên. le cyatî xonasîneke, xoyan le bîr birdotewe û her dełêy le ser dinya nîn!

eger serencamî karman her xo lebîr çûnewe bê, çi eme bê û çi ewe bê, ferqî çîye?

enca řenge le min pirsî çare çîye?

be biřway min debê ême le ’îrfanî dûr le kizî û le susyalîstî bê gezî û azadîxwazî zanayan behre berîn; her sêkyan têkeław bikeyn. çwarçêwey bernamey jînman lew têkeławe lêk bideyn. çunke hersêk zor pêwîstin; bew merce degeł yektir bin.

ewînî bo řastî geřan - ke ’îrfane řastekeye - bizwênerî mêşk û diłe; ke bîr le xo, le xwa û xokird bikeytewe. mafî xot le beranberî û azadîda - ke le lay xudaş pesnide û pêt řewaye - bixeyne dest. beranberî ke řojawayî pêy dełên susyalîzim - ke lagîrî hejarane û dijî berey zordarane - ta biłêy başe û le çerxî nozde û bîstema bote hoy zor řapeřînan ke îsti’marî řawnawe û beşî bê beşanî dawe; ke ’îrfane bê xewşekeş lay pesnide. herxoyî ke nawe urûpayekey «îgzîstansyalîzme» ke lay waye azadî mafî mirove, bîrêkî řast û diruste û ’îrfan û yeksanî jyanîş bê azadî bîr û baweř natewawin. eger hersêk pêkewe bin, heryek lewan hem ampayî, hem azadî, hem ’îrfane. herga ew sêye yek bigirin, gendełî piř le tenbełî û susyalîzmî serzarekî û piř le gizî û azadî qalonçebazî û beng kêşî û le jyan weřezî, pêdze deken, kûzû debin û boy derdeçin. em sê çukłe řast û tîje be dadrawî, her yekeyan bo ewîdî debne perjînî çuqławî û pasdarî le yektir deken.

ca řenge hêndê kes biłên: pekû lewê ḧelametê! cakû ew sê doze qozet lo lêk dedrê? kê ew maşere ałozey yekla deka û pisawekey bo têk dexrê.

min bo weramî ewaney em çun û pekuwane dełên, dełêm:

hersêk řojêk le îslamî řasteqînekey pêşûda lêk ko bibûn. lêt têk neçê! gutim îslamekey pêşû nemgut êsta. nyazim îslamî qur’ane; nek ewey ême hemane. ke nêwanyan ’asman û řêsmane. her kes wek îslamî pêşîn biłê her qur’an îmame û kesî tir na, ziře musułmanî emřo bê şik be kafrî dezanin. îslamî řast ne eweye ke bawke xwalêxoşbuwekan fêryan kirdîn bibîn be şî’e, be sunnî û deser û gwêy yektir berbîn. detwanim biłêm tawêsta kesî waman têda nebuwe, xwa - wek le qur’anda heye - be merdimî binasênê.

’îrfanî qur’anê dełê: «em zemîn û berzayyaney le sertane, řojî řûnak, şewî tarîk, bełgey xawen awezanin ke be pêwe yan le cêwe le ser pişt yan le ser tenişt pał dekewn û danakewn. bîr lew kirde sersûřêne le westa waq wiřmênekey dekenewe û dełên: xwaye! to emanet le hîçê nexsitote řû».

’îrfane wişkekeş dełî nabê des dekarî xwa dey. nabê biłêy em baye le kam kun řa dê? ew barane çon debarê? bîr kirnewe lew şitane bo dîn û dinyat zyane û beheşteket le kîs deçê. deşłên dinya hîçe û pûçîyekey wek biłqî awe û bîr lê kirnewey biławe.

qur’an dełê: «’asman û zewîn û her çî le naw ew duwanedan hîçman le pûçê saz neda. ewî be pûçî dezanin kafrekanin. » êsta bew pêwdane bê, wişkemela - wek cûy feqîr - her dûlayan le des çuwe.

xway fermûye: «ême řêzman le toremey adem nawe». bizane dełê: ademî, nałê merce sipî pêst yan musułman bê. em ayete hemû tuxmî miro, le řeş û bor û zerd û sûr û genim řeng û kał û çawşîn degrêtewe. gawir û gawperist û cûleke û babî û behayî û ’elyełłayîş ber dekewn.

xwa fermûye: «kesê gyanêk bê suç û tawan bikujê, wek hemû merdimî kuştibê waye. yek le mirdin řizgar kirdin, wek necat danî giş merdim le mirdine»; «ey merdim! ême êweman le nêr û mêwêk xistewe. kirdîşmanin be çendîn řegez û tîre, bo ewe yektir binasin. kê le karî nařewa be parêztire le kin xuda beřêztire.»

pêẍemberî xwa defermiwê: «merdim wek didaney şane wane. eger çen dane lewane nizmitir yan zêde zeq bin, we ‌şane ḧesaw nakirye». xwa û pêẍember her fermûyane merdim. neyan fermû eşê sunnî yan şî’e bê; nayjin daney sipî şane le diganey řeş xastirin. pêẍember neyut ’ewladim le xełkî dî le pêştirin. sa ba bizanîn daxo kam zanay zemane derbarey lê tojînewey em zemîn û ’asmanane, derbarey beranberyetî tîre û çînan, azadî bo bîr kirnewe, hêjatir lemaney hebuwe?

bełam ba le bîrman neçê, gutman qur’an û pêẍember, nemangut mela û muştehîd, axund, miftî, şêx, kitêbî pîwazî û peř zerd. nemangut mêzer beserê ke be tozê zêř û kutał, ubał bo załim dekêşê, heqî hejaran pamał ka.

eger ême musułmanî beřastîn û cya le xuda naperistîn, debê wek swêndeke bêjîn: xuda yeke û nabê be dû. baş de ‌manakeşî bigeyn, ne sujde bo bitî berdîn, yan be řidên û cibe û mêzer debeyn, ne bo şa û mîr û wezîr û ne bo aẍa û kwêxa û gizîr kiřnoş dekeyn. le xwa nebê le hîç kesî tir natirsîn. le řêy fêr bûnî zanista, le sûçî ḧucre waz dênîn; deçîne çîn; wekû pêẍember fermûye. bo serbestî çînî bin dest, be gij dagîr kerda deçîn. bo azadî bîr û baweř, nałêyn çunke sitalîn û enwer xoce, melay çawřeş, şêxî serşîn biřîwyane, bêdeng debîn.

hêndêk dełên musułman beranber yezdan, hênde xoy bê nirx deka, ke bo payey miro naşê. xwaşyan hênde la behêze ke nîşanî damawî xoyan derdexen.

wata: «fwîrbax» gutenî: «xway lawazan le xway sazan behêztire; çunke ewan zebûntirin. bo xoyan destyan naçte kar. naçar yexey xuda degirin. ewî le ‌zewî pêy nagen, le xway ’asmanî dexwazin»

em deste řexnegrane le serêkewe heqyane; çunke êmey îslamî êstayan dîwe ke wek meymûn lasay hełpeřênekeman, çeşnî tûtî qisey fêrkar dekeynewe. fêrkar û hełpeřênekeş yan zor sawîlke û nezanin, de hîç nagen; yan fêłebaz û desbiřn; nayanewê borepyag têgeyştû bê. eger ew twanc derane tewaw şarezay îslam bin, têdegen be hełeda çûn.

bełê îslam xuda be gewre dezanê û le beranber berzî ewda xoy zor be nizim dezanê; bełam beranber be xełkî heta biłêy serferaz û bê nyaze. bo xwa ser denête ser xak; bełam bo kes le ser zewî newî nabê. dełê xwaye! be bezey xotim bispêre; bełam le řûy bê bezeyyan mêre, şaławbere, şêre. dekirê biłêyn ewaney xudaperistin, payeberzîşin; newîşin. xoyan be hîç ḧesaw naken; her xoşyan hemû şitîşin. le demêka xo le xo cuda dezanin. her ew kateş xoyan be xuda dezanin. em nerîte taybetye her bo xwanasî řaste û beřastî cêy sersuřmane. eger nełên şerî’etî layengirî mezhebêke - her çende wekû bîstûme tawanî layen negîrîm wepał deden! - ’elî ke ew baş denasim bo nimune dehênmewe:

’elî hersêk akare le barekanî basman kirdin têda hebû. řaman bo xuda û kirgarî hênde karî lêkirdibû ke zor caran deçuwe çołan, deygałand û deynałand û lexo deçû. êmey nezan laman waye giley lew azare buwe ke medîneyî dawyane. yan bo gundî fedek buwe. be řastî le řastî dûrîn! tînî agirî ewînî be xwageyîn tînî dawe û berew saray řetanduwe û ta nizîk xuday birduwe. eme barî ’îrfanekey. bo hawbeşî û biřway azadî çon buwe? îmam ’elî fermanřewa le ser hetîwî zor lêkiraw, le ser jinêkî cûlekey azar diraw, wa dête cwaw ke susyalîstan boř deda. hawar deka: min emîr bim û feqîrêk zułim û naheqî lê kirabê. eger bew daxewe bimirim, kes nabê serkonem bika. ew derde hênde bejane pyaw dekujê. bo azadî bîr û baweř, le fermanî xuda beder, gwêy be watey kes nedawe. tenanet le ser em heqe, biray xoşî lê řencawe.

min demewê wek ’elî bîn. hawbeşî û azadî û ’îrfan lêk weko keyn. bîkeyne berdî binaẍe û komełgaman wekû pêşû leser ew hîme hełçinîn. ewsa dekirê biłêyn xizmetman be gel kirduwe û erkî xoman pêk hênawe.