ḧecman çone?

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 29 minutes  788 views
ḧecman çone?

mameḧacî! bimbûre ke ’erizit bikem ḧeceketim bedił nîye. ḧecî ’ezretî îbrahîm pesind ekem ke bitekanî şikand û xway takperistî damezrand.

řenge bifermûy ca kwa bit? bit nemawe ta bîşkênim? bełê mawe û zor le caranîş zortir û ḧestem tirin. bitî ewdem berd û dar bûn; bê’azar bûn; kirdin û xwardinyan nebû. ne çakeyan le des dehat ne xirape. bełam bitekanî êsta zîndûwin; debzûn; dexon; deken. bitî êsta beřîşewe, lay serûy lê biřîwyewe. xawenhêze; destî deřwa; koşk û seray tazey dewê; pûłperiste; zêř û zêw ko dekatewe û be řîşî pyawî sawîlkey wek min û to pêdekenê.

ḧacî gyan! ḧec ne eweye lew deşte řemłe toz bikey; germa bitgezê û moz bikey û barêk mitumor bo dyarî le meke û medîne bikřî û be keşîdêkî zerdewe berew mał bî û şekiraw bidey be cîranan.

ḧecî beřastî emeye le dîmenî ew hezaran hezar kesey le naw poşakî îḧramda hemûy wek yek dête berçaw, lêt ḧałî bê ke xway mezin paye û mayey ser dinyaye be hîç degrê û le dergay ew necîmzade û borepyag û nedar û dara wek yeke û be çawêk timaşa dekirên.

ḧec bo webîrhênanewey îbrahîme ke firzendî xoşewîstî be qurbanî xuda dekird. to pênc ferze małêkit kirdote řûge û řûy têdekey. le ḧecîşda çendîn caran dewrî dedey. le ḧecîş ke geřaytewe, swêndî gewret be kabeye. hîç pirsîwte em małe key binyat nira? bo kirawe? boçî ewende pîroze? hîç pirsîwte: gurge loqey sefa û merwaye bo çîye? lêm řûne na. ba pêtbiłêm: kenîzêkî bezêřkiřawî hacernaw, le biraym zigî piř bibû. biraym hênaye meke û lew çołe wazî lê hêna. hacer lewê kuřêkî bû simayl naw. jiney zeystan tînûy bû. bo aw le nêwanî sefa û merwada řay dekird. biraym hat em małî kabey bo hacer û minałekey saz kird. be fermanî xuday gewre êsta ew małe řûgeye û ebê ḧecac be dewrîda buxlênewe û lew şwêneda -ke hacir le aw geřawe- wek ew gurgeloqe biken.

renge êsta serêkî bo řaweşênî û leber xotewe bipirsî: pyaw nemabû le dinyada małekey bikirê be řûge, tenya çawexanûy jinêk nebê kirawe bew cê pîroze? bełê xuda wîstûyetî ḧałîman ka ke leber baregay ewda, her çakî û pakî le kare. bas basî jin û pyaw nîye; bênaw yan xawennaw nîye. jinêkî bêkes û kiłoł lew byaban û çołeda bêderetan, zeystane. tîngî zorî hênawe. lew bêrûn û qaqřeşda, ne awe, ne awedanî, ne şînkeye, ne çênkeye, ne zine, ne kwêrekanî. limî germe û tînî hetaw. dîmen ewende besame zirawî pyawî zor azaş dekate aw; çicay jinêkî lêqewmaw. bełam hacer, hacerî pak û xudanas -ke biřway waye xuday ew xawen bezeyî û twanaye; le tengane û lêqewmanda cêgey humêd û hanaye- dawênî humêd bernada û çakî lê deka belada. serkewtin le xwa dexwazê û be nyazî aw peyda kirdin bo xoy, bo korpesawakey, dekewête koşiş û teqala û xebat û serencam degate awat.

xuday gewre ke çawexanûy ew jiney be xaney xoy naw birduwe û şwên pê hełgirtinî ewî kirdote erkî ḧecacan, bê suř nîye. wîstûye ḧałîman bikat ke biřway pak û bêxłite û le jînda nahumêd nebûn û hewłdan be temay xuda, çend benirxe û nařwanê nêre yan mêye.

řenge bêjî deysa eger kareke her dewredanî małî kabe û gurgeloqey nêwan sefa û merwakeye, dekira take- takeş bikirê. neygerek bû em hezarezîley ḧacî le katêkî taybetîda giştyan le meke ko bin û pêkewe îḧram bibestin...

mameḧacî! kobûnewey be destî cem lem şwêneda, kongirey ḧîzbî îslame ke sałe û sał debestirê. xwa wîstûye musułmanan -ke biray dînin- pêkewe sałê carêk çawyan beyektir bikewê; le derd û mergî yektirî be’aga bin; dehanay zorlêkirawan bên. bełam be naşkurî nałêm le hezar ḧacî yekêkî nazanê bo deçête ḧec. kabrayek le naw awayî yan le geřek be meř û mał yan be kelupel û kûtał, le çaw hawmałekanî xoy be êrutir dête berçaw. mela û kwêxa û der û cîran dewrî deden ke to ḧecit lê kewtuwe û naşê le danî wamî xwa xo bibwêrî! qerizkiwêr dujminî xwaye. kabra le řû dademênê; pisûley sefer wirdegrê; pûł û pareyek hełdegrê û deçête ḧec. degeł hezaranî wek xoy lew nawe toz û xoł dexwa. wêřay xełk, le dewrî kabe xul dexwa. le nêwan sefa û merwada le ẍardan pişûy swar debê. bo geyştin be mînaye mile deka. şeytan pîse; eşê kuçkî lê bwarê. çend çewêk deşeytan degrê. herke wityan ḧec tewawe û seryan taşî, bergî îḧram dadekenê û be pelepel ekewête kelupel kiřîn bo dyarî. dyare ewî ew deykiřê zorbey małî emrîka û japunîyekan û xwanenasekanî tire. wata le cyatî mam ḧacî ke eşê lew çûne ḧecey le zyaretî małî kabe û le yadî bitşikandinî îbrahîm û gyan bexşînî simayl le řahî xwada behre berê, qazanceke be gîrfanî bêdînanî xwanenasî pîşesazî lawe degat!

be fermûdey îmam mûsay kazim: «çeqeçeq zor û ḧacî kem». bełê çeqewhera û mandû bûn û le german areq kirdin û dyarî kiřînî lê derkey, çîtrî des nekewtuwe. megîn bêjîn keşîde le ser nanekey, lepî dest řamûsanekey, xełk be xoy bêjin ḧacî, be xêzanekey ḧacî jin. herwa kem nîn: lewe bewla swênd be ałqey kabe dexwa û kiřyare dîndarekanî hasantir bo firîw dederê.

dêmewe ser basî qur’an

bawe! fermût îmanim be qur’an heye. minîş îmanim be qur’an zor pitewe. êsta were ba têk bigeyn. to mebestit kam qur’ane? ew qur’aney ke nazanî çî têdaye? yan ewekey bo firîwdan be nûkeřmyanewe kird? yaxo nyazit ew qur’anes ke le çarege çerxêkda hezaran hozî ’arebî pêxwasî xudanenasî hîç nezanî yektirkuj û lêk dujminî le dewrî yek ko kirdewe? sed sałî tewaw nexayand dewłetêkî way damezrand ke dewłete here behêzekanî ew řojey tawandewe. mebestî min qur’anêke be nawî xwa des pêdeka û be nawî merdim dwayî dêt. zorbey zorî nawerokî derbarey barî jyan û pêşkewtin û zanabûn û geşedarî komełgaye. le sûretekan biřwane! beşî zoryan basî siruşt û xokird û akar û xûy baş û be kełke le jînda û tenya beşêkî zor kemî derbarey nwêj û ta’et û jînewe û qebir û qyamete. xwa qur’anî bo kesêk nard ke le xwêndin û nûsîn beşî nebû. keçî hewełîn sûretî leser xwêndin û nûsîne. (bixiwêne be nawî xudat... be qełem fêrî miroy kird). le şwênêkîtirda dełê: (masî. swênd be qełem. bewey ke pêşî denûsin.) zanayan dełên pêşînan merkefyan le corêk masî saz dekird.

to qur’anêkit xoş dewê û be mimbarekî dezanî ke her bergekey debînî be nexiş û nîgar řengawe û le ser taqe dandirawe û be pîtî małî dezanî. ew qur’aney ke be bêdarî nayzanî û nazanî basî çî deka, bo xew bin senîrî dexey. bo çarkirdinî serêşe û pişt û badarît gereke. lat waye bo zîndû nabê; leser mirduwanî dexwênî. beşî zor le gořistanan dexwêndirê û xêrekey be mirdû dedrê. hîç ga bîrman nekirdewe ke le manay têbgeyn û bayex bew pendane bideyn ke xuday xawen bezeyî bo bextewerî û serwerî û geşe kirdinman daydawîn.

pêwîste fermanî xuda bixiwêndirê; têbgeyn û têgeyendirê. nek leser řifḧe dabnidirê û le dûrewe timaşay bergekey bikirê.

gelêk melay waman hebûn gutûyane wişey qur’an le «qere’e»we nehatuwe ke wexwêndin degeyenêt; le řîşey «qerne»ye ke be mana nizîk bûne. wata her debê bîbînî û neyxiwênîyewe! dełên eger xwêndîştewe nabê bipirsî dełê çî û naşê demanakey bigey! çunke manay ayet zanîn le wizey miro bedere. ewende sext û dijware eger zana û tojerewî zor le zebrîş hezar sałan xo mandû ka, bo manay tenha ew bêye ke le pêş bîsmîla daye, pey pê naba û ewende qûłe pey nada. wityan qur’an be manawe ḧefta twêje her twêjey ḧefta gincî hes; her ginceşî ḧefta çînî têkewtuwe; her çîneşî ḧefta kun û kajêřî dîkey têdaye û ta hetaye her perde le ser perdeye û ta pêda biřoy ḧeftaye! kewabû çar her emeye eger xwêndit wa be řeşxiwênî bîxwêne û le manapirsîn waz bêne. hêndêkîtirman lewaney be naw zanan û le jêrewe dujminî ême û xoşyanin, qewanêkîtryan serxist. gutyan em qur’aney êsta le naw musułmanan heye, degeł qur’ane řastekey xwa bo pêẍemberî narduwe yekêk nîye. em qur’ane hełbesteye. qur’anî řast le lay îmamî yekemîn hełgîrawe û be nihênî dirawe be duwemîn îmam û her îmamey dawyete dest şwêngîrekey ta geyştote îmamî dwazdehemîn û cige lew çend îmamane kes qur’anî řasteqanî lela nebuwe.

katê îmamî dwazdehemîş wekû mang penay girtuwe û leber çawan nedîw buwe, qur’anekeşî birduwe û ta xoy dernekewêtewe, le qur’anî xwa bêbeşîn. herga řojê le řojanda îmam xoy aşkira bika, çawman be dîdarî xoy û qur’ane řasteqîneke řoşin debê. ewsa îmam manay qur’anî řastîman ḧałî deka û dezanîn dîn debê çon bê.

hêndêkî dîş -ke lewane nerim û nyantir axawtûn- fermûyane em qur’ane zorbey degeł qur’anî řast yeke; bełam deskarî kirawe û hêndêk ayet û sûretî lê dizrawe û hêndêkî weser xirawe. herga îmamî zeman hat, pak û pûk lêk hełdebjêrê û dizraw beser dekatewe û weserxiraw derdawêjê.

herkes tozêk be jîrî bîr bikatewe û seruberî em giftane lêk datewe, zû têdega ke dîn dujminanî ême le dirêjayî mêjûy musułmanetîda, çend xerîk bûn dînekeman lê têk den û qur’anman lebîr bernewe. zanîwyane ta qur’an le naw musułmanan mabê û beranber be fermûdekanî bibzûnewe, dedawî ewan nakewn û hemîşe her serdekewn. bere-bere pêdahatûn; carêk bewende řazî bûn her debergekey řamênîn û her be pîrozî bizanîn; îtir neyxiwênîn. nexêr wextê dîtûyane ew mimbarek zanîneş le qazancî ewan naye, be zêř, be zor, be herçî le berdestyane, melay be řwałet dîndarî bê’akaryan dinedawe ke em bestane hełbestin û hełwestêkî wa řêk bixen ke qur’an le naw musułman her nawekeşî nemênê; biłên deskarî kirawe; biłên zorî lê dizrawe; biłên weserî xirawe; biłên têk û pêk dirawe; biłên, biłên... ta musułmanan lew qur’aney ke heyane dûdił debin. ewsa biłên ew qur’ane degeł qur’ane řastekey xwa nardûye û sipardûye ke be pîrozî bizanîn, zor lêk cyan. qur’anî řast wa lay îmamî nadyarî û ta xoy neye kes naybînê. wek deşzanîn heta serêk em pîlane serî girt û em jehre musułmankuje leser řûperî kitêban be nûsrawî hate berçaw; çawî zor kesyan pê nûsand. dîsan ça bû xuda û řastan desteyek le zanayanman beramber bew fikire wêstan û le teşeney em ahoye bûne lemper û neyanhêşt pîlanî şeytan serkewê. řayangeyand ke em qur’aney hemane her hemane ke xuda bo pêẍemerî nard û bê zyad û kem geyştote destî ême. tozkałî lê nedzirawe û hîçî lê pîłoz nekirawe.

mela dełên eger ’arebîş bizanî, nabê be bêpirsî ême mana le qur’an deyewe. çunke pêẍember fermûye: «herkesê be arezûy xoy mana le qur’an datewe, le agirî cehendemda cê xoş dekat». ewan ême be cehendem detirsênin. bełam xoyan be arezûy diłî xoyan mana bo ayet detaşin û be her barê gerekyane deyçerxênin. çend ayet hen ke mana lêderewekanî zana! layan waye em ayetane çend cwên û tîr û tanen bo komełêk le yaranî pêẍember û xwa ewende le perdeda em cinêwaney pêdawin ke hîçî lê tênegen û diłyan neşkê û tûře nebin.

ca kewabû xuda le řûy bendey xoyda teqye deka û deperdeda cinêw deda. wa dyare ew esḧabane sawîlke bûn; de fîkî xoyan negeyun; ta mamostakanî xoman- ke zor zîrek û behoşin- twanîwyane metełekan şî kenewe û be wirdî lêkî denewe û pêman biłên xuda zîpkî de esḧabekan girtuwe û tênegeyun.

biraderî řoşnibîrim!

lêm řûne toş baş dezanî dîndujminan çend lew qur’ane detirsin. desa were toyş bîzane ewey dujmin lê tirsawe, çî têdaye? hîç nebê lêt ḧałî debê ke qur’an bo nardirawe û çon derdêkî pê dirawe? ew qur’aney ke debwaye le jyanda bername û řêynimûnman bê û têbgeyn û dekarî keyn, kira be nuşte û fałname; xewnî pê lêk dedenewe; leser sifrey jin marekirdin dadenrê; be lankewe hełdawesrê. ew kesey be sefer deçê gerek be binya řabbirê. cadûger cadûy pêdeken; cinoke û dêwî pê degirin; ałe û şewey pê derdeken; demî gurgî pê debestin. mangay bêşîr we şîr dexa; bereket we hewîr deda. le cyatî derman û duktur dekar dekirê. dermane bo derdedaran; zencîre bo şêt û haran. be bê ewe hîç le manakey têbgen, hemû karêkî pêdeken. ewa witman qur’an fermûdey xudaye û eger neşzanîn çî têyda, her be pît û berekete. bełam bo do’a çî biłêyn? zor kes le ême lay waye ew do’ayaney melayan le kitêbanyanda nûsîwe -bo tengane- le qur’an firyařestirin.

biraderêkim pêy gutim: le zîndanda ḧefta kes bûyn leser syaset gîrabûyn. gişman derbestî mezeb bûyn. řojêk wîstim bo ayetêk çawim be qur’an bikewê, le her kamim pirsî neybû. bełam em ḧefta keseman sed kitêbî nûşte û nizaman lela bû!

nirxandin û lê nezanîn!

biram! biray řoşnibîrim! kakî xwêndewar û nûser! mamostay azadîxwazim ke pêt waye musułmangel le dawî koneperistî giriftar û bê’aga le řojgarin û tawanekeş dexene ser qur’aneke! axir xot qur’an dezanî? têgeyştûy çî têdaye? yan her bewendey ke hêndêk kolke axundî bê’aga le qur’aneke boy gutûy, wa quşqî bûy û diłit le qur’an bêzawe? êsta eger kabrayekî nexwêndewar eme biłê, lomey nakem. bełam toy piř le zanist û huner naşê nedîde ḧukim dey. hewłde qur’an bizanî ta zor baş bot řûn bêtewe ke ewaney we dem xoyan êjin musułmanîn, çendî řaste? emane be nawî ayîn piřupûşî piřupûçyan demêşk û dił axnawe. bûne sed deste, sed tîre û hemûşyan be nawî qur’an yektir be kafir dezanin. le naw xoyanda şeřyane. ne jînyan hes ne dînyan hes. to hîç nebê mêjûy pêşû bixiwênewe ta bizanî em qur’ane le dinyada çî kirduwe. lewlawe felsefey yunan xawerzewînî tenîbû; lem lawe şaristanîyetî û desełatî sasanîyekan bałî be ser xwêndewarî û jyarî dinyada kêşabû. gelî ’ereb lew naweda bênaw, bênan, bêkes, bêder, piřj û biław, çołperestî dewarinşîn, nexwêndewarî kołewar, berbarî řoman û êran, xwa be seryan dekatewe. pyawêkyan lê hełdekewê debête espardey xuda; qur’anî bo be xełat dê. řapeřînêk řadepeřê ke le mewdayekî kemda mêjû hełdegeřêtewe û gelî çewsawe û jêrdestî debête desełatdar û text û bextî zordar serewnxun deka û ḧukmî zemîn wedest dênê. eger keyfit be mêjûy lemêjîş naye, were şorşî cezayr şîkeynewe ke min û toş le bîrmane çon serkewt. ferḧat ’ebbas -ke serkirdey benawbangî cezayre- lemeř şorşewe dełê: «xełkî bakûrî efrîqa zor be zibûnî û zelîlî le jêr destî dagîrkerî bêbezeyîda dejyan. xuda kirdî şêx muḧemmed ’ebdey mîsrî -ke şagirdî be îmanî seyd cemałedînî efẍanî bû- hate nawman; bû be hoy řûnak bûnewey dił û çawman. ḧałî kirdîn ke le batî nuqim bûn le naw kitêbî du’a û nûşte, ew gişte basî desniwêj û mirduşorî û taret girtine û hezaran ciř û congî wa- ke we nawî ḧîkmet û kelam û usul xerîkyanîn- awiř deynewe ser qur’an û herçî fermûye wa bikeyn. em mezebbazî û şeřsazî be nawî ayîndaryewe, le naw berîn û be destî gel xebat bikeyn ta le jêr barî bêgarî dagîrkeran řizgar bibîn».

ferḧat ’ebbas leser witarekey deřwa û dełê: «pendî şîx muḧemmed ’ebdeman degwê girt û baman dawe ser qur’an û be manawe demanxiwênd û melakan deçûne ladê û manay ayetî qur’anyan be xwêndewaranîş degut. le maweyekî zor kemda qur’an zanîn kirdye karê her mepirse! bergî mezeb mezebênî leber řoḧanî fêłbaz û leber melay firîw xwardûy bestezmanoke damałî. awmałk û lîte û çiłpawî piřupûç û xerafatî le mêşk û diłan řamałî. hemûy kirdîne yek hêz û be destî gel degij feranse řaçûyn û kamřewa bûyn. bełê ew hezare zîley dîley ke le bakûrî efrîqa be xoyan degut musułman, setan sał bû le jêr çekmey bêganeda deyannałand, leber xwaş depařanewe ke le agirî cehendem be dûryan ka. kes le bîrî nebû bêjê leser dinyaş le cehendemî dagîrker řizgarim ke!»

jeneřałî feransewî (argo) dełê: sałan seranserî cezayr û tûns û mûrîtanya û merakşyan tałan dekird. bełam tałan kirawan leber zyaretî qebran û le tirsî cehendem giryan, wa siř bibûn, hest û xustyan lê biřabû.

jeneřał sustêl lewêwe namey bo jinî nûsîwe; ke jin le feřanse buwe. boy denûsê: wa min le naw lêřewarî telmesan xerîkî řawim. wa kuřekeşman fêr dekem tifeng bawê û bête nîşane hengêw. ta êsta çend ’erebêkî hengawtuwe. ḧez dekem to be demaẍ bî. ême lêre zor be şadî řadebwêrîn. zor bekeyfim. segekanîşim be keyfin; ’arebekanîşim başin. zor bêdeng û bestezmanin. sustêl diroy nenûsîbû. ’arebe musułmanekan -ke ber tîrî beçke jeneřał dekewtin û wekû kerwêşk řaw dekiran- leber nwêj û pařanewe û xêr kirdin û řojû girtin, le tirsî çûne cehendem, neyandekira bîr le dinya bikenewe. dinyakeyan dujminî kafir deybird û ewan xoyan be beheştî paş mirdinyan diłxoş dekird.

lew řojewe ke pyawanî zanay dînî û azadîxway wekû muḧemmed ’ebde û yaranî, le xewnî xoşî beheştyan řapeřandin û le manay fermûdey xwayan têgeyandin, îtir ew sawîlke neman ke wekû řêwî řaw bikirên û le dinya gizufit bidrên. têgeyştin ke em dîne îslame pake boye nehat ke musułman be tenbełî pał denewe û her be homîdî dway mirdin destew’ejno dabnîşin û awiř wejyan nedenewe. xezakirdin le řay xwada û xo řizgar kirdin le çingî sitemkar û dagîrkeran, ew peřî xudanasîne. pêẍemberî musułmanan çek be dest deçuwe meydan û be gij dujminanda deçû. ewî gutûye pêwîste le beranber destidrêjker milit kiz key, pêẍemberî felekan bû ke hergîz be qiseşyan nekird. eger qur’an lemeř terazûy xêr û şeř xeber deda, derbarey asnîş dedwê. minet leser bende deka ke em şite benirxey pê nasanduwe. asin wata şimşêr û tîr; asin wata espabî asûde jyan le dinyada.

qur’an dełê: musułmanan leser kafir tund û tîjin; xawen bezen le naw xoda. têgeyştin ke ew hemû gêre û nêre û hera û pêk hełpiřjaneyan leser cebir û îxtyar û fitway fiłan û fîsar û hełwa bo mirdû lênan û zyaretî çak û pîran û destûrî taret girtin û awî desniwêj hełgirtin û mirdû şutin, fiřî beser dîne řasteqînekewe nedawe û her kesîş em core karey be kołekey dîn zanîwe, nwêj û ḧec û zekatîşî behrey nebuwe.

le sayey zanînî qur’an namoyî û herkeboxoyî le nêwanyanda barî kird. yekdił û dest û şanbeşan -wekû dîwarêkî poła- le řûy dagîrker wêstan û bangewazî azadîxwazî berz bû. dagîrkerî feřanseyan le wiłatekeyan der kird û bûne dewłet.

zor le pyawanî zor zanay cezayrî ke dîndarîyan zor be hîç û pûç dezanîn û layan wabû ayîn efyûnî gelane û tiryak kêş bo xebat nabê, bayan dayewe ser dîn û řegeł musułmanan kewtin. bo nimûne: ’umer uzẍan- ke le zanistî felsefey markisîda benawbang û serokî ḧîzbî şîw’î cezayr bû- şořşî şořişgêřanî musułmanî zor bedił bû; mezebekey xoy wêł kird û bû be hawbeş le şořişda. kitêbêkî lejêr nawî beriztirîn piley xebat derbarey şořş nûsîwe. seretakey fermayştî pêẍembere ke fermûye: «be qiseş be dem, zułimkeran dadeyewe kirdarêkî xwapesnide». cige le ’umer uzẍanîş, yekyetî xwêndikaranî nîştimanî le cezayr -ke çepî bû- hate naw řîzî şorş û nawî xoy na: yekyetî xwêndikaranî musułman le cezayrda. tenanet řoşnibîranî urûpayîş ke lew naweda dejyan û deyandî şořşî qur’an çend le kare, diłyan bo îslam dekurka û le xebatî şorişgêřan beşdar debûn. bo nimûne: henrî alg, ke le řojnamey be nawî komarî elcezayrda -zwanî ḧałî kimonîstanî cezayr- sernûser bû, wazî le ḧîzbekey hêna û hate řîzî musułmananî şorişgêř. pulîsî feřansî girtî û le zîndanda zoryan cezrebe û azarda. le bîrewerî řojaney girtûxaneda denûsêt: «zoryan çermesere dawim; bełam şerme ke derbarey xom hîç biłêm. çunke ewey beser ew musułmananey dênin ew becergî û netirsaney ke lewanîyewe debînim, azarî min, azayetîm, xo nanwênê. her sa’ete şorişgêřêkî musułman le berzayî çend qatewe hełdedêrin. hîç kamêkyan amade nîn qisey diłyan le lay dujmin bidirkênin; sûrîş dezanin dekujrên. heryeke lew neberdane ke awa hełyandedêrin, lew kateda be demî piř le xwênewe şitêk dełên ke hîç demanekey nagem. bełam ewende dezanim ew sirûde le hemû sirûdêkî le dinyada bo hanedanî şorişgêř behêztire. bew sirûde ke zor kurte û le çend wişe tênapeřê, ewende degeşêmewe ke mepirse!

bełê nizîkey dû çerx dagîrkerî urûpayî dûlîngeyan wekû dołpa le gerdinî musułmanî efrîqayî hałand. wekû gene xwênî demjîn û kes nebû hawarêk bika. ta ewsa ke têgeyendiran qur’an kitêbî xwêndin û nawerok bekarbirdine ne bo muferk û swêndixiwardin. amojgarî řay jyane ne widmî cadûgerane û dermanî sipił kutan û qołinc û janî nawşane. be hasanî dagîrkeryan řawedûna û dîn û dinyay xoyan parast.

xwa fermûye: katê qur’an dexwêndirê, bêdeng bin û gwê řadêrin. wata têbge çî têyda. ew kesey manay nezanê behrey lew bîstine çîye?

le seretay îslametî, qur’an nûştey pê nedekira; dexwêndira û têy degeyn û dekar dekira. dîman çend zû dewłetî êran û řomî leberyek bird. lem çerxeşda le efrîqa qur’anzanan petpetênyan be dagîrkerî kafir kird.

jeneřał sustêl ew gurgey ke řawe’erebî dekird, le defterî bîrewerîda nûsîwye: «qur’an kitêbî ayînî musułmanan şeřnameye. hîç wek kitêbî dîn naçê. kitêbî pîrozî xoman pêman dełê: nabê dinyatan xoş bwê; aştîxwaz bin! eger cezrebeştan biden gile meken! řik û kîne dedił megirin! tołe le kes mestênnewe! keçî em qur’aney ewan musułmanan dine deda herçî kafre bîkujin! jin û mindałîşyan berin! le tałanî dujminantan řanewestin! le řastîda em qur’ane bo ew řût û řecałane şeř û hera hełgîrsêne. piř kirawe le giftî cadûgerane û be deng û sozêk deyxiwênin ke gwêgir deharûjênê û diłî berew xoy deřfênê. musułmanan ke qur’aneke debîsin, kirj debin û lêman debin be agir û be hîç barê çaryan naye».

giladsiton, cûleke benawbangekey serwezîrî îngilîzekan -ke le dinya dagîrkirdin benawbang bû- carêk le kořî nwêneran le cengey witardanîda qur’anî be mêzda kuta û be tûřeyyewe neřandî: «heta em qur’ane mawe musułmangel boman nayene berbar û natwanîn wiłatekanyan be hasanî dagîr bikeyn».

min êsta lew biřwaye dam dîndujminan, ewaney çawyan biřîwete îslam xwardin, zorle mêj sałe têgeyun ke bayexî qur’an çende û zanîwyane eger ême le manakanî ser derkeyn û bîkeyne destûrî jyan, hergîz natwanin bimanxon. bigre lewaneşe ême pelamarî ewan bideyn û berdestyan keyn. ca kewaye, be hemû hêz û twanayan karêkî wayan kirduwe ke tê negeyn çî têdaye. kakłiman lê bişarnewe û le dûrewe be dîmenî têkułekey bimanxafłênin.

ca hîç be dûrî nazanim ew şitaney hêndêk le kolkemelayan xistûyanete naw dîn û hîç fiřîşî beser dînekewe nîye, deławî mêşkî giławî kafrî musułmanxor bê. to biřwane ewa çend sał û zemane melakanman pêman dełên ke her derd û bełayekî beserman dê le xwaweye. bełaş xełatî xudaye demandatê. debê supasguzarî bîn û herkes le hemû ḧałêkda şukirî xuda neka kafre. dinya lakî bogenîwe. ewaney dinya dexwazin segelêkin le dewrî miştumřyane. dinya ta ser bo kes nabê; debê hoşman her lewla bê. eger beheştit gereke, gerek le dinya waz bênî. dû gundore le destêkda hełnagîrên.

keçî dîndujminî zanay aga le qur’an dezanin destûrî îslam wa nîye. qur’an dełê: begij dagîrkerda biçin! dîndujminantan bikujin! bo hîç hêzêk le dinyada -cige le xwa- ser kiz meken! azad hatûnete dinyawe; azad bijîn!

qur’an dełê: «ew kesaney fermanî xwa becê dênin, nwêjan deken, bo karî xo řawêj be yektirî deken, le řozyekî ke ême pêman bexşîwin ewanîş le řahî xuda deybexşin, ewaneyş ke tołey xoyan le zorkaran desênnewe, le beranber xirapey xirapekarda xirape degeł destidrêjker dekenewe, xwa gaznideyan lê nakat.»

wîl duranit ew nûserey kitêbe benawbangekey mêjûy temedunî dinyay bo nûsîwîn, le şwênêkda nûsîwyetî em ayete: «herkes te’eday lê kirdin êweş barteqay te’eday tołey xotan bikenewe», degeł ew ayetey încîl: «eger kesêk zilley le lařûmetî řastit da, to řûmetî lay çepîşî bo řagre. eger kewayan dawa kird, to ’ebakeştyan biderê.» beranber be yekyan bikeyn, zû têdegeyn ayetî qur’an dersêke bo pyawetî û azayetî; ayetî încîl akarî jinane fêrî pyaw deka.

biray zanay řoşnibîrim!

bibûre ke ’erizit bikem to ke le dwakewtinî komełgat perêşanî û lat waye xetay qur’ane ke tûşî ew tûşîyey kirdûyn, be hełe çûy. to meřwane ew aporey řemekyane ke hîç de qur’an negeyun çî tyaye û her çawyan le dem melaye û melaş yan le gizîkarî, yan le sawîlkeyî û kemzanî way fêr kirdûn ke layan wabê qur’anîş her wek nanî tekye waye bo mitferk nebê nabê; wek kêlî koneqebrane her bo çildane girtinewe behrey heye û hîçîtir na. ew fêł be qur’an kirdine le mêjûy îslametîda zor kon û le mêjîneye. pyawî wekû ebûzerî ẍîfarî pê le nawbira. çunke deygut qur’an çon dełê, wa biken. qur’an kira be amrazî destî fêłbaz be nûkeřimban dakira.

ber le her şit pêwîste bo xot manay qur’aneke baş bizanî! ewsa bot řûn debêtewe ke axo mayey negbete yan sermayey serkewtine? bo nimûne kerbelat webîr dênmewe:

kerbela -wek mela dełê û denaw mêşkî xełkî nawe- deştêke řojêk le řojan buwete şeřge. cengêkî besam řûy dawe; çend kesî têda kujrawe. ême debê bo ew kujrawane bigrîn û le giryan û şîn bewlawe hîç lew barewe nezanîn.

keçî eger zanayane weber miḧekî bîrî deyn, têdegeyn ke em řûdawe çend girînge. karesatekey kerbela, namey azadî gelane ke be xwênî ał nûsrawe. gewretrîn ders û pende bo ewaney le beranber zordar û sitemkaranda azayane xebat deken. fêrgeyeke pêman dełê le řêgey awatî pakda awiř weser gyan danewe řewa nîye.

dewłetêkî here gewre be sed hezaran çekdar û şeřkerewe deber destî kesêkdaye be naw xelîfey îslame û be kirdeweş herçî xwa fermûye nayka. zułim û zorî le hejaran, dadnepirsînî bêçaran, kirûsînewey bêdestan, řimênî dinyaperistan, řojbeřoj le geşedaye û herwa řîşe’ajo deka.

ḧusên ew xawen îmaney biřway be qur’an hênawe û dezanê pêẍember dełê «eger zułim û zor hate naw, pyaw debê be gijîda biçê. eger twana hebû be dest, dena be dem. eger ewîş nekira be dił; ke sêhemyan îmanî herelawaze» nayewê le fermanî derçê û naşyewê her be dem û dił berengar bê, des be şimşêr berewpîrî mergî le řay xwada deçê. ew pêşmergey berfermane, eşê beranber be qur’an têbkoşê ta bedkaran lenaw deba yan gyanî xoy bext deka. şorşî ḧusên kitêbe; şwên û destûr û yasaye bo hemû azadîxwazan le dinyada; ke le řêy doz û mebesta nabê hîç bîr le hêzî zorî dujmin û maf dagîrker bikenewe. xwên bexşîn bo řizgar bûnit le dagîrkerî hejarxor, bełgey hergîz nemirdine. bełê ḧusîn û yaranî ew deste netirsawe bûn ke le pênaw azadî musułmananda, be xwênî geş deştî kerbelayan daşt û xełkî dinyayan têgeyand ke şengedarî řizgarî, xwênî lawanî pêdewê ta ber degrê. her awatêkî pyawane -herçende zor dijwarîş bê- serî le řêgeda bidrê, her ser degrê. wa deşzanîn ke serencam be kwê geyşit. êsta û êstaş bedkarekan -ke layan wabû serkewtin- be nefrînewe awa bûn û tûn be tûn çûn. ew şehîdaney kerbelaş be nawî çakewe zîndûn û xoşman dewên. xoşwîstinî şorişgêřanî wa pak û çak û be îman bo ewaney ke fêłbaz û nezanxorin, behre û qazancî ne’eda eger mebest le şeřî deştî kerbela be lay xoyanda negořn. basî şorş dijî załim û xwênmijan, be gijda çûnî pyawkujan, azad bûnî destey hejar le bêgar û çewsanewe -ke mebestî here girîngî ḧusên bû- bin lîç dira û ḧusênyan wek sersofîlkey mensûrî hellac’asayî yan mesîḧî xaçperistan le qełemda.

xaçperistan dełên mesîḧ her boye peyda bû xoy be cûleke be kuşt da û tawanî peyřewekanî pê bibexşin. kolke axundî meş dełên ḧusên wîstî le kerbelaye bîkujin ta le řojî qyameta xoy bikate tikakarman. lewe pêwe karî nebuwe. de’êsta eger ew kesey nawyan lê nawe řoşnibîr wek ew nexwêndewaraney ke be şat û şûtî melay nezan yan ḧîlebaz le řasteřê bazdirawin, bîr le ’aşura û kerbela bikatewe, çon min pêy dełêm řoşnibîr? be biřway min hezar barîş xwêndewar bê, le nexwêndewaran zor pitir zeynkiwêr û kołeware. ewîş her mêşkî tezîwe; bełam be barêkî tirda ba bizanîn leberçî û boçî?