xeyał

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  905 views
çend le dił pařamewe hênde be gij minda neye
xoy de tay biskî nebestê, ba nełên dêwaneye
herçî dîtim qet nebû derdêkî bo min pê nebê
ca eger xałe û eger biske û eger lerzaneye
sirwe her hat û nîzamî zulfekanî têk deda
seyre ew dinyaye, sûçî sirwe sûdî şaneye
çon be kołê derdewe dawênî saqî berdedem
min heta çořêkî mey lê mabê, ew meyxaneye
min evînî tom le diłda her demênê, çun dełên:
herçî gencîney benirxe her lenaw wêraneye
dił le ḧezret cûtê bey degrî û wedestim nakewê
çibkem axir min legeł ew giřne mindałaneye
bişmirim taze le bîr naçêtewe çîrokî min
çunke mêjwî min legeł ew benden û kêwaneye
nek be tasey seyrî xałî dił temay bê bêteder
pêy biłên xo bigrê carê, her xeyałe ba neye
zerdeyêkim dîwe carubarê degrê dewrî řûy
řûn nîye lêm her tirûskey xişłe yan xermaneye
ew demey emin û xeyał deykeyne şayî pêkewe
ger etoşim lê dyar bî, bezmekem şahaneye
ger le cêyek hełkewt tûşî melî aware bûy
mel nîye, bestey mine, «hêdîPen name» terey hêlaneye