bê wefayî

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  976 views
aşkira řengî ẍerîbî dyare lêre pêmewe
axrî bew derdewe têda deçim, detwêmewe
hênd le dûy kurdayetî çûm, hêz û tînim lê biřa
pêm le dû naye biłêm hengawî dî dawêmewe
tawê dił lêdanî tunde, tawê xwênim hełdeçê
bew zuwane bew feta pîsanewe detułêmewe
min ke wek bulbul çirîkem kurdewarî piř dekird
êste wek legleg leser bêçûy şê’ir deřşêmewe
bû be paye û kaxî kê germîn û kwêstan kirdinim?!
hełweday çim min? le cêyek boçî nagîrsêmewe?
aw meke nêw aşî zordarî, peşîman debyewe
ew wite pendêke şîrîn, boye her deyłêmewe
řojî řûn çûm bûme ’enter, bo yekî dî hełpeřîm
êste wek řêwî be şew bo sîrmekon dexulêmewe
xozge her mirdin heba û derdî peşîmanî neba
dîze her boye dełê: bişkêm û nezrîngêmewe
çend gutim lew saz û fîke xom řeha kem, her nebû
wek gyay wîşk leser ew pince her deřwêmewe
pişt be yarî bê bełên wek «hêdîPen name» nabestim îtir
taze ḧaşa min le peyman û wefa bidwêmewe
ta le to dûrim mukuryan, dił be hîç napşikiwê
min xirap bûm, êwe çak bin, lêm geřên ba bêmewe