peşîmanî

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  902 views
le derd û meynetî jîna heta zanîm temen řoyî
peley kird, neydewîst çîdîke azarî biden, řoyî
le dewrî guł demêk bû deyçirîkand bulbul û řojê
ke nazî baẍewanî dî, le seyranî çemen řoyî
xeyał tegbîr û řay zor kird heta geyye serî zulfî
bełam zanî ewê bêgane destî bo deben, řoyî
be carê hatuçoy ew şoxe nezmî gułşenî têkda
eger wek yasemen hat û eger wek nesteren řoyî
dełên ew bêwefayey to erê key dê, erê key dê?!
îtir nałên erê bo hat û wek askî xuten řoyî
beyanî sirweyek hat hełweday seyrî beyan emma
be nakamî eger zanî yexey lê dadexen řoyî
ewendey derd û xem pê bû, diłî bêçare sam girtî
newek řojê biłên dêwaneye, zincîrî ken; řoyî
le sermayey jyan hîçim nema, awareyî her ma
le destim çû, erê çim kird? temen řoyî, weten řoyî
qumarêkî qurs bû çarenûs hênayî û dořandim
jyanî min be xořayî le nêw dar û dewen řoyî
leber dîdey mina hełbestekanim boye san degirin
eger mirdim nebada kes biłê «hêdîPen name» řeben řoyî