beyanît baş
From the Book:
            Karwanî Xeyal
        By:
                Hedi (1927-2016)
        
             1 minutes
             2874 views
        
        
    beyanît baş azîz, lexew hestawî
yan wek řojan ewřoş her lexew mawî?!
eger min dengim nûsawe, xo baş dê
qûřey kełebab û qîřey mirawî
toş îtir xot megnixêne, lemêje
çûne karê «xidir» û «mêrê» û «guławî»
tozêkîş be xotda were û meço der
be dest û çawî çiłkin û tozawî
heste qoł le jyan hełke û netewê
wirgî wek hembane û pencey xenawî
des le zarî şêrî řake û mehêle
mał û mindałî xot be natewawî