jwan

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  1061 views
nařjê esrînî min hênde, eger dił dakewê
małî dił wêran bê, małwêranî kirdim, nasrewê
hênde bêzarim, dełêm dił her le sîne bênme der
ta bizanê min nebê, ew agire kes nayewê
başe çaw têbîne deyřêjête dawênim, dena
gencî firmêskim hemû têda deçû lêre û lewê
bejnî to ger serwe, sayey xot leser min kem meke
řût eger řoje ’ezîzim meygire, ba derkewê
defterm piř kirdewe êsteş delîlî wam nîye
ferqî pê danêm le beynî xałî to û xałî kewê
ger perengî gwareket awa nelerzê lew sere
derfetê bo maç û kułme geztinê dest nakewê
min dełêm dił korpeye, ba lay layî bo bikem
ew be şî’rî min kułî hełdestê, îtir naxewê
her debû řojî heweł min dû diłim bê û yek ziman
ta le małêkda evîn û awezim nebne hewê
biskekanî to gułim! lacangî toyan girtuwe
bew henase sarde xo min ew temem pê nařewê
min be yadî towe goşêk û xeyałêkim bese
sûřî ew çerxe eger nemxate gêjî gêjewê
dûr le xełkî des le estoy yek dekeyn emin û xeyał
kes îtir bew řaze nazanê ke min lew çim dewê
ger bełênim lêy bwê dûbare bo jwanêkî tir
pêm dełê şewgar dirêje kwê biłêy min dême wê
min le sayey zulfî towe řojî řûnakim nîye
şîwenim ca taze kełkî çî heye nîweşewê
ew wiłate ew kuřey nawê be serberzî nejî
baweşî dujmin nebê naybê ewî kurdî newê
to pejarey çîte «hêdîPen name» diłnyabe çarenûs
çaweřête, řojê her dê kurdewarî serkewê