konebrîn

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 1 minutes  588 views
ḧez dekem goşeye bigirim, betenê bim, betenê
min bim û yadî to, dêw û perî destim nekenê
min eger carê biłêm bejnî to şûş û berze
we ziman dê qełemîş, hêndî tirî pêwedenê
çawî to tîrî nîgay çend heye ba bîhawê
min bełênit edemê dił leberî řaneçenê
memî to nawî biław botewe, emma xoyan
taze xiř bûn û zemanêkî dewê ta degenê
bonî xoş herçî bê demkêşê ledwî xoy, îtir
çi le bin perçemî to bê û çi serî yasemenê
debê ḧałî çi bê awênh ke wa ew şoxih
çawî têdebřê ewende û legełî pêdekenê!
ger birîn taze bê, qet şertih nenałim leberî
ca meger konebrîn bimkujê, bênê teşenê
şê’rî «hêdîPen name» wenebê şîrin û nask bê, keçî
ta le lêwî to dwa, her aferînî dekenê