xemî min

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  580 views
qet wek ewřo wişe le min yaẍî nebûn
hênd be pele becêm dêłn, têk hełdengun
wek pepûley bê perde û perwa debînim
xał û lêw û kułme le kwên, lewê nîştûn
le des xemê min dexzême sûçêk bełam
ta min mattir debim, ewan pitir debzûn
řojê şîrin, řojê tifit debin û awaş
lay bê diłan her wek ḧerîrî awejûn
hêndê caran le gwêy yaran gwarey zêřn
le hêndê cê, abřûy şeřxiwazyan birdûn
gułn, bełam bonyan bo bê huner nîye
diřkin, keçî qet bepêy zanada neçûn
řazî minyan zor lelaye û naydirkênin
to mezane be dayk û bab perwerde bûn
wek ewanîş çîrokî qaremanî bin
xoyan lepêy lawik û ḧeyranê xistûn
le řûy edîbana debne mastî meyîw
lelay gêjî çeqesro keşkî awesûn
min her minetbarî ewem lew wişane
cwanî nebê wedway hîçî tir nekewtûn
ewan gutyan, pirçî yarit zerd û lûle
ew wajanem min le kesî tir nebîstûn
ewan gutyan: yar lêwî wek xunçe deçê
bełam lew xunçaney carê nepşikutûn
lale deřwê, şine deşnê, beharîş dê
dinya xoşe bo ewaney xem neykuştûn
demdî nûser xerîkin pêy lê hełdênin
baş bû azadî geyştê û destî bestûn!!
kurd her hat û bo řizgarî xoy be kuj da
ke řizgar bû zîndûşî her kopyey mirdûn
ajaweçî çon lejêr tawan derdeçê?
gelî kurdim yekcê lê be şahîd girtûn
derdî min û komeł yekin bê şik boye
hêdî ewřo pêkewe pîłozî kirdûn