hełe

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 1 minutes  1064 views
her çî kirdim, xom legeł xom kird û êste dête řêm
kuştimî gerdûnî gerdan, hêndî zerbet dawe lêm
lêy geřê wam lê bê, mafî xome, destî tê mede
lêy geřê ba têk şikêm, çî tir nełêm min naşkêm
çend le kirdey xom peşîmanim, le nakirdeş pitir
ser çilon derkem? ledes ew çarenûse çon hełêm?
bîrî sadey xom serî şêwandim û řêm hetłe kird
xełkî lew ajawe hełdê, min berew ajawe dêm
min ke bazî ser çya bûm û hełoy kewşen bezên
ewřo her wek kundê hatûm lew kelawe nîştecêm
way hîlak û mandû kirdûm basî kurd û basî gel
êste kakoł û kezî û perçem nebê lêy nadwêm
ger lenêw derd û xemanda xałî tom lê win debê
min deçim pîrozeyek dênim lecêy wî dadenêm
ḧez dekem derdêkî bigirim kes serî lê der neka
bełkû ew ahoye hoyek bê ke carê bêye swêm
şerte hêdî min řinûy befran bim û firmêskî çaw
laye bot bitwêmewe, layek leber pêt hełwerêm