şî’rî amîne jinî qani’
From the Book:
Deştî Germyan
By:
Qani (1898-1965)
2 minutes
738 views
xuşkî xoşewîst, zadey kurdistan
sipastan ekem polî çawmestan
le paş sipas û do’axwanîtan
’erzî êḧtiram mêhrebanîtan
wesyet bê botan, herçî min ełêm
bîgirne gwêtan, ba neşzanin kêm
kuřê bexêw keyn be xwênî ciger
azarî nebê bo newey beşer
bo sûdî şexsî, bo miłkî cîhan
biray wiłatî nexate zîndan
ko nekatewe dirhem û dînar
hełnemjê xwênî bêtîn û hejar
eger tebî’et kirdî be mîran
hejar nexate bêgar û firman
eger boy řêkewt kirdyan be mîr
neşkênê diłî komełî zwîr
er te’în kira û bû be me’aşxor
małî hejaran nekêşê be zor
ne efendî bê, ne kwêxadê bê
ne wek hêndê kes çetrî serřê bê
nełê amancim bertîlxwardine
lêy aşkira bê: dinya mirdine
kuřê bexêw keyn be xwênî ciger
azarî nebê bo newey beşer
hîway şîrînî, hewł û koşiş bê
ger dewłemen bê, xawen bexşiş bê
eger hejar bê, be îş û firman
xizmetî gel ka be dił û be gyan
eger kwêxa bû, nełê min kwêxam
serkarî nawdê û wekîlî aẍam
nekewête ser řewştî bogen
xełkî dêkey xoy nexate naw ben
dewłemen nebê û xadmî dînar
xoy dûr xatewe le biray hejar
ne pyawî aẍa, ne me’aşxor bê
diłsozî gel bê, sa be her cor bê
gyanî şîrînî bo sûdî hemwan
bext ka le řêy çakîy nîştiman
ewcare ełêm minîş kuřdarim
le naw beşana minîş beşdarim